Bi Hunermend Armanc re Roportajeke Balkêş

Roportaj: Mihemed Keskin

 

1. Niha bawer im xwendevanên me meraq dikin gelo Hunermend Armanc kî ye çawa jiyana xwe didomîne.

Ez di sala 1960’î de li Omeryayê gundê Herbê hatimê dinê, Omerya herêma di navbera Masertê (Omerlî) û Nisêbînê dikeve ku girêdayî Mêrdînê ye. Di sala 1970ê de em derbasî Îskenderûnê bûn û mala bavê min, hê jî li wiran e. Ez piştî salên 90î derketim ji derveyî welat û li Swêdê bi cîh bûme. 20 sal e bi karê bernameyên TV’yê mijûl im û di heman demê de karê hunerî dikim.

2. Gelo li gorî we rewşa muzîka kurdî ya îroyîn çawa ye?

Gellek helwest hene û di heman demê de di hemî rengê muzîkê derdikevin pêş, ev gellek hestê mirov pêş dixe û wek tê zanîn hunera kurdî ne tenê bi kurmancî ye, lê em dikarin bêjin bi hemî zaravayên din jî, pêşketinên baş hene. Lê ger ku mirov bi çavê rexneysî temaşe bike, helbet bi xwe re gellek kêmasî û tevlihevî jî tîne.

3. Em dibînin gellek hunermendên civan û ji ber bêderfetiyê nikarin deng û awaza xwe bigihînin civatê, nikarin klîbekê bikşînin û xwe bidin nasandin. Bi we divê çi bikin ku xwe bidin nasandin.

-Ez baweri m ev dem ev pirsgirêk hatiye çareserkirin, ji ber ku niha tora civakî (sosyal medya) gellek derfetên baştir dide ev jî lê nû, li ser Youtube û malperên din bawer bike niha temaşevan û guhdar zêde bûne, ji ber alternatîfê zêde li pêşiyan wan hene. Di kanalê TV’yê de huner li gorî sîyasetê tê meşandin.

4- Gelo çima şîrketên muzîkan an jî medyayên sereke yên kurdan ji xêncî çend hunermendan cih nadin wan civanên zîrek. Hûn medyaya kurdî vedikin her meh her sal reklam, xeber û roportajên eynî kesan hene. Çima herdem eynî rûyên naskirî ser medyayên kurdî ne. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

-Min li jor jî, hinek vekir. Baş e ku tora civakî li pêş ketiye. Niha derfetên hunermendên ciwan an jî,e m bêjin nû, bêtir heye. Mixabin mirov dikare bêje sîstemek hatiye avakirin, û hunermendên nû, nikarin bi carekê re derkevin pêş, helbet mijarek gellek berfireh e rastî,ez naxwazim bibe polemîk, dibe kû şaş bê fêmkirin.

5- Em dibînin asîmîlasyon û oto-asîmîlasyoneke mezin heye çima kurdên me li zimanê xwe xwedî nakin. Bi we li dijî asîmîlasyonê muzîk dikare roleke çawa pêk bîne?

Dinya îro li ser teknolojî û dîjîtalê tê dîzayn kirin, Medya sîyaseta herî sereke dimeşîne. Di sala 1995’an de gava yekemîn kanala kurdî Med Tv. Dest bi weşanê kir kurd jî, fermî ketin nav vê sîstemê û biryarek gellek hêja û di cîh de bû. Lê mixabin her kuteknolojî li pêş ket, her çiqas kanalê kurdan zêde jî bû, lê li hemberî kapitalîzmê zêde nikarin li ber xwe bidin. Ji ber ku sedema yekemîn hemî kanalên me dibin baskên sîyasetê de ne,yan dî, kanalê dunyayê,bi reklam û bi sponsorê gellek mezin jîyana xwe didomînin. Ji bo Kanalên kurdan ew derfet tune. Bernameyên ku ji bo ciwanên îro bikarîbin xwe tê de bibînin pir kem in. Dîsa zimanek dibê ji mal dest pê bike. Mixabin ruhê me kurdewarî ye, lê mejîye me yê dagirkeran e. Jixwe ku beravajî vêna ba, niha her çar perçe rizgar dibû. Em aşiqê zimanê dijminê xwe ne. Heta carna jê, ji bo wî zimanî em ji wan xweştir biaxivin, em zêde xwe diwestînin. Ji xwe ez dikarim bêjim yê ku rola xwe dileyîzîne muzîk e. Ji TV’yan bêtir Hunera Kurdî bala gel dikşîne.

6- Em dizanin we demek karê dublajê jî kiribû. Gelo karê dublajê zor e yan na?

Karekî gellek bi wate ye, bawer bike ewqas mirov li pêş dixe mirov nikare bi tiştekî din re bide muqayesekirin. Helbet ez ji bo kesekî ku bi xwaze zimanê xwe li pêş bixe ez dibêjim. Dibe mirov bi rêk û pêk bimeşîne, Loma jî, rola rêvebirê dublajê gelek girîng e.

7- Ez carinan televizyonên Bakur vedikim xwe bi xwe dibêjim çima fîlmên biyanî nayên Kurdîkirin çima kurdên me hesreta fîlmekî ne. Televîzyonên kurdan şev û roj bi propaganda û ajîtasyon re mijûl in. Gelo hûn vê rewşa medyaya kurdî çawa dibînin?

Me gellek carî hewl da. Yek mafê telîfê yê fîlmên nû budceya (butçe) kanala me têr nedikir, yan dî fîlmê ku tu hilbijêrî ji aliyê revêbiriyê ve, wexta tê hilbijartin li naverok û konsepta wê dinêrin, çiqas li gor sîyaseta me ye, wê demê gava tu li erzan bigere û bijarebe, tu çiqasî dublajek xweş çêbikî jî, cîhê xwe nagire.
Loma jî, Medya zêde derfet bi dest naxîne. Niha dinêrim qanaleke bi navê Ava Tv dest pê kiriye, lê nizanim çima bi xwe çênakin û tenê rêzefîlmên Tirkan Dublaj dikin, ger bi rastî ji bo gel bixwazin tiştekî baştir bikin û derfeta wan ya Aborî heye, dikarin gellek alternatîfên din biafirînin û li hemberî helwestên hişk jî, namînin.

8- Hûn jî zanin di nava Kurdan de çanda rexnekirinê tune. Hûn mijarekê rexne bikin ya we dikin bênamûs, xayîn yan jî heqeretên curecur dikin. Di vê meselê de fikrên we çi ne gelo? Kurdên ku ji sibê heta êvarê demoqrasiyê dixwazin çima rexnekirinê wek sûcekî dibînin?

Ji kurdan bêtir em bêjin, rêxistinên sîyasî . Hûn jî dizanin yekemîn hevoka rexne û rexnegirî di nav hêza PKK ê de dest pê kir. Ez jî bi xwe bi salan e di nav dezgêhê vê rêxistinê de kar dikim û wek sîyasî jî, bêtir nêzîkî xwe dibînim. Di her rêxistinê vê haraketê de civîn çêdibin, di van civînan de hemî hevalên ku beşdar dibin li hemberî hev ku pêwîst be, rexneyên gellek dijwar dikin û di wê civînê de her tişt çareser dibe. Lê mixabin ev demokrasî ji bo kes an jî saziyên ji derve tune ye. Kes an jî sazî gava tiştek PKK rexne dikin, li hemberî xwe gellek helwestên tund dibînin û li gorî min şaş e. Gellek carî li hemberî min jî ji aliyê hinek kesan nîqaşên sîyasî tên vedivin, lê ez gellek bi hemd li tev digerim, ji ber ku ez li xwe rêxistina xwe ji warê teorî be gellek serdest im. Ez ê çima hêrs bim? Hêrs bûn karê nezanan e.

9- Gava mesele û mijar Kurdên me bin meriv mixabin diweste. Gelo Kurdên me divê îro çi bikin ku pêş bikevin?

Mijarek gellek berfireh e, pirtukek têra vê pirsê nake. Tenê hemî kesayetî, sazî û rêxistin dibe li hemberî hev bi tolerans bin, em vê li pêş xînin. Bala xwe bide dagirkerên kurdistanê hemî bi hev re di bin re şer dikin, lê ku mijar bû kurd û berjevendiyên kurda di 24 seetan de dibin birayên hev û civîn li ser civîna li dar dixin. Em Rêxistinên Kurd yekemîn em ji hev ne razî nin û ya herî xerab dijminên me ewqas bi dest û lingên xwe ketine nav me (ajan) di gellek mijaran de em nikarin serbixwe tev bigerin.

10- Roportajeke pirr xweş bû spas dikim bo we. Hûn dixwazin wek dawî çi bêjin ji xwendevanên kovarê re.

Gelê kurd hûn çi ol, çi zarava, ji çi herêmê bin, ji bîr nekin hûn berî her tiştî kurd in. Û dîsa ji bîr nekin hemî sazî û partîyê me yê çêbûne ew qebûl bikin û nekin, hûn herdem rexnê xwe bikin lê di heman demê de çalak bin ne tenê li ser tora medyayê. Alîkar bin li xizan û fêqîrên xwe, rê nedin ji bo dijmin bi dilê xwe bi me bilîze. Ez Ecem,Tirk û Ereban gellek baş dizanim. Di vê roja ku em bê dewlet in jî, bawer kin em ji wan gellek bêtir şareze, zana û jîrtir in. Xwe kêm nebînin li her qada ku hûn lê dijîn her yek ji we bila mîna sazûmankarek, serokek, rêxistinek û welatparêzêk gelê xwe be. Em dikarin bi wan lê, tenê dagirkeran bi sedsalan e di navbera herçar perça de sîstemek û sînorek xwe danîne. Perçekirina wê hinek zahmet e. Hemî ev e pirsgirêk.
Ji kovara we re ez spas dikim ji bo vê firseta we da min, serkeftin ji we re dixwazim.

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !