Sê Mêrên Rûrehman / Ayhan Erkmen

Dema min bîhîst ku apê Yilmaz koça dawîn barkiriye, rêwitiya me ya bi hev re hat bîra min. Di têyîba texsîya wî de stranekê destpêkir, ji kur ve axînek kişand,  medê wî guherî û ser stranê parîkî peyîvî  û giriya. Berî wî jî ez du cara disa bibûm şahidê heman tiştî. Bi  Apê Yilmaz re dibûm şahid ku;  Sê mêrên rûrehman, sê stran guhdar kirin û giriyan. Nizam stranên sedan sal berê hatibûn gotin, çi dihanîn bira wan,  pê ra distiran û digiryan. Helbestvan û mamostê min Edo Dêran bi strana Seyadê Şame ya ‘Apo’, Apê Îskender  bi strana Evdalê Zeynikê ya ‘Tema Lawo’ û herî dawî Apê Yilmaz bi strana  Ahmedê Agirî  ya ‘Şêx Zahir’ ve şewata dilê xwe bi min re par ve kiri bûn. Erê niha her sê jî najîn.

***

Helbestvanê nemir Edo Dêran bi xwe jî heman stran xweş digot, dema wê bigota diranên xwe yên çêkiri derdixist, û bi awirên kûr dem û der terk dikir, diçû dema dengêj û stranê, dengê wî dişibî dengê Seyadê Şame û dest pê dikir

‘…Wî de Apo dike mala bavê zeriya min ji vî gundî barke

De tu rabe ebakî derwêşa, tûrikekî parseka biraziyê xwe re karke…

Ez çûme aliyê malê muhuba dilê min li mal nîne

Çûme aliyê odê, rûniştiye kêleka kalekî heyştê nod salî…’

Seyad fîrar û qaçaxê ji destê romê ye, derbasî alî Rewanê dibe, li dû xwe Zulfinaza dergîstiya xwe ya bedewa êl û eşîrê dihêle. Ne dikare bê û ne dikare xeberekê bişîne, haja malbatê jî jê tune, sal ku derbasdibin weswese dilê wî dixwe, difikire ku niha muhuba dilê wî dane kalekî heyştê, nod salî ji dev û pozê kalê di nav sîng û berê zeriya zerda ye. Edo Dêran pir bi hestewar digot. Heman derd  di helbesta xwe ye ‘Rev’ de anîbû ziman. Du bira ji destê cendirma li berbangeke kur, ji berî dikê sibê, berê xwe didin serê çiyê. Destê birayê mezin ji Xezalê bûye. Xezal ji rewşê ne razi ye, Edo Dêran dibê;

Dîsa kete bîra min
XEZAL 

Porê zer
Çavên reş
Û kenê delal va
Gilî gazinê xwe meyne ser meda
Reva me,
Reveke pir bê eman e
Derd kul û birîneke bê derman e.

Nizanim êdî hestewarbûn û hesrên wî, lerizandina dengê wî, ji bo Zulfînazê bû an ji bo Xezalê, lê ya min tê derxist barekî xemgîniyê yî pir giran li ser dilê wî bû. Kezeba wî diperitand.

***

Apê Îskender ji berî  12 îlonê, rayedarekî paye bilind e û bi we derfetê, gelek kesan dike xwedî nan û mal. Ez û zarên wî em hevalê hev bûn. Ji bo karekî ez çûbûm serdaniya wî, li malê tenê bû. Ez êpêce rûniştim û me behsa salên berîn kir. Ji cihê rûniştî rabû ser xwe çû, ji nava kasêtan kasetêk geriya, dît di têyîbê de cih kir, qaset pêşta paşta pêça û strana Evdalê Zeynikê ya Temo Lawo eyarkir û rûnişt.  Bi tevî dengbêj dest pê kir geh got, geh giriya, geh jî guhdar kir.

…Ax tew dinyayê, ax tew kaliyê
Ax Temo lawo mirin çêtir e ji feqîriyê…

Bi Xwedê li dîwanên mîran û hakiman
Lawo ez mêrekî çê me
De sala par vî çaxî
Ez di nava civat û cakiyan de rûniştî bûm
De sala îsal bayê felekê li min dabû…

Apê Îskender ji malbateke dewlement bû, tim di nav wê dewlemendiyê de jiya. Derdê wî ne feqîrî bû; lê nizam ji bo derdê Bavê Temo siyarê Cindî digiriya an bi bîra civatên berê dikir ku dost û hogir, qedir û qiymet dihat zanîn.

***

Apê Yilmaz jî texsiyeke wî hebû, bi qezanca wê taxsiyê çar zarê xwe jî dan xwendinê û anî ber firînê. Rojeke me bi texsiya wî  rêwîtî dikir, qasêteke dengbêjan digot, dema ku strana dengbêj Ahmedê Agiriyê  ya ‘Şêx Zahir’ dest pê kir ji kur ve axînek kişand, 

De lê Hedê rebenê tu rabe sibeye de  şerekî giran li me çêbû

Li gola nawirê, dayê rebene li hidûdê Îranê…

Hela rabe tu sêr bike, kesekî xwedanî xêra tune

cewabekî bihere ji kirê celaliya re…

Birîna Şêx zahir xetarê de ye, bê fayde ye

Medê Apê Yilmaz guherîbû, ser kesayeta Şêx Zahir parîkî peyîvî û giriya. Debara malê û çaleçala dinyayê, emrê wî xweribû. Got ‘ez di zemanekî xerab de hatime dinê ku ji her tiştî re bihayek birîne û em jî bûne pêlîstoka wan, ketine derdê debarê. Ji bo kurda ji destê min qet tiştek nayê, ez ê bi çi rûyî herim hizûra wan eshaba’

Şex Zahir bi Rûsî û Farisî jî nav de çar zimana zane. Li Qulpê (Tuzluca)  midûrê kargeha xoyê ye. Di nav serhildana gilîdaxê de cih digire û yekîna wî lê dide du balefiran dadixe, dibêjin parçeyên wan hê jî li wan deran e. Her kes bi şerefa xwe, di hezirana 1927 de Şêx Zahir Serfermandarê Tirk Kazim Orbay esîr digire, pê re xeber dide, behsa dew û doza xwe dike, ji bo here par ve bike, wî berdide lê ji du meh peyê vê bûyerê; diajon ser yekîna Şêx Zahir şervanên wî Omerê Besê tê kuştin, bê hurmetiyê dikin,  serê wî jêdikin, ji bo gel bidin tirsandinê, gund bi gund digerînin. Nezanan, nizanin ku gelê, wî seriyî sond bixwe. Erê wek gotina dawiya stranê ‘Birîna Şêx zahir xetarê de ye, bê fayde ye’ ber bi dawiya serhildanê ji pey çar bira stêrka wî jî dirije.

                                                                                                                                                                                           Ji bo şandina gotaran: bernamegeh@gmail.com                  

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !