Emîn Alî Bedirxan

(1851 – 1926)

Emîn Alî Bedirxan (1851-1926) kurê Mîr Bedirxan û bavê Celadet û Kamiran Bedirxan e. Emîn Alî Bedirxan di sala 1851’î de hatîye dinyayê. Wî di xwendegeha Sultanan de, (ya ku tenê ji zarokên mîran re li Stenbolê hatibû ava kirin) beşa hiqûqê xwend. Ew merivekî gelekî jêhatî û şareza bû. Tevî jêhatîbûna wî, ewî li cem rewşenbîr, helbestvanê naskirî, Hacî Qadirê Koyî perwerdehî dîtibû.149

Emîn Alî Bedirxan, ji ber ku kurê mezin bû; berpirsiyariya malbata xwe, hildabû ser milê xwe. Ew jî wek bav û kalên xwe di warê siyasî de jî dixebitî. Ji ber vê yekê di sala 1889’an de ew û birayê wî Midhet Mîqdat Bedirxan, ji Stenbolê berê xwe dane anatolyayê. Pêşîyê li bajarê Trabzonê komcivînek li dar xistin, piştre çûne Êzirganê. Li Êzirganê tevî xizmên xwe û hevalên wan qesda serhildanê kirin. Lêbelê li devera Baybûrtê ev serhildan têk çû.150
Bi têkçuyîna serhildana Emîn Alî Bedirxan û ya birayê wî, rewşa binemala Mîr Bedirxan li Stenbolê gelek lawaz û qels bû. Ji ber vê serhildanê, du birayên wan yên din jî, Osman Paşa û Huseyn Kenan Paşa, ji çavên Dewleta Osmanî ketibûn. 151

Ev yek di heman demê de bû sebebê ku, Sultan Ebdulhemîd zaroyên Mîr Bedirxan di bin çavan de bihêle û dest li ser wan danî, da ew bê emrê hikûmetê nikaribin xwe tevbidin. Dewleta Osmanî hêza malbata Bedirxan, ya ku wê demê digihîşte nêzîkî 3000 merivî, li Stenbolê dizanibû û dixwest rê hê ji pêşîyê ve li ber tevgereke wan bigire.152
Malbata Bedirxanîyan ne tenê di nav gelê xwe de xweyî nav û deng bûn, belê dayîn û standinên wan curbecur bûn û têkilîyên wan bi gelek cihên din ve hebûn.

Weke mînak têkiliyên wan bi Rûsan, Frensizan û Înglîzan re hebûn. Nemaze Ebdulrezaq Necîb Bedirxan, ku serekê beşa “Bixêrhatina Mêhvanên Sultan” bû, xwedî têkiliyên curbecur bû. Herwiha ji ber têkilîyên wan yên xurt û hêza wan ya siyasî, Osmanîyan ew bi xwe ve girêdidan û ew di dewletê de dixistin berpirsiyarên mezin. Ji bo mînak Emîn Alî Bedirxan, ku bavê Mîr Celadet Bedirxan bû, bibû mufettişê dadgeriyê. Li Stenbolê, Enqere û Qonyayê ev peywir anîbû cîh.153

Gava sala 1906’an serekê istixbaratê, Ridwan Paşa hate kuştin, Sultan gumana xwe bire ser malbata Mîr Bedirxan. Bi taybetî navê Ebdulrezaq Necîb Bedirxan û navê Alî Şamil Bedirxan di pirsa kuştina serekê nûçebihîzê Sultan de dihate gotin. Li ser vê yekê wî fermanek derxist, ku zaroyên Bedirxan di nav sînorên Dewleta Osmanî de werin nefî kirin. Bi vê fermanê ve Ebdulrezaq Necîb Bedirxan û Alî Şamil Bedirxan nefyê bajarê Trîpolîsê li Lîbyayê kirin. Sala 1908’a piştî guherînên siyasî û hiqûqî, ew kesên, ku bi destê hikûmetê ji Stenbolê hatibûne dûrkirin, dîsa vegeriyan. Bi vî awayî Emîn Alî Bedirxan jî dîsa vegeriya Stenbolê û li wir dîsa kete nav xebatên rewşenbîriyê.154

Sala 1908’an Emîn Alî Bedirxan, Şerîf Paşa, Seyîd Ebdulqadir bi hev re komeleyek li Stenbolê ava kirin û navê wê kirine “Komeleya Alîkarî û Pêşveçûna Kurdî”. (Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti) Piştî ku sala 1909’an ev komele hate qedexe kirin, wana komeleyeke din ava kir û navê wê xistin “Komeleya Belavkirina Perwerdeya Kurdî” (Kürd Neşri Maarif Cemiyeti). Yek ji çalakiyên vê komelê ew bû, ku wê xwendegehek li taxa Çemberlitaş vekir û Ebdurehman Bedirxan bû rêvebirê wê dibistanê.155

Di sala 1922’an de dîsa fermana nefîkirina Bedirxaniyan hat dayîn. Di nav navên ku di wê fermanê de hebûn, navê Emîn Alî Bedirxan û her pênc kurên wî Sureyya, Celadet, Kamîran, Safter, Tewfîq û kurê Sureyya yê mezin Heqî jî tê de bûn. Emîn Alî Bedrixan tevî kurê xwe yî mezin Sureyya çûne Misrê û li bajarê Qahireyê bi cîh bûn. Celadet, Kamiran, Tewfîq, Safter û Heqî jî; li ser Sûriyeyê re revîn û derbasî Almanyayê bûn. 156 Di sala 1926’an de, Emîn Alî Bedirxan li bajarê Qahîreyê çû ber dilovaniya Xwedê. Wî piştî xwe, şeş kur û keçek hîşt. Navê keça wî Meziyet bû. Navên kurên wî, Sureyya, Hikmet, Celadet, Kamiran, Tewfîq, Safter Bedirxan bûn.157
Piştî salan paşnavê Bedirxaniyan hat guhertin, navê hinekan ji wan, yên ku li Tirkiyê mayî, kirin “Çınar”, yên hinek din kirin “Kutay” û yên li Misrê mayî, bû “Walî”. Hinekên mayîn jî, bi paşnavê xwe yî berê, ango bi paşnavê “Bedirxan” man.

ÇAVKANİ:

147 Munîs, h.n. , 24 sibat 2010
148 Yaşin, A. http://www.abdullahyasin.org/Cizre/mir-bedirhan, (03.12.2014)
149 Mehmet Emin Zeki Bey, (1998). Kürd ve Kürdistan Ünlüleri, Sweden, Apec & Öz-Ge Yayınları, r. 293.
150 Bengican, blog.milliyet.com.tr/kurt-isyanlarinin-nedenleri—tarihcesi-2, (30.01.2010)
151 Esvet, MalbataBedirxanîyan, http://www.cizrelim.com/Yazilar.asp?goster=dos&id=789, (19.02.2009)
152 Esvet, h.n. , (19.02.2009).

153 Esvet, h.n. , (19.02.2009).
154 Esvet, h.n. , (19.02.2009).
155 Esvet, h.n. , (19.02.2009).
156 Esvet, h.n, (19.02.2009).

157 Esvet, h.n, (19.02.2009).

Süleyman ÇETİN / KOVARA HAWARÊ û BANDORA WÊ YA LI SER ZIMANÊ KURDÎ.

 

Ji bo şandina gotarên we: bernamegeh@gmail.com

 

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !