MIHEMED HEMKOÇER

DESTANA MÊRZO BEGÊ FETEH BEG Û GEWRÊ

Danhev û Lêkdan: Mihemed Cezawîr Hemkoçer

Jêder: Cemîl Horo

 

Ê ne mi go: dilî mi dibê  û dil dibê

gelî birano nema dilî mi dibê û dil dibê

êlkan û firqata dilê minî xwînî rabûye, vê êvarê qe danê

erê li serê sibeda xwedê dînê mala Kûrmistquv li dewra dinê

hezar û pêncsed eskerê Îslaman dikê zincîr û mehserê li herba zêtûnê

ji ser dibirê vexwarina avê û xwarina tayînê[1]

serdarê dewleta Elî Osman xet û mektûbekê yazmîş dikê û dinivisînê

dide dest Êlçîyekî dişîne cem serekê Kurd û Kurmancan, vê ra dibên Mirşud beg xudanê kela Tûnê

ji Mirşud begê dixwazê êmdada [2]herbê

gava ku êlçî mektûbê tînê

li pîşa Mirşud begê dîdinê

Mirşud beg zerfê di ser ra didirînê

kaxez û rûpelê jê derdixînê

radikê didê ber zoyê çavan, kalbûn sîlehek xayîn e, gelî birano rind nabînê

erê ji Mirşud begê va rind naxewînê

ne wê çaxê bi dengekî bang dikê

li mezinê ewladan, li Qasim begê

dibê yawrim tu were ji min re bixwîne, mektûba serdarê dewleta Elî Osman li vê sibê

Qasim beg mektûbê bi dest xwe dikê

xet bi xet, qor bi qor têra derê û tê

dibê bavo îro Gawirê Kûrmistquv serî rakirî, hezar û pêncsed eskerî Îslaman kirî zincîr û mehserê li herba zêtûnê

serdarê dewleta Elî Osman ji me dixwazê êmdada herbê

Mirşud beg dibê, yawrim tu yê xeberê bide birayê xwe Ehmed begê

mila Ehmed beg jî xeberê bidê Hesen begê

mila Hesen beg jî xeberê bidê, Mecîd begê

her çar lokêd[3] Mûsilê dişidînin nav û tengiyêd hespê

ji bavikê kal ra hazir bikin Dêlitirîfê

dibê emê bi hev ra siwar bin herin herba Gawirê Kûrmistquv herba zêtûnê

ey de law, law, law, law, law, law peyî

qehremano serê min bi qurbano de law

 

Ê ne wê çaxê her çar lawên Mirşud begê li xwe dikin zirxên dawudî, şelwerê …… berdidin ser cîzmê

li navên xwe diştînin cotê yaqûbiyan bi yan û kêlek û bogirêd xwe da berdidin qama Lezgê

erê li xwe dikin zirxên dawudî, li pêsîrêd xwe bi hev dixin pişkovan li yalî çepê

şarên bi surme, kêserewanî dadixin gobekî eniyê

radikin ercê darî Bexdadê, şilfê darî rumê

ji bavikê kal, ji Mirşud begê re dişidînin nav û tengiya Dêlitirîfê, tînin ber kevirê siwarbûnê, bavê kal lingên xwe dike zengiyê û xwe diqulibînê ser pişta xan û zînê

her çar , hûrik hûrik, hêdî hêdî derin li pê

bi hev re derin Gawirê Kûrmistquv herba zêtûnê

ey de law, law, law, law, law, law, şêrî bi nîşano serî min bi qurbano de law law

 

Ê ne wê çaxê

xwedê dînê mala fesad û nerinda li heyat û dewra dinê

fesatek ji kela tûnê radibe roj û şevê li hev dixê

berê xwe dide sîh û du qebîlêd kela Romê

derê disekinê li hizûr û dîwana Feteh begê

dibê dê rabe, dê rabe, dê rabe ê de rabe îro Mirşud beg û her çar ewladan çûn sefera gawirê Kûrmistquv herba zêtûnê

îro gewra gêsa, qumriya bajarê tûnê, xwarziya Bekir begê, nazliya ber dilê her çar bira mayî ye li binyana kela Tûnê

ê de rabe ji bo şikandina namûsa Mirşud begê bi destê zorê

ey de law, law, law, law, law, law peyî qehremano, serî min bi qurbano de law

Ê ne mi go wê çaxê mîrê Romê radibê berê xwe didê tewlê û dişidînê nav û tengiya dêlixelewê çê

tînê ber kevirê siwarê, lingê xwe dikê zengiyê û xwe diqulibînê ser xan û zînê

radikê çek û sîlehên herbê, berê xwe dide kela Tûnê

ji bo şikandina namûsa serekê Kurd û Kurmancan Mirşud begê

ey de law, law, law, law, law, law peyî qeheremano Mirşud bego, serê min bi qurbano law

 

Erê wê çaxê Feteh beg mîrê Romê, roj û şevê li hev dixê tê digînê kela Tûnê

di çel û neh nêrdewanan re hildikşê derê disekinê li ber serê Gewrê

dikşînê şûrê nêrizî, dîdinê ser qirika Gewrê

dibê dê rabe, dê rabe, dê rabe Gewrê ji xewê

bi min re dibên Feteh beg mîrê Romê

ez derketime ji bo şikandina namûsa Mirşud begê bi destê zorê

ê de rabe, gewrê de rabe serî mi bi qurbanê Gewrê de rabe tu kê bi min dê çi cabê

ey de law, law, law, law, law peyî bi qêreto Mirşud bego law law

 

Ê wê çaxê Gewra gêsa qumriya kela Tûnê

nazliya ber dilê dê û bavê serê xwe radikê ji xewê

dibê ey şîrheramo min bi te re bernedane ti qewl û qerarên çê

ê de here, de here ji ber serê mi dêlê

dibê te nebîstiye bi navê xalê serekê erdê, Cezawîr kurê Bekir begê

di dû re te ne bîstî bi navê bavê kal Mirşud begê

telayê bi tenê û her çar began lokên Mûsilê

sereskerê dewleta Elî Osman çaxê ku dikevê tengiyê, ji me dixwazê êmdada herbê tema ji bavê min ra şandine kurk û hewranê beybegliqiyê

ê de here, de here, de here şîrheramo ji ber serê mi dêlê

de here berî tu bibê sebeba cahîl û camêrên xelkê

ey de law, law, law, law, law şîrheramo tu here ji ber serê mi dêlê

 

Erê wê çaxê şîrheramê Feteh begê xudanê sîh û du qebêlêd erdê Romê

dikşînê şûrê nêrizî û li Gewrê tînê gûc û zorê

şûr û mertalên Gewrê tune ne, ku bi peyî wek Feteh begê din cabê

dibê dê here, dê here şîrheramo ji ber serê mi dêlê

eger tu narê ez ê xeberê bidim Mêrzo begê birayê biçûk telayê bi tenê

li şûna bavê kal Mirşud begê dibînê xizmetê odê

eger ji xew rabê, ê serî te qut kê laşê te bavê erdê

ev ê di navbera xelkê da ê bi şor û deng bê

ê bibên Mirşud bavê kal û her çar ewladan çûn sefera Kurmistquv herba zêtûnê

di dû ra Gewra gêsa, qumriya tûnê peyan dewet dikê li odê

ê dê here, dê here berî xeberê didim Mêrzo begê telayê bi tenê

xwedê dînê mala şîrheramê kela Romê

gava ku ji gewrê dibîsê vê şorê

dikşînê şûrê nêrizî û dajo yalê sultaniyê

di xewa şêrîn da Mêrzo beg telayê bi tenê

duwanzdeh saliye, nazliyê ber dilê dê û bavê dikê bin derba mirinê

rebê alemê nedê meriyê xerab fersenda peyê çê

devî şûrî nêrizî dîdinê ser qulicê piştê

diftilê bi Gewrê ra dibê

bi hezar û yek navê xwedê

eger tu bi min ra bernedê qewl û qirara revê

ezê pêl şûr kim mila qut kê mofirkên piştê

mila bidirînê çarşefa herîrî, derbaskê doşeka birsê silavê bidê binyana doşemê

mila xwîna Mêrzo begê telayê bi tenê herê, werê

simêlên sor û zer di xwînê da bixemilê

ez ê dîsa bi destê te bigrim, te bavêm tergiyê

bişkînim namûsa lokêd Mûsilê berdim erdê

beht û qirarê xwedê bê kî ji Kurdan bi pey min kevê ez ê bi sîh û du cebha vê ra vekim kilîta herbê

ey de lê, lê, lê, lê, lê, lê Gewrê serî mi bi qurbanê tu kê bi min dê çi cabê

 

Erê wê çaxê Gewra gêsa, qumriya kela tûnê

daylana Mirşud begê omidiyê dibirê

dibînê êkê bikujê Mêrzo begê

birayê biçûk telayê bi tenê

tema çûkê biraye naziliye li ber dilê Gewrê

dibê şîrheramo berde Mirşud begê telayê bi tenê

bi min de fersendê, nîv setê bisebire, li dîwana xwedê ez rabim bikim sinet û ferzên limiya sibê

ezê paşê lingê xwe têkim zengiyê bi te ra biqulibim ser pişta xan û zînê

ez ê berê xwe bi te ra bidim sîh û du qebîlên kela Romê

çaxa ku Feteh beg vê şorê ji Gewrê dibîsê

ji şabûneka ra tirs di zik da diqetê

ling nagînin erdê

wê çaxê didê Gewrê fersend û firsetê

erê Gewra kîbar wê çaxê derê disekinê li ber serê cariyê

dibê lê ûçê lê … xakê lê … serî mi bi qurbanê lê lê

ê de rabe ûçê, xakê de rabe ji xwe ra bal û zêna xwe bide min û vê yekê

carî dibê tirsa min e, ji te ra hatiye xebera bavê kal xebera Mirşud begê

ez ditirsim ji te ra hatiye xebera her çar birayan li vê sibê

xebera Qasim begê, Ehmed begê, Hesen begê û Mecîd begê

Gewrê go: ûçê xwaziya ji min ra bihata xebera reş, xebera her çar biraka û bavê kal û bi serê min nehatiba kêmaniya namûsê û şikandina bi destê zorê

ê de rabe ûçê îro ji morantiya sibê da, ji êvarê da bi mîrê Romê ra ez ketime dogiş û cengê

ûçê min kir nekir nikanim lê bibînim ti çarê

ê kê bi destî zorê min bavêje tergiyê

min go belkîm bi navê Merzo begê birayê biçûk ez bitirsînim zalimê Romê

gava min got, here tu narê ez ê xeberê bidim Mêrzo begê

şûrê nêrizî ajot ser textê sultaniyê, Mêrzo beg telayê bi tenê nazliyê ber dilê min û dê û bavê kir bin derba mirinê

ji min ra sûnd xwar bi rebê alemê, bi pût û penesan, bi sûnda Îslaman û hezar û yek navê xwedê

go: eger tu nerê ez ê bikujim Mêrzo begê telayê bi tenê

seba xatirê Mêrzo begê telayê bi tenê, nazliyê ber dilê min û dê û bavê

min vê ra berda qewl û qerara revê

beht û qerara xwedê bê, ji vir û heya heft salan, ezê rakim darî dûrbûnê û binirim li rê

eger ji senseleta Kurd û Kurmancan kes nekevê dû min û nê

ji şîrheramê Romê ra, ez venakim sîh û du pişkovên enterî Şamê

vê ra nakevim kêf û zewqê

jê ra bermaliyê û helaliqiyê

ez ê bi ser dilî xwe kevim bi kêrê

bi ser xwe dakim fîncana zihêrê

serê xwe bidim diyarî mirinê û axa gornê

naşkînim namûsa bavê kal, namûsa her çar birayan, namûsa Kurdan ez nêlim û bernadim erdê

ey de lê, lê, lê, lê ûçê bi xatirê te û kela Tûnê

gunehê Mêrzo begê li istiyê te bê, sibe bi sibe tu yê jê ra bikelînê fîncana qehwê

li ber destan bibînê xizmetê periya odê

ê ne wê çaxê Gewra kîbar şêrîna kela Tûnê

nazliya ber dilê dê û bavê

vedigerê cem şîrheramê kela Romê

ê ne dibê de rabe, de rabe mîrî Romêyo de rabe bişidîn nav û tengiya hespê

dikim bi te ra xwe banî te kim, berê xwe bidim kela Rom qelê

lê qe omid make ji te ra bibînim bermalî û helaliqiyê

va zulmetiya tu dikê, rebê alemê ji te ra nêlê

erê wê çaxê mîrê Romê radibê dişidînê nav û tengiya dêli xelewê çê

dibê ber kevirê siwariyê lingê xwe dikê zengiyê û diqulibê ser xan û zînê

destêd xwe davê zendêd bazina, bi êrişiya Kurmanciyê, bi xeml û xêza giran bi sîng û sepeta ubêdiyan, bi pêsîra derziyan davê tergiyê

erê devê xwe didê çol û kêrbelayê û derê

ji hidûd û sînorê kela Tûnê dikevê nav axa Romê

bi sibê ra kes nabînê, xêrbî li şûn Gewrê dixînê

ey de lê, lê, lê de here Gewrê xayînga minê lê lê de here lê

erê gava ku sînorê kela Tûnê qut dikê û dikevê nav axa erdê Kela Romê

derê digînê deh û du hezar malî Faris begê

erê Faris begê temê dikê û dîdinê da bipê kenara rê

dibê eger ji miletê Kurdan kes ket pê min û Gewrê

xeberê bi min de bi darê têlê, ez ji we ra bişînim qawata sîh û du qebîlêd erdê Romê

seba xatirê çavêd reş û belek, êrişa Kurmanciyê

bi sîh û du cebha em ê bi eskerê Kurdan ra vekin kilîta herbê

ji wir bi rê dikevê û bi rê da derê

digînê deh û du hezar malî Xelîlbegê

wan jî temî dikê û dibê ji min ra bipên kenara rê

ji wan derbas dibê derê digînê bîst û çar hezar malî Xurşîd begê

erê birano qereqolan dîdinê li serê çê

dibê hûnê binirin li rêka kela Tûnê

eger kes ji miletê Kurdan ket pê min û Gewrê

vê ra vekin kilîta cebhê herbê

xeberê bi min din bi darî têlê

ezê ji we ra bişînim qawata sîh û du qebîlêd erdê Romê

ew her sê kelayên ku ew temî dikê

pimamêd Feteh begê ne, vê ra can bi can in li heyat û dewra dinê

erê wê çaxê derbas dibê derê digînê kela rom qelê

peya dibê, bi çepilê Gewrê digrê, dikşînê pozê kelê

kes nabînê quriya bajarê Tûnê, daylana Mirşud begê

xayînga her her çar biran, şêrên bi nîşan, ji selaleta Rustemî zal û qehremanê me  Kurda, ey birano dikşînê yalê heramiyê

wexta ku destê xwe davê Gewrê

ê kê namûsa mirşud begê berdê erdê

Gewra nazik û kîbar destê xwe davê beriya xwe kêra qelem teraş jê derdixê

şîşê zihêrê dîdinê pîşê

jê ra sûnd duxê bi şerefa Kurd û Kurmancan, bi selaleta Rustem qehremanê zal, heqê Zerdeştê kal, bi heq û hiqoqê xwedê

eger tu nêzîkî min bibê ez êli ser dilî xwe xim bi kêrê

ezê bi ser xwe da kim fîncana zihêrê

ez dîsa serî xwe bi te ra dînanim ser balgî û yastiqê herîrî û bi te ra nakim ti xewê

ji te ra nakim helaliqiyê li dewra dinê

erê wê çaxê mîrê romê bal û zêna xwe didê

eger destêd xwe bavê zendêd bazina, Gewra nazik û kîbar ê kê xwe bikujê

jê nabînê paşê ti fêdê

bi xwe ra dibê ezê rûnim li hembera Gewrê

hêdî hêdî, belkîm bi dilî xweşî ez wê bînim rê

erê mila Gewra Mirşud begê bi tenê bimînê li kela Romê

em vegerin ser Mêrzo begê telayê bi tenê

nazliyê ber dilê bavê û dê

çûkê birakan rûniştiye li ser textê sultaniyê

ê ne serî sibe da radibe ji xewê

erê xoceyê Tûnê dixwînê azan û tecwîda limiya sibê

wê çaxê bi dengekî bang dikê dibê li Gewrê lê lê lê…

lê lê xayîngê serê min bi qurbanê lê lê lê

êl ê ûçê hindik ma pozê rowê ji şerqê va bi derê

te çima ji min ra hazir nekiriye fîncan qehwa sibê

te çima ji min ra tijî nekiriye misînê avê

lê belê Mêrzo beg telayê bi tenê hay tune ye ji Gewrê û wê yekê

erê wê çaxê carî bi xwe dihesê

tijî dikê misînê avê

tê disekinê li hizûr û dîwana Mêrzo begê

dibê de rabe, de rabe qehremanî Kurda de rabe bisekine li hizûr û dîwana xwedê

rabe limike, bike sinet û ferzên limiya sibê

îro li şûna xanima xwe ez kê ji te ra bikelînim fêncana qehwê

ez qêmîş Gewrê nabim rakim ji xewê

ez kê îro bikim xixmetê te li periya odê

ey de law, law, law, law delalo Mêrzo bego de law law

erê wê çaxê Mêrzo beg dibê lê ûçê tu here ji min ra rake xayînga mi Gewrê

min xewnek dewre dîtiye dikim jê ra hewldim vê sibê

erê çiqas carî li ber digerê lê nabînê ti çarê

dibê begê mino law Mêrzo begê ez bi qurbano serê vê sibê

erê dibê rûyên reş kê pêş kin tenyê

bila xebera te hebe bavê te yî kal û her çar birayên te çûn sefera Kûrmistquv herba zêtûnê

di dû te ra Gewra gêsa, qumriya bajarê Tûnê, daylana Mirşud begê, xwarziya Bekir begê xwe avêt tergiya Feteh begê mîrê Romê

vê ra berî da kela Rom qelê,  şikand namûsa bavê te yî kal û berda erdê

wey xwedêyo tu gotir nekê barî namûsê nînê serê ti peyayên çê

erê wexta vê şorê telayê bi tenê Mêrzo beg dibêsê

mîna lokekî ji lokê Mûsilê bi dev û rûya derê erdê

kef û kopik li dêv dimeyê

heş û aqil ji sêrî derê

barekî giran e, çîfte qentar e, nikanê di bin da rabê

wê çaxê carî derê xeberê didê diya pîr Elîf xatûnê li yalê heramiyê

vê ra dibê de rabe de rabe, îro Gewra gêsa, qumriya bajarê Tûnê lingê xwe kir zengiyê, qulibî ser xan û zînê

bi Feteh begê mîrê Romê ra çû û şikand namûsa we berda erdê

min xweber da Mêrzo begê telayê bi tenê ji wê çaxê da î ketiye erdê û nikanê rabê

wê çaxê Elîf xatûn tê disekinê li ber serê Mêrzo begê

dibê law Mêrzo begê mino law, çûkî birayo law, şêrî bi nîşano law, ez bi qurbano law Mêrzo bego law law

ê ne dibê de rabe, de rabe, de rabe ji ber serê kefirê parsî xwarê dêla Gewrê

ez bi qurbano berî xwe bide tewlê bişidînê nav û tengiya Rihelbozê

bibe ber kevirê siwariyê, lingê xwe têke zengiyê û xwe biqulibîn ser xan û zînê

ji para va bibe êmdada gewrê û wê dêlê

qalibî sabûnê û kefenê xwe bişidîn li tergiyê

çaxa tu bimrê, xelk ê bibê Mêrzo beg telayê bi tenê, peyê duwanzdeh salî mir seba xatirê namûsê

yawrim eger tu nerê, emê bi çi rûyî derkevin nav êlê

ey de law, law, law Mêrzo begê mino ez bi qurbano de rabe law law

Mêrzo beg dibê: ê lê anê, lê anê serî min bi qurbanê, anê salên min duwanzdeh ne ez derketime ji hicrê û mektebê

ê lê anê qawata min nabê li ercê darî rumê

li kişandina şûrê nêrizî ji qab û qinê

ê lê dayê ezî hîn didim girî li ser nên û avê

ez kê ji te ra çawa bişkînim deh û du hezar malî Faris begê

çawa ji te ta duwanzdeh hezar malî Xelîl begê

çawa bozmîş kim bîst û çar hezar malî Xurşîd begê

ji te ra bigrim Feteh begê mîrê Romê

û bên di serê wî kim te Gewrê bînim kela Tûnê

ê lê anê çûndina min heye vegera min tune ye li darî dinê

ê lê anê were biger ji min û vê yekê

ey de lê, lê, lê, lê, lê, lê serê min bi qurbanê anê lê lê …

erê wê çaxê Elîf xatûn dibê yawrim nabê, tu rabe here bi xwe re bibe qalibê sabûnê û kefenê xwe bişidîne li tergiyê

tu li ku mir mila te li wir berdin bin zikê erdê

qenê xelk ê bibê Mêrzo beg mir seba namûsê

ê law yawrim ne hêfa şîrê min dayî te û min li xwe herimand xewa şevê

ez bi qurban ji berê paşê da dibên gayî kûr li şûn afira dimînê

ê de rabe yawrim şaşiek jina bi serê xwe de, li şûna Gewrê here rûne, yalê heramiyê

ey de law, law, law egîto serê mi bi qurbano law law

ê ne wê çaxê Mêrzo beg telayê bi tenê, lokê Mûsilê cudê Iniza, ji selaleta Rustem, ji selaleta Kurmancan tamarên mêrantiyê li eniyê radibin ez bi qurban şora Elîf xatûnê li ser dilê Mêrzo begê dibê ercek ji ercê darî rumê

li ser dilê Mêrzo begê tê kutan û vedinê li vê sibê

radibê berî xwe didê tewlê dişidînê nav û tengiya Rihelbozê

kefen û qalibê sabûnê çedikê tergiyê

radikê çek û sîlehên herbê û cengê

dibê ber kevirê siwariyê, lingê xwe dikê zingiyê û diqulibê ser xan û zînê

bang xwedê dike dibê ez bi qawata te berê xwe didim sefera erdê Romê

dibê Xwedê tu ji min xafil nebê li herbê

diya pîr bang dikê dibê here yawrim Xwedê qawatikê bi te dê

Xidir eleyhîselem xudanê deştê û çê hevalê te bê

ey de lê, lê, lê,lê, lê lê sebeba ton û hinga Gewrê lê lê…

erê wê çaxê Mêrzo beg Rihelbozê didê ber zengiya û dikudînê

çîfte zengiyan lêdixînê ji nav erdê Tûnê derdikevê dikevê nav erdê Romê

roj û şevê li hev dixînê, digînê deh û du hezar malî Faris begê

erê deh û du hezar malî faris begê qereqol û payvana dînane serê çê

xeberê didin kelê bi boriyê

Mêrzo beg carekê bala xwe didê

derî û qapiyên kelê vedibin, qehreman û egîtên wan tên disekinin li pîşê

li pîşa Mêrzo begê şilfê darî rumê vanane û kutane erdê

erê Mêrzo beg digînê cem wan û didê yê silava xwedê

xwedê surr û qawata Îmam Elî didê Mêrzo begê

mîna şêrê bi nîşan li hember wan xûya dibê

erê, erê bû Erzaîlê mîrê kulê

zihêr ji rûyê wî dibarê

çavêd xwe negrin vê ra têkevin herbê

vê ra dibên buyrin, buyrin peyî Kurdawo, silavên Faris begê ji te ra hene go: mila derbas bê were peya bê li periya odê

mila werê perçak nanî me bixwe û vexwe fîncanek me qehwê

paşê gûlegûle, bi xêr û selamet mila bi riya xwe da herê

erê Mêrzo beg dibê birano ez serekê ticara me, pere bi min ra mane hevalên min pêş da çûne erdê Romê

ez derim pezê mor bikirim ji bo ticariyê

ez dixwazim zû herim bi hevalên xwe gînim, hûnê ji min ra vekin kenara rê

mila di navbera min û we da venebê kilîta cebhê herbê

mila xwînê egît û camêrên xelkê li boşiyê nerijê

ehd û qerara xwedê bê, bi xêr em vegeriya ji seferê

emê werin peya bin li periya odê

li cem serekê we Faris begê

em peyabi û vê ra vexin fîncana qehwê

silavan ji min re lêkin, bêjin bi xêr li vegerê

ezê vê ra bixum perçak nan seba di navbera me da bibê nan û xê

ey de lê, lê, lê, lê Gewrê serê min bi qurbanê lê lê

erê wê çaxê eskerê Faris begê didin Mêrzo beg kenara rê

derbas dibe ji kelê roj û şevê li hev dixê

derê digînê duanzdeh hezar malî xelîl begê

xelîl beg jî wek faris begê pêlewanan berdidê pîşê

dîsa bi gep û vira ji wan distînê kenara rê

erê berê xwe didê çol û kêrbelê û derê

ne bi emir û fermanê xwedê rebê alemê

bi bangîna Mêrzo begê ra radikê Xidir siwarê hespê qirê serekê çel siwarê xeybê

ê ne wê çaxê mêrzo beg bala xwe didêyê li wê derê

kalekî bi hespê qir sekiniye li pîşê

digînê cem kalê û silavê didê

kal vedigerênê silava Mêrzo begê

dibê Mêrzo bego tu hatiye li ser herdu çavêd apê xwe li vê sibê

hele were li pîşa apê xwe bisekin ez kê bikim li te temiyekê

Mêrzo beg wê çaxê derê disekinê li hizûr û dîwana kalê

wê çaxê kal destê xwe yî bimbarek lêdixê li qulinca piştê

dibê here yawrim rebî alemê yekê bi tenê hevalê te bê

serî min bi qurbano, eger tu ket tengiyê banke bê ellah tu bi bangîna min ra hûnê Xidir û çel siwarê xeybê

erê wê çaxê dikşînê şûrê edaletê didê Mêrzo begê telayê bi tenê

dibê here yawrim kes nikanê pişta te bi ax bikê li erdê Romê

wê çaxê Mêrzo beg xwe davê ber lingêd kalê û dest û lingan maç dikê

ji kalê îznê dibê û dikevê rê

tu were li emr û ferman û teqdîra xwedê

Mêrzo beg dibê Erzaîlê mîrê kulê zihêr ji rû dibarê

tobe heram bê kuştina egît û camêra li pîşê mîna serjêkirina dîkan xûva nê

erê wê çaxê derbas dibê derê digînê bîst û çar hezar malî Xurşîd begê

payvan û peyên Xurşîd begê sekinîne li kenara rê

gava Mêrzo begê dibênin xeberê didin kelê bi boriyê

wê çaxê xurşîd beg herdu lawên xwe berdidê pîşê

herdu lawên xurşîd begê tehsîl kirine sed û bîst hunerên herbê

cara kesî piştê wan bi ax nekirî ji sîh û du qebîlêd erdê Romê

tên disekinin li pîşa Mêrzo begê telayê bi tenê

dikutin erdê ercê darî rumê

ne wê çaxê Mêrzo beg digînê cem herdu lawên Xurşîd begê

didê wan silava Xwedê

kurêd mêrzo begê venagerînin silava Mêrzo begê

berî pirsê jê bikin û bên tu ji kuva tê û ji ku va derê

radikin ercê darî rumê davên Mêrzo begê telayê bi tenê

Mêrzo beg lokê Mûsilê mîna merê teyar li bin zikê Rihelbozê diftilê

ji herdu ewladêd Xurşîd begê ra boş dikê xan û zînê

zoyî ruman di ber hev ra derin li boşiyê

erê wê çaxê dore diftilê ser Mêrzo begê

xwe doxrî dike li ser xan û zînê

dajo ser kurêd xurşîd begê

bi şûrê nêrizî li textî qulincê yekî dixînê

bi şilfê darî rumê li ê din jî dixînê

laşêd herdu ewladêd Xurşîd begê li erdê dixînê

erê qeytanê şûrê nêrizî bi xwînê dixemlînê

wê çaxê Xurşîd beg vê yekê dibînê

li fena gayan diurê

bi orta riyên xwe digrê û diqurçînê

bi çolê da davê û li erdê dixînê

dikê qêrî li bîst û çar hezar mal û li obê

bîst û çar hezar mal li serê Mêrzo begê kom dibê û dicivê

her malekê sê peyan jê derdikevê

heftê û du hezar peyan bi qelem û defter dikê

erê Mêrzo beg telayê bi tenê bi wan ra dikevê herbê

ji eşq û meraqa dilê xwe ra dadikevê cengê

her ku yekî dikujê, hezar li şûnê pêda dibê

bang dikê dibê ya ellah ya xwedê tu bi bangîna min ra hûnê Xidir û çel siwarê xeybê

wê çaxê xidir û çel siwarî xeybê dor Mêrzo begê fere dikê û mehveze dikê

şeqirtiya şûrê mêrzo begê derê taqê ezmênî heftê

dibê erdê eresatê laşe li ser laşan diskinê

erê, erê bîst û çar hezar malî xurşîd beg tar û mar dibê

kîbarek tê bi êrişa kurmanciyê, bi xeml û xêzeka giran, tê disekinê li heber mêrzo begê

dibê bûrin bûrin keremke were periya odê

derbas ke here yalî heramiyê

li navbera koz û perda ezê ji te ra bikelînim fîncana qehwê

bi min ra dibên Zeneb xatûn qîza Xurşîd begê

dibê Xurşîd beg î bi tenê mayî, bi min de şilfê darî rumê

ez bikujim seba xatirê ku ez bi te ra bibînim helaliqiyê li vê dewra dinê

belkîm rebî alemê peyakî wek te bi min dê

egît û camêr û pehlewana ji nuva em ê bavên erdê

dibê ûçê ez û te va bi hev ra wek xûşk û biraka li vê derê

pir eyb û qusûr e, mêr û jin bi hev ra têkevin herbê

bi îznê xwedê bê mêrî ku li hember min bisekinê ezê bavêm erdê

ji destê min kes nafiltê ez ê gişta derbas kim li ber devê şûrê edaletê

erê wê çaxê ji çalim dîdinê şûrê edaletê, serî ji bedenê difirê

wê çaxê mêrî mîzînê li wir namînê berê xwe didê çol û kêrbelê

ê revî xwe xelas kir ji ber sîngê hespê

wê çaxê Mêrzo beg peya dibê tev Zêneba şêrîn sê ro sê şevan dikê kêf û zewqê

ji sê ro, sê şeva bi şûnda Zêneba şêrîn vê ra siwar dibê

berê xwe didê kela Rom qelê

dibê ez ê ji te ra bibînim xizmetê sibê

ji te ra bikelînim fîncana qehwê

belkîm bi xêr te Feteh beg û Gewrê va vegerandin kela Tûnê

ez ê te omid kim tu min bibê, ewladekî wek te ji min bibê

peyan, camêr û egîtan bavê erdê

erê wê çaxê Mêrzo beg dibê lê ûçê tu xak û diya min a axretê

me herduwan bi hev ra vexwariye şîrê Elîf xatûnê li yalê heramiyê

eger em vegerin bi ehd û qerara xwedê bê, ez ê te nikeh kim li birayê xwe yî mezin li Qasim begê

erê mêranliqiya Qasim begê di ser min ra yê bi duwanzdeh qatan li dewra dinê

ey de lê, lê, lê, lê Zênebê serê min qurbanê lê lê

erê wê çaxê Mêrzo beg roj û şevê li hev dixînê digînê kela Rom qelê

hildikşê li hemberê li pozê çê, çadirikê li wir vedigrê

Zêneba nazik û kîbar li wir dihêlê

bi sibê ra dadikevê meydana herbê

derê û tê lingan didê hespê

derdixê mektûbekê dinivîsê didê dest peyakî dişînê cem mîrê Romê

dibê ma qey ez wek wî şîrheram im, ez bi xiyanetî herim yalê heramiyê

eger peyaye mila dakevê meydana cengê

bi min ra dibên Mêrzo beg telayê bi tenê

ji selaleta Rusemê zal Kurdê li dewra dinê

erê dibê ji mêrên wek me ra eyb e, em xelkê bigrin di xewa şêrîn da bidin ber derbê

mila rabe peya be û bisekinê li hember peyan vê sibê

erê wê çaxê mektûbê dinivîsê dikê zerfê

mora serekê Kurd û Kurmanca li bin dixê

di bin ra îmza xwe jî rêdixê

êlcî mektûbê dibê dîdinê pîşa Feteh begê mîrê Romê

Feteh beg mektûbê radikê, zerfê di ser ra didirînê, rûpelê jê derdixê

xet bi xet, qor bi qor têra derê û tê dixwînê

li dawiyê mora serekê Kurdan li bin dibînê

bala xwe didêyê îmza Mêrzo begê telayê bi tenê li jêr xûya tê

bi zikxûşa, bi çarlepa xwe digînê darî têlê

erê ji sibê da hetanî taştiya bi dest da dibê çireçira darî têlê

xeberê didê sîh û du qebîlêd erdê Romê

belê çiqas eskerî erdê Romê heye teblîx gişta dikê

dibê eskerê Kurdan serî rakirî şikandine deh û du hezar malî Faris begê

serî jêkirine duwanzdeh hezar malî Xelîl begê

bozmîş kirine bîst û çar hezar malî Xurşîd begê

û hatine gîştine kela Rom qelê

ji min dixawzin meydana ceng û herbê

ez dixwazim hûn bi sibê ra xwe bigînin min, em ê bi eskerê Kurdan ra têkevin herb û cengê

erê çiqas sereskerî Romê heye hemû xeberê didin hev bi boriyê

def û niqara herbê lêdikevê

erê çadirêd kesk û sor berdidin erdê

li dor kela Rom qelê mîna sitêrkên ezmanî heftê

tu were seke li halê Mêrzo begê telayê bi tenê

peyakî duwanzdeh salî li meydanê derê û tê

Feteh beg radikê darê dûrbûnê dinirê li meydana herbê

dibînê tek xortekî duwazdeh saliye li ortê derê û tê

dibê hey wex kulxan di serê min bê

xalî bi serê min bê

sereskerê Romê bibînê, min sîh û du qebîl eskerî Romê komkirine li serê zarokekî Kurdan ku bi wî ra bikin herbê

Şeytan di zik da agirê xezebê dadidê

erê dîsa vedigerê ser darî têlê

xeberê didê serekê eskeran, dibê herba me tecîl bû heyanî bi serê salê

ez ê dakevim bi tenê bi rêkim Mêrzo begê ji darê dinê

wê çaxê dadikevê tewlê dişidînê nav û tengiya Dêli Xelewê çê

li xwe dikê zirxa dawudî û dadikevê meydana Mêrzo begê

dibê ber kevirê siwarê, û ling dikê zengiyê

xwe diqulibînê ser xan û zînê

radikê çek û sîlehêd herbê

çawa ku radibê hespê Mêrzo begê derê û tê

erê heta wê çaxê şêyst û du derb li navbera herduwan derin li boşiyê

ez bi qurban tu were seke li halê gewrê, li serê kelê zilqît û lîliya bi ser Mêrzo begê da berdidê

ê ne Mêrzo beg dibê lê ûçê lê Gewrê sebeba ton û hingayê  lê lê lê…

tu ço nefkirê li şerefa bavê xwe, li şerefa min û birayên min û ya xalê xwe Bekir begê

te bi mîrê Romê ra lingê xwe kir zengiyê

zilqîtiya bermede ûçê, belkîm ez vexum ji xwîna te fîncanekê ku dilî min hinekî hênik bibê

wê çaxê Gewrê dibê lêxe keko lêxe bişkîne Feteh begê mîrê Romê

dera ku tu jê ye, ez jî ji wir im, ez ji te nakim mineta fîncana xwînê

ne wê çaxê Mêrzo beng bang dikê dibê ya ellah û ya xwedê

Feteh begê mîrê Romê çalimê tînê dikê bin derbê

êkê lêxê bi şilfê darî rumê, tê bîra wî temiya dêkê

wexta ku Elîf xatûnê ew temî kir li yalitê heramiyê

gava ku vê ra gotî: ez ji te dixwazim tu bên di serê feteh begê û Gewrê kê heta bi kela Tûnê

ji bo ku kes nebêje Mêrzo beg viran dikê

erê wê çaxê bi destikê darî rumê li paş serê Feteh begê dixê

bi dev û rûya, bi kab û çongan li ser mîzêna sêrî davêje erdê

ji hespê peya dibê û destên Feteh begê di paş da girêdidê

hefsarê Dêli Xelewê çê çedikê serê Feteh begê

dikşîne serê çê, li cem Zêneba şêrîn, li ber kon tiqtiqa sike tê

gava ku singan dikutê erdê

ji nuh ve diftilê bajarê keka Rom qelê çiqas keçik tê da hene êsîr dikê

û bên dikê qirtik û istiyê Gewra gêsa qumriya kela tûnê

dikşînê, didê ber xwe û dibê pozê çê

û hemûyan bi xwe ra dibê û dêv didê kela Tûnê

erê bi rêda derê digînê bîst û çar hezar malî Xurşîd begê

erê pismamêd Xurşîd begê, ew jî pismamêd Feteh begê ne, ji yekî ra dibêjin qadirê axê

Qadir axa pismamê zêneba kîbar e, wexta digînê wir Zênebê çedikê çolê

Qadir beg disekinê li kenara rê

li pîşa Mêrzo begê vedinê ercê darî Romê

ey de lê, lê, lê, lê Gewrê serê min bi qurbanê lê lê

erê wê çaxê Mêrzo beg tê li kêleka ruma Qadir begê, ruma xwe vedinê û dikutê erdê

hildikşê serê çê, konê xwe vedinê û êsîran li wir dêlê

erê hefsarê Feteh begê û Gewrê didê dest Zênebê

bi şûnda vedigerê ser pismamê Feteh begê, ser Qadir begê

hele binirin li Qadir begê qehremanî hêja ê kê çibikê, tehsîl kiriye sed û bîst û du hunerî herbê

cara ji sîh û du qebîlêd erdê Romê kesî ew bi birîn nekirî û ne jî pişta wî gihandiye erdê

erê wê çaxê qadir beg vedikê deriyê kelê û dikutê def û niqara herbê

dadikevê meydanê, ew û Mêrzo begê va radibin hev bi egîtiyê

erê neçel, neçel derb di navbera herduwan ra derin û tên li boşiyê

ne Mêrzo beg telayê bi tenê çalima Qadir begê dikê bin derbê

ez bi qurban heta wê çaxê qadir beg pir derban davê Mêrzo begê

Mêrzo beg xwe di bin zikê hespê ra diftilînê û derb derin li boşiyê

Qadir beg dajo ser Mêrzo begê û şûr radikê

wexta ku şûr radikê ku li Mêrzo begê xê

Mêrzo beg destê xwe davê bi boxazê dêst digrê û dikşînê

erê eyarê destê Mêrzo begê tev destikê rumê vê ra tê

ruma wî bi çolê da davê

dibê ji bo tu nebêje ez bê sîleh mam û te ez kuştim bi êxanetiyê

radikê şûrê edaletê bi pozî şûr digrê û dêstik dirêj Qadir begê dikê

tu were li emr û ferman û teqdîra xwedê

mexmûrî ne ti tişte li dilê xwedê qer tê

dibê zar Mêrzo beg vê mêrantiyê ji xwe zanê

erê wexta ku Mêrzo beg zengiya didê hespê û lingan lêdixê

hespê xwe dajo ser qadir begê

hesp qilaqan pêşda didê, pozî siman dikutê erdê

dibê eger tu min bikuje ez gavekê pêşda çenakim û narim ser Qadir begê

erê wê çaxê Mêrzo beg peya dibê ji hespê

derê peya bi Qadir begê ra dikevê herbê

tu were li emr û ferman û teqdîra xwedê

qadir beg bi hespê di dor Mêrzo begê ra diftilê

Mêrzo begê dikê bin derbê

bi pozî ercê darî rumê li qulincê piştê dixê

pozî heft qîtikêd ercê darî rumê

di ortê piştê Mêrzo begê da, di mofirkê piştê da dadigerê

wê çaxê peya dibê ji ser xan û zînê

ji berîkê kêra qelem teraşê derdixê

ê kê serê Mêrzo begê jêkê

tu were li halê Zêneb xatûnê êkê xwe bikujê, serî xwe li kevir û kuçikên çê dixînê

dibê ellah tu Mêrzo begê bixefirînê vê sibê

lê belê peyî camêr î camêr e, nekujê di êxanetyê

dibê rabe mêrzo beg rabe ez ê te derman kim, bûyrin em herin periya odê

perçak nanî me bixwe heta ku tu bi ser xwe tê

wexta ku tu çê bibê, em ê rabin hev bi egîtiyê

Mêrzo begê got: eger ez nan û xê li cem te bixum, ez nikanim bi te ra têkevim herbê

ez ê herim li pozê çê, li bin kon, xwe derman kim, tu yê xeberê bişîne ji min ra ez ê dîsa bi te ra bikim herba egîtiyê

bi soz û qirara xwedê bê, ez ji ber pozê te narim heta ku ez bi te ra nekim herba egîtiyê

ya tu yê min bikuje, ya jî ez ê te bikim mêvanê qebra reş û axa gornê

Mêrzo beg radibê, derê pozê çê

cem Zêneba kîbar qîza Xurşîd begê

Zêneb birîna Mêrzo begê dişo bi ava tirşê

didê ber sodê û hêdî girêdidê û diştînê

erê piştî demekê Mêrzo beg çêdibê û tê ser herfa berê

siwar dibê li xan û zînê

û dadikevê meydana qadir begê

ji Qadir begê meydanê dixwazê

herdu radibin hev bi egîtiyê

wê çaxê bang dikê dibê ya ellah û ya xwedê

êmdadê dixwazê ji rebê alemê û dajo ser Qadir begê

Rihelboz di bin Mêrzo begê da dilîzê wek nêriyê xezalan xwe davê û derê

erê wê çaxê Qadir begê li çalimê tînê û dikê bin derbê

qêmîşî wî nabê, peyakî camêr e, dîn û demîrê xwe fereyê naxwazê bi destikê rumê li paşiya serê wî xînê û bavê erdê

dibê rabe, rabe min tu cebar kir ez te nakujim, te jî ez nekuştim li xiyanetiyê

erê dîsa sê caran radibin hev bi egîtiyê

her sê caran qadir begê davê erdê

Qadir beg wê çaxê berê xwe didê Qulbê

pîçên xwe radikê, jê ra bijî dikê û Îslam dibê

dibê bûyrin were em peya bin li periya odê

em ê sê ro, sê şevan vehesin û têkevin kêf û zewqê

Mêrzo beg dibê ez venahesim ilem li Kela Tûnê

Qadir beg dibê ez ji te naqetim heta ku ez serê xwe dîdinim axa gornê

ez kê li ber destî te bibînim xizmetê periya odê

erê wê çaxê Qadir beg bi Mêrzo begê ra siwar dibê, dibê hevalê wî û derê

tên digînin bi rê va deh û du hezar malî Faris begê kela Mencesperê

erê dibînin sîh û du qebîlêd Romê kombûne li wê derê

mîna roja qiyamet û heşer û mehşerê

xeberê didin hev bi boriyê

Mêrzo beg derê êsîran dîdinê serê çê

bi Qadir begê ra dibê tu yê êsîran, Feteh begê û Gewrê bipê

ez kê bi tenê dakevim meydana van û herbê

erê mêrzo beg dadikevê kela Mencesperê

li meydana wan derê û tê

ez bi qurban seriyan mîna sapê gêris li erdê dixê

çi ewladên dê û bavan bi xîrexîta darê rumê difirê

ey de law law, de law law Mêrzo bego serê min bi qurbano, şêrê bi nîşano law

erê wê çaxê tabûr li pê tabûr li serê Mêrzo begê kim dibê û dicivê

mîna kuliyan çiqas Mêrzo beg dikujê talî nê

yekî dikujê hezar li şûnê pêda dibê

em herin ser Mirşud begê û her çar ewladan, bozmîş kirin herba Kûrmistkuv li herba zêtûnê

gava ku herba zêtûnê ji eskerê Kûrmistquv vedixin û vedigerin kela Tûnê

li kela Tûnê Elîf xwtûn tê disekinê li hizûr û dîwana Mirşud begê

Elîf xatûn dibê law Mirşud bego dê rabe here tu qe nafkirê li halê Mêrzo begê û dêla Gewrê

erê di pey te ta feteh begê, mîrê romê ajot yalê heramiyê

şikand namûsa me bi destê zorê

çalmîş kir bi çeplê gewrê û avêt tergiyê

erê min şêrê duwanzdeh salî Mêrzo beg kir pê

ez nizanim miriye lê xweş e, li heyat û dewra dinê

rabin herin ji Mêrzo begê ra bibin qawat û êmdada herbê

wê çaxê Elîf xatûn derê cem Qasim beg û Ehmed begê

dibê Qasim begê mino law, Ehmed begê mino law

law law birayê we Mêrzo beg î bi tenê ketiye herba Romê

Feteh begê şikand namûsa we bi revandina parsîxara dêlê û xûşka we Gewrê

gerek hûn bibin êmdad û qawata birayê xwe telayê bi tenê

lê belê Mêrzo beg û Gewrê ji Elîf xatûnê ne û din jî diya wan serê xwe dînayî diyarî mirin û rihma xwedê

qasim beg û ehmed begê derin disekinin li hizûr û dîwana bavê kal li temenê

dibên bavo tu yê bi me dê îznê, em kê bibin qawat û êmdada parsîxara gewrê û telayê bi tenê

em kê berê xwe bidin kela Romê

birayê me yî biçûke nikanê bi wan ra bikê herbê

erê wê çaxê Mirşud beg wan azar dikê û dibê herin rûnin, eger Mêrzo beg î ji min bê ê bişkînê sîh û du qebîlêd erdê Romê

û eger neyî ji min bê mila îro bimrê ji siba çêtir e, ez kê pêşkim xudîkim fînokê xelkê

erê wê çaxê Elîf xatûn derê disekinê li hizûr û dîwana Hesen begê û mecîd begê

dibê law Mecîd begê mino, law hesen begê mino ez bi qurban herin bibin êmdad û qawata Mêrzo begê

di cîh da herdu radibin li xwe dikin cilên herbê

bi dest xwe dikin çek û sîlehên herbê

narin cem bavê xwe û jê naxwazin îzna çûndina erdê Romê

bê emrê bavê siwar dibin û berê xwe didin rê

erê digînin kela Mencesperê dibîsin û dibînin şeqirtiya şûran gîştiye qatî ezmênî heftê

toz û kulxan ê li hev digerê, diftilê,  radibê û hildikşê

wê çaxê hesen beg û Mecîd begê bang dikin û dibên ya ellah û ya xwedê

di yacîkî ra dikevin cebhê herbê

erê surek ji sura xwedê heye li ser mêrzo begê

eger ne ji sura xwedê bê, bi devê camêran neketî, kes bisekinê li hember sîh û du qebîlêd Romê

hîn ne gotine yek û dudu, Hesen beg û Mecîd begê davên erdê

serê herduwan jê dikin û vedinin li ser destikê darî rumê

tînin û tê disekinin li hembera Mêrzo begê

dibên bavê te yî kal û Qasim begê û Ehmed begê mirin li herba zêtûnê

birayên te Hesen beg û Mecîd begê jî hatin ketin pê te li vê cengê

hele binir me serê wan herduwan ji te ra venayî li ser destikê darê rumê

erê gava ku Mêrzo beg serê wana dibînê

bi loman xwe kûr dikê, bi sîlan bi ser çavê xwe dikevê

ax û ofa birakbûnê şêrîne Mêrzo beg hêstira li rûyê xwe dibarînê

diniya li pîşê reş dibe dibê moranî û pîşa xwe nabînê

erê dîsa xwe berdidê meydanê û cebhê herbê

pir, hindik derê dîsa Elîf xatûn derê disekinê li hizûr û dîwana Qasim begê û Ehmed begê

dibê yawrim rabin herin ji min ra hatiye xebera mirina Hesen beg û Mecîd begê

yawrim rabin herin bibin êmdad û qawata birayê xwe û dêla Gewrê

Hesen beg û Mecîd begê li kela Mecesperê serê xwe dînane qebrê û axa gornê

min di xew da ew herdu dîn, serê wan qut kirine û dînane ser pozê darî rumê

erê birakliqî şêrîn e, Qasim beg û Ehmed begê siwar dibin li hespê

berê xwe didin erdê Romê û derin herbê

erê gava digînin kela Mencesperê dikevin nav wan û wê herbê

eskerê Romê li dor wan kom dibin û dikin mehserê

ellah, ellah tu gotir nekê Qasim beg û Ehmed begê jî davên erdê

serê herduwan qut dikin û vedinin li ser pozê darî rumê

tînim disekinin li hembera Mêrzo begê

erê wê çaxê Mirşud beg telayê bi tenê di xewê da dibînê

êlkana bayê xerbî li kunê ku li ser deh û du istûna dixê

her çar istûnêd ortê diqulibandin erdê

bi sîlan li ser çavîd xwe dixê û dibê hey wex li min û li va yekê

her çar lawên min ên mezin mirin û serê xwe dînan diyarê rihmetê

siwar dibê li hespê, tiyê xwe dikê devê xwe û mîna ga diurê û derê

erê kêra qesabiyê li kêlekê girêdayî li bogrê

radikê şûrê nêrizî û dadikevê sefera herbê

dibê êmdada parsîxara gewrê û Mêrzo begê

digînê kela Mencesperê dibînê heşer û mehşerê qurmîş bûye dîrakî toz û kulaxanê gîştiye qatî ezmênî heftê

dibînê laşêd çar ewladan di ber hevdu ra dirêj kirine û serî vanane li ser pozê darî rumê

erê wê çaxê hêsirêd xwînî dibarînê dibê ya ellah û ya xwedê

gava dikevê nav eskerê Romê Mêrzo beg dengê bavê dibîsê

diqelişînê cebhê herbê

xwe digînê cem Mêrzo begê

Mêrzo beg peya dibê, dibezê cem bavikê

di zengiyan da lingê bavikê kal maç dikê

dibê bavo ez di bextî te da me tu bi xwedê dikê derê ji vê herbê

min telîtûjiya birayên xwe dî, mila ez telîtûjiya te jî nebînim vê sibê

Mirşud beg dibê yawrim te hîn derbê bavî kal nediye li herb û cengê

ê law yawrim derkev ji xwe ra temaşe ke li bavê xwe û eskerê Romê li vê herbê

wê çaxê Mêrzo beg telayê bi tenê bang dikê dibê ya ellah û ya xwedê

ez di bextî te da me  tu bi bangîna me da bişîne Xidir û çel siwarê xeybê

erê bi bangîna Mêrzo begê re xwedê dişîne Xidir û çel siwarê xeybê

bi eskerê re dikevin herbê

çiqas egît û camûr hebûn li wê herbê

di ber derba şûran re derbas dibê kes ji derba mêrzo begê û bavê nafilitê

ne wê çaxê Mêrzo beg û bavikê her çar laşên xwe radikin û tînin kela Tûnê

dîdinin li hizûr û pîşa Elîf xatûnê..

ÇÊROK

piştî Mêrzo begê û bavê xwe laşeyên her çar birayên xwe anîn Kela Tûnê, li wir ew şuştin û veşartin û şînî û girî bi ser de dan û çel rojan yase jî li ser kişandin û girêdan. Vegerîn ser dîl û esîrên ku bi xwe re anîbûn û ew dadgeh kirin, ew jî Feteh beg, Gewrê, Qadir beg û hinek din bûn.

Di fermana dadgeha Mûrzo begê de hat ku bira Gewrê bikujin û laşê wê jî parî parî bikin û çekin pîşa segan da ku kuçik wê bixwin. Feteh begê got ji min derbas bibe çênabe ku ti kuçik goştê Gewrê bixun. Ez mirovekî Kafir im û ez dizanim eger kafirek vegere ser dînê Îslaman kuştina wî heram dibe û nayê kuştin, û di cih de got: (eşhedo en le îlehe île llah we eşhedo ene Mohemmed resole llah) û got: ha ji te re sitûyê min li ber şûrê te û te çawa xwest bira bi ya te be.

Piştî Feteh begê ew gotina kir, Mêrzo begê got: eger tu yê mîr û mezinê sîh û du qebîlên Rom be û tu yê seba şekalek jina bêje ez kuçik û ez dixwezim goştê Gewrê bixwem, bira ez jî seba vê yekê ji Gewrê de bênamûs bim û ji nuha de min Gewr bahişand te û  hûn li hev helal bin û bi hev re kal û pîr bibin, çel ro çel şevan def û dîlan gerandin, Gewr li Feteh begê nikeh kir û Zêneba xatûn jî li Qadir begê nikeh kir.

Li vir dastan bi dawî dibe, lê dibêjin çawîr dibe bost dijmin nabe dost..

Piştî demekê kurek ji Feteh begê û Gewrê dibe nav li wî dikin Qoçyasîn beg, ew jî mezin dibe û demek tê bi xalê xwe re bi Mûrzo begê re şer dike û Mêrzo begê dikuje, ji Qoyasîn begê jî Betalê Betêl dibe û ji Betalê Betêl jî xudanê kela Beyazîtê Salih beg bavê Mamed û Henîfê dibê û herwiha dastan berdewam e.           

 JÊRENOT:                    

[1] tayîn: şîv û xwarin e.

2- serdar: serok û serwer.

3- dewleta Elî Osman: dewleta Turkiyê ye.

4- Êlçî: şandyar, balyoz.

[2] êmdad: gotinek Erebî ye wateya wê jî cebilxane û tiştê ku li şer gerek dibe.

2- ewlad: gotinek Erebî ye û wateya wê kur in, law in

3- yawrim: gotinek Tirkî ye û wateya wê jî ey kurê min.

[3] lok: lûk: dev yê bi hêz û qawat, ji jîr bûnê tê.

2- Dêlitirîf: navê hespê Mirşud begê ye.

3- yan: kêlek û bogir.

4- qama: qame ya: qame jî wek xencerê ye lê kintir e.

5- Lezgê: leskê, meskê: xûyaye ew devereke.

6- Şar: şehr şeml û dolaq,mêran li serê xwe digerandin û ji hevrişmê ye.

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !