Bi Çavên Xwendevanekî Nirxandina Pirtûkan

”Hinek nivîskar hene li ezmanan difirin. Gelek pozbilind û qûre ne. Hinek hene xwe wekî Tolstoy, Çexov, Dostoyevskî, Joycke û Breton dibînin. Hinek nivîskar di berhemên xwe de xezeb û tofan jî radikin. Yek tofan li ser serê xelkê radike, yê din xezeb li ser serê xelkê dibarîne.”

 

LOKMAN POLAT / Bi Çavên Xwendevanekî Nirxandina Pirtûkan

Nirxandina pirtûkan

Di nav kurdan de nivîsên nirxandina pirtûkan kêm tên nivîsîn. Dema pirtûkekê kurdî nû derdikeve, ya yek, du kurtenivîsên danasînê û nirxandinê derdikevin, yan jî qet di derbarê wê pirtûkê de tu nivîseke nirxandinê dernakeve. Li hemberê pirtûkên kurdî xemsariyek wisan heye ku, carna hinek pirtûk derdikevin û bêyî ku kesekî behsa wan bike, li ser wan nivîsek nirxandinê, şîroveyek binivîse, ew pirtûk di demeke kin de têne jibîr kirin.

Ev xemsariya li dijê pirtûkên kurdî ne baş e, divê ev helwesta bêdengiyê û mentalîteya xemsariyê ji holê bê rakirin. Mirov li ser pirtûkan binivîse, berhemên edebî binirxîne pê biçûk nabe. Berevajê wê, nivîskarên xelkê -yên cîhanê- ji bo ku gelek nivîsên nirxandinê nivîsîne pê navdar bûne, nemir bûne. Belînskî di dema xwe de tim li ser berhemên edebî nivîsên nirxandinê dinivîsand, berheman analîz dikir. Qîmet û rûmeta Belînskî li dinê hêj jî heye. Pirtûkên wî yên nirxandina berhemên edebî li zimanên din tên wergerandin, nivîsên wî hêj jî bi dilxweşî têne xwendin.

Edebiyat/wêje bi nirxandinê, bi rexnegiriyê pêş dikeve. Analîz û nirxandinên edebiyatzanên analîzkeran ji bo pêşveçûna edebiyatê rê vedike. Ji bo dewlemendbûna edebiyatê roleke girîng dilîze. Nivîskarê berhemê, herî pir feyde û siûd ji nivîsên nirxandinên analîzkerên edebîyatzan werdigre. Di nivîsên wan ên nirxandinê de, şaşî û rastiya xwe, qelsiya xwe û serketina xwe dibîne.

 

Helbet pîvanên hemû rexnegirên edebî wek hev nîn in. Herkê li gorê zanebûna xwe, li gor têgihîştina xwe berhemê dinirxîne. Berhemeke edebî dema ji alî çend rexnegiran ve bi çend nivîsên cuda bê nirxandin, hîn baştir dibe. Yek dibe ku hinek aliyên wê berhemê nebîne, lê yê din bibîne. Yek dibe ku behsa mijareke neke, lê yê din behs bike. Dema li ser berhemek çend nivîsên cuda bên weşandin, ew nivîsên curbecur hevûdu temam dikin.

Salên berê li cihek bihêlin, di vê sala 2002an de, di nav van car, pênç mehan de bi dehan pirtûkên kurdî derketin. Li ser van pirtûkan -ne hemû, li ser hinekan- hêj sê nivîs nehatiye nivîsîn. Hinek pirtûk hene ku ji xwe li ser wan qet yek nivîsek jî nehatiye nivîsîn. Li ser hinek pirtûkan jî ji du nivîsî zêdetir, nivîsên nirxandinê nehatine nivîsîn. Mentalîteya xemsariya kurdan wisan kiriye ku ev pirtûkên ku hatine weşandin, dê bêne jibîr kirin. Ma heyf nîn e? Çima bên jibîr kirin? Çima wek pirtûkên nivîskarên xelkê li ser wan bi dehan nivîs neyên nivîsîn?

Hinek xwendevan û nivîskarên kurd hene -ku ez gelekan nas dikim- ez di wan de heyirî dimînim. Mentalîteya wan ji min re ecêb tê. Li ser pirtûkan bi devkî rexne dikin, ji hezar kanîyan av tînin, pirtûkê bi gelek awayan dinirxînin, lê bi nivîskî yek rêzek jî nanivîsin. Yek nivîsek nirxandinê li ser wê pirtûka ku ewqas behsa wê dikin, naweşînin.

Ez mînakek bidim; Ez ê navê kesekî nedim, lewra gelek kesên bi vî hawayî ku dişibin hevûdu hene. Heger ew vê nivîsê bixwînin, dê fêm bikin ku ew jî ji wan kesan yek in. Ew vê nivîsê bixwînin, belkî ji xwe re hinek bifikirin û pênûsa xwe bigrin destê xwe û li ser berhemeke edebî a kurdî nivîsek binivîsin.

Mêrik, an jî ciwanmêr nivîskar e. Cenabê wî bi edebiyatê re heşir û neşir e. Bi rewşa edebiyata cîhanê û edebiyata kurdî baş zane. Zanistiya wî ya derbarê edebiyatê de wek derya ye. Ew bi xwe berhemên edebî -yên bi kurdî- diafirîne. Gelek nebin jî, lê hinek kesan li ser berhemên wî nivîs jî nivîsîne. Lê, ew li ser berhema tu kesî nanivîse.

Hinek nivîskar hene li ezmanan difirin. Gelek pozbilind û qûre ne. Hinek hene xwe wekî Tolstoy, Çexov, Dostoyevskî, Joycke û Breton dibînin. Hinek nivîskar di berhemên xwe de xezeb û tofan jî radikin. Yek tofan li ser serê xelkê radike, yê din xezeb li ser serê xelkê dibarîne. Hinek hene dixwazin hema bila tenê behsa berhemên wan bê kirin. Hinek hene ji şanoyê fêm nakin, şano dinivîsin. Werhasil tewir tewir, cure cure nivîskar hene, lê ji nav wan hêj rexnegirekî edebiyatzan ê baş derneketiye.

Ez bi mînakan mijara nivîsa xwe bidomînim. Pirtûkek edebî derket. Min û yekî din, me li ser vê pirtûkê nivîs nivîsî. Min li gor xwe, wî ciwanmêrî jî li gor xwe, me pirtûkê nirxand. Yekî din jî eynê wê pirtûka ku me herduyan nirxandibû, bi devkî nirxand. Nirxandina vî kesê sêyem ji min re gelek rasyonalîst/mantixî hat. Nirxandinek gelek baş bû. Lê vî kesî nirxandina xwe qet nenivîsî. Bi min, xweziya binivîsandana. Lê, ez dizanim nanivîse. Bi devkî berheman dinirxîne, lê bi nivîskî nanivîse. Mêrik qey dixwaze zanabûna xwe bi xwe re bibe gorê. Yan jî mirovekî hesûd û çavnebar e, naxwaze tiştê ku ew zane, bi xwendevanan re parve bike.

Mînakek din; Min li ser berhema nivîskarekî kurd nivîseke danasînê nivîsî û weşand. Ez li cihek bi tesadûfî rastê yekê hatim. Ji min re got “Min nivîsa te xwend. Baş bû, lê kêm bû. Te behsa van, van aliyên berhemê nekiribû.” Min jî jê re got “Te belkî nexwest dîrek ji min re bibêjî nivîsa te qels bû. Lê, hema ez bibêjim; li gorê te nivîsa min qels bû. Min behsa wan aliyên ku te got nekiribû. Helbet ev dîtina te ye. Carna hinek tişt dibe ku mirov nebîne, yan jî hesabê mirov neyê, mirov naxwaze behsa wê tiştî bike. Lê, hema ez jî wek te qebûl bikim. Baş e, nivîsa min qels bû. Ji min ewqas hat û min nivîsî. Ma tu bi xwe çima nanivîsî? Tu nivîsek ku qels nebe binivîse. Behsa hemû hêlên berhemê bike. Bila feydeya te bigihîşe nivîskar jî û bigihîşe yên wek min ku hewl didin, dixwazin li ser berhemên edebî binivîsin, wan binirxînin ku berhemên weha neyên jibîr kirin.” Lê, vî zilamî jî hetanî niha tiştek nenivîsîye.

Dîsa mînakek din; Ez di hinek kovarên elektronîk yên di Înternetê de û di yên matbû -ku li ser kaxiz tên çapkirin- de nivîs dinivîsim. Bi rastî, ez nizanibûm ku nivîsên min ewqas têne xwendin. (Min rojek li posta xwe ya elektronîk mêze kir 36 e-mail-name- hatibûn. Di 30 nameyan de behsa nivîsên min kiribûn ku nivîsên min xwendine.) Niha min fêm kir ku, bi taybetî jî nivîsên min ên li ser danasîn û nirxandina pirtûkan gelek tên xwendin. (Dostekî min ji Amedê hatibû, ji min re got “Li Amedê rewşenbîran behsa nivîsên te yên li ser pirtûkan dikirin.) Min ji gelek kesên cuda bihîst ku nivîsên min ên li ser pirtûkan dixwînin û li ser wan nivîsan şîrove dikin, di nav xwe de li ser nivîsên min minaqeşe dikin. Helbet ev tişt ji bo min dilşadiye, bextiyariye. (Min vê nivîsê di sala 2002 de nivîsîbû. Niha sal 2020. Ez niha jî di kovar û malperên kurdî de derbarê pirtûkên kurdî de dinivîsim. Di malpera ”Diyarname” û ”Çandname” de nivîsên min derdikevin.)

Neyse, ez bêm mînaka xwe; Yekî edebiyatzan ku di gel edebiyatzaniyê zimanzane û wergêrvan e, berhemeke hêja wergerandiye, lê hêj neweşandiye, ji min re got “Min filan nivîsa te xwend. Te gelek pesnê wê berhemê daye.” Min jê re got “ Te wê berhemê xwendiye?” Wî got “Na, min nexwendiye.” Min got “Wisan e, bixwîne. Ev berhema wî ya dawîn wek berhemên wî yên berê nîn e.” Wî got “ Belê, ji xwe du berhemên wî ne wek hev in. Her yekê bi hawakî ye. Mêrik ewqas pirtûk nivîsiye, hêj nizane hevokan saz bike. Çewtîyên wî yên rêzimanî gelek in.” Min jî got “ Wisan e, vê pirtûka wî ya dawîn jî bixwîne û nivîseke rexneyî li ser binivîse.” Wî jî got “Heger ez li ser şaşiyên wî binivîsim, dê pirtûkek temam çê bibe.”

 

Ev ciwanmêrê edebiyatzan û zimanzan dê li ser şaşiyên wî nivîskarî pirtûk binivîse, nenivîse, ez nizanim. Lê, bi min, divê pirtûkên weha jî bên nivîsîn. Ji pirtûkên weha ku bi temamî li ser rexnegiriyê bê afirandin, dê gelek nivîskar û xwendevan feyde bibînin. Pirtûkek weha dê di vê hêlê de bibe pirtûka yekemîn. Lewra di nav edebiyata kurdî de, di nav temamê pirtûkên kurdî yên ku hetanî niha hatine weşandin de, bi vî rengî tu pirtûkek tune ye.

Belê, gelek kes li ser pirtûkên edebî yên kurdî nivîsên nirxandinê nanivîsin. Lê, hinek kes jî dinivîsin. Ji bo ku mijara vê nivîsê li ser “Nirxandina Pirtûkan” e, divê ez wan kesên ku nivîsên nirxandina pirtûkan dinivîsin pîroz bikim. Bila destê wan sax be.

Helbet, pêşî ez ê xwe pîroz bikim. (Ez xwe pîrozkirinê jî ji Swêdîyan fêr bûm. Carek yekê tiştekî baş kir û got “Ez xwe pîroz dikim ku min vê tiştî kir.” Keça min jî di dibistanên Swêdiyan de, bi mentalîteya Swêdîyan fêr bûye. Dema ji bo tiştek alîkariya min bike, yan jî bi Îngilîzî tiştek ji min re binivîse, nivîsek min ê bi swêdî ji min re rast bike, ji bo ku ez jê re nabêjim spas, ew ji ber xwe ve dibêje “Ji min re spas ku min vê tiştê te rast kir, yan jî alîkariya te kir.”) Belê, ez ê pêşî xwe pîroz bikim ku li gor zanîn û têgihîştina xwe, ez hewl didim û li ser berhemên edebî nivîsên danasîn, şîrove û nirxandinê dinivîsim.

Bi çavên xwendevanekî

Dema ez li ser berhemeke – roman, çîrok, şano û helbestê – nivîs dinivîsim bi çavên xwendevanekî berhemê dinirxînim, şîrove dikim. Ez ne weke nivîskarekî yan rexnegirekî, weke xwendevanekî normal, adetî pirtûkê dixwînim û di derbarê pirtûkê de dîtin û ramanên xwe li gor zanebûna xwe pêşkêşê xwendevanan dikim.

Ez ferqiyet naxim nav nivîskarên kurd. Ew ji kîjan siyasetê bin yan serbixwe bin, dîtin û ramanên wan, îdeolojî û rêzana wan a siyasî çi dibe bila be, ew nivîskarên kurd in. Hemû jî ji bo ku bi kurdî dinivîsin weke xwendevanekî kurd, li cem min qîmet û rûmeta wan pir e. Ji bo min pîvan û bingeha lênêrînê nekû nivîskar sosyalîst e yan jî bawermendekî olperest e. Ji bo min pîvan û bingeh pirtûk e, berhem e, naveroka wê ye, pîvanên edebî ne.

Nabokov ji bo huner û berhemên edebî dibêje : ”Ji bo min girîngiya wê di çavên kesan de ye. Li gor min a girîng kes in, xwendevan in, ango xwendevanên kesayetî ne.” Ez jî wek hinek xwendevanan di şikê de me û di nav lêgerînê de me. Ez meraq dikim ka ez ê di vê berhema edebî de rastê çi bêm? Çi bibînim? Jê çi fêr bibim? Xwendina wê, dê tehm û lezeteke çawa bide min?

Rexnegir û xwendevan bi kîjan berçavikê li berhemê dinêrin? Heger ew bi çavên objektîv, bêalî û li gorê pîvanên edebî li berhemê binêrin û şîrove bikin, dê nirxandina wan bi şêweyek be û heger ew bi çavên alîgir, subjektîv û meyildariya ramanî li berhemê binêrin û şîrove bikin dê nirxandina wan bi şêweyeke din be.

Di derbarê berhemên min de, nirxandin û şîroveyên cuda yên li hemberê hev hatine kirin. Ji bo pirtûkek min yekî gotiye nebaş e, yekî gotiye gelek baş e. Ji sedî nodûpênc (%95)ê xwendevanan gotine baş e, sedî pênc gotine nebaş e. Helbet ev êdî teqdîra xwendevanan e. Divê nivîskar ji dîtin û ramanên xwendevanan re bi hurmet be. Lêbelê ji bo rexneyên rexnekujên dilreş nehurmet, bi helwest be û bi tundî li dij derkeve.

Girîngiya şîrove û nirxandina rexnegiran û xwendevanan ev e ku; kî bi çi çavan li berhemê dinêre. Di berhema Nabokov ya bi navê ”Lolîta” de nivîskar têkiliya keçeka ciwan û mêrekî kal rave dike. Ev têkilî dikare ji bo xwendevanan û rexnegiran têkiliyeke normal ê evînê be û dikare ji bo nasyonalîstekî amerîkî têkiliya ewropaya kalepîr û amerîkaya ciwan be. Kurdekî welatparêz jî dikare vê têkiliyê bişîbîne tecawiza dewleta dagirker ya li hemberê kurdan. Di berhemên alegorîk de nexşên weha û şibandinên weha dikarin bêne kirin.

Rexnegirî ecibandin yan jî neecibandina şexsî – kesayetî – ye û ravekirina dîtin, fikir û ramanên şexsî – kesayetî – ye. Rexnegirek dikare berhemek biecibîne û yekê din dikare neecibîne. Di rexnegiriyê de gelek caran meyldarî, meylên alîgirtinê xwe derdixe pêş. Lê, di nirxandina kesî a xwendevanî de bêalî heye û herweha objektîvî heye. Loma jî li gorê bîr û raya min, nirxandina xwendevanî, xwendevanekî zana, ji nirxandina rexnegirek xwedêgiravî pispor baştir û hêjatir e.

Têbinî / Min vê nîvîsa xwe di sala 2002an de nivîsîbû. Piştî 18 salan min niha carek din xwend, min dît ku tiştên ku min di nivîsê de aniye zimên hîn jî rastiya xwe didomîne. Lewre jî ez nivîsa xwe carek dîn dîsa pêşkêşê xwendevanên kurd dikim.

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !