Nameyek Ji Bo Yara Bedew / Mehmed Dehsiwar

”Di şevên tarî de, dema bayê êvarê deng vedide, ez gilî û gazinên te dibihîzim. Dengê nalînên te yên zîz ů zelal, bi bayê êvarê re bêdengîyê dişkîne ù hîsên çavnêrîyê digihîjîne nik min.”

 

MEHMED DEHSIWAR / Nameyek ji bo yara bedew


Evîna min;
Bi hesreta te li kolanên xerîbîyê, bêhiş û bêhêvî dinalim. Hesret û evîna te, min roj bi roj diheline, gav bi gav dikalim; di xortanîya xwe de dibim mîna kaleki 70 sali. Dûrbûn û bendewarîya te, dest û milên min qut dike û disoje. Gazin û fîzarên te, dil û hinavên min, mîna yên jahrîkirî, pûç û ziwa dike. Bindestî û şerpezetîya te, qehr û xezeba dilê min, her roj zêdetir dike; jîyana bêyî te, min bearmanc, serberdayî û hêvîşikestî dike.

Delala min;
Dilê min lîyan e, lîyan e lew derman lê nayên. Ez bêyî te, wek masîyê jahrîxwarî û serxweşê qidûmşikestî me. Jîyana min, wek jîyana Berhîmê dojederê ye; lew bi bendewarî, sitûxwarî û dilsojî dişewite. Meme Alan, evîndarê Zîna Zêdan, di xewn û xeyalan de jî Bekoyê Ewan, mîna marekî bejindirêj û tevî zimanê bijahrî ku li hêvîya qurbana xwe telandî ye, tê ber çavên min.

Ez ditirsim hêvîya min; ez ditirsim ku careke din te nebînim. Gelo heye ku ez careke din çav bi wan biskên badayî, çavên reş û belek, bejna zirav û diréj, mîna taya rihanê bikevim? Heye ku em careke din dest bi dest, li ber qerexê Dîjle û Feratê, li dora Sîpane Xelatê, li deşta Mûş, Heran û Batmanê yan jî li dora Derîyê Mêrdînê û Derîyê Çîyê bigerin? Heye ku ez dest bavêjim noqa te û dev û lêvan têxim gerdena spî? Heye ku em dîsa bi firê bikevin û di ser axa bav û kalan de li Hezarê, gola Wanê û Çiyayê Ararate binêrin? Ez ditirsim delala min; ez dixofim ku ew roj ketibin bin ewrên reş û tari. Ez ditirsim ku ba, bahoz û teyrokên bişid û dijwar bi ser de werin.

Yara bedew;
Tê bîra te, em li ber qeraxa gola Wanê, li ser mêrgê rûniştibûn, li çivîkên peravê û keştîyên ser deryayê temaşe dikir? Çemê Dîjleyê, Pira Dehderî tên bîra te? Kela Dimdimê û sêvên Meletê? Ava Bedlîsê? Mêrgahmed û Çemê Feratê? Te ji bîr nekirîye ku em dest bi dest, di bin sîya darên bejinbilind de, di nav gul û çiçekên rengîn de, ber bi Baxê Îrem ve diçûn? Ma tê bîra te em di bin peşkên baranê de çûn binê dara hejîrê û ketin kêf û henekan? Di bin tarî û zilûmatê de, dema şîrqeşîrqa birûskan, gurmegurma ewran û xurexura teyrokê bû, em derbasî baxçeyê Îremê bûbûn?

Xezala min;
Ez bi evîna xwe mîna Memê Alan, bi hesreta xwe mîna Feqîyê Teyran, bi sebir û sebata xwe mîna Melaye Cizîrî, bi hizir û ramanên xwe mîna Ehmedê Xanî, bi xof heybeta xwe mîna Gêwê Guhderz ů Kawayê hesinker li benda te me. Li hêvîya te me ku rojek bê em careke din hevdu bibînin, hevdu himêz bikin û dîsa têkevin kêf û henekan. Li bendê me ku Bekoyê Ewan, Dehakê sîtemkar bi jahrîya xwe ve têkevin bin axé! Hêvî dikim dilê min, hêvî dikim ku çepelê Beko û Dehak di xwîn û çepelîya xwe de bifetisin; lew careke din bi hişê xwe ve neyên!

Tu yî, ya di hiş û xeyalên min de. Tenê li te difikirim û li ser te dinalim. Hiş û mejûyê min, bi hebûna te, bi sebir û hedana te, xwîna min, bi hêvîyên vejîna te dikele û di damaran de diherike. Çavên min, bi bawerîyên hevdîtinê mîna mercanên rengîn di binê ava zelal de diçirisin. Dilê min, mîna alavên çiyayê Agirîyê bi hesreta ramûsanan dikele, dipijiqe û di nav gelîyên bêserî û bêbinî de, mîna şirşaran diherike. Û di quntara Agirîyê de jî, li helekê gul û sosin, li hêla din jî nêrgiz, pirpizêk û çiçekên rengîn, bi hesreta dilên evîndaran şîn dibin, derdikevin ser rûyê erdê.

Evîna min,
Bax û baxistan, gul û gulistan, dar û daristan tev ji bo te şîn dibin. Bihar ji bo te tê û Newroz ji bo rûmeta te tê pîrozkirin. Siyabend ji bo te, li ser Xecê dinale, Mem di çavên te de evîndarê Zinê ye. Xanî li ser te dilînîyên xwe tîne zimên û dengbêj bi dengê xwe yî zîz, ji bo te distirên. Wan û Hezar ji xwîna te sor bûne, Ferat û Dîjle ji rengê xwîna te diherikin. Sîpan û Cûdî, ji ber hesreta te berf û bahozê, kevir û kuçikan li xwe dibarînin.

Hesreta min;
Bi wan çavên reş û birûyên qeytankiri, careke din binêre li min. Serî hilde û rabe ser xwe; da ez bejn û bala zirav ya weke taya rihanê bibinim! Mêzeke li min; bibîne ez ji hesret û evîna te, di çi halî de me! Bi lêvên xwe yên sor, bibişive ji min re; bibişive ku careke din hinarikên rûyê te bên ber çavên min. Çavên belek, biskên badayî û dêm û xalên rûyan… Bibihîze hawar û gazîyên min! Guh bide dilînîyên min, evîn û hesreta min.

Şoxa min;
Tu mîna sitêrên li esman î; şewq û şemala te, bi şev mina heyvê û bi roj jî mîna tavê, rohnî dide dora xwe.  Ez jî mîna peykerê te, li dora te doş dibim û li ber şewqa te geş dibim. Gava ronîya te geş dibe, ez jî mîna komesitêrên dora te kêfxweş û dilşad dibim, dema rohnîya te kêm dibe, ez di berf û bahozan de, mîna gul û sosinên neavdayî, melûl dibim û diçilmisim; lê namirim, lew li benda şewqa te me; bi hêvîyên ji nû ve derketina şewqa te, bi xeyalên ji nû ve hevdîditinê dijim.

Delala min;
Di şevên tarî de, dema bayê êvarê deng vedide, ez gilî û gazinên te dibihîzim. Dengê nalînên te yên zîz ů zelal, bi bayê êvarê re bêdengîyê dişkîne ù hîsên çavnêrîyê digihîjîne nik min. Di şevên sayî de, sitêr bi gewherîyên xwe û heyv jî bi çirûskên ronahîya xwe, stranên evîndarîya te ji min re rêdikin. Di berf û bahozan de, di şevên dûr û dirêj de, ricifandin, lerizîn û giryanên te tên ber çavên min. Bi deng û rohnîya birûskan re, çelengîya hewildanên bêwestan ên rizgarîya ji sitemkarîyê dikevin xeyalên min. Ewrên reş û tarî bi ser te ve xwar bûne, ew hazirîya êrîşên dijwar dikin, lew pêwist e tu wan bibihîzî û bibînî!

Ez sond dixwim yara min, sond dixwim ta ev ruh û giyan di vî laşî de hebe, ta ku xwîna min î sor di damaran de biherike, ta ku hiş li serê min be, ta ku bibihîzim û seh bikim, ta ku hîs bikim, bibînim û biaxifim, tu dê her di bîra min de bî! Tu dê di hiş, mejû û di xwîna min de bî! Her perçeyê laşê min, ruh û mejûyê min, dê fîdayî giyanê te bin! Ne ewren reş û tari, ne jî bahoz û teyrok nikarin min ji te dûr bixin û me ji hevdu veqetînin! Lew ez ji bo te heme, ji bo te dijîm û ez dê ji bo te bimirim!

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !