Gelo Mirov Çawa Dibe Nivîskarê Kurd!

Gelo Mirov Çawa Dibe Nivîskarê Kurd!

”Em dikarin bibêjin Yaşar Kemal nivîskarekî Kurd bû. Em bibejin jî, gelo dinya vê yeke qebûl dike. Jiber ku hemû pirtûkên xwe zimanê Tirkî nivîsandîye û di jîyana xwe da hevokek bi Kurdî nenivîsandî ye.”

 

SIRAÇ OĞUZ / Gelo Mirov Çawa Dibe Nivîskarê Kurd!

Îro li Tirkiyê kêm zêde 30 mîlyon Kurd dijîn. Lê bi çi awayî, ew jî li berçavan e. Ziman û jîyan bi Tirkî ye. Siyaset bi Tirki ye. Hemû kar û bar bi Tirkî ne.
Merû nizane kî/ê Kurd, kî/ê Tirk e.
Piranîya siyasetmedar û nivîskarên esilkurd zimanê xwe yên zikmakî nizanin. Ew jî li ser navê kurd û kurdayetîyê, bi zimanê Tirkî dinivîsin û bi zimanê Tirkî siyasetê dikin. Li Bakûrê Kurdistanê bi gelemperî, nivîskarên bi eslê xwe Kurd û bi ziman û nivîsên xwe Tirk gelek in. Bala mirovan dikişîne, hinekan bi zimanê Tirkî bi dehan roman nivîsandine û dinivisîn.

Hinek jî di malper û rojnameyên tenê navên wan Kurd da bi zimanê Tirkan dinivîsin. Mixabin hemû ji xwe weke nivîskarên Kurd bi nav dikin. Gelo li rû dinê mînakên wisa hene, ya na?
Mirov gava li hemû welatên biyanî dinêre û nivîskarê wan dişopîne, tiştên ku li Bakurê Kurdistanê diqewimin li wan welata tu car nnayên dîtin. Ne tene li welatên serdest, di nav milletê bindest da jî rastî tiştkî wisa nayê.
Li Başûr û Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî nivîskarên Kurd yên bi zimanê Erebî û Farisî dinivîsînin, hebin jî, zede nînin.
Li Bakûr, Kurdên nivîskar û hûnermend pirr in, bi nivîs û hûnerê xwe xizmeta zimanê Tirkan dikin û ji xwe ra dibêjin, “em nivîskar û hûnermendên Kurd in.”

Xwedê rihma xwe lêke, Yaşar Kemal bi eslê xwe Kurd bû. Bi zimanê Tirkî bi dehan romanên giranbiha nivîsand, wek nivîskarekî Tirk li rû dine hate nasîn û nivîsên wî bi gelek zimanên din hatin wergerandin. Ne tenê li Tirkîyê, li seranserî dinê wek nivîskarekî Tirk hate naskirin û bi nav kirin. Em dikarin bibêjin Yaşar Kemal nivîskarekî Kurd bû. Em bibejin jî, gelo dinya vê yeke qebûl dike. Jiber ku hemû pirtûkên xwe zimanê Tirkî nivîsandîye û di jîyana xwe da hevokek bi Kurdî nenivîsandî ye.

Ya jî Îsmail Beşikҫi bi eslê xwe Tirk e. Li ser doza Kurdan gelek xebatên bi rûmet kirîye û dike. Wî jî bi dehan pirtûk nivîsandine û naveroka hemû pirtûkên wî jî tene li ser Kurd û Kurdistanê ne. Ji hemû nivîskarên Kurdên ziman Tirk zêdetir, pirsgirêkên Kurdan aniye ziman û nivîsiye. Jibo vê yeke mirov dikare bibêje, “Îsmaîl Beşîkçî nivîskarê Kurd e.”
Îsmaîl Beşîkçî bi eslê xwe jî, bi nivîskarîya xwe jî Tirk e.

Jiber ku di pirtûkên xwe da zimanê ku bi kar anîye, zimanê Tirkan e.
Edebiyat û hûner jî karen gerdûni ne.
Rê û rêbazên wan gor welat û miletan nayên guhartin.
Ji wan rêbazan yek jî ev e, ku di dine da kî/ê bi kîjan zimanî binivîse, nivîskarê wî zimanî, kî/ê bi kîjan zimanê hûnera xwe bike, ew hûnermendê wî zimanî ye.
Weke mînak: Çawa ku em ji Şivan Perwer ra nikarin bibêjin, hûnermendê Tirk, ji Îbo yê hemşehrîyê wî ra jî nikarin bibêji hûnermendê Kurd e.

Zimanê nivîsê û nivîskar jî bi hev ra girêdayî ne.
Kî/ê ku bi kîjan zimanî binivîse, nivîskarê wî zimanyî ye. Esl û dê û bavê wî/ê çi û kî dibe bila bibe, ferq nake.
Weke mîsal:
Nivîskarê Sîya Evînê û bîra Qederê Mihemed Uzun, nivîskarê Jîyana Bextewar û Kela Dimdimê Ereb Şemo, nivîskarê Rêwî Îkram Oguz, nivîskarê Kulîlkên Çîya Eskerê Boyik û nivîskarê Ev Çîya û Rûspî ne Arjen Arî û yên weke van nivîskar û şairên Kurd in.
Ji ber ku di roman û şiîrên xwe da can dane zimanê Kurdî û dewlemend kirine.
Lê Yaşar Kemal, Ahmet Arif û nivîskar û şairên weke wan çiqas bi eslê xwe Kurd bin û di berhemên xwe da derd û kulen Kurdan anîbin ziman jî, ew nivîskar û şairên Tirk in. Wan jî bi hûnere xwe can dane zimanê Tirkî û dewlemend kirine.

Cîhê bîla bê sebeb nabêjin, ziman nîşana hebûnê, bingeha miletbûnê ye.
Tu kes ya jî tu miletek nikare gor dile xwe, xwe binav bike.
Mirov di jîyana xwe da kîjan zimanî bikar bîne, bi wî zimanî tê nasîn û tê binavkirin.
Weke kirin û kiryarên Kurdên Bakûr bi tevlihevî tu tiştek nabe.
Heger zimanê rojname û televîzyonek bi Kurdî be, ew rojname û televîzyona Kurdî ne.
Heger zimanê romanek jî bi Kurdî be, ew roman romana Kurdî, nivîskar jî nivîskarê Kurdî ye.
Wekî din tenê derewek pûç û vala ye…

Lê Binêre

SILÛKA SOFÎ Û QERENTÎNAYA CIVAKÊ

Hejarê Farqînî Berîya ku bikevim vê mijarê dixwazim hin tiştan di derbarê silûk û qerentînayê …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !