ŞIN – IŞT Û GÎN / QENDÎL ŞEYXBIZÎNÎ

Şin – işt û gîn, di warê rêziman û peyvsaziyê de sê amrazên kevnar û resen in di Kurdîya navîn anku Pehlewanî (Pehlewî) de.
Şin û işt: lêker û peyvan dikin peyveke pesn û wesfê,
Gîn: lêker û peyvan dike peyveke nav û navdêrî,
çawa û bi çi rengî? Ka em ê di dirêjahiya vê nivîsarê de gelek mijarên negotî bidin ber şîkar û lêkolînên dîrokî û rîşeyî.
Amraza “şin”ê lêker û peyvan dike pens û wesfê weke van mînakên ku di jêr de hatine dayin.
Spûjşin: li hember sekinandin, dirêje pê dan, hevrikî kirin, muxalefet.
“spûj” weke kar ango li hember sekinandin, muxalefe kirin
Spîzşin: roşinkirî, ronîbûyî, Ronahîkirî.
“spîz” ango rewşenkirin, ronîkirin
Sirayşin: hozan xwendin, li seraya civat û derbaran.
“siray”niha jî di zimanê Kurdî de kara ye weke di peyva “karwan seray”ê de xuya dibe, ev peyvê ketiye zimanê tirkî jî û weke “saray”ê tê bilêvkirin
Stanîşin: kar û bar jê wergirtin, jê standin.
di Pehlewanî de“stanîten” ango standin
Venîşin: serketin di êrişê de, ber bi pêş ve çûn û serketin,
“venî” ango serketin di şerî de û ber bi pêşve çûn û tunekirina dijminî.
Vanşin: desteserkirî, girtin û wêrankirin, dagirkirî,
“van” ango desteserkirin û wêrankirina cihê dagirkirî
Vîçûsşin: tehhqîqkirî, vepirsîn
“vîçûsten” ango tehhqîqkirin
Zebayşin: duakirî, lavaxwendî, nizakirî.
“zebayten” ango duakirin, nizakirin, lavakirin
Zênşin: kar û barê binçavkirinê, pêvajoya zindanîkirinê.
“zênten, zînten” ango zînkirin, zîndanîkirin. zîndankirin
Buxşin: efûkirî, bexşîn, serbest berdayî, azadkirî.
“buxten” ango serbest berdan, azadkirin, bexşîn û efûkirin
Pesaxşin: cî bi cî kirî, karê cî bi cî kirî, derbaskirina karê, anîne cih.
“pesaxten”tê wateya cî bi cî kirin, temam kirin, bi cih gihadina karekî, weke “pejaj” jî heye .
Spûrşin: karê kamilkirî, mutekemel.
“spûrten” kamilkirin, mutekemelkirin, kemalbûn, temamkirin
Êzîşin: teqwakirî, kar û barê teqwayî, îbadetî, xweda peristî.
“êzîten” tê wateyateqwakirin, îbadetkirin, xweda peristin
Vana pajek bûn ji hezaran peyvên bi vî rengî, di zimanê navîn anku zimanê Pehlewanî de.Ango her peyvek bi amraza “şin”ê dibe peyvekepesn û wesfê.

Desertification, excommunication, nonprescription, preregistration, transfiguration, vascularization, autocorrelation, intermodulation, exemplification, acclimatization, maldistribution, circumscription, nonintervention, photoionization, codetermination, complementation
action, nation, option
helbet di zimanê din û bi taybet di zimanê fransî de ev amraz bi awayeke hinek cudatir heye, lê mijara me tiştekî din e, lew zêde bi ser de naçin.
Amraza “işt”ê di Pehlewanî û Avestayê de.
her weha amraza “işt”ê jî heman rola “şin”ê dibîne bi taybet di Avestayê de, gelek mînakên wê jî hene û ta niha weke xwe mane, bo mînak:
rewişt: exlaq.
pîrayişt: xemlandin û rêk û pêk kirin.
arayişt: xemlandin û makyajkirin, rêk û pêk kirin û lûs û saf kirin.
“ara” ji lêkera “arasten” a pehlewaniyê tê, ango saf û rêk kirin, ev lêkerê niha di zarê Hewramiyê de maye û di zarê Soranî û Kehhorî û farsî de jî weke “arayiş”ê maye û likar e.
guzarişt: bi erebî te’bîr
guzar ji peyva “vîzar”ê ya Pehlewaniyê tê, paşî weke “vîzar, guzar” bi cih bûye
fermayişt: kelam û hozan, gotinên pîrozwer, keremgotin.
peyv Pehlewanî ye, “fermayiten, fermûten, fermûn” ango keremgotin
deşt: der, nehundir.
geşt: ger û geryan.
Ev çend mînak bûn ji sedan mînakên din ku ta niha jî mayinde ne û likar in.
Her weha amraza “işt”ê di gelek peyvan de weke “ist”ê jî bi cih bûye, bi wateyeke din dengên “ş & s” cîguher bûne.Xengî çend peyvek nebe ku bi amraza “ist”ê bersaz in, yên din hemû bi “işt”ê bersaz bûne, em dikarin çend mînakên ku bi amraza “ist”ê jî bersaz bûne binivîsin, bo mînak:
zanist: zanîn û zanyarî, îlim
tuwanist: şiyan, jêhatî, kana
fêrist: fêrbarî
şayist-e: qabîliyet
Gerek em vê yekê jî bizanin ku peyvên bi “ist”ê bersaz bûne tazetir in.
di zimanê înglîzî ya îro de ev amrazê bi awaya “ist”ê kara ye, lê bi wate û lojîka faîliyê, weke van mînakên jêrîn e:
artist, capitalist, communist, prodist, oportist hd…
Niha di zimanê Kurdî û farsî de her du amrazên dawîn ên “şin & işt”ê sûvine ango hatine jêbirin û weke “iş”ê bi cih bûne û likar in, weke van mînakên ku di jêr de hene:
fermayiş, arayiş, pîrayiş, sîtayiş, aramiş, nîgariş, perweriş, peristiş, newaziş, numayiş, werziş, barişhd…
Ev amraz di farsî de pirr likar e, di zimanê Kurdî de, em berê xwe bidin zarê Hewramî, dibînin li wir jî ta radeyeke baş likar e, di zarê Kelhorî de hinek kêmtir, di zarê zazayî de jî her wisa, di zarê Soranî de hê kêmtir dibe, lê cihê têraman û lêramanê ye ku ev mijar bi her du amrazên “şin & işt” û weke “iş”ê jî di zarê Kurmancî de tam pasîv e û nexuya ye, gelo mijar û sedem çi ne… gerek ev yek bihête vekolîn û lêkolîn ka gelo sedem çi ne?
Em werin ser amraza “gîn”ê û serpêhatiya wê.
Amraza “gîn”ê vê carê lêker û peyvan dike nav û navdêr helhebt em dikarin bêjin mixabin ev jî zêde di zimanê Kurdî de nemaye, lê hê di hin peyvan de likar e, berovajî “şin û işt”ê ku tam pasîv û nexuya ne, meger tek û tûk li vir û li wir di çend peyvan de mabin. Bo zêdetir zelalî û şîkariyan em ê çend mînakan bidin ku lêker û peyvan bi amraza “gîn”ê dibin peyveke nav û navdêr, bo mînak:

lezgîn: lezkirî û lezbûyî
hezgîn: hezkirî û jêhezbûyî
xemgîn: xemkirî û xembar bûyî
xwazgîn-î: xwastinî û daxwazkirî
sergîn: a herî serî, tişta yekem û seretayî
navgîn: navîn û a navî, tişta di navê de
bergîn: her tiştên di xwarê de, a xwarî
sazgîn: sanayî, tiştên sazkirî û çêkirî
bazgîn: vekirî, vekirbûyî, îftîtah
damgîn: qapat û dam bûyî, tiştên hatibe girtin, qapat bûyî, şêklû
rastegîn (rasteqîn) tişta ne derew, a rast û durust, rastîn
xanegîn (xaneqîn) malî, têdeyî, di nav de mayin
bargîn: barkirî, her tiştên bar e
gozgîn: her tiştên gostî, vegostî, veguhestî, neqilbûyî
nazgîn: binaz û nazdar
hd…

Di vir de em ta radeyekê gihiştin hin encam û agahiyan. Ango:
şin &işt: lêker û peyvan dikin peyveke, pesn û wesfê,
gîn: lêkerê û peyvan dike peyveke nav û navdêr.
Lê eger em berê xwe bidin zimanê farsî dibînin ku amraza “gîn”ê jî bi heman awayê “şin & işt”ê deng û tîpa dawînê sûviye û hatiye jêbirin, weke amraza “gî”yê bi cih bûye, bo şîkarî û agahiyên zêdetir kerem bikin em ê hin mînakan di jêr de bibînin.
xanewadegî, bestegî, zîndegî , ranendegî, numayindegî, wîjegî, sadegî, şekestegî hd…
Weke me amaje da eger em berê xwe bidinê, em wê dibînin zimanê farsî di her sê rewşan de anku di her sê amrazan de tîp û dengê dawînê bilêv nakin vî awayî:
şin & işt bûne, iş
gîn jî bûye, gî
Her weha divê em vê yekê jî ji bîr nekin ku di dirêjahiya demboriya hezaran salî de gelek mijarên rêziman û zimên ji wate û mebestên xwe zêdetir derdikevin û di çendîn wate û mebestên din de jî cih digirin yan jî bervajî. Lê em dibînin dizimanê Kurdî de bo mijara lêker û peyvên ku bi amraza “gîn”ê dibine peyveke nav û navdêriyê, amraza “gîn”ê hê weke xwe tê bikaranîn.

Di vê beşê de ku yek ji serektirîn mebesta me ye, her du rewşên “iş û gî”yê ye di zimanê tirkî de.
Weke em dizanin ku tirk regezeke hem weke etnîk û hem jî weke zimên yên asya navîn in, bi taybet di navbera her du dewletên niha yên kazaxistan û mongolistanê de, piştî koçkirina wan ber bi rojhilata navîn ji ava xezerê anku qezwînê derbas bûn, destpêkê derbasî aterupatiyan yan jî azerbaycana niha bûn û piştre jî ber bi Kurdistan û anatoliayê ve hatin û li vir warnîşîn bûn, di heyama kêmtir ji hezar salên borî ya li vir, bûne xwedî gelek desthilat û dewletan û di şer û kuştin û talankirinê de jî ji destê wan çi hat, wê kirin. Lê hem weke regeza îtnîkî û hem jî weke zimên, tevlî xelkên Kurdistanê û anatoliayê bûn, bi wateyeke din ne xelkên wan û ne zimanê wan bi reseniya xwe neman, ewpirranî helyan di nava xelkên resen yên Kurdistan û anatoliayê de, zimanê wan jî beşeke mezin ji reseniya xwe ji dest da, lê di şûna wê de xelkekî netirk bi xwînê be yan jî bi her awayî be xwe weke tirk pênasekirin û hesab kirin, zimanê wan jî bi rêziman û peyvên xwe ve kete bin bandora zimanên neteweyên resen ên rojhilata navîn bi giştî. Ji xelkên netirk û ji zimanekî têlekhev û ne tam tirkî, niha neteweyeke tirkî û zimanekî tirkî xwe pênase kiriye û ava bûye.

Di zimanê tirkî ya îro de ji bilî peyv, gelek warên rêzimanî jî ji rêzimanên gel û neteweyên derûdorên xwe girtiye, mijarên ku me li jorîn behs kirin û şîkar kirin, ketine zimanê tirkî û tê de bi cih bûne. Zimanê tirkî ya îro jî weke zimanê Kurdî û bi taybet bi heman lojîk û mentiqa zimanê farsî, her du mijarên “iş û gî” bi heman şêwaz û wateyên xwe likar e û tên bikaranîn.
Ji bo zelalî, şîkar û şîraveyên zêdetir em ê çend mînakên di jêr de binêrin:
Amraza “iş”ê ango peyv+pesn û wesf di tirkî de:
çikiş, giriş, satiş, aliş, anlayiş, bakiş, davraniş, yaxiş
her weha bo amraza “gî”yê ango peyv+nav û navdêr di tikî de:
Sevgî, sîlgî, yazgî, vergî, bilgî, sergî, ezgî, dergî
vana çend mînak bûn di zimanê tirk de ku bi heman amraz û heman wate û mebestên zimanê me yê Kurdî û farsî likar û tên bikaranîn ku weke me amaje da, paşxan û kevnariya her du rewşan jî vedigere zimanê Pehlewanî û Avestayê.

Tiştê ku ez dixwazim di dawiya nivîsarê de bêjim:
yekem: erê li ber çavan e û em hemû dizanin zimanê Kurdî bi taybet li bakurê Kurdistanê li ber mirin û helandinên yekcariyê de ye eger rewş weke niha bidome, gelek jî mixabin ku ne aliyên siyasî, ne aliyên rewşenbîr û ne civakê jî qandî pêwîst li zimanê Kurdî xwedî derneketine. Lê ev yek nayê vê wateyê ku em dest û ejnû bisekinînin û kêm hêvî li benda vê rewşa dewş û necor de bin. Bo hemû zimannas û dilsozên zimanê Kurdî pêşniyaza min ewe ku li ser van mijarên ku me di vê nivîsarê de anîn zimên, bisekinin û di warê ziman û rêzimênê de sûd jê bibînin û car din em li wan vegerin.

Duyem: divê em bizanin ku gelek mijarên rêzimanî di zimanê tirkî de ji kaniya zimanê Kurdî hatine birin û ne tirkî ne, bi taybet ên ku girêdayî zimanê Kurdî ne înca zimanê kevin yan jî zimanê nû be. van mijaran ta niha bi awayeke hûr û kûr nehatine behs kirin, lê ev destpêkeke baş û giring e ku em ê yeko yeko derxînin û bidin ber şîkarî û şîraveyên zanistî û akademiyê.

Sêyem: di vê nivîsarê de nêzî deh mijarên cur bi cur têde cih girtine û di heman demê dehemû jî girêdayî hevdu ne. Her mijarek bi serê xwe têra dehan û sedan lêkolîn, nivîsîn, semînar û peyçûnên zimanî ne. ji bo me her rojekê demeke mezin e em van rastiyên xwe yên resen vekolin û şîraveyan bikin. Ji bo jêlkirin û jêderxistina wan mijaran, bêguman ked û demekê zêde hatiye dayin, lew her kes dema li ser her yek ji van mijaran berhemekê dinivîse û dibêje bila jêderiya wê berçav bigire.
xengî jêlkirin û jêderxistina van mijarên hanê jî, ez hêvîxwazim ku ev bibe derî û delîveyek bo zimannas û xwenyarên zanîngehê yên beşa zimên daku her yek ji wan mijaran bidine ber makîneya vekolînê.

 

Ji bo gotarên we: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !