SÎWARÊ GOGERÇÎNÊ TAHIRXANÊ QELENYÊ

”Pismamê Tahirxan, “Kor Huseyîn Paşayê Heyderî” bi pênsed sîwarê xwe va êrîşî İranê dike, berê eskerê Ecem dide û hêla Qelenyê wan deran zeft dike.”

 

MİHEMED ERZURUM / SÎWARÊ GOGERÇÎNÊ TAHIRXANÊ QELENYÊ

Tahirxanê Qelenyê, bi xwe Heyderî ye û ji Torina “Mala Şero ye” Kurdên Eranê di salên 1889-90 an da cî bi cî li pêşya Şahê Eranê serî hildidin. Şahê Ecem leşkerekî mezin dişîne ser serdarê Kurdan yê bi nav û deng Tahirxané Qelenyê.
Di navbera Tahirxan û Şahê Ecem da şerekî mezin çêdibe…Bi texmînî ew şer, di salên – 1890- 92 da diqewime..

Taxirxan û birayê xwe Emirxan li pêşiya leşkerê Eranê lehengiyeke mezin nîşan didin, Berxwe didin û revê bi leşkerê Ecem dixin,Lê paşê tevî Celalyan gellek beg û eşîrên Kurda yên din ku alikariya leşkerê Şah dikin, Tahirxan têk diçe ew û birayê xwe dîl dikevin destê Şahê Ecem.. Pismamê Tahirxan, “Kor Huseyîn Paşayê Heyderî” bi pênsed sîwarê xwe va êrîşî İranê dike, berê eskerê Ecem dide û hêla Qelenyê wan deran zeft dike…

Li ser vê bûyerê di navbera Romê û Îranê da alozî derdikeve. Peyra berpirsiyarên herdû dewletan hevdîtinan çêdikin Şahê Ecem “Tahirxan û birayê wî Emirxan berdide. Huseyin Paşa jî ji Îranê derdikeve…

EZÊ Bİ DÎHARÊ QELENYÊ DİKETİM..

Ay de lo looo,de lo lo ,de lo lo,de lo looo…
De lo lo,de lo lo ,ez birindarim biranooo…
Dayê rebenê ezê bi diyarê qelenyê diketim
îro şerê Tarxan e
Birano ca rabin sêr bikin
Li Çiyayê Qelenyê Tarxan bi sê denga li Emirxan kire gazî
Go bavê bavê mino,hêla konani jêr bernede!
Şahê Ecem bira bi eskerê xwe nebe gumane
Nebê eskerê mi girane
Yeqîn bizanibe qetla Şahê Ecem
Li birayé te mîna qetla du mirîşka ne
Ez çibkim,ji éxbala mi ra,li pêşya Şahê Ecem
Ji évarda ketye pêsîra mi koma Celalyan e
lo looo,de lo lo ,de lo lo,de lo looo…
De lo lo,de lo lo ,ez birîndarim biranooo…
Dayê Rebenê,ezê bi diharê Çiyayê Qelenyê diketim ha bi dar e
Ji êvara Xudê da ji Çiyayê Qelenyê tê surekî sar e
Taxima destê apê Zezê, Bavê Cemîlê kîraza welatê jêr e,
imama serî karîbar e
Tarxan bi sê denga li Emirxan kire gazî
Go bira hêla konanî jêr bernede
Em du tayê bi tenê ne
Eskerê Şahê Ecem hezar bi hezar di ser me da hate xare
Şane-şunê Apê Zezê Bavê Cemîlê gellek hene
Berî hezar û hefsed mêrê Ecem daye
Pêşî daxistiye Ava Erez, paşî maye li Gêduka Ebaskendê
Mirata beşliyê di desta da zare zare…
Zezê digo Cemilê merumê,
Mi ji te ra nego deng li kekê mi neke
Bira têkilî şahê Ecem nebe
Eskerê Şahê Ecem giran e,eskerê kekê min hindike
Ez ditirsim tu were pê nikare lo lo…
lo looo,de lo lo ,de lo lo,de lo looo…
De lo lo,de lo lo ,ez birindarim biranooo…
Dayê rebenê ,ezê bi diharê Çiyayê Qelenyê Diketim
ro berfekê li me barye mînanî hêk e
Xudêyo tu şewitya Qelenyê xirabkî
îro ji berfê spî dike minanî hêk e
Tarxan bi sê denga Emirxan kire gazî
Go bira, miqat be,hêla konanê jêr bernede
Orta min û Şahê Ecem xira buye
Kesekî xwedanê xêra tunine sulha me çêke
Şuda xweş mêra ku ji xudê da neşixule, gellek zor e
Mirata béşliyê di destê birayê te da kelem daye
Heyfa min nayê bi terşu talanê
Şahê Ecem mervekî bê namus e
Ditirsim tu were erz u eyanê me bibe
Serê me herda jêke
lo looo,de lo lo ,de lo lo,de lo looo…
De lo lo,de lo lo ,ez birîndarim biranooo…
Çavkanî: Ahmet Aras

 

Ji bo şandina gotaran: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !