mehmed dehsiwar

Hesenê Metê, Nivîskarê Deryaya Ramanan

MEHMED DEHSIWAR / Hesenê Metê, Nivîskarê Deryaya Ramanan

Nivîskarê bi nav û deng Hesenê Metê, ku yek ji nivîskarên herî berhemdar e, di sala 1957ê de li bajarê kevn Erxenê hatîye dinyayê. Piştî cûntaya leşkerî ya sala 1980ê wî jî mîna gelek sîyasetmedarên kurd dev ji welatê xwe berda û li paytexta Swêdê Stockholm bi cî bû. Hê di salên destpêka penaberîya xwe de dest bi xebata nivîskarî û wergerîyê kir û di nav salan de bû yek ji nivîskarên herî berhemdar û hezkirî.
Hesen tevî ku nivîskarên bi nav û deng ên mîna Puşkîn, Dostoyevskî, Tjechov û Tunström wergerand kurdî jî, di eslê xwe de nivîskarê çîrok/novel û kurteçîrokan e. Ew bi zimanekî xweş û hêsa xwendevan di nav çîrokên xwe de dixeriqîne û mîna mirîdekî şêxan li pey xwe kaş dike. Dema mirov dest pê dike û dixwîne jî, ta ku mirov bi dawî neyne pirtûkê ji destê xwe bernade.

Naverokên pirtûkên wî têkel bin jî, şik tuneye ku giranîya naveroka berhemên wî civakî û fîlozofîk in. Wî di destpêka nivîskarîya xwe de giranî da kurteçîrokan û ji her awayî ve lê serdest e. Bi zimanê xwe yê hêsan û herikbar ew xwendevanên xwe bi xwe re di çîrokên xwe de lal û bêzar dike. Xwendevan pê re carê digirî, carê dikene û carê jî difikire.
Hejmara berhemên wî gelek in û kurteçîroka wî ya pêşîn Ardû hê di sala 1990ê de hate weşandin. Sala piştî wê Smîrnoff derket. Novela pêşîn Labîrenta cinan yek ji bêtirîn pirûka kurdî ye ku hatîye xwendin û li ser hatîye nirxandin, di sala 1994ê de derket. Epîlog di sala 1988ê û Tofan jî du sal pişt re

hate weşandin. Gername ku tê de behsa gera xwe ya Kurdistanê dike, di sala 2005ê de weşîya. Gotinên gunehkar di sala 2008 û Îşev jî salek piştî wê gihîşt xwendevanan. Novela Li Dêrê du sal pişt re û Pêsîrên dayê jî di sala 2003ê de derçûn. Piştî çend salan novela wî ya bi navê Hevsar di sala 2018ê de hate weşandin. Gelek ji van pirtûkan bi tirkî, erebî û swêdî jî hatine wergerandin. Ez ê hewil bidim ku li ser xebat û berhemên wî çend gotinan bînim ziman.
Hêvî dikim ku ez ê bikaribim bi van rêzan hunera wêjeya Hesenê Metê bi xwendevanan bidim hezkirin.

Di çîroka Îşev û çîroka dawîn de nivîskarekî ku hewil dide ser nivîskarîye xwe tîne ziman. Çendî ku nivîskarê çîrokê hewil dide jî, di nivîsandinê de zehmetî dikşîne û bêjeyên ku dixwaze nikare bîne zimên. Ew ji hêlekê ve li ser difikire û ji hêlekê ve dibihîze ku bi dengekî nizim û ji kûrî ve derî vedibe. Ew guh nadê vê û wisa dihesibîne ku deng şaş bihîstîye. Ew pê ketîye û hewil dide ku jîyana xwe bîne ziman û binivîse, lê bi ser nakeve. Paşê ew serê xwe di ramanên kûr de bilind dike û wê li hember xwe dibîne; porşehkirî û bi bedewîya xwe lê dinêre.
Çend rêz ji Îşev û çîroka dawîn:
”Ez îşev nayêm”, ew devliken dibêje. Ew bersiv nade. Ew wisa bawer dike ku wî nebihîstîye û careke din dibêje:
”Min got ez îşev nayêm. Ez ê hemû şevê bi Şeytên re bim, pê re kêf bikim û pê re razim:”

Ew bersiv nade, lê ew li benda bersivekê ye. Ew naxwaze têkilî pêwendîyên wê û Şeytan bibe, lê ji bo ku gotinên wê bi dawî werin dipirse: ”Û paşê?…”
”Paşê …” ew dubare dike, lê nikare bersivê bide. Ti peyv nayên bîra wê. Û hingê ew peyva dawî ya serpêhatîyên xwe dinivîse: ”Paşê…”
Paşê ew fêm dike ku çîroka wî dê qet bi dawî neyê. Her mîna ku dawîya jîyanê nayê û bi hevdu re nayê girêdanê.
Hesenê Metê pirê caran îronî dike û ji xwendevan re behra ramanan dihêle. Dixwaze xwendevan di serê xwe de hebekî bifikire û bide pey yan jî beşdarî bike.
Tenêtî yek ji babeta ku nivîskar car bi car lê vedigere. Her wiha dojeh û evîn; bêtirîn evîna platonîk û azad. Gelek tiştên ku ew di çîrokên xwe de tîne ziman tabû ne û dikare serê xwendevan têkel bike. Ji ber wê ye ku Xwedê û Şeytan di gelek çîrokên wî de cî digirin. Ew evîna xwe bi awayekî feylesofî bi Xweda ve girê dide lê her wiha qederê jî bi zanyarî mehkûm dike.

Îronî û ramanên ku Hesen dixwaze bîne ber çavên xwendevanan, ji rastîya jîyanê tên. Ew li hember tenêtî û xweragirtîyê giranî dide pêwîstîya hewcedarîya mirovantîyê û pêwendîyê. Ew van tiştan bi hêsantî dike ku bala mirov dikşîne û rê dide ramyarîyê.
Di Çîroka dawîn de nivîskar evîneke qedexe tîne ziman. Behramê şaîr dibe evîndarê jineke bîyanî ku navê wê Yelda ye. Ji ber ku ew zewicîye, pêwîst e ku ew evîna xwe veşartî bihêlin. Piştî ku jina wî pê dihise û zorî didê, Behram soz û bext dide ku dev jê berde. Lê piştî ku Behram dev ji Yeldayê berdide, bi nexweşîneke giran dikeve. Herdu evîna xwe di hundirê xwe de vedişêrin û ji hevdu vediqetin da ku malbata Behram parçe nebe.
Behram ji ber nexweşînê dixin nexweşxaneyê û jina wî dibîne ku mêrê wê roj bi roj ber bi mirinê ve diçe. Ew tavilê tê digihîje ku mêrê wê ji ber evîna Yeldayê nexweş ketîye û dike bimire. Jina wî paşê ti çareserîyê nabîne û nameyekê ji Yeldayê re dişîne ku were û di salên dawî de li ba wî bimîne, pê re bijî. Tevî ku dilê wê pê pir diêşê jî, naxwaze mêrê wê di rojên xwe yên dawîn de bêyî evîna xwe bimîne.

Rojeke dema ku Behram çavên xwe vedike û dibîne ku Yelda ber bi derî ve tê, ew difikire ku ew êdî mirîye û li behiştê gihîştîye Yeldayê. Yelda jê re bi zimanekî şêrîn behsa nameya jina wî dike û alîkarî dike ku Behram bi ser xwe ve were.
Behram tevî evîndara xwe li hember penceşêrê û mirinê tokoşîn dide û di dawîyê de bi ser dikeve. Doktor bi xwe jî heyirî dimînin ku Behram baş bûye.
Piştî ku ji nexweşxaneyê derdikevin, herdu bi hevdu re diçin mala Behram. Jina wî ji nişka ve dibîne ku mêrê wê di gel qehpika Yelda tê malê, nizane ka ku bigirî an jî bikene. Bêyî ku tiştekî bêje, derî ji wan re vedike. Ew her wiha çay û kulîçe jî datîne ber wan, lê ne berê xwe dide jinikê û ne jî pê re diaxive. Ew di vir de dixwaze bandora evînê û nakokîyên wê bi awayekî xweser û guhertî bîne ber çavan.
Çîrok bi serê xwe ne çîrokeke yekane û bêhempa ye, lê ew bi awayekî wisa xweş û bêjeyên wisa guhertî hatîye hunandin ku mirov pir jê hez dike. Stîla ku ew dinivîse mirov bi xwe ve girê dide û dide fikirandin. Tevî ku ev çîrok bi tenê çend rûpel in jî, mirov wisa bawer dike ku mirov pirtûkeke qalind xwendîye. Jixwe Hesenê Metê jî mirov bi vî awayî dixe bin bandora edebîyata xwe.
Hesenê Metê bê şik yek ji wan nivîskarê herî bi bandor e û wisa jî xweş û bi çêj dinivîse. Ew ji kûrahîya dilê xwe dinivîse û di serê xwendevanan de pirsên nû û piralî vedike. Çi mixabin ku xwendevanên zimanê kurdî kêm in, lê heke wî bi zimanekî bîyanî binivîsanda, ew ê teqez bibûya yek ji nivîskarên herî navdar ên cîhanê.

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !