Pêşewa Qazî Mihemed

Gulek Di Nav Çolatiyê De: Pêşewa Qazî Mihemed / Keyhan Mihemedînijad

Pêşewa Qazî Mihemed kî bû? Çawa bû bi navdar?Bandora wî di Komarê Kurdistanê de çi bû?

Em ê dê di berdewamiya gotarê de bersiva wan pirsiyarane bidin.

Malbatek li bajarê Mihabata Rojhilatê Kurdistanê ku derbasbûyiya wê vedigere bo 400 salî berî niha û malbatek Kurdperwer û Nîştimanperwer. Ev jî malbata rêber û navdarê Kurd Pêşewa Qazî Mihemed e.

Pêşewa Qazî Mihemed li sala 1900`î di wê malbata Kurdperwer de ji dayîk bûye. “Qazî Mihemed” kurê Qazî Elî yê kurê Mîrza Qasimê Qazî ye.Di destpêka ciwaniyê de hizr û hesta nîştimanperweriyê di Pêşewa Qazî Mihemed de çê dibe. Ev pir hez ji xwendina zanista kevin û nû hebûye û gelek zû di vî warî de xwe pê digehîne, û gelek hewil daye ku zimanên biyanî hîn be. Ji bilî zimanê Erebî, Farsî û Kurdî, tevî zimanê Fransî, Îngilîzî û heta qasekê Rûsî jî zaniye.

Qazî Mihemed piştî mirina bavê xwe li bajarê Mehabadê bûye dadwer. Ji bo vê ku pirhez ji karê çandî û pêşdebirina zanist û agahiya xelkê kiriye, di salên beriya sala 1941`an bo yek du salan berpirsyariya îdareya çandê ya bajarê Mehabadê girtiye stuyê xwe û di vî warî de pir xizmetên mezin kiriye. Li dema berpirsyariya wî de, yekemîn xwendingeha keçan li bajarê Mehabadê hatiye vekirin.

Dema ku di sala 1942an de Komeleya “J-K” tê avakirin, wê demê ew Komeleye “Qazî Mihemed” wekî kesek kurdperwer, rewşenbîr bo di J-Kê vedixwînin û dibe kesek bandordar li ser wê Komelê. “Qazî Mihemed” di birêveçûna karûbaran de, û bi nemaze di çareserkirina pirsgirêk û arîşeyan de roleke berçav hebûye. Gelek pirs û arîşeyên karî ên rojane yên xelkê di dîwana wî de ku jêre digotin “mehkeme” dihatine çareserkirin.

Piştî sê salan wate 16`êTebaxa 1945an, Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser bingeha Komeleya J-Kê tê avakirin.

Piştî vê ku yekemînkongireya PDKê hate lidarxistin, li 2`ê Rêbendana 1324 wate (22-01-1946)`an de, bi beşdariya nûnerên parçên din ên Kurdistanê û serokeşîr û nûnerên hemû cih û taxên Kurdistanê û kesên siyasî Komara Kurdistanê hate ragihandin.

Pêşewa Qazî Mihemed jî wekî Serkomarê Komara Kurdistanê hate hilbijartin.

Qazî Mihemed mirovekbi ferheng, dilsoj, rastbêj, evîndarê wêje û huner, şêwirmend, di heman demê de mirovek siyasî û demokrat, welatparêz û evîndarê gelê xwe bû.

Qazî Mihemed biratî û yekîtiya Kurdan sedemên herî mezin yên serkevtinê dizanî. Di vê derheqê de, di piraniya gotar û nivîsên xwe de ku di rojnameya Kurdistan ya wî demî de hatine weşandin, li ser pirsa yekîtî û biratiyê tekez kiriye û wekî merca serkevtin û bingeha ragirtina Komarê û sedemê serkevtina bi ser dujminên gelê Kurd de yekgirtin bi baştirîn rêçare zaniye.

Kaem bizanin Pêşewa Qaizî Mihemed çende bandor li ser Komara Kurdistanê hebû û bandorên wî li dema Serokatiya wî de çi bûye û herwisa bandora wî li ser agehîsaziya netewî çi bûye?

Pêşewa Qazî Mihemed di dema Serokaytetiya xwe de bandorên zêde li ser wan başan hebûye û ev jî wiha ne:

Perwerdehî: Wê demê ku %98 jin û %90 mêr nexwendevar bûn û bi hewla Pêşewa Qazî Mihemed, wê demê dibistan û xwedningeh di astên bilind de hatine avakirin. Û wê demê mamosteyên taybet bo dersdana zimanê Kurdî hatibûne danîn.Mîna Xanima hevjîna Pêşewa dibêje: “Qazî Mihemed pir qîmet dida xwendin û perwerdehiyê”. Piştî ragihandina Komara Kurdistanê di demekî kurt de ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî, bi serpereştiya Qazî Mihemed helmet hatin destpêkirin, pirtûk û kovarên Kurdî hatin çapkirin.

Çapemenî: Di meha Çiriya Paşîn a 1945an de organek bi navê “Çapemeniya Kurdistan”ê hate avakirin. Di vê çapemeniyê de rojname, kovar, pirtûk û belgenameyên Komarê dihatin çapkirin. Kovar û rojnameyên bi navê Kurdistan, Hawarî Nîştiman, Zanist, Gelawêj, Helale, Awatî, û Gir û Galî Mindalan di pêvajoya damezirandina Komarê de hatine çapkirin û belavkirin.

Rojnameya Kurdistanê zimanhalê fermî ê Komara Kurdistanê bû û gelek gotarên Pêşewa Qazî Mihemed tê de dihatine belavkirin.

Avakirina Rêkxistinên Moderin:

Bandorek din a Pêşewa Qazî Mihemed li ser avakirina çend Rêkxistinekê. Pêşewa Qazî Mihemed bi sedema berevanîkirin li mafê Jinan, ciwanan û xwendekaran sê rêkxistinên moderin ava kirinû ew Saziyane heta niha jî li ser şopa Komarê kar û çalakiyên xwe dikin.

Tiyatroya Dayîka Nîştiman: Tiyatroya Dayîka Nîştiman, di hemû navçeyên azadkirî yên Kurdistanê de, li bal tev xelkê wan devaran bi germî pêşwazî jê dihate kirin.

Pêşewa Qazî Mihemed di dema Komara Kurdistanê de ya ku hewce ba ji bo netewa xwe kir. Wî Komarek demokrat bo cara yekê di Rojhilata Navîn de ava kir. Wî bo anîna demokrasiyê û jiyankirin digel kêmîneyên din nîşan da ku gelê Kurd çiqas nirxê dide mafê kêmîneyan. Wî bi rêkkevtina bihevrejiyan digel Tirkan di bakurê Rojhilatê Kurdistanê de nîşan da ku çiqas bawerê bi demokrasiyê heye.

Lê mixabin hem temenê wî kêm ma û hem jî ya Komara wî. Pêşewa Qazî Mihemed sibêdeha 10’ê Xakelêweya sala 1326`an a rojî, digel Mihemed Hesenxanê Seyfê Qazî (kurmamê Pêşewa) û Ebulqasim Sedrê Qazî (birayê Pêşewa) piştî cezadanê li du dadgehên nedadperwerî de bi destê gemar û qirêj yên neyarên gelê Kurd li Çar Çiraya bajarê Mehabadê, yanî her li wî cihî ku li 2`ê Rêbendana 1324`an de Komara Kurdistanê tê de hatibû ragihandin, hatine îdamkirin, û her di vê rojê de li ser milê xelkê biemeg û bi şeref yên Mehabadê di goristana Mela Camî de hatin veşartin.

Pêşewa Qazî Mihemed di dema dadgehîkirinê de bi awayê qehrimanane û serbilindane wiha gotibû: “Min ji mêj dem e xwe bo vê yekê amade kiriye, ez bi sîngeke vekirî pêşwaziyê ji vê mirina serbilindane dikim ku di rêya azadiya netewa xwe de tême kuştin. Eva sozek e ku min daye neteweya xwe ku tevî wan bijîm û bo wan jî bimrim, taze ez dê çawa amade bibim peymana xwe bişkînim û binpê bikim. Wî di dema darvekirinê de jî nehêştibû çavên wî bigrin û wiha gotibû: Ez hez dikim di demên dawîn yên jiyana xwe de bi serbilindî û çavên vekirî binêrme welatê xwe yê ezîz û xweştevî. Hûn Qazî Mihemedekê dikujin, lê bizanin li her dilopeke xwîna min dê Qazî Mihemedek şîn bibe. Ez daxwazê ji gelê Kurd dikim dest ji xebata xwe di pêxema azadiya Kurdistanê de ber nedin, baweriyê bi dewleta xwefiroş ya Tehranê nekin. Bijî Kurd û Kurdistan”.

 

Ji bo şandina gotaran: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !