MİN HEST KİR / Name

”Hemû hewla min ew e ku ez dinav hevokan de dilê bêrîyê bineqşînim û wêneyê xeyalên xwe mayîne bikim. Lewma min hest kir vî dem û gavê ji tenêtîya xwe di bêdengîya êvarek tarî û reş liber ewrên bê stêrk û heyv wisa kulîlkên dilê xwe av bidim û bi bîranînên xeyalên xwe li dilê te yê germ asê bikim.”

 

BAWER YEKTA / Min Hest Kir – Name

Min hest kir te di bîra xwe bînim her çiqas deng û his tunebe jî wê nivisandina min mayînde be, hinek be jî wê di ev dem, gav û demjimêr ê de dilê min xwe berde gelîyê vegotinan wê demê ezê hênik bibim wekî ku ez saxtîya dilê xwe bikim û te jî di vê rêwîtîya xwe de mayînde bikim. Erê a rast ku tu jimin bipirsî gere mirov tu cari ji nirxê xwe dûr nekeve û bê hêvî ji nebe.Li nîveka rê be jî bira çav li ronahîyê bigerin û hêviyê bisêwirinin di dil û hinavê xwe da.
Pêwîst e wisa be jî Wextê ez li gulek an beybûnek dinhêrim çiqas serhildêrê çiqas ji dema xwe hez dike û rengê xwe vedike meriv dibêje çiqas xweşike dikene her çiqas kelem hebin jî dema xwe dijî. Ez jî di vê dema xwe da dixwazin ji biharîya dilê xwe, te jîndar bikim û di nav van xal û peyvên ku ji hestan der dibe bi hêviya hêviyê ji xweşiya dilê xwe bê lomê û bê gazin te dinvisinim.

Wekî min got: nivisandin ragihandineke ku ji bêdengîyê tê û meriv dikare xwe di bêdengîya xwe de bi peyv û hevokên bedew rû û rûçikên xeyalên xwe bedewtir bike û bibe rêwîyê xewnên xwe.
Tişta di dilê min de dilivî tu bû yî bawer bike jimin!.. Min nekarî ku nenvîsînim. Hemû hewla min ew e ku ez dinav hevokan de dilê bêrîyê bineqşînim û wêneyê xeyalên xwe mayîne bikim.Lewma min hest kir vî dem û gavê ji tenêtîya xwe di bêdengîya êvarek tarî û reş liber ewrên bê stêrk û heyv wisa kulîlkên dilê xwe av bidim û bi bîranînên xeyalên xwe li dilê te yê germ asê bikim .

Ka ez çi bêjim dinav gavên jîyanê û tevizokên ku di fikr û ramanên min de diçin û tên neçar dibim bi nivîsandina ku ji dilê min wekî çarînên helbestekî bi îlhamekî ji hestên min tên xwarê bi rêzînim.
Lê belê her çiqas hêvîdar bim êdî ne bawerim xewnên te jibo min wekî berê zindî bibin.Ji ber ku carek rê ji hev qetîyane ez jî wisa difikirim ku êdî tu jî ne wek berê yî.

Jiber ku rewşa jîyana gerdûna îro rê liber teqlekirina çendîn awiran vedike êdî ne ez te dibînim ne jî tu min dibînî tenê min hest kir ku dilê xwe carek din berdim awirên demên borî a dilê xwe li pey oxirekî li teşîya çîrokîya borî de birêsim.Lewma min hestkir ku a dilê xwe livir bi çend xet û xalên ji peyvên di raperîna ji dilê xwe li vir bibîr bînim.

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !