Şanoya Dayîka Nîştiman

Berhevkar: Keyhan Mihemedînijad

Rêkevta 16-9-1942 bo gelê Kurd rêkevtek dîrokî ye. Wê demê Komeleya Jêkaf (JK) ji aliyê rewşenbîrên Kurd ve hate avakirin. Her li ser bingeha (JK) sala 1946`ê Komara Kurdistanê ji aliyê Pêşewa Qazî Mihemed û kesên rewşenbîr û siyasetvanên Kurdistanê ve hate avakirin. Di wê serdemê de gelek karên girîng ji bo hişyarkirina Kurdan hatine kirin. Yek ji wan xebatan şanoya “Dayîka Nîştiman” bû.

Şanoya Dayîka Nîştiman bi yekem şano bi zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê tê hesibandin. Şehîd Qazî Mihemed di derheq şanoyê de gotiye: “Eva tiştek teblîxî ye bo miletê Kurd, wek vê yekê ye ku ez herime ser sehnê ji bo xelkê biaxivim. Lê bandora nimayişê li axavtinên kesek wek min zêdetir e, îcar lewma divê hûn bi ciwanî nimayişê liber bikin û rahênanê li ser bikin.”

“Chris Kuschera” di pirtûka xwe ya bi navê “Tevgera Netewa Kurd” de nivîsiye: “Qazî Mihemed çend şanoyek bi naveroka dîrokî û nîştimanperwerane nivîsiye, nemaze behsa dirama dîroka Selahedîn, ku xebata Kurdan li dijî Xacperestan e dike an jî şanonameya Dayîka Nîştiman ku qedera gelê Kurd piştî peymana “Se`idabad” a di navbera Îran, Îraq, Tirkiya û Efxanistanê (1937) de ye vehûnandiye. Ev du şanonameyane li bajarê Mihabadê hatine pêşkêşkirin.”

Tê gotin ku şanoname li serdemê Komara Kurdistanê wate di sala 1956an de hatiye pêşkêşkirin. Tê gotin ku pênc sehne hatine pêşkêşkirin, ku ev jî ev in: “Sehneya Firîşte, Peymana Seidabad, Dayîka Nîştiman, Rizgarkirina Dayîka Nîştiman û sehneya avabûna Komara Kurdistanê”. Çîroka wê wiha bûye: Firîşteyek behsa mirov, wargeh û nîştiman dike, Dayîka Nîştiman hatiye zencîrkirin û daxwaza azadî û rizgariyê dike, xortên dayîka Nîştiman bi hawara Dayîka Nîştiman ve tên, dujmin pîlan û pilanên serkutkirinê bi rê ve dibin, pêşmerge û rizgarker dayîka Nîştiman rizgar dikin, Kurd digihe bi hêviya xwe û Komara Kurdistanê tê avakirin.

Heyama Şanoyê

Tê gotin 2 û nîv heta 3 demjimêr heyama şanoyê bûye, lê di navbera herdu sehneyan de, 10 heta 15 xulek girûpa mûzîkî, mûzîk lêdaye û kora sirûdê jî sirûd xwendiye, bi vî awayî 40 heta 60 xulek mûzîk û sirûd hatiye pêşkêşkirin. Bi vî awayî şano 90 xulek bûye.

Sirûdên “Xudaya Weten Ava Key”, “Mekteb Metle`î Se`adete”, “Erê Hey Kurdistan”, “Kurdistanî Ciwan” û “Dîniman Ayînman” di nav şanoyê de hatine xwendin. Nimayişa şanoyê wiha bû: Firîşte, Dayîkî Nîştiman, Nûnerên Îran, Îraq, Tirkiya û Efxanistan, Serkomar, Pêşmerge 7 heta 8 kes û endamên kabîneyê jî çend kes bûn.

Cihê pêşkêşkirina şanoyê li Mihabad, Nexede û Şinoyê bû. Ev şanoye 40 roj heta du meh dom hebûye. Bo şanoya Dayîka Nîştiman gelek kes hatine gazîkirin û ji wan “Ce`iferof” digel çend efserên Rûsî beşdar bûne. Destpêka şanoyê “Sîrûs Hebîbî” ku li cihê Firîşteyê de lîstiye bi kincên sipî û du perên ku li nav milên wî bûn û tê ser şanoyê û wê helbesta Hacî Qadir Koyî dixwîne:

Ey bê nezîz û hawta, her tuyî ke berqerar î

Bê dar û bê diyar î, bêdar û payedar î

Bubaxî merdî baxî, sermayekey xezan î

Bo mezre`ey feqîran, sermayekey behar î

Tu padişanîşan î bo her sewadî e`izem

Bê sedr û şanîşînî, bê perde perdedar î

Xelaqî bê futûr î, sultanî bê qusûr î

Rezaqî mar û mûr î, avdêrî dêmekar î

Feyruze textî gerdûn, mensu`î neqşî tu ye

Yaqut û le`ilî roje, estêrekan derare î

Her cê û mekanî tu ye, bê cê û bê mekan î

Leyl û neharî tu ye bê leyl û bê nehar î

Her emrî tu medar î, bo karûbarî alem

Herçende bê wezîr û bê sedr û karûbar î

Sehneya duyem ya şanoyê sehneya hevpeymaniya Se`idabadê bûye. Di navbera wê beşê de sirûd û mûzîk têne belavkirin. Sehneya sêyem Dayîka Nîştiman bi kincên reş û pirça sipî, dest û pêyên wê hatine zencîrkirin û bi dengê xweş helbesta Hacî Qadir Koyî dixwîne. Di navbera wê beşê de jî sirûd û mûzîk têne belavkirin. Di sehneya çarem de Hêza Pêşmergê Kurdistanê û leşkerên Rûs, Dayîka Nîştiman rizgar dikin. Sehneya pêncem jî pêkanîna Komara Kurdistanê û Şêwreya Wezîran û bilindkirina alaya Kurdistanê û diyarîkirina Serkomar e.

Di vê sehneyê de Serkomar dipeyve û basa azadkirina Kurdistanê dike, û behsa bindestbûna netewa Kurd di bin destê Tirk, Ecem û Ereban de dike. Behsa Kurdistana mezin û rêbaza Şêx Ebdulqadir, Şêx Seîd, Şêx Mehmûd û xwebextkirina wan bo Kurdistnê dike. Di dawiyê de tev beşdarbû têne ser sehneya şanoyê û sirûda “Nîştiman Rengîne” dixwînin.

Tê gotin ku piştî şanoyê “Pêşewa Qazî Mihemed” tê ser sehneya şanoyê û bi çavê giryan ve diaxive û xelk jî hevdem digel Qazî Mihemed digrîn, tê gotin heta rûndikê Rûsan jî tên. Qazî Mihemed li wir beha dîroka xebata Kurd kiriye û behsa koloniyalîstî û parvekirina Kurdistanê û serkutkirina netewa Kurd ji aliyê dewletan ve û herwisa behsa şoreşên Kurdistanê kiriye.

Çavkanî:

Pirtûka “Şanoyê Dayîkî Nîştiman û Şanoyê Koşkî Awat” a bi zaraveyê Soranî û torên civakî.

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !