qedrî can

Berawirdkirina Çîrokên Duh û Îroyê, li ser ên Qedrî Can û Mehmed Dîcleyî

”Bi pêşengî û destê alîkarîyê dirêjkirina Mîr Celadet Bedirxan a ji bo nivîskarên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Nûredîn Zaza û hwd. (Hawar, 1998:17), ekolek ziman û edebiyata kurdî hatibû holê.”

 

AHMED KANÎ / Berawirdkirina Çîrokên Duh û Îroyê, li ser ên Qedrî Can û Mehmed Dîcleyî

Di edebîyatê da berawirdkirina berheman karekî analitik e. Em ê hewl bidin di vê nivîsa xwe da çîrokên duh, ên 80-90 sal berê û yên roja me ya îroyê bidim ber hev. Dema meriv berhemek binirxîne divê şert û mercên serdema ku berhem hatîye afirandin li ber çavan bigire bo ku neheqî li yên berê neyê kirin. Wek mînak di 11ê Tirmehê da em wek Koma Xwendinê ya Amedê li ser nirxandina çîrokên duh û îro hatibûn ber hev.

Dema me çîroka Guneh a Qedrîcan û Naraya Mehmet Dicleyî berawird dikir, me vê pêdivîyê li ber çavan digirt. Dîsa di Antolojîya Edebîyata Kurdî da Mehmed Uzun wiha dinivîse: “Herwekî ku tê zanîn, daxuyanîyên sîyasî û edebîyatê zede li hev nayên û ev celeb îzeh û daxuyanî edebîyatê dewlemendtir nakin. Lê mixabin ku ez jî divêm bi daxuyanîyeke sîyasî dest bi vê kurtelêgera edebî bikim. Ji ber ku çaxa mirov bixwaze behsa ziman û edebiyata kurdî bike, bivê nevê, berî her tiştî, mirov bêgav e ku li ser rewşa sîyasî ya welatê Kurdistanê jî raweste…” (Uzun, 2003:16) Em jî dema ku berhemek kurdî binirxînîn û bi berhemek cîhanî ra berawird bikin, divê vê rewşa ku ziman û edebiyata kurdî pê ra rû bi rû maye li ber çavan bigirin.

Çîrokên Duh û Çîrokên Qedrî Canî

Dema em li çavkanîyên dîroka edebiyata kurdî binêrin em ê bibînin ku Kovara Hawarê wek pireyek di navbera edebiyata klasîk û ya modern a kurdî da ye. Ji destpêka edebiyata kurdî bigire heta roja me ya îro, ziman û edebiyata kurdî her bi astengên dewletên dagirkerê welêt ra rû bi rû maye. Me vê rewşê di gotara xwe ya di kovara Kadîm Hîkmetê da anîbû ziman. Ev linka wê gotarê ye: (https://kadimhikmet.com/index.php/2020/06/28/berawirdkirina-destpeka-rojnamegeri-u-edebiyata-modern-a-kurdi-u-tirki/) Wek ê di agahîyên ku me di gotara xwe da dabû jî dê bê dîtin ku kovara Hawarê neçar mabû li derveyê welêt, li sirgûnê, li Şamê hatibû derxistin.

Bi saya vê kovarê, herfên latînî di nava neteweya kurd da, bi kêmanî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û diyasporaya kurdan berbelav bû. Bi pêşengî û destê alîkarîyê dirêjkirina Mîr Celadet Bedirxan a ji bo nivîskarên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Nûredîn Zaza û hwd. (Hawar, 1998:17), ekolek ziman û edebiyata kurdî hatibû holê. Di vî warî da, M. Uzunî wiha nivîsîye: “Qedrîcan, yek ji şair û nivîskarên herî bi quwet ê mekteba “Hawar”ê bû.” (Uzun, 2003:278) Qedrî Can nivîskarek berhemdar bû. Wek ku Firat Cewerî di Antolojîya Çîrokên Kurdî da nivîsîye: “Di Tîrmeha 1957an da li Moskovayê beşdarî mihrîcana ciwanên cîhanê bû.

Di dema yekbûna Sûriyê û Misirê da, ji Şamê rêvebiriya çalakîyên radyoya kurdî li Qahîrê kir.” (Cewerî, 2018:53) Li ser rola Qedrî Can a di helbesta modern a kurdî da, Rênas Jiyan wiha nivîsîye: “Helbesta kurdî (…) bi navên wek Goran, Celadet Bedirxan û Qedrî Can ji xwe ra rêgehekê peyda dike û dest bi herikînê dike.” (Jiyan, 2009:24)
Çîrokên Qedrî Can bi piranî cara ewil di kovara Hawarê da hatine belavkirin. Lê çend heb jî di kovarên Ronahî û Roja Nû da hatine belavkirin. Wek pirtûka çîrokan bi navê “Guneh”, di sala 2007an da, çîrokên Qedrî Can hatin çapkirin. Çîroka yekem a bi navê “Hawar Hebe Gazî li Dû ye”, di hejmara yekem a kovara Hawarê (1932) da hatîye belakirin. Sêwrandina vê çîrokê li ser du karakteran hatîye avakirin. Ev du kes jî wek bav û kur li ser rewşa xerab a welat diaxivin. Hawara neteweyî bo hêşyarkirina kurdan e. Bi pexşanê dest pê kiriye û bi helbestek sê çarîn qedîyaye. Di çîroka duyem da, dîsa banga neteweyî heye bo kovara “Hawar”ê (hejmar du) ku bi “Gundê Nûava” bi nav kiriye. Di çîroka sêyem a didaktik da, dersa hêza hevgirtinê tê dayîn. Bi navê “Bihara Dêrikê” ye.

Qedrî Can, wiha dest bi çîroka “Guneh” kiriye, “Carekê min di kitêbekê de xwendibû: ‘Serhatiyên meriv çiqas kevnar be, di mejîyê meriv de ew qas şopên kûr dihêle…” Piştî vê daxuyanîyê li ser hev, di vê çîrokê û çîroka bi navê “Sond”ê da, bîranînên xwe yên zaroktîyê bi çavê zarokan vedibêje. Di çîroka “Rojên Derbasbûyî da jî gazincan ji roj, meh û salên zû derbas dibin wiha dike. “Roj, mah, sal… Çiqas zû derbas dibin.” (Can, 2007:42) Êdî Qedrî Can bi çîroka “Serencam” û “Tayek Porê Spî” kemilîye, zimanek herêkbar bikar tîne. Lê dizane ku emrê çûye êdî nayê.
Bi pirsa, çima rûyê xwe tirş bikim? Wiha li xwe tê mikurê: “Min ji xortaniya xwe tu xêr nedît ku ji pîrbûna xwe bitirsim… Min şêraniya dinê tam nekir ku talbûna axiretê madê min tirş bike…” Can, 2007:52) Di “Hêva Çardeşevî” da, bi metaforan dagirbûna welat û bêkesîya kurdan vediguhêze. Di “Muhra Suleyman” da, welatê kurdan bi sînoran hatîye perçekirin. Ji Besrika zêrîn û Gulçînê bi şûn da, hinek mizah hinek rexneya berjewendparêzan û hwd. Di Nêçîra Berazan da hêmaya xewê hatîye bikar anîn. Bi awayekî din jîngehparêzî dertê pêş. Di çîroka Sehên Zozanan da, êdî seh wek lehengek çîrokê ye. Di dawîya pirtûkê da çîrokek folklorik, didaktik cih girtîye.

Çîrokên Îroyîn û Wek Mînak Çîrokên Mehmet Dicleyî

Mehmet Dicle, 43 salî ye, nivîskarek pir ciwan e. Lê wek ku wî jî di gotûbêja me da behs kiribû, hê di serdema xwendina zanîngehê da, bi hevalên xwe ra bi saya avakirina koma xwendinê û bi komî xwendina edebiyata kurdî û ya cîhanê, di vê temenê xwe yê ciwan da dest bi çîroknûsêyê dike. Hê di vî temenê xwe yê ciwan da, di asta navnetewî da hatîye naskirin. Li zanîngeha Krakowieyê kurdologa polonî Joanna Bochenskayê çîrokên wî wergerandîye zimanê polonî û pê ra hevpeyvînek berfireh kiriye.
Ez dixwazim bi kurtî li ser sêwrandin (fiction), afirandina karekteran, dünya an mekanê çîrokan, teşbih an teswîrên xurt û zimanê dewlemend rawestim.

Dema em li navê çîroka Leylanê bifikirin, em dibinin ku wateya navê çîrokê bi xwe bûye wek sîwanek ku hemû çîrokê digre nava xwe. Yanî hem wek melodîyek hemû çîrok bi ahenga dengan hatiye xemilandin hem jî wek serab, xewn, hêvî û têkçûn çîrok hatîye honandin. Wek ahenga dengan hevoka yekem, “Pîrê hewşa xwe avreşandî kir û hûrik hûrik paqij kir.” Dema em hevoka duyem dixwînin dizanin ku kur û keçên malê jî wek pelên darê bêwext ji hev qetîyane. “Ji xeynî çend pelên ku bêwext zer bûbûn û ji gulîyên xwe qetîyabûn tu tişt nekir ser çaroka (çîroka) xwe.” (Dicle, 2010:9)
Karakterên di çîrokên Dicleyî da, bi piranî kesên ji rêzê û jin in. Meriv dikare bibêje ku nivîskar çav bernedaye hêsanîya lehengên dîrokî û ji xwe ra ji kesên sade lehengan afirandîye. Wek pîra Hacer ku her xwedî li cih û mekanan (wek gora Hecî Resûl û ya keça xwe ya şervan) derdikeve.

Dema em li dünyaya (honandina) çîrokê dinêrin, dibinin ku gelek bi hêsanî (flashback) di wî sê rojên xwe da (bo vegotina çîrokê, sê roj demek pir dirêje ku em bi Ulyssesa Joyceî ya 24 saetî ra berawird bikin), geh bi hestîyar bûnê û geh jî bi rêya xewnan vegotîye. Hacer, 25 sal berê hevjîna şaredarê Asûsê, dîya sê kur û du keça ye. Kurê mezin Cemîl mamosteyek sirgûnî ye. Yê navîn ji ber feqîrîyê nikare bê. Yê piçûk bi pey keçek ewrûpî ketiye û ew jî edî hew tê. Keça mezin di şerê Kanîya Kewan da hatiye kuştin. Ya dinê tenê di xewan da dibîne. Sê rojên ku pîrê diçû ser girê zîyaretê, li ser rêya xwe Baqî, hevjîna wî Selma, Selîmê dikandar û Sewînê dîtîye. Heta roja dawîn a ku Sewînê dibêje Cemîl nayê, lê dê telefon bike jî hêvîya xwe wenda nake. Dîsa berê xwe dide girê zîyaretê û di bersiva Sewînê da wiha dibêje: “Kî dizane, belkî îsal jî Hesenê min were.”

Çend mînakên teşbîhî ev in: “… hewza biçûk a ku kevza wê rengê avê jî wekî hêvîyên wê bi hemû tonên keskayîyê dixemiland…”, “… perçikê esmanî ku di şibakên navbera apartmanan re wek destmaleke piçûk a gemarî …”, “… riya bajêr a ku li bin tava havînê wekî termê marekî kuştî bêlebat bû.”, “Awirên wê wekî çotek zarokên lawîn bi dû mînîbusê diketin, ji zuxirê navçeyê heta meydana çarşîyê baz didan.” (Dicle, 2010:15), “Sekinî (ew, pîra Hacer). Wekî dareke kevnare bi sedan zivistan dîtibe, kelekelên havînan derbas kiribe, bayên har qurtandibe. Pelên xwe weşandibe û mabe li benda zivistaneke reş a din.”

Encam

*Meriv dikare bibêje ku temaya çîrokên Qedrî Canî bîranînên bi êş ên jîyana wî ne. Lê di bîranînên xwe yên zaroktîyê da serkeftîye, ji ber ku bi çavên zarokek nivîsîye.
*Mehmet Dicle di her sê pirtûkên xwe, Asûs, Nara û Tayê da navçeyek edebî bi navê Asûs afirandîye. Taybetîya herî mezin a çîrokên wî ew e ku bi teşbih û tevgera objeyan; tiştên razber ên wek hest û xeyalan şênber dike.

Çavkanî:

Can, Qedrî, Guneh, Weşanên Lîs, Amed 2007
Cewerî, Firat, Antolojîya Çîrokên Kurdî, Bergê 1ê, Weşanên Avesta, Stenbol 2018
Dicle, Mehmet, Nara, Weşanên Avesta, Stenbol 2010
Hawar, Kovar, Bergê 1ê, Weşanên Nûdem, Stockholm 1998
Jiyan, Rênas, Qedrî Can Hemû Berhemên Wî, Weşanên Belkî,Amed 2009
Uzun, Mehmed, Antolojîya Edebîyata Kurdî, Weşanên Aram, Stenbol 2003
Çavkanîyên Elektronîk
https://kadimhikmet.com/index.php/2020/06/28/berawirdkirina-destpeka-rojnamegeri-u-edebiyata-modern-a-kurdi-u-tirki/
http://www.kurdishstudies.pl/?ku_pirt%C3%BBka-mehmet-dicley%C3%AE-bi-polon%C3%AE%2C172

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !