mervan serhildan

Çîrokek Li Ser Çîroka ‘SOSINÊ’

“Nasnavê Serhedî jî, ji ber helwesta Celadet li min kirin. Em her tim bi hev re digeriyan. Dema ez didam nasandin, digot ‘hevala min Sosin’ û dû re ‘Sosina Serhedî’ lê zêde dikir…”

 

MERVAN SERHILDAN / Çîrokek Li Ser Çîroka ‘SOSINÊ’

Min xwest ku çîrokeke xwe ya neweşandî ji Kovara Bernamegehê re bişînim. Lê fikara ku xwendevanên kovarê bibêjin; “Madem te ev çîrok wek pirtûkekê neweşandiye, ka tu çima raber dikî, ya meriv?” ket ber dilê min. Lewma min çirokek li ser çîroka bi navê SOSINÊ nivîsand.

Qîzek hebû Li Serhedê bi navê Sosinê, bi reng û rewş; qîzek hebû li Serhedê bajarê Wanê zana, serkan û bîrewer; qîzek hebû li Serhedê bajarê Wanê navçeya Kendavê gêrên çavên wê yên kesk, eniya vekirî, dev û lêvên li hev, biskên zer î zêrînî, bejna dirêj û wecê rengîn, nexşîn û strayî difûriyan ser çavên şênî û maliyan… Sosinek hebû li Kendavê, ji kompleksên ezezî yên tije nêm û elem wê de, pir wê de çûbû. Rindî, xweşikî, xeml û xêl, evînî û heskirina takekesî; tevî kirasê xweecibandinê, bi hevre û bi giştî ji xwe kiribûn; ew badbadokên tije sîx û strî zû de, pir zû de ye ku gelekî li dû xwe hiştibûn. Sosinê “rindiyeke ewqasî narîn, nazenîn û hingivîn diheband ku bi nihêrînekê toz û dûxan ji eynikan radikir; bi awirekê dilê birek xort niqir dikir”. Sibehekê bi ser riyekê diket. Lê wê sibehê, di bin awirên ewqasî henûn de, ji eynika dîrokê re tiştin ji hinavê dil radigihand; bi dizî, bi sondên bext û bi miradên nepenî, di navbera xwe û dîmena di eynika pêş xwe de…

Wê rojê çerxeke cuda digeriya û tiştin diguherîn; xem diguherîn, pêwendî diguherîn, ber û bergî diguherîn; sibeh jî diguherî li ber dilan… Ew Sosina ku dema li ser rê û dirban bi xemên yekrengî dimeşiya û nas û nenasan li ser xanî û baniyan bi heyraniyeke bejintewandî nîşanî hev didan, veguherî; wê qîzê, xwediya bişirînên heftrengî, taca ku ji top û tevnên nûranî nisilî; îro vê sibehê bi şahidiya eynika zêrî çarenûsa xwe bi sir û razên qedîm ve distra. Kesayeta wekî zad, bi awirên mîrkutî di curmê dilsoziya neteweyî de dikuta; wê sibehê her tişt, her kes, her teyr û teba diguherîn; Sosinê li ser rê û dirbên din, li ser dika heqîqetê nirx û nexşên bedewiyeke nûjen diafirand…

“Di hinek fitlekên jiyanê de dîrok hîs û hestên mirov çiqasî xweş difirkîne, rastî çawa dil dineqişîne, dinya çi xweş dizîvire dostino. Dem hatibû, qewlê xwe birîbû, biryar wergirtibû; ma rawestan dibû? Rêwiyek bi rê diket malîno, ma ev bêdengî çi bû? Hûn ê çi bipirsin zû heyran, bilezînin, keça we Sosin peyarêkek di nav gir û giharên asoyên xwe re vekiriye û dike bi ser rê keve, ma ewqasî bêdengî ne pir e?.. Jixwe li vî welatî dema ku qîzek biryara çarenûsî weha beloq diyar dike, herkes û kûs li bende ne ku beriya ser û cîranan, beriya welatiyan û beriya fitne û fesadan, malbata wê dest lê werde. Herkes li bende ne ku xetimandina riya heqîqetê, bi destê malbatê be. Herkes li bende ne ku sosinên welêt biçilmisin. Herkes li bende ne ku gul û sosin di bin siya wan de vemirin, biherifin…

Ê de îcar Sosina ku ewqasî bi nav û deng e, Sosina ku gêrên çavên wê ji keska kaliko geştir e, Sosina ku enî vekirî ye, dev û lêv şid û badayî ne, bejna dirêj û wecê rengîn ji bihuştê kişyayî ne, gep û gewrî nexşîn û strayî ne; ew Sosina ku çavkaniya rindî, xweşikî, xeml û xêl, evînî û hestên bîreweriyê ye; ew Sosina ku kîjan xortî dîtiye û ji kê re vegotiye bi êşa dil xistiye; ma dibe heyran, ma dibe ku bi tena serê xwe bi ser rê û dirban keve?..”

Gewrê, di bin çavan re Sosinê dişopîne, bala wê her li ser e, lê her ku Sosinê li hêla wê dinêre, wek zîbeqê awiran direvîne, berê xwe diguherîne. Dixwaze ku rewşê fahm bike. Lê ku Sosinê şaş fahm bike! Jixwe hewce jî nake. Lewra di neqebeke çarenûsî de, di fitlekeke dîrokî de; ew Sosina ku ewqasî bîrbir, serkan û serkeftî ye, guman nîn e ku rewşa nû par ve neke, ranegihîne û zelal neke. Deng li Gewrê dike.
“Dayê, îro pir kêfxweş im, pir”
“Xêr e qîza min, sedema ev rûkeniya te çi ye, ji me re jî ragihîne”
“Min di waneyê de ji mamosteyeke xwe bihîstibû, mirovên ku lêkolînê dikin; divê bigerin, bibînin, bixwînin û bikelijînin. Îro ez ê biçim bajêr bigerim, bibînim, binirxînim û bistrêm”
“Baş e qîza min, tu bi serê xwe yî, bavê te jî hertim ‘Sosinê nirxên zanyaran dihebîne’ dibêje ”
“Ka li ku ye, ez ê destê wî maçîkim û dû re biçim”
“Çûye dikanê, miça wî bi telefonê bişîne”
“Hema tu wekîla wî be û ez destê te maçîkim, ma nabe?”
“Wer, wer, wer hemêza dayika xwe; Xwedêyo te ji me pir heskiriye ku keçeke ewqasî şêrîn daye; serê malbatekê Sosinekê bibexşîne!”
Li mînîbusê siwar bû, piştre saeta birêketina erebeyê ji delal pirsî.
“Erebe di çi de diçe?”
“Saet di neh û pênc deqeyan de dê bi rê keve”

Rêwîtiya bi mînîbuseke nû, bi xişr û nişmî; di pêvajoya teşedana xewn û xeyalên ciwaneke bihuştî de xelatek e belkî. Birêketina mînubusa nû, paqij û spî; Sosinê dageriya nav bîr û bala nixumî. Jixwe dema ku li Enqereyê zanîngeh dixwend jî, dema çûyin û hatinan hertim di erebeyan de teşedana hizr û ramanan, sêwirîna dahatûyê û lêgerîna nirxên civakê; navçe bi navçe, bajar bi bajar û guher bi guher wek nexşeyekê bi kod û şîfreyan ve girêdida… Vayê destê darbeyekê li ber guhê wê ye, dike ku azan bide. Havîna sala hezar û nehsed û heyştê ye; ji tîr û zextên tîrmehê jî diyar e, karesateke rûxîner li ser rê ye. Welatê min di xewa xefletê de ye; ma xema kê ye?.. Kes nelebite, kes dilzar û tengezar nebe, kes îtiraz neke, gelo wê kî me ji binê ev bîra qîrê derîne? Belkî kes nizane, lê meram û mexseda Sosinê ev e; her dihizire, digere ku bibîne, dixwîne ku binirxîne; distrê û dikelijîne ku riyekê veke. Di mînîbuseke wisa nişmî de rêwîtî, ji bo dagerîna nav xewn û xeyalên weha rengîn derfeteke zêrîn e.

“Divê em danezaneke weha binivîsînin ku Kendavê bi yekdengî li dora tevgera azadî û edlayê bicive; li Kendavê divê sînerjiyeke civakî biafire ku wekî polayê herkesî bi ber dika rûmetê ve bikişîne… Ger şoreşa Serhedê bi feraseteke kêrhatî tevbigere; ger karibe sîxur û saloxgeran di nav sînerjiya civakî de bêbandor bike, ger karibe bi baskên fireh bimeşe û hemû dînamîkên civakê bikelijîne, ger karibe plan û provokasyonên ku şidetê vedixwînin rawestîne, ger karibe rêgezan ji xwe re bi al û rêber ke, ger karibe hiqûqeke hevrejiyanê saz bike, ger karibe bi vîzyoneke pirengî û pirdengî ya neteweyî pergala rêvebirin û rêxistinkirinê ava bike û ger karibe muktesebata hemû dînamîkên welêt misoger bike; mizgînî nêzîk e, azadiya Kurdistanê nêzîk e, Serheda azad nêzîk e, hemêzkirina heskiriyan nêzîk e…”
“Sosin, Sosin! Xwişka min em hatine Wanê, ma tu danakevî?”

Sosinê dadikeve û berê xwe dide peravên behrê, parka bin Keleha Wanê ku navenda komeleya mamosteyan bi navê KOMA’yê jî di avahiya ber wê de ye. Çawa ku maseyeke vala dît, di cih de rûnişt; destê xwe dirêjî pênûsa bêrîka xwe kir lê bi rakirina serê xwe re, ji ser sendeliyê pengizî hewayê:
“Zelalê!”
Seroka KOMA’yê ya bajêr Zelalê bi kêf û coşeke mezin û bi kelebêhn ew hemêz kir.
“Bi xêr hatiyî, Sosê! Keçê ev çi kambaxî ye, îcar bêagahî û rûniştina bi çikî tenê çi ye, xaxê?”
“Ji bo teksîrkirina danezanê hatime, di naveroka danezanê ku me bi hevalên mamoste re nivîsandiye de çend tahsîs mabûn, beriya ku ez bêm cem te, min dixwest ku sererast bikim. Lewma bêagahî û bi tenê rûniştim”
Bi ken û kêf derbasî hundir bûn, piştî xwendin û nirxandina metnê, Zelalê çend xalên girîng anîn ziman.
“Di şûna têgeha ku dibêje ‘zext û pêkutî’, divê em ‘polîtîkayên faşîst’ bi cih bikin; lê ji ber vêya dozger dikarin we tawanbar bikin. A çê, em bibêjin ‘polîtîkayên faşîzan’; lewra hem heman wateyê îfade dike û hem jî dema darizînê riya xweparastinê vedike ku mirov bibêje ‘di çarçoveya azadiya hizrî û ramanî de hatiye bikaranîn’. Hevala Sosin, danezan bi gelemperî baş e; lê hewce nake ku em navê komeleyên din hildin. Bi rastî ez meraq dikim, navê Komeleya Gundiyên Çarikan çi îfade dike, kî ne, çi ne?”

“Me bi hevdengî biryar wergirtiye ku di danezanê de navê komeleyan nenivîsin. Jixwe me ji bo wergirtina destûra vê danezanê jî serî li tu meqaman nedaye. Ji ber vê yekê, ger danezan di komeleyê de bi tomarî neyên desteserkirin, tawanbarkirina komeleya me hinekî zehmet e. Komeleya Gundiyên Çarikan, qaşo gundewarên gelî û çiyayî temsîl dike; lê li Kendavê herkes dizane ku kesayetên têkildarî cerdevanan û mirovên ku nêzî qeymeqamiyê ne ev komele vekirine. Herwiha Komeleya Ciwanên Kendavê jî bi pirsgirêk e. Em bi hestyarî tevdigerin ku provokatorên nav van komeleyan negihîjin armanca xwe. Bêguman armanceke me jî ew e; hinek mirovên ku bi hestên xalis tevdigerin û di van komeleyan de cih digirin, em bi ber xeta azadî û edlayê ve bikişînin”

Danezan di dextîloyê de li ser kaxiza turnusolê hat lêkirin û tomareke danezan hat amadekirin. Li odeya rêveberiyê herdu tenê man, Zelalê bi çavên reş î zeytûnî awirên tûj wekî xençerê dan ser Sosinê.
“Ka bibêje Sosina Serhedî, hîn jî kes bi vî navî bangî te dike gelo? Tu dizanî dema ku tê bîra min, bi rojan şehadeta Celadet ji bîra nakim. Gelo me nikaribû ew biparasta?.. Ji kengî de ye ku ez hîs û hestên te, derûniya te û piştî çûyina Celadet teşeya jiyana te meraq dikim”
Gelo ji şerma bû, yan ji ber fikara ku dilê hevala xwe bihêle bû, dema ev pirs ji Sosinê re kirin, wecê wê yê esmer adetî reş xeniqî bû; dev û rûyên zirav di bin siya porê reşde bi kort de çûbûn. Guhên xwe bel kiribûn û ziq li kûrahiya çavên Sosinê yên rengîn dinihêrî… Sosinê kesereke kûr kişand, dev û lêvên xwe li hev jidandin, wekî ku bi venêrîneke sondxwarî xwe temî dikir ku dîrayeta xwe wenda neke û hîn dû re bipeyive.

“Nasnavê Serhedî jî, ji ber helwesta Celadet li min kirin. Em her tim bi hev re digeriyan. Dema ez didam nasandin, digot ‘hevala min Sosin’ û dû re ‘Sosina Serhedî’ lê zêde dikir…”
Di vegotina wê çirkê de, kulmeke hêstir ji hinavên dil, xwe bera ser çavan dan. Lê dîsa keserek kişand, bêhna xwe vekir, nefeseke kûr kişand pişikê. Bi herdu destan biskên zer î zêrîn bi paş guhên xwe de kevand û nefeseke din kişand. Piştî xwevenêrînê gotina xwe domand.
“Piraniya hevalên wî Mêrdînî, Amedî û Rihayî bûn. Ev nasnav, ji aliyê wan ve berbelav bû… Diyar e ku di qada sivîl û demokratîk de, hedefgirtina hinek şoreşgeran, ne rasthatinî ye, ne bêhemdî ye. Tirkiye di rojekê de bi ber faşîzmê ve beralî nebûye. Kar û xebateke bi salan, belkî bi dehsalan e. Ez jî carinan difikirim, gelo me karibû ew biparasta? Lê kujer ne kesek e, ne malbatek e, ne jî komek e. Li hemberî konseptên dewletekê bi însiyatîfa takekesî, bi xweparastina takekesî, yan jî bi hewldana çend kesan; pêşîlêgirtina înfazên bi vî rengî zehmet e. Me nikaribû encam biguheranda. Li Enqereyê keys pê nexistana, wê li welatê wî Mêrdînê bikuştana… Piştî Celadet, hinek şop û xêz dimînin di binbîra mirov de. Di çanda me de têgiha ku vê kortalê, vê gorê dadigire ‘dilsozî’ ye… Di bin giraniya êşên emranede jî, jiyan didome; lê wate ji bîr nabe”

Birînin hene ku tenê şopeke kûr û beloq nahêlin, lê piştî sal û zemanan jî di demên bibîranîna wan de, ji nû ve der dibin; birînin hene ku tenê birîndaran bi girî venakin, hîs û hestên dost û hevalbendên wan jî zelal dikin; birînin hene ku bîra mirov tije êş dikin; birînin hene ku dibin bîrêşk û di nîrê bibîranînê de bi qeysa gul û Sosinên Serhedê, Zelalan jî bi girî vedikin… Ev saetek e ji wan re hatiye gotin ku teksîrkirina danezanê qediyaye, lê îro, vê kêliyê herdu heval wek kor û ker û lalan in…
Tu li vê kambaxiyê binêre Xwedêyo. Qaşo wê hevala xwe biezimanda; qaşo wê rojeke xwe ji Sosina Serhedî re veqetanda; qaşo wê bi kêf, henek û şahiyan ew bi rê kira; qaşo wê Sosinê ji hevaltiya tije sir û raz têrkira; qaşo wê dilê xwe jî jê re vekira… Serçavan me qebûl e, em vêya, wêya û tevahiya tîrên ser dilan fahm dikin; li min porkurê, ma ev giriya bi îskeîsk, ev lerizîna derûnî û bedenî, ev hêstrên bi kulman çi ye, çima nasekine, ev êşeke çiqasî kûr û tîr e Xwedêyo? Ma bîrêşkek bi saetan dil kêr dike; ma pêleke Behra Wanê bi saetan didome û dev û pozên zîndewarên peravan dijidîne?.. Gotina zêde, ne hewce ye. Şahidên hinek bûyeran, xwediyên kul û keseran çi bibêjin jî kêm e…
Çawa ku ji KOMA’yê derket, paşa wê ket Keleha Wanê, êdî li ser Kolana Kelehê bû; li saetê nihêrî û lezand. Her çiqasî barê wê ne pir giran bû jî; di destekî wê de çenteyê wê, di destê din de jî tomara danezanê hebû; meş ewqasî ne hêsan bû. Zelalê çiqasî israr kir jî, alîkarî qebûl nekiribû.

Berê wê li Riya Hevrişim bû, li qoziya ew riya mezin dikanên masîfiroşan ji dûranî ve xuya dibûn; ew masîfiroşên ku çendî caran bi wan re têkilî danîbû… Çavên xwe li pêşbirkekê digerand ku tavilê li erebeyeke Kendavê siwar bibe. Çawa ku gihîşt rêya fireh û mezin, Riya Hevrişim li ser piyê çepê zîvirî, berê xwe da xaçeriya Kendavê… Saet di sisê û nîvan de derbasî ser Riya Kendavê bû û rawestiya; pêdivî pê tune bû ku heta xeracê bimeşiya. Her çi hîkmeta Xwedê bû, di nava çar deqeyan de mînîbusa Zahirê Kor li ber wê rawestiyabû. Zahir, li Kendavê ajovaneke navdar e, lê xwediyê mînîbuseke kevn, gemarî û xerxote ye; herkes pê dizane: Çikûs e, bêyom e, bêmirad e!.. Sosinê ji neçarî siwar bû, li ev pîreduldula Zahirê Kor. Tevî Sosinê çarde rêwî qediyabûn, lê ji hundirê mînîbusê bêhneke ji bêhna sergoyan li poz û pêvilan dida; bêhneke ku dûxan jê difûriya; bêhna berateyên çar gundan; de tew dengê hîbehîb û çîrkeçîrka motor û kaportaya xerxoteyê jî, ji xêra Xwedê re we bi çavê seriyan bidîta! We bi çavê seriyan bidîta, teqez we yê bigota qîrîna hiznî û şîniyan e ku ewqas dengên bi êş û azar li nav hev digeriyan.

Ezbenî, ji vê mînîbusê reşbînî difûriya; reşbîniyeke ku ji vir û heta Kendavê didomiya. Di vê erebeyê de hîs û hesteke qurifok rû dida. Ma kê got, kê vexwend û kê bangewazî da ku îro li mînîbusa vî çikûsî, vî bêyomî û vî xêrnedîtê bêmirad siwar bibe, gidiyano? Sosina rengîn her ku dixwest wekî demên berê li ser pişta xewn û xeyalên xwe bibeze, bifire; bajar bi bajar, navçe bi navçe û guher bi guher bigere, bibîne, binirxinê û bikelijîne; lê teqereqa vê erebeyê, nedihişt li wan deveran bimîne; lê teqereqa vê erebeyê, wekî xençereke bêxêrê di ser dilê wê de diçikiya; lê teqereqa vê erebeyê wek tofaneke ku wê ji darên bêgulî de bixîne, bi qurpîn û pelqîn li devika serî dida.
Berê Sûka Xeratan, dû re Zanîngeh li milê çepê man. Sosinê pelek ji tomara danezanê kişand, bêdeng û hêdîhêdî xwend heta wê çirka. Mînîbusa Zahirê Kor ji nişka ve û bi xijîneke lezgîn li ber qereqola Çemê Reş rawestiya. Li derdora bîst leşkerî mînîbus dorpêç kirin bi helahela. Çawîşekî bi şêwaza çort a leşkerî ferman dida leşkeran û heman kesî serê xwe di deriyê mînîbusê re dirêjî hundir dikir û fermanek jî dida rêwiyan.

“Em venêrîna nasnameyan dikin, nasnameyên xwe bidin”
Rêwiyekî navosere, di ber xwe de dimizmizî, tiştin digot.
“Berê rez baş bû, terezê jî lê da!”
Di wê çirkê de leşkeran rêwî daxistin û di mînîbusê de lêgerîn kirin, berabera. Te digot qey, berê zanibûn ku danezan di ev erebeya xerabe de ne; te digot qey hinekan ji wan re gotiye tomareke danezan di bin palgeha Sosinê de nixumî ye; te digot qey ji kengî de zanibûn ku pêçeka danezanê ji çarsed rûpelî pêk tê; te digot qey bi qest û bi meram ji Sosinê re li sûcan digeriyan; te digot qey Sosinê ji çend rojan, ji çend mehan û belkî ji çend salan berê de ye ku bûye hedefa wan; te digot qey îro, di vê erebeyê de tofan rabûye, tofan. Herkes, tevahiya rêwiyan, ajovan; bi tevahî li derve ne; lê na, hinek rêwî li mînîbusê siwar dibûn, hinek dadiketin; hinek rêwî di kerlalî de rawestiyabûn, hinek rêwî dipeyivîn û diqîriyan; deng û bêdengî, tebat û lebat, hewar û gazî li nav hev digeriyan… Ma qey geşedaneke pir asayî bû ku Sosina bi nav û deng, dîl û perîşan dibû, li nav komeke kurdan? Ma qey rûdaneke pir ji rêzê bû ku semboleke ji nirxên Kendavê tûşî bextreşiyê dibû? Ma qey qewimîneke pir biçûk bû ku xwediya sir û razên vê sedsalê bi qeyd û kelepçeyan derdest dibû?..

Zahirê Kor geh bi vî aliyê mînîbusê de, geh bi wî aliyê mînîbusê de bixiroş, çimomimo û şaşwaz dibeziya. Şanika çavê Koro wek mewîjeke reş a girhebî hildayî, pêşiya dîtinê lê dibirî, herdu çavên sipîsax bêreşik û eletewş dipitpitîn; Zahir di bin giraniya esira vê rojê de diazirî, diqirqilî, diperpitî. Dema ji kêlek de helwesta çawîşan û tevgera leşkeran a tije qisawet didît û vedigeriya li rêwiyên pîreduldula xwe dinihêrî çavekî wî çik, ê din jî pik vediguherî; di bin tirsa ku Sosina Gewrê, taca serê Şêro û periya xewnên xort û ciwanên Kendavê di mînîbusa wî de dihat derdestkirin, îtiraf dikir ku di nav xiroş û peroşeke dijwar de û di bin barekî weha giran de dieciqî. Êdî li pêş çavên herkesî, qidûmê ajovanê ‘duldula bi bêhn û berate’ dişikest û herkesî didît ku ji çong û çîpan, heta porê qota serî dilerizî.

Ew mewîjoka di cuha çavê çepê de zîldayî, vê çirkê wekî pîzpîzkek ku di bin tava tîrmehê de li dawiya nepixa xwe edilî be, dibiriqî. Ma çi bû, çi diqewimî di vê mînîbusê de heyra? Kê dizanibû ku danezan belgeyeke ji belgeya sûcan e; kê ji kîjan leşkerî re rê û dirbên Sosina Serhedî bi ta û derziyê ve kiriye; kîjan leşkerî perwerdeya têgihên ku di danezanan de ye dîtiye; heta nuha kê dîtiye heyra, kê dîtiye? Kîjan dozger û dadgeran biryar daye ku danezanên li rasta han, bêyî şik û guman, rasterê dikevin stûyê Sosinan?.. Ezbenî deng vedidin li ber guhan, axîn û waxîn dertên ji devê canik û camêran. Li ber dikevin, ma çawa dibe ku sorgula Sosinan dibin, ji nav gurmika wan? Hinek rêwî siwar dibin, hinek rêwî dadikevin ji xerxoteya Zahirê Kor a kambax û wêran. Deng û bilîn li nav hev digeriyan ji çar aliyan, qetqetî dipeyivîn rêwî û şahidên ber qereqola Çemê Reş a li ser stûna bextreşiyan; qîreqîra dilzar û tengezaran, heywax û hewara welatiyên li dorûdorên qereqolê ji pişta qeraçê dildaran hildidan…

“Telefon” digot hinekan, “çawîş nehişt ku Koro telefona qereqolê bi kar bîne, bo ku ev caba nexêrê ji dê û bavê Sosinê re ragihîne”
“Birin, birin” digot hinekan, “destên wê kelepçe kirin û rakişandin, heta dera han”
“Serî netewand” digot hinekan, “çiqasî zor danê jî bi serbilindî di ber xwe dida”
“Sosinê nûreke nûranî ya Xwedê ye” digot hinekan, “bi rabûn û rûniştina xwe, bi tehsîla xwe û bi serkaniya xwe bûye sembola ciwanan. Biçûk û mezin, jin û mêr, kal û pîrên Kendavê; tev jê hes dikin wekî roniya çavan. Qebûl nakin zext û zora ser Sosina dilovan”
“Bilezîne Zahir” digot hinekan, “ vegere em xwe bigihînin Sîteya Pîşesazan, em xwe bigihînin malekê, dikanekê ku ji warê xêrxwazekî telefonî Şêroyê Şakir bikin, bila hay jê hebe ku Sosinê li qereqola cedirmeyan a Çemê Reş hatiye derdestkirin, dîl û perîşan…”
Zahirê Kor kir û nekir, çawîşên qereqolê rê nedan ku bigihê cem Sosinê, da ku jê bipirse, “ji bo te ez dikarim çi bikim, ey keça şêr û şepalan?”
Nedixwest ku ji wir biqete, lê li ser daxwaza rêwiyan girrîn bi erebeyê xist û berî da Kendava bav û kalan. Îro vê esirê, çiqasî giran e barê ser milan. Îro vê esirê, tu dibê qey gola erebeyan teqiyaye, çiqasî girgêjî heye li ser riyan.

Îro vê esire, serê ajovan û rêwiyan berjêr e, polîpoşman in ku tişt ji destê wan nehat û bêkeys man li hemberî rûreşiyan. Îro vê esirê, ji poşmaniyê jî wê de, xwe sûcdar dikin, çend kesên wekî Zahirê ajovan. Îro vê esirê, ne ajovan û ne jî rêwiyên belengaz nabêjin, “Xwedê, heqê bizina kol ji ya qoçek re nahêle, heyra”. Îro vê esirê bajar bêdeng e, navçeya peravên evînê û warê dildarên serhedî Kendavê bêdeng e, dinya alem ker û lal e; îro vê esirê ma qey kes bîr nabe ku bibêje, “Sosina ku ewqasî bi nav û deng e, Sosina ku gêrên çavên wê ji asîmanê şîn geştir û nexşîntir e, Sosina ku enî vekirî ye, dev û lêv şid û badayî ne, bejna dirêj û wecê rengîn ji bihuştê kişyayî ne, gep û gewrî nexşîn û strayî ne; ew Sosina ku çavkaniya rindî, xweşikî, xeml û xêl, evînî û hestên bîreweriyê ye; ew Sosina ku kîjan xortî dîtiye û ji kê re vegotiye, bi êşa dil xistiye; ma dibe heyran, ma dibe ku bi tena serê xwe dîl û girtiya destê qereqolek cedirme be; ma dibe ku destên bi dar li Sosina Serhedî rabin û kiryarên tije êş û elem di nav tebatiyeke seqiyayî re çelenga dil birizîne, bitemirîne û di gola bêdengiyê de bixeriqîne?..
Gelo dibe, yan nabe gelî guhdar û xwendevanan? Hûn jî di vê meraqê de bimînin heta ku nivîskar pirtûka vê çîrokê diweşîne…

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !