Mehwî

Jiyan û Berhemên Mehwî

Navê wî Mela Muhemmed kurê Mela ‘Usmanê Balixî ye. Nasnavê wî Mehwî ye. Di helbesteke wî de nasnavê wî Meşwî bûye. Paşê hingê wî bi xwe kiriye Mehwî. Wateya wê nemabûn, mehûbûn e. Balix gundek e, li devera Mawetê, li derdora bajarê Silêmanîyê ye. Li ser dîroka jidayîkbûna Mehwî boçûnên ji hev cuda hene. Gelek lêkolîneran li ser vê babetê raman û şîroveyên xwe weşandine. Bi gelemperî dîyar e ku Mehwî di sala 1831’ê mîladî li gundê Balixê hatiye dinyayê. Bavê wî xelîfeyê Şêx ‘Usmanê Sîraceddînê Tewêle3 bûye. Di heftsalîya xwe de li cem bavê xwe dest bi xwendina xwe a seretayî a ‘ilmê kiriye. Piştî hingê ji bo ku xwendina xwe berdewam bike çûye bajarê Sineyê û Sablaxê (Mehabad)4 li cem Mela ‘Ebdullahê Pîrebab xwendiye. Piştî hingê vegerîyaye Silêmanîyê û li cem hin melayên navdar ên wê demê xwendina xwe domandiye. Piştî vê, çûye Bexdayê û bûye feqîyê zanayê navdar ê Kurd Muftî Zehawî. Îcazeya melatîya xwe sala 1859’an ji Muftî Zehawî wergirtiye û li Bexdayê, di mizgefta Îmamê ‘Ezem (Ebû Henîfe) de dest bi melatîyê dike û vê xizmeta xwe heta 1862’yan berdewam dike.

Piştî hingî dizîvire Silêmanîyê û li vê derê dibe endamê dadgeha Silêmanîyê. Di sala 1868’an de ji ber sedema wefata bavê xwe dest ji kar û barên dewletê kêşaye. Dîsa dest bi melatîyê kiriye û dest bi dersdana feqîyan kiriye ango di
cîyê bavê xwe de dest bi muderistîyê kiriye. Di vê serdemê de çend melayên navdar di medreseya Mehwî de perwerde bûne. Navên hin ji wan melayan ev in: Mela Hesenê Qizilcî, Mela Mehmûdê Meznaweyî, Mela Se’îd Efendîoğlî Kerkûkî, Mela ‘Ezîzê Miftîyê Silêmanî…

Mehwî wekî bavê xwe di rêya terîqetê de meşîyaye û bûye xelîfeyê Şêx Behaeddînê kurê Şêx ‘Usmanê Tewêle. Şêx Muhemmedê Xal dibêje Mehwî di gel çend melayên din li Silêmanîyê di sala 1874’an de nefîyî Bexdayê bûye. Lê
heta niha kes nizane ku ji ber çi ev nefî pêk hatiye. Piştî hingê dîsa dizîvire Silêmanîyê.

Li gorî boçûna ‘Elaeddîn Seccadî, Mehwî di sala 1883’yan de çûye hecê. Piştî pêkanîna erka hecê çûye Stenbolê. Li Stenbolê bi navgînîya maqûl û mezinên Kurdan ve wî Sultan ‘Ebdulhemîdê Duyem ê ‘Usmanî dîtiye. Sultan rêzeke zor lê girtiye û ferman daye ku li Silêmanîyê ji bo wî dergahek bê avakirin. Ew dergaha ku di wê serdemê de ji bo Mehwî hatibû çêkirin, hê jî heye. Mehwî di sala 1906’an de li Silêmanîyê wefat kiriye û di odeyeke dergaha xwe de hatiye definkirin.

Berhemên Wî

Dîwan
Dîwaneke mezin a Mehwî heye. Ji bilî dîwana wî tu berhemên wî nehatiye peydakirin. Dîwana wî bi sê zimanan e; Kurdî, Farisî û ‘Erebî. Helbestên dîwanê piranî bi Kurdîya Soranî ne. Hejmara helbestan li gorî zimanan wiha ye:
Kurdî: 201
Farisî: 105
Erebî: 1

Naveroka Dîwana Wî

Ji helbestên Kurdî; 132 xezel, 48 çarîn, 16 takebeyt û 5 jî qesîde ne. Helbesta ‘Erebî li ser helbesteke Zehawî texmîsek e. Ên Farisî; 75 xezel, 2 texmîs, 20 qit’e û 7 jî takebeyt in. Helbestên Mehwî yên Kurdî piranî dînî ne. Ji ber ku Mehwî
kesayeteke tesewifî bûye, piranîya helbestên wî li ser vê babetê kom bûne.

Beşa xezelan: Mezintirin beşa dîwanê ye. Xezelên wî piranî li ser huba Îlahî, xoşewîstî û evînî ne.

Qesîdeya yekem: Navê qesîdeyê ‘Eqdul ‘Eqaîd e (Gerdenbendên Bawerîyê) ji 136 malikan pêk hatiye. Ji alîyê qafîyeyê ve bûye çar beş. Du beşên wê li ser qafîyeya (an) û (în) hatiye ristin. Duduyên din jî li ser qafîyeya (ûn) hatiye ristin. Ji bo têgihiştin û çêjjêwergirtina vê helbestê divê paşxaneyeke dînî-‘eqîdewî hebe. Ji ber ku termên ku hatine bikaranîn piranî felsefî-dînî ne.

Qesîdeya duyem: Navê qesîdeyê “Subhan e Ew Xweda ye” ye. Ji 23 malikan pêk tê. Naveroka qesîdeyê munacat e.

Qesîdeya sêyem: Ev qesîde jî munacat e. Bi “Xedaya Îradey Munacatime” hatiye destpêkirin. qesîdeya herî kurt ev e. Mehwî vê qesîdeya xwe ji yên dîtir cuda dike, di vê de sîstema cotqafîyeyê bi kar anîye.

Qesîdeya çarem:
Qesîdeya Behrî Nûr e. Ev qesîde ji helbestên navdar ên Mehwî ye. Li ser vê qesîdeyê çend helbestvanên piştî
Mehwî nazîre nivîsandine. Zêdetir li ser xoşewîstîya pêxember û jîyana wî rawestîyaye. Ji 124 malikan pêk tê.

Qesîdeya pêncem: Li ser medh û stayîşên Mewlana Xalidê Neqişbendî hatiye nivîsîn. Ji 24 malikan pêk tê.

Çarîn: Hemî çarîn li ser kêşeke ‘erûzê nehatine nivîsîn. Ji alîyê qafîyeyê jî tenê qafîyeyên rewacdar wekî (aaba) û (aaaa) bi kar neanîye. Hin qafîyeyên din jî bi kar anîye, wekî (abab), (abcb)… Her wiha beḥrên arûzê yên ku di çarînan de hatine bikaranîn ev in: Hezec, remel, xefîf, muctes, muteqarib, muzari’ û besît.

Takebeyt/yekmalik: Di dîwana Mehwî de 16 yekmalikên serbixwe hene. Ev ji alîyê kêşeyê ve li ser beḥrên hezec, remel muzari’, besît û recezê hatine amadekirin. Ji alîyê qafîyeyê jî du cure ne; (aa) û (ab).

Çapên Dîwana Mehwî
– Yekem car li Silêmanîyê di sala 1922’an de ji alîyê ‘Elî Kemal Bapîr ve di Çapxaneya Hikûmetê de hatiye çapkirin.
– Cara duyem di sala 1977’an de li Bexdayê, ji alîyê Mela ‘Ebdulkerîm Muderrî û kurê wî Mela Muhummed Kerîm hatiye çapkirin. Di vê çapê de him tehqîqa dîwanê heye û him jî şerha dîwanê hatiye kirin. Heta niha ev xebat gelek caran hatiye çapkirin. Her wiha di vê derbarê de wekî girîngtirîn xebata dîwana Mehwî tê qebûlkirin. Me jî di xebata xwe a ferhengê de ji vê berhemê gelekî sûd wergirt.
– Dîwanî Mehwî, (edt. Arif Zêrevan) Sererastkirin: Newzad Hirorî, Weşanên Nefel, Stockholm 2007. Yekem car bi vê xebatê dîwana Mehwî hatiye latînîkirin. Lê tenê li ser înternetê hatiye çapkirin. Di vê xebatê de tenê metnê dîwanê hatiye waşandin. Jîyana helbestvan, ferhengoka dîwanê, tehqîq û şerha dîwanê û h.w.d. di vê xebatê de tune ne.

‘Arûz, Qafîye û Rewanbêjî di Helbestên Mehwî de

Arûz
Wekî piranîya şa’irên klasîk tenê kêşa ‘arûzê bi kar anîye. Heşt behrên ‘arûza ‘Erebî (hezec, remel, xefîf, muctes, muteqarib, muzari’, besît, recez) bi kar anîye. Di asta yekê de kêşa hezec gelekî bi kar anîye. Herî hindik jî recez bi kar anîye.
Qafîye
Ji alîyê qafîyeyê ve Mehwî her 28 tîpên ‘Erebî ji bo qafîyeyê bi kar anîye. Ji bilî 28 tîpên ‘Erebî çar tîpên Kurdî jî (ç, j, g, ê) kiriye qafîye. Bi vî awayî Mehwî bi 32 tîpan qafîye çê kiriye û dîwaneke muretteb anîye holê.
Rewanbêjî/belaxet
Mehwî muderisekî mezin bûye. Ji bilî zimanê dayikê bi ‘Erebi, Farisî, Tirkî baş zanîbûye. Helbesten wî yên bi ‘Erebî û Farisî jî hene. Lê di helbestên Kurdî de jî gelek term û bêje û motîfên ‘Erebî, Farisî û Tirkî bi kar anîye. Xuya ye ku
bêtir bandora ‘Erebî li ser zimanê helbestên wî ên Kurdî heye. Di ferhengoka ku me ji bo dîwana wî amade kir de bandora ‘Erebî bi awayekî vekirî eşkere bûye. Mehwî termên tesewif, felsefe, mîtolojî, ‘eqîde, tarîx û ‘erdnîgarîyê bi awayekî zor û serkeftî bi kar anîye.

Mehwî tesewif û rewanbêjî bi hev re bi kar anîye. Ji ber vê yekê têgihiştina helbestên wî ne hêsan e. Li gorî ritma helbestê jî kêşên qurs bi kar anîye, mûsîqaya wan jî ji xwîneran re ne hêsan e. Ji alîyê peyvên ku hunera wan xurt
e, Mehwî gelekî serkeftî ye. Hemû hunerên rewanbêjîyê bi kar anîye û çêjeke ruhî/me’newî tevî helbestên xwe kiriye.
Wekî rêberekî terîqetê Mehwî, di helbestên xwe de xwestiye ku terîqet bikeve xizmeta şerî’etê. Her wiha sûdeke zor ji bizava sofîgerîyê wergirtiye. Di binê bandora sofîyên mezin de maye. Wekî Ibn ‘Erebî, Hellac, Celaleddînê Romî û w.d.
Hin mijar û îmajên sereke yên helbestên wî ev in; Şev, ‘eşqa îlahî, wucûd, ‘edem, ‘edalet, heq, çaksazîyên civakî, pesnê zimanê Kurdî, jîyana ruhî, mirin, exlaq û w.d.

Xebatên Li Ser Dîwanê
Bi dehan xebat li ser Dîwana Mehwî hatine kirin. Xebatên ku li ser Mehwî hatine kirin piranî li Başûrê Kurdistanê û dîyasporayê hatine kirin. Ji dehan bêtir tez (master-doktora) li ser helbest û dîwana wî hatine amadekirin.

Hin tezên di derbarê Mehwî de ev in:
– İbrahim Ehmed Şiwan, Şî’rê ayînî û sofîgerî Li Şi’re Kurdîyekanî Mehwî da, Teza Doktorayê, Zanîngeha Selaheddîn, Hewlêr 1996.
– Ehmedî Mela, Mehwî Le Nêwan Zahîrîyet û Batinîyyet û Serçavekanî ‘Işq û Wêney Maşûq De, Teza Doktorayê, Zanîngeha Sorbonê, Fransa ??
– Sebbûr ‘Ebdulkerîm, Rengdanewey Kesêtî û Dunyabînî Hellac Le Şi’rî Klasîkî Kurdî û Farisî De, Be Taybet Lay Mehwî û Hafizî Şîrazî, Teza Masterê, Bexda 2006.
– Sîrwan Cebbar Emîn, Eş’arîyet Le Şi’rekanî Mehwî De, Teza Masterê, Zanîngeha Selaheddîn, Hewlêr 2007.
– …………………………………., Me’rîfe û Heqîqet Le Nêwan Felsefe û Îrfan Le Şi’rekanî Mehwi De, Teza Doktorayê, Zanîngeha Selaheddîn, Hewlêr 2010.
– Mihemmed Tatanî, Bûn Le Şi’rî Mehwî,Teza Doktora, Zanîngeha Koye, Koye 2008.
– Talîb Ebûbekir Tahîr, Felsefey Jîyan Le Şi’rê Mehwî, Teza Masterê, Zanîngeha Silêmanîyê, Silêmanî 2011.
– Hêmin Omar Xoşnaw, Hermonotîkay Şi’rî Sofîyaney Mehwî, Teza Doktorayê, Zanîngeha Silêmanîyê, Silêmanî 2014.
Xebatên Din
– Di derbarê Mehwî di salên 80’yî de sempozyûmek hatiye lidarxistin. Paşê gotarên vê sempozyomê bi navê “Le Barêy Mehwî Lûtkewe” wekî pirtûk hatiye çapkirin.
– Di sala 1999’an de li Hewlêrê sempozyûmeke din li ser Mehwî li dar ketiye.
Meqaleyên vê sempozyomê jî bi navê “Fîstîfalî Mehwî” hatiye çapkirin.
– İbrahim Ehmed Şiwan, Mehwîname, Weşanxaneya Minare, Hewlêr 2010.
– …………………………………. Ferhengî Sofîyaney Dîwanê Cizîrî û Mehwî,
Weşanên Akademîya Kurdî, Hewlêr 2002.
– ‘Umer Mehwî, Çarînekanî Mehwî, Silêmanî 2014.
– Tehsîn Heme Xerîb, Nûrî Hîkmet û Rohî ‘Irfanî Mehwî, Silêmanî ?
– Abdullah Qeredaxî, Deyrî ‘Işiq, 2014 Silêmanî.
– ‘Umer ‘Ezîz Mehwî, Miştê Le Bêjey ‘Arifî û Kirdey ‘Irfanî Mewlana Mehwî,
(4 Cild), Silêmanî 2014.
– Hîmdad Şahîn, Mehwînasî, Kerkûk ?
– …………………………. Gulxaneyê ‘Arifan, ?-?
Ji bilî van pirtûk û xebatên akademîk çendîn têzên din û gelek gotar jî di vê derbareyê de çap bûne.

Hemin OMAR AHMAD / Danasîna Dîwana Mehwî / Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi.

 

Ji bo şandina gotaran: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Enwer Yilmaz

Jiyana Enwer Yilmaz

Kedkarê Kirdkî Enwer Yilmaz serra 1980 de Dîyarbekir de ameyo dinya. Bi eslê qezaya Çewlîgî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !