DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP / Şemoyê Memê

DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP / Şemoyê Memê

Destpêk

Balkêş e, gelek rohilatnas û gerok pesnê zargotina Kurdan didin, “Rohilatnasê Sovyeta berê  Î.O. Farîzov pêşgotina ku wî ji bo pirtuka V.B.  Nîkîtîn ê bi navê “Kurd” nivîsî bû de dibêje, “wekî zargotina Kurda piraniya nimûne û babetên xwe ve nava zargotina miletên Rohilata Pêşîn û Navîn de cihê pêşîn digirê.”[1] Ev ne pesne, rastîyekî berbiçav e.   Zargotina Kurdan  behrekî kûr û fireh e. Hema  bixwazî kîjan babetê binêrî,  dikarî rast bêyî.  Sînorên zargotinê nîn in. Ji mêj ve hebû û heya dawiyê jî dê hebe. Li gor demê, çandê û erdnîgariyê dirûv û naverok  piçekî diguhere.  Zargotin di çandekî de dikare nexşên çandên din jî  bigire, ango têkildarê hevûdû ne. Lema em gelek çandan de rastî heman lehengan tên; wekî Rustemê Zal. Faris lê xwedî derdikevin lê belê zargotina Kurdan de cihekî gelek giring dadigire û Mîr Şerefxan dibêje ew Kurd e.

Zargotina Kurdan behrek be, ev mijar  jî çilkek(dilopek) ave. Meriv vî dilopa avê de dikare bixeniqe, sînor fireh  û kûr e. Ji Bozê Rewan destpê dike, Rexşê Belek dibore, rastî Sosikê, Bilîcanê û Hidman tê û hê jî neqediyaye. Gelo ji bo Kurdan hesp tê wateya çi? Ew çawa destanan de, çîrokan de,  stranan de û jiyana rojane de bikaranîne? Kîjan cure hesp li ber dilê wan payebilind in?

Hespinê Kurdan biesil in, lê wekî hevalên xwe dihewînin. Hesp zanetiye,  mêraniyê, serketinê, ragihandinê û pevgihandinê dinimîne. Ew herdem li bal siwarê xwe amade ye.  Kurd  gelek  cureyên(cisnên) hespan xwedî dikin. Wek hespê kihêl, hespê çale, hespê qule, hespê kumêt….hwd. Lê belê hespên  ku li ber dilê wan binirx in  “Kihêl” in. Mêrê Kurd hespê/a xwe pir hezdike, lê nawestîne,  nakûte  ji bo hezkirina ji dil, hespê wî jî li gorî xwedîyê xwe tevdigere. Zanistên ajalan dibêjin hesp xwedî hestekî kûr û hûr in.  Di dilê siwarê xwe de çi heye dizan in . Lê divê siwarê wî/wê jî  yekî camêr, maqûl an jî mêrxas be. Jinên Kurda jî  siwar in. Hema bêje gelek jin mêran re têkevin pêşbirkê/qayîsê  ew ên serkevin. B. Nîkîtîn  dibêje,  “hema bêje hemû kurd siwarên şareza ne û gerok çiqas  pesnê mêrxasî ya siwarên Kurdan bidin jî  ne bes e”.[2]  Mella Mehmûdê Beyazidî jî dibêje “Kurd xwedî hespên  baş in. Çar cure hespên wan hene;  Kihêl , Hed, Seglaw û Mûanag. [3]

Li şahîyan de be, li şînan de be,  hesp berbiçav e. Dawetên Kurdan de vexwendeyan (dawetî) re dibêjin “Siwarên Bûkê.” Dewat û şahîyan de mêrên Kurd xwe li ser hespên xwe yên xemilandî nîşan didin. Bavê bûkê  hepsekî/ê wekî  xelat pêşkeş dike. Wexta ku kesek mir li nav rêûresma wî ya xakkirinê de hespê wî jî  pey cinazê wî giran giran tê. Ger mirî xort be hespê wî xweş tê xemilandin, li ser zîn,  şûr û xençera wî tê daliqandin. Ger mirî kal be cawekê reş didin ser pişta hespê wî. Jina mirî an jî dê-xwişka wî li ser wî zêmaran distrên û gelek caran mêrxasî û hesp ajotina wî dipesînin. Gelek cihan hatiye dîtin ku li ser gorên wan temsila hespan hatiye çêkirin. Li ser kêlikên wan,  hespên wan hatine neqişandin.   Mêre Kurd  navên baş û delal hespên xwe dikin. Hespên xwe dişon, tîmar dikin û alifê wan qet  kêm nakin. Gotineke kal-bavan heye dibê:” Hespê kihêl qamçiyê xwe naxe.” Rast gotine. Çawa merivên çê jî hene yên qeşmer jî hene, wekî wê hespên çê jî hene, hespên xirab jî. Mêrê Kurd hespê xwe wek namûsa xwe dihesibîne û nahêlê kes bi zorê destê xwe bide ser. Tê gotin  li gundê Kizîroxlî(Qersê)  ku şêniyên wî gundî Tirk in, axayê gund Şamil Axa çav kirîye hespê Mîrza Beg. Mîrza Beg ji gundê Omeraxa merivekî maqûl bû ye. Wexta ku qasidên Şamil Axa tên ber derê Mîrza Axa dibêjin, axayê me hespê te dixwaze, Mîrza Beg, ruyê xwe tirş dike, awirên xwe tûj dike û dibê, “herin Şamil Axa re bibêjin, hespê min qelenê diya wî ye, bila diya xwe bişîne , paşê ez ê hespê xwe bişînim.”

Ji dewrên qedîm wê de di dîrok û zargotina hemû milletan de  hesp, cihekî giringtirîn dadigire. Ew jîyana mirovan hêsantir û bilêztir  kirine. Ji ber  esilî, bilezî, çalakî, kûrfikirî ya wan ; pehlevan, çiya ( Rexşê Belek), bayê bezê( Bozê Rewan), biperûbask(Duldul) ….hwd hatine nasîn. Diroknas destnîşan dikin ku hesp berê ewil li Medyayê, dewrana Kassîtan de  hatine kedîkirin. Hesp li vir derbasî cihên din bûne. Di mîtolojiya hîndûyan de, destana aferîşê de hesp li nav ava abadîn de wekî agirekî derketiye. Cihê wî av e.

Di vê xebatê de me hewl da ka zargotina kurdan de motifa hespê çawa hatiye bikaranîn. Ji ber ku mijar gelekî kûr û firehe me çar destanên kurdan yên sereke sûdwergirt.Em dê  Destana Memê Alan û rola Bozê Rewan dest pê bikin, Rustemê Zal û hespê wî Rexşê Belek biqesidin, destana Kerr û Kulik û Bilîcanê  raçav bikin û Dewrêşê Evdî û Hidman guhdar bikin. Dawiyê de tekiliya hespên mîtolojîk û  dirokî, li ber hespên zargotina Kurdan binirxînin. Çend nimûneyên zargotina Kurdî rapêşî xwendevanan bikin. Berê ewil destana Kurdan  ya giranbiha Memê Alan dest pê bikin.

Bozê Rewan : Rêhevalê Memî

Hesp bûne babetên gelek destan, çîrok, stran û efsaneyan. Li seranserê Kurdîstanê kes tune ku destana Kurda ya ji mêj ve tê gotin û  binyata xwe ve digihêje dewra antîk, Memê Alan nebihîstibe. Hema em dikarin bibêjin lehengekî destanê jî “Bozê Rewan” e. Hespê Memê Alan yê ku  ji  golê derketiye. Ye ku riya şeş mehan di nav panzdeh rojan de  qedandiye.  Ew hevalê Memê yê dilsoz e. Hevalê roja tengasîyê ye.   Wexta ku Memê digihêje Cizîra Botan, xelkên bajêr li bejn û bala wî, timtêla hespê wî hijmekar dimînin û wê padişahê Kurdan binavdikin.

Em  bala xwe bidin destana Memê Alan û peyda kirina Bozê Rewan:

 

Rojekî din nava xortan de bû şorê cenawerê behrê û eceban e

Hinekan dianî behsa hûtane

Hinekan vedikir şora marane

Hinekan digot: ”Di behrê de heye hemberî hemî rû erdane”

Hinekan digot:  “Heywanek heye di binê behrê de di şiklê hespane”

Kalekî digot: “Eger ku yê lê be bextê mêrane”

Rojekî têkeve dest ev cenawerê wekî hespan e

Merî lê sîwar be, pê qonaxên rojan dibire bi saetane

Ne dixwe avê û ne dixwe êmegê  cotane

Tim lê sîwar bî û li ser piştê peya nebî bi roj û bi şevane

Darê hikmê wî heye heya şeş mehane”

Hinekan digot: “heye hikmê wî heya salekê û didiyane!”

Zarokê piçûk guh didan kalan

Di bin çavan ve dikenîn û bi destan dikin şaretane

Digotin:  “Hele binihêrin ji vê derewa kalane!

Ma işê hespan çi ye di binê behrane.”

……………………………..

 

Wê rojê, Beglî dibîne ku di nav bajara Mixribiyan , galegûrteke girane

Herkes direvine ber vê behrê, dengê qîreqîr û gotinên wane

Beglî yek şande ber behrê, got: “ Law here  binhêre çi dehwa wan xelkane.”

Ew xort li Beglî vegerî piştî çend deqîqan, jê re dike şorane

Beglî li ber Mem de direve û dibêje. “dibêne bêtarek hate serê torvanane”

Memî got: “Çi ye? Çi bêtar e?” Beglî got: “Îro torvanan tora xwe avêtine behrê

bi çend ciyan e

Ketiye nava torê tiştekî girane

Xelkê bajêr gişk xwe didine werîsane

Ne derdikeve û ne jî dilive bi kişandina xortan û peyane”

………………………………………………..

 

Ben kişandin bû hûfe hûfa pêlan û çirkeçirkê ben û şirîtane

Bi der ket binaniyê torane

Ditin ku di şebekê toran de cenawerek dixewîne di şiklê hespane

Tevla mîna gotina rîspî û kalan hinga Memî digot: “ Şorê kalan tu cewher e, divê

navêjî bin lingane.

 

Di kendala behrê de avadikin dozdeh ode bi kevirê mermera, û hespê dikin paş dozdeh oda û derî li ser de kilît dikin heya şeş mehan. Piştî şeş mehan Mem xeber bela kir,

 

Got : “kî vî heywanê ji min re terbiye bike, ez ê çavê wî têr kim bi perane”[4]

 

Kî kir ne kir kesî nikaribû nezî vî heywanê bibe, yên ku xwe ceribandin jî bi gez û simên Bozê Rewan nefilitîn û venegeriyan malên  xwe. Paşê Emer Begê, xalê Memî  destê xwe de li ser heywanê, destê wî de bû wekî miha. Navê wî danîn Bozê Rewan. Paşê Mem,  hespê xwe radestî bîst û pênç seracan dike. Ji bo taximê Boz xezîneya Mixribê vekirin, zêr û zîvên giranbiha terxankirin.  Di destanê de tê vegotin ku bist û pênc seracan şeş mehan xebitîne û taximê Boz amade kirine. Çêkirin û  nexşandina taximê Bozê Rewan de gelek cewahîr bikaranîne. Zengû  bitemamî zêr in, diçirûsin, ji nava rikêban de kevirên elmas danîne,   her yek wekî hebêke tizbîyan e. Hesinê gêm (dizgînê)  ji hesinê birûskê çêkirî ye. Bozê Rewan hespekî bêhempa ye helbet taximên wî ji divê bê hempa bin.

Hespê Memê  di binê behrê de derketiye. Zargotinê de ev motîf gelek caran ber çavê me dikeve. Têbawerkirin ku hespê  di binê behrê derketine, hespên bê mirin, bê xwarin-vexwarin ango hespên bisêhr in;  çawa dîyare wekî  gotina  rîspî û kalên bajara Mixrîbê. Bandora efsaneyan li ser mirovan gelek in. Di nav xelkê de tê gotin di binê Gola Wanê de jî cenawerek heye. Ev galegal deh sala berê bibû mijara medyaya Tirk jî.

Destana Memê Alan û  golê derketina Bozê Rewan bandorekî mezin li ser xelkê kirîye û gelek deveran efsaneyên wekî wê afirandine. Li Qersê gundê Sûbatan ( avnoqîya)  têbawerkirin ku, berê dinya bi avê dorpêçkirî bû. Simên hespê  yên pêşîn  mezin bûn û  bikêrî avjeniyê dihatin.  Wexta ku av kişiya peyrevên wî li ser erdê mane,  dirûv guhertine  û gihîstiye forma îro. Li Sîweregê jî “Gola Hespan” heye. Mirovek rojekî tê ber golê behna xwe dide û mihîna wî beredayî ye. Li nav golê hepsek derdikeve û mihînê tîne fel û ceniyekî pir delal jê çêdibe. Sala din dîsa cenî û  mihîna xwe tîne li ber golê ji bo tovgirtinê , lê belê vê carê hesp avê derdikeve û ceniya xwe direvîne nav golê. Li Qersê  nêzikî  Sûsizê “Gola hespan”  heye û tê bawerkirin ku ev gol bêbin e û  di golê de  bawikê hespên yê herî baş dijî. [5]

Hesp   ragihandinê,  pevgihîştinê, hestên dûr û kûr dinimîne. Li vî destanê de jî pevgihîştina Mem û Zînê bi xêra Bozê Rewan e. Mem li ser pişta Bor çil rojî diçe, Bor bi Mem re dikelime dibêje;

 

“Memê min î delal,

tu qamçiya di min de netewîne

qet nabêjî halê Borê te çi ye, çi nîn e?

Memê te qet ha ji xwe nîn e”[6]

 

Mem bi eşqa dilê xwe,  wekî  Bor (Bozê Rewan)  jî dibêje haya wî ji xwe nîn e, hespê xwe wusa ajotiye, ne gotiye gelo ev heywana tî ye, birçi ye? Gelo nelên wî ketine. Paşê bala xwe didê,  rêhevalê wî yê rojên tengasîye ne tu halê de ye. Simên wî birîndar in. desmala xwe ve dipêçe. Ew jî derdê sîwarê xwe zane, dilê wî li Mem dişewite, ew jî dixwaze bi rojekî pêşte bigihîjin bajara Cizîra Botan. Siwarê hespê çiqasî qedrê hespê xwe bizan be, hespê wî jî ewqasî qedrê wî dizane.

Li jorê tiştê ku balkêşe behreya (qabliyet) axaftinê ye. Ev jî nîşaneyekî derasayiya Bozê Rewan e. Axaftin behreya mirovan e, lê belê mirov layê hestan de kêm e. Hesp xwedî hestekî kûr û hûr in, tiştên ku mirov nikare têbigihêje ew  dihesin. Tiştên hê ji nebûyi an jî nepenî dikarin bihesin an jî bibînin. Xwedî van hespan jî,  bi xêra hespên xwe ev rûdanên nebûyî dihesin ji ber ku hespê wan ji wan re dipeyîve. Disa varyantekî Memê Alan de jî,  yê ku şîreta Memî  dike  ne Xizir e, Bozê Rewan bixwe ye. Wexta  Mem digihêje Cizîra Botan, qîza Bekoyê Ewan dixwaze Mem  bixapîne û xwe wekî Zîn nîşanî Mem dide. Lê belê Bozê Rewan bi saya  hesta kûr pê dizane ku ev kî ye. Dikelime û  Mem serwext dike, bila nekeve tora qîza Bekoyê  Ewan.

Rêwîtiya Mem û Xizir

Memê Alan wexta ku pey xewna şevan, Zina Zêdan dikeve, mala bavê xwe, xalên xwe diterikîne,  nizane Cizira Botan li ku derê  ye, rê de rastê kalemerekî  ku emrê wî gihîştiye heftê û pencan,  tê. Hepsekî  wi ye boz heye wekî yê Memî. Ew  dibin rêheval.  Mem hespê xwe dide ber zengûyan,  lê belê merivê kal hespê xwe zengû  nake  jî dîsa Mem pe re nagihîne. Ew kalemêr Xizir û hespê wî Boz e. Hespê wî li ser hespê Memî re ye:

 

Her du jî  bi hev ra siwar bûn li pişta hespane

Tema  dilê Memî şewitiye, kêlekên hespê xwe dane ber zengûyane

Parxanê heywan çenî kirin, mîna goştê qîmane

Memî dinhêre ku kal zengûyan li hespê xwe nade, dîsa li pêş wî diçe seedek

didiyê  cotane,

Memî di dilê xwe de digot: “hespê min kuriya behrê, Bozê Rewan e

Bi wî ra çûyîn, li dinê ne karê  tu hespan e

Nizam ko eva çi ecêba giran e

Hespê kalo wekî îşê cin û pêriyan e.”[7]

 

Belê Xizir alîkarî da ye Memê jî. Gelek şîretan lê dike, bi saya wan şîretan Mem  nakeva kemîna qîza Bekoyê  Ewan.

Hin hespê Mem , hin jî hespê Xizir, hespên derasayî ne. Hespên bihuştî ne. Lema jî divê sîwarên wan hespan jî  ne merivên sade bûna. Divê maqûl, camêr, mêrxas bibûna. “Xizir(Xidir)  nebî hespekî gewr an jî hespekî boz siwar dibe, mirovekî rûken,  xurt û rûspî ye. Timî kincên spî an jî kesk  li ser in”[8] . Sipî rengê paqijyê,  kesk jî rengê jîyanê, rengê hêşinahîyê(nebatan)  ye. Ev her reng jî  avê an jî jîyanê sembolîze dikin. Destê Xidir ( Xizir jî tê gotin) de rim heye û ew jî birûskê temsîl dike.

Bozê Rewan ji avê çêbûye, taybetiyên xwe ji avê wergirtiye. Lê behrê na ji golê derketiye, ev tiştekî balkêşe. Dinyayê de du curê av peyda dibin ; yek şîrîn e, yê din jî şor e. Ger ava şîrîn nîn be jîyan jî nabe. Hemû canewer (Gîyanewer) wek; mirov, ajal, nebat, çûk  bi avê jîyana xwe didomînin. Mîtolojiya Babilonyayê de ji bo ku gerdûn ava bibe, divê ku ejderha Tîamat  bi destê xwedan Mardûk bê kuştin. Ji ber ku Tîamat okyanûs ( ava şor)  ê. Xwedan Mardûk, Tîamatê dikuje, lê dike du par û dinyayê ava dike. [9] Di gelek efsaneyan de em rastî ejderhayan tên û em dibînin ku jîyana mirovan ango av-kaniyên wan,  destê wan girtine û tirsa wan kes newêre biçe avê bîne. Rojekê mêrxasek li ser hespê xwe  qesta avê-kaniyê dike û ejderhayê dikuje. Hesp xêrxwazê mirovan, ejderha jî berevajî,  neyarên mirovan in.

Av paqijîyê temsîl dike. Tiştên ji avê hatine jî paqij û bihuştîne, wek jiyan bixwe jî muhtaca avê ye.   Feylesofê Yûnana qedîm   Thales ( B.Z. 500-600) bingeha hebûnê ( arkhai) avê destpê dike. Ev prensiba gerdûniye û hemû tiştên din bi cilguhêrina avê derdikevin holê. Av derûdora dinyayê  radipêçe û dinya  li ser vê avê ye û hemû pewistîyên xwe jî vê avê digirê , ger ev nîbe, jîyan jî nabe.[10]

Li nav hemû milletan de, xasma li nav miletê Kurd de av û çawkanî (Jêderk) cihên pîroz û  razdar in. Tiştên ji avê tên jî pîroz û razdar in. Bozê Rewan ji avê rabûye û Memê re bûye jîyan. Gelek taybetî yên derasayî yên Bozê Rewan hene; wekî bayê birûskê  hespekî bi lez ê, hespekî bizar û ziman e  û dibe kû xwêdiyê  per û baskan be jî, lê belê  destanê de ev naxûye. Em ev  xeyseta wî bi lezbûna wî ya rîya Cizîra Botan  de têdigehin.   Hespekî bê per û bask nikare ew qas rêyeke dûr û dirêj  çend rojan de biqedîne. Mem xwe siltanê Kurdan, ava Cizîrê siltanê avê, bayê xerbê (Rojava) sultanê bê  û  kuriya behrê jî  siltanê  behran binavdike.

Rexşê Belek: Hepsek,  Wekî Fîlekî

Dîsa li  Kurdîstanê,  Anatolyayê û  Ecemîstanê û gelek deverên din kes nîne ku Pelewanê cihanê, Mêrxasê Zabilîstanê, Rustemê Zal û hespê wî  yê  ji golê derketî “Rexşê Belek”   nebihîstibe. Çirok,  bi Kurdî  berê ewil ji  aliyê rojhilatnasên Alman  A. Socin û  E. Prym  di sala 1890î de hatiye berhevkirin.  Em ê kurtasî behs  bikin.

Wexta ku Rostem mezin bû, çû lay bavê xwe got: “Bavo hespek bide min da ez lê suwar bim.   Got: “Kurê min de here tewilê hezar û du menegî wê li tewilê de, bo xwe êkî jê bigrê “Rûstem radibe diçe tewilê hespekî bibijêre, destê xwe dide ser pişta wê  tavilê pişta hespê dişikê. Paşê çû li ber rêzê sekinî, herçî destê xwe da ser piştê,  pişta wan şikest. Bi vî avayî pişta pênçsed hespî şikest. Paşê sêyîse hespan hat Rustem lava kir, dev jê berde, qira hespa neîne, bila hinekî sebir bike belki  Rebbê elemê  hespekî jê re bixuliqîne. Wekî rabû ser xwe Rostem fekirî şev e, carek di nivîştekî di xew çû. Milyaket  hate ser gote Rostem: “Rabe ser xwe, carek li fecra subehê de here ber gevenda behrê ji xwe re çalekî bikole, hindek qirş û qelaş bavêje li ser xwe û rûnê li wê derê. Gavekî te dî mehînek dê derkevît ji wê behrê, destê xwe neavêje wê mehînê bila biçit, ji xwe re biçêrit, tu ji cihê xwe nelive, paşî wî bihnekî pêl dê kevin behrê behr bibit du qat, hepsek dê ji nav derkevit, ew hespêt çawan a, beleke mînaya pilingan e, punyek sor e, punyek spî ye, punyek reş e,. Wekî te dît derket, tu navê xwe û navê bavê xwe jê re bêje, hesp bi xwe dê êt li ber te  sekinit. Rostem veciniqî xewê rabû, kete mitala ji xwe re got ev xewne,  careke din çavê xwe dide hev, lê milyaketek dîsa hat ser got: “Rostem rabe ser xwe ew ne xewn e, ez qesîdê Allah Teala me.  Rostem ji xewê radibe û sibê diçe ber behrê çawa kû jê re hatiye gotin û wûsa jî dibe.  [11]

Dîroknivîsê Kurd yê ewil Mîr Şerefxan, Şerefnamayê de (1597)  destnîşan dike ku têgiha  ‘Kurd’ tê wateya  mêrxasî û xurtiyê, lema ev nav hilgirtine. Dibêje,  wextên pêşîn  de gelek lehengên navdar û mêrxas  li nav vî milletê de rabûne.  Wek; mêrxasê binav û deng Rustem bîn  Zal ku dewra Keykûwad de  jîyaye,  Kurd e. Li gor lêkolîneran,  Persîyan ji bilî ola Medan, gelek efsane û çîrokên wan jî kirine malê xwe. Ji ber vê,  pir eşkere ye ku destana Medan  “Rustem”,  wekî ya xwe nîşan dane. Li gor Heredot, efsaneyên dewra Kuraşê Duyem de mane,  wekî   destana Kawa, destana Rustemê Zal berhemên Medan in. Hemû belgeyên dîrokî destnîşan dikin ku di jîyana Medan de hesp  cihekî giring girtine û  qîmetekê bilind dane hespên xwe[12]. Lema xelkên Medî peyva hespê( Aspa)  li ser navên zarokên xwe zêde  dikirin. Lohrasp, Goştasp, Tahmasp  û  h.w.d.

Firdewsî dîrok û efsaneyên Îran û Medyayê daye hev û pirtuka xwe ye bêhempa de  zêdetirîn  behsa Rustem û hevalê wî yê cengan, şeran “Rexş”ê dike. Dîya wî Rûdabe wexta ku  diwelide pir êş dikişîne. Ji ber êşan  wextekî jî xwe diçe. Ji ber ku Rûdabe diwelide û êşa xwe xilas dibe* navê kurê xwe datîne “Rustem” , ango ez  behnfireh bûm.  Meneyekî din jî “min berhem afirandin” e.  Rustem merivekî neasayî ye, rojeke wî wekî saleke dibore û zû mezin dibe, hewce hespekî ye. Divê hespê wî jî neasayî be. Firdewsî Şehnameyê de behs dike;  gelek hespên kalikê wî Sam hebûn lê belê Rustem zanibû ku ew hespên  efsaneyî yên pişt spî  nikarin binê wî de bimezin.  Hemû cenîyên(kurî) du salî anîn tewlê û Rustem bala xwe didê qet yekî/ê naecibîne. Paşê mehînekê singfireh, navzirav û lezgîn bala Rustem dikişîne. Li kêleka mihînê wekî wê ceniyek dixuye.  Jê re gotin,  heya niha kes ranebûye wê mihînê û ceniya wê zeft bikin. Mêrxasan qesta wê cenîya efsanewî  kiribûn bi geza diranên diya wê û li ber simên wê  birîndar bibûn. Kêfa Rustem pê re hat, jixwe  hespekê wisa dixwast.  Wî ev  cenî zeft kir û navê “Rexş” lê kir.  Ji wê rojê pê ve qet ji hev neqetiyan. Têbawerkirin ku Rustem bixwe wekî çiyayekî giran bû, gurzê wî 700 pût giran, rima wî jî 80 gaz (50 metre) dirêj bû. Werisê wî pir dirêj bû, zirxê wî yê ji birûskê çêkirî hebû. Ji bo van giraniyan  Rexşek pêwist bû. Rexş wekî bayê birûskê bû.

Di berhevoka Socin û Prym  de peydabûna Rexşê Belek wekî peydabûna Bozê Rewan e. Mihîn û cenîya(kurî) Rustam  avê peyda bûne. Her çiqasî Şehnameyê de behsa derasayî bûna Rexş bê kirin  jî  derheqa peydabûna wê de tu agahî nîn in. Çiroka zargotina kurdî  nêzî efsaneyiyê ye. Rustem,  xêra Rexş  gelek caran bobelatên xirab filitîye. Li beranberî hev li hember şêran, ejderhayan, hûtan, dêwan û dijminan şer kirine. Wexta ku Rustem di xew de be, hûtek, an jî ejderhayek qesta canê wî dike û Rexş bi serê xwe jê re şer dike.

Lêkoliner dibêjin ku, Rustem hezar sal berî Mihemed Pêxember hatiye dinyayê. Li gor rîvayetan, dibêjin rojekî Hz. Elî şerekî dijwar dike. Hz. Mihemed jê re dibêje “ya Elî! Te îroj şerekî Rustemî kir. Te pîroz dikim.” Hz Elî ew roj gelekî meraq dike, dikeve xeteran ( divê ku mitalan  be) û ji xwe re dibêje “gelo Rustem kî bûye ku tewer Pêxember jî nav û dengê wî bihîstiye! Qey ew ji min jêhatîtir bûye!?”  Ew  şev Rustem tê xewna wî,  Hz. Elî dibîne ku, babaegîtek( mêrxas)  li hespekî suwar e,  li bayê bezê ber bi wî tê. Suwarî tê û silavê lê dike. Lê belê ew suwarî seba ku gelekî gir e û bi heybet e , devê Hz. Elî diqufule û zimanê wî nagere, silava wî bigre. Suwarî dibuhure, ew bîstekî bi şun de tê xwe. Bi xwe re dixeyde, “Ez newêrek im, ziravê min nîn e! …. “  Dotira rojê diçe cem pêxember xewna xwe jê re dibêje. Hz Mihemed wuha bersiv dide wî: “Ya Elî! Dest bi ser desta re heye, suwariya ku hatiye xewna te Rustem e.”[13]

Rexş û Bor dewsa navê hespan tên bikaranîn.  Lê ne ji bo  hemû hespan. Peyva “Rexş” ê  Avestayê de,  rohnî, şewq û şemal ê dinimîne. Wateyeke Rexşê  “ba”, yek jî “ewr” e. Bayê biharê tê navkirin. Hin ba hin jî ewr tekildarê bilezbûnê û xûrtiyê ne. Hin Bozê Rewan hin jî Rexş wekî bayê bezê ne. Ba û ewr bêgem û zîn in;  li her derê ne. Hêzên xwezayîne, di mîtolojîyê de jî hêzên Xwedayî ne. Ba û ewr nîn bin av jî na be û jîyan jî nabe. Me jorê jî destnîşan kir pewendiya av û hespê. Ew hespana jî avê derketine û siwarên xwe re bûne jîyan. Wekî bayê dibezin, li nav ewran re difirin.

Rexş ewqasî eniri ku,

Te digot, per û bask jê derketin.

Motîfa hespên biper û bask destan û efsaneyên Kurdan de  ji mêj ve hebû ye. Jixwe hesp jî şûnwarên Mezopotamya û Medyayê de berê ewil hatiye  kedîkirin. Paşê ev efsaneyan derbasî mîtolojiya Yûnana qedîm,  Asya Navîn, Erebîstanê, Misirê û  Ewropayê jî  bûne. Hespê ku Hz. Mihemmed şeva mîracê pê siwar bûye û derketiye ewran Bûrak jî xwedî per û bask e. Di mînyaturan de Bûrak li ezmîn  biper û bask difire û der û dora wî firîşte(milyaket) hene. Ev bawerî sedsala 7an de derketiye holê lê belê binyata xwe efsane û destanên  qedîm digirê.

Li nav Kurdan de wexta ku behsa hespan tê kirin, her kes hespên xwe dişibînin  Rexşê Belek û xwe jî dişibînin Rustem. Em dikarin bibêjin  Rexş  nebûya Rûstem nedibû û ger Bozê Rewan nebûya jî Mem nedibû. Bi gotinekî din, hespê wan nebûya ew nedigihîştin mirazê xwe jî. Mirazê Memî,  Zîna zedan e lê mirazê Rustem ne dilrevîn e, mêrxasî û pehlewanî, têkbirina dijmin, şeytan û dêwan e.

Rexşê Belek jî bi qasî Rustem dihate naskirin. Hemû kes navê wî bihîstibûn û bi beramberî wî hepsek nîn bû. Bihaya wî beranberî qîzên qral  an  paşayan bû. Çiroka jêrê de em  tûşî  vî rastiyê tên. Rojekî kefa Rustem ê neçîrê te, Rexşê Belek siwar dibe, diçe li ser kaniyekî peya dibe, piçekî radizê. Paşê çavê xwe vedike , urt-ocaxê Rexşê Belek nîn e. Rexşê Belek diçe şeherê Zabîl e. Rustem pey dikeve, tê şeherê Zabil ê, cahilan dipirse, dibêjin  hespêk ku forma hespê te de,  li mala mezinê vê şeherê Mesihanê Adil de girêdane. Rustem der de çû, cimiet gişk rabûn li ber de, cimietê dena xwe de Rustem, serê wî wekî dolabê aşa, simbêlê wî mîna dûvê rexşa, tiliyê wî wekî bevşa. Cimiet lê hijmekar ma, cî nîşanê dan. Rakirin danîn cihê jor Rustem go ez ê herim. Cimietê go gelo em ê çi peşkeşê vî pelewanê bikin,? Yekî go hespekî bidinê, yekî go; şûrekî bidinê.  Jina Mesihan go; canim, hûn tiştekî nizanin, hespê wekî hespê Rustem hûn nikarin bidinê . Rustem hewcê hespê nîn e, qîza min ê piçûk Fireng Şahabî bêhed, bêşik û bêguman e, ez ê bidimê.[14]

Rexş xwedî ferasetekî kûr û dûr  bûye. Gelek rûdanan de bi saya vê behreya xwe, sîwarê xwe gelek bobelatan parastiye.Çîrokekê zargotina kurdî de têgotin, Rustem û xwarziyê wî Bêcan dikevin dilqê dewrêşan û li bajarekî diqesidin, li wir bi navê Semdiyanê Sidîn kesê ku tûfê serçavê bavê wî Zal kiribû re şer dikin. Eskerê Semdiyan qir dikin û dor tê wî, lema Semdîyanê Sidîn Canpolayê xwe,  xwe dike. Ji ber ku Canpola kirasê sêrê ye qet derbek lê nagire. Rustem bi destê Semdîyan birîndar dibe, nale nala Rustem e. Rexş li mala bavê de maye, bi hesta xwe ya kûr pê dihese ku siwarê wê tengasîyeda ye, lema  alifê li ber xwe bela dike,  êxur de selên li bin simê xwe pêkolm dike, hire hîra wê ye. Li ser vî ya dîya Rustem dizane ku kurê wî tengasiyê de ye. Rexşê ber dibe, bi bayê birûskê tê digihîje Rustem, dêna xwe didê birîndarê  bê hal e. Devê xwe dike birînên Rustem, dadilêse, paşê  dide pey Semdiyanê Sidîn Canpolayê wî serê wî dişiqitîne û serê wî dike nav diranên xwe,  lê dikuje.

Ferasetekî rexş jî axaftine, wekî Bozê Rewan. Di berhevoka Socin û Prym de tê vegotin; wexta ku  Rustem xewnê de jê re hatibû gotin kir, li behrê mihînek derket. Lê Rustem gotinên milyaketê bîr dike û werisê xwe davêje mihînê, navtenga wê dişidîne, lê belê mihîna behrê zora wî dibe. Rustem ji hespê heyran ma û got, “Mala bavê mihînê Xwedê ava bikit.” Rustem dest û lingê wê girê dide. Benda ceniya wê dimîne. Paşê Rexşê Belek  ji behrê derdikeve. Rustem dike nake nikare lê zewt bike. Sibehê heta nîvro, hev tînin û dibin lê yek zora yê din nabe. Paşê Rustem dibê , “ger ez Rustemê Zalê bim…”  hespê hema her du simên xwe li ser piyên Rustem berda û got, “Ya Rustem wekî te navê xwe û navê bavê xwe saeta ewil, te bi min re  gotibiya wê gavê ez dê derkevim, ez dê li ber te sekinim, çinku Rebbê alemê ez ji te re xuliqandime.”

Birayê Zilfînazê yê Serwext : Cilfîferaz

Hesp di efsane û destanan de  canewer(giyanewer)ên  biaqil û xwedî hêzekî nuqtedilî (pêşbinî) ne. Gelek  çirokan de siwarên xwe  li ber bobeletan û bêbextiyan  serwext dikin. Ev çirok pir balkêş e û dilsoziya hespê rapêşê me dike. Çîrok sala 1957an li Ermenîstanê ji zarê Gula Xudo hatiye girtin.  “Padşahek hebuye lê belê zarokên wî tunebûn e. Padşa bi halê xwe dişewite  ji nişke ve kalek ji diqeside.[15]  Kalê sêvekê dide padşa, dibêje,  evî sêvê[16] kerî ke, kerî kî bide jina xwe, kerî kî jî bide mihîna xwe. Hespê te yê avis derkeve, jina te yê ducan derkeve. Lê nav li wan neke heta ez têm. Jina wî radizê(diwelide) Xwedê qîzekî didê, mihîna wî jî dizê cenîyekî nêr tîne. Gelek sal derbas dibin ew bê nav dimînin paşê kalo tê navê wan didê; Zilfînaz û Cilfîferaz. Ji vir pê de jîyana her duya bi hev re didome. Padşa dibêje, kî navê qîza min û hespê min bizanibe ez ê qîza xwe bidimê. Dêwek bi fêlan navê wan hîndibe û Zilfînazê bi xwe re dibe. Lê dilê keçikê qet lê nakele. Cilfîferaz, pê re diaxive û  pirsa xwe dikin yek,  mecalê dest dixin dêw dikujin.

Hesp sembola hevgîhandinê û mirazê te, li vî çirokê de jî hesp siwarê xwe digihîne mirazê wê û kurê padşakî re dike yar. Ew rêya xwe didomin  rastî koşkekî tên. Li wir dibin mêvan.  Lê Zilfînaz bi gotina   Cilfîferazê kiriye û kincên mêran xwe kiriye.[17] Her êvar berê xwarine Zilfînaz diçe hespê xwe dişewire,  bi şîretên wî raza (sira)  wî eşkere nabe. Rojek tê kurê padşê li ser  mêvanê xwe û hespê wî dikeve şikê û diya xwe re dibê, çi hebe sêra hespê wî ye.  Mecelê nade ku ew here hespê xwe tîmar bike. Zilfînaz bê serwextiya hespê xwe dimîne û dawiyê de sira wî eşkere dibe û pê dihesin ku ew qîze. Kurê padşê pê re dizewice. Dawiya çirokê de Cilfîferaz canê xwe pêşkesî xwişka xwe û her du xwarzîyên xwe dike.[18]

Bilîcan û Kulik: Hepsek Serê Şêrekî Dixwe

Pevçûneke mezin jî li ser hespê Hesê Dûdê “Bilîcan-Bêcan” e ye.  Ew,  ku  her du bira Kerr û Kulik seba qîza Emer Axa  ya rû bi xal Pêrîşan ê,  rabûne pêşberî xalanên xwe şer kirine û axiriyê de Kulik canê xwe dest dide,  ye. Kulîk sîwarê Sosikê ye. Kulîk sîwarekî çê ye. Xortekî li ser xwe re ye. Li ser Pêrîşanê bengî bûye. Wexta ku Emer Axa ji bo  destxistina  “Bilîcanê”    li ser fîncana zîv qawê dide gerandine,  ew kesên ku êla Emer axa digotin  “ Em Beran in, em şêr in” , culet nekirin fincana qawê ranekirin. Kulik û Kerro binê vî barî de rabûn.

Li vî destanê de tişta balkêş temiyên Werdekê ne ji her du kurê xwe dike. “ were rê û dirba ji te re bêjim;  diçî girê Bedeliyê hişalka te ye. Wê derê wekî dibe berbenga sibê, hûn sîwar bin, bayê samînê radibe, lê dixe tûmê hevşanê dihejîne. Dibe çirpîna karxezala, nebe tu Sosikê pey bixînî. Deşta girê Bedeliyê ji kevirê çeqmeq e, alaf agir dide ew kevira, lingê hespê we dibire, hespê we xirab dibin. We ji nava dijmina hilnajînin. … wekî deşta Bedeliye diçin Golegenîa  nebî nebî Sosik ava şor nexwe lê miqate be.”

Kerr û Kulik temiya diya xwe “Werdeka reben” nekirin. Kulik ji ber ku li ser Pêrîşanê bengî bûye, qet tiştek li ber çavê xwe û qet tiştek jî  li ber guhê xwe nahesibîne. Hevala xwe  ya nazik û nazenin,  Sosikê li ser zinaran û kevirên çeqmeq re digerîne, dide pey karxezala Sosikê badilhewa  dibezîne,  şevê lê miqyat nabe û Sosik ava golegenîya dixwe û diperçife, taqet tê de  qet namîne. Ev bû tekçûna Kulik. Pey hespê xalê xwe ketibû lê  Sosik hal de ketibû û nekarî cowê  derbasbûya, kete erdê Kulîk jî ser re, xalanê wî, her yek donzdeh zerg lêdan.  Tiştê negotinê ye,   hespê mêra  navê mêra, xîreta mêra ye, lema Kulik naxwaze Sosik bi vî halî nava ereban de bimîne û wekî kera lê sîwar bin û tiranê xwe sîwarê wî re bînin, şûrê xwe dixe her çar pîyên Sosikê jê dike û Sosik jî hema li wir canê xwe ji dest  dide, Kulîk jî.

Kulik go: “Kero tu xema nekişîne min sê roj û sê şeva ser pişta Sosikê şer kiriye, rojdenek Sosikê here rojdenek bila bimîne.[19]

Meydanek da Sosikê, Sosik di bin Kulik de nikisî. Kerr go:

 

Hingî felek yar bû

Sosik bin birê min de teyar bû,

Felek berî guhast

Sosik bin birê min de xirav bû.

 

Varyantekî din yê çîrokê wisa ye; bavê Kerr û Kulik dimire û dêya wan Werdek herdu zarên xwe digire nezi konên  Emer axa bicih dibin. Kulik Sosikê siwar dibe, wê dibezîne tavilê çavê Emer Axa lê dikeve dibê “eva çi sîwareke, xwe jî hespê wî çi hepsek e” li wê derê  mirtivekî ji êla Emer Axa Bixdo dibê “hela ev çi ye, heye Bêcana Hesê Sadiqê Gêsî ku ev nabe nîvê wê”. [20] Emer Axa divê xwedî Bêcanê be, ji bo Bêcanê qîza xwe dike mezatê. Ji bo  xwedî bûn û zevtkirina hespê baş, Bêcanê,  Emer Axa ji Xwedê netirsiye û xwarzî  şandine li ser xalan û Werdeka dê  çavbihêsir û dilbiqul  hîştiye.

Hidman û Dewrêşê Evdî :Xortekî Bêmiraz:

Dewrêşê Evdî, ji bo Edûlê li ber Hafirê Gesî û eskerên wî şerekî  mêranî bi saya hespê xwe Hidman dike. Lê dawî ye de, çiqas eskerê Gesan bikuje jî, nigê Hidman dikeve qulên mişkan, Hidman hol dibe erdê û Dewrêş jî ser re. Hafirê Gesî,   Ecil Brahîm ligel pêncî siwarî ajotine ser  canê  Derwêşê Evdî. Edûlê dema ku kuştina Dewrêş dibihîze, ser hinarê rûyê xwe re digirî û dilûbîne:

Ez ê rabim Xilxalê lingê xwe bişkênim, li Hidmanê bikime coteke nel e,

Ez  Xizemê pozê xwe derxim, jê re bikim hûr bizmêr e,

Ez ê kezîyê xwe bibirim, ji Hidman re bikim gulik û rîşî û du hevsêr e.[21]

Edûle dildarê xwe re dibê: “Derwêşê Evdî, siwarê Hidman.” Ger Hidman neşiqitiya, Dewrêş têk nediçû. Edûle dibêje “ Ez ê pey Dewrêşê Evdî, siwarê Hidman, lawkê ezdî re navê mêra naynime ser xwe.”

Xelkên Êzdî qîmetekê mezin didin hespên  xwe,  li ser gorên  mera peykerê hespê wan tên daliqandin. Vî dunyayê de hevalê  merxas hespê wî bû, bi saya hespê xwe navê xwe belavkiribû. Şinên kurdan de qeîdeyek heye ku dengbejek li ser kesê mirî  kilama dibêje, gelek caran jina  yê mirî  an jî xwişka wî  li ser kilamên şînê(zemar) dibêje. Kilamê de  pesindayîna mirî te dayîn wekî siwarekî çawa bû ye. Piştî mirina wî  êdî kesek nikare hespê wî siwar bibe.

Hespê ku ji Heq Hatiye,  Divê Venegere : Hespê Mehmût Xan û Ehmedê Şivan

Li ber quntara çiyayê Agiriye, Koşka  Îshaqpaşa de  bi navê Mehmût xanek hebû. Hespekî wî yê boz  rojekî qereberbanga sibê de li ber derê şivanê Kurd, Ehmed disekine. Ehmed çend caran hespê dibe çolê ber dide jî, hesp  dîsa tê li ber  mala wî dihewire. Mezin û rûspî dibêjin; “ev hesp ji Heq hatiye û divê yê Mehmûd Xan be jî venegerînî.”  Mehmûd Xan berevajî edet û kevneşopîyên Kurdan  hespê xwe paş ve dixwaze. Lê belê Ehmed ji ber ku hesp ji Heq  jê re hatiye nadê. Mehmûd Xan gelekî eciz dibe, ji bo destxistina Ehmed şênîyên Bazîdê tê xezebê. Rûsipîyê heftê salî Sofî dewsa Ehmed dîl digire û dişîne zîndanê. Ehmed jî dîl tê girtin, paşê zîndanê rizgar dibe, qîza Mehmût Xan direvîne, lê Xan bêtir tê xezebê. Ehmed û Gulbihar kela Xoşavê dihewin. Xan ji bo qîza xwe mercekî dide pêş wî û Ehmed li ser hespê xwe derdikeve ser çiyayê Agiriyê û agirekî gur vedixe û bi silamet vedigere. Mehmût Xan hin hespê xwe, hin qîza xwe, hin jî canê xwe dide der. Xwe,   sêdarê ji bo Ehmed amade kiribû de dar ve dike.

Di Baweriyên Pûç ( Batil-Boşinan) de Hesp:

Dibêjin mirov dema ji hespê bikeve xwarê, hesp ji ser miron naçe û ji mirov re dua dike ku tiştek bi serê mirov de neyê û cihekî mirov tehl nebe. Lê gava mirov ji kerê de bikeve xwarê, ker li pey xwe nanere û nifiran li mirovî dike, dibêje: “Xwedêyo, înşela dest û lingên  wî bişikên!” ji ber vê yekê hesp wek heywanekî biesil tê hesibandin û jê tê hezkirin. Lê belê ker wekî heywaneki bêesil û ehmeq tê hesibandin û jê nayê hezkirin.[22]

Dibêjin xwedîkirina hespê boz zehf baş e. Tê bawer kirin, ku hespê boz dewlet  e, zengini ye.

Meriv di xewna xwe de hespê sor bibîne, dibêjin hespê sor mirad e, dibêjin meriv wê bigihêje miradê xwe lê belê meriv di xewna xwe de hespê boz bibîne dibêjin mirinekê çêbibe.  Lema pêşiyan gotine “Mirin hespê  Boz e, li ber deriyê her kesî ye.[23]

Li nav Kurdan de tê bawerkirin elk*( cinek)  şevan li axuran de li ser pişta mihînan siwar dibin, wan dajon  û heywana belengaz bêhal  de dihêlin, guliyên mihînê hev dialînin. Kêfa elkê pir ji siwarbûna mihînê tê. Lê berevajî vî, hespê nêr ditirsin. Lema hespê nêr keleka  mihînê girêdidin. Li nav gel de gelek çirokên wisa hene.

Têbawerkirin ku wexta ku jinek ducanî be, cinên xirab ji bo zarokên xwe yên birçî hewl didin kû dil û hinavên wê derbixînin. Xasma jî  dema  welidandina  wan de tên dora wan. Ji ber kû hespê nêr dikare wan bibîne,  wî tînin oda jinikê û cinên xirab hespê dibînin û ditirsin, ji wir dûr dikevin.

Di Metelokan de Hesp

1-Hespên kihêl di binê merxasan de dibezin.

2-Hespê kihêl qamçiyê xwe naxe.

3-Hespê çê êmê xwe zêde dike.

4-Mirin hespê  boz e, li ber deriyê her kesî ye.

5-Hesp nekiriye , êfir çêdike.

6-Siwarê hespê xelkê timî peyaye.

7-Hespê xelkê meydanek

Jina xelkê ramûsanek

Kincê xelkê ro-danek

8-Hespê çê siwarê xwe nas dike.

9-Êmê hespê merive zengîn ji kîsê xîzan e.

10-Hespê xwe girêde paşê teslimî Xwedê bike

11-Hespê çê siwarê xwe bi rê de nahêle.

12-Hesp dibeze, sîwar pesnê xwe dide.

13- Hespê merivê xayîn heta sêrî  nabeze.

14- Hespê bavê, kur veşartin nabe.

15-Merivê dewletî siwar dibe Xwedê bîr dike

Peya dibe, hespê bîr dike. [24]

Di Dirok û Mîtolojîyê de Hespên Binav û Deng

Di dîrokê de gelek hesp hene, hinek mîtolojîk in, hinek jî rasteqîn in. Ên rasteqîn jî domana dêmê re aliyê çirokbêj an jî guhdaran ve taybetiyên awarte girtine û bûne efsane. Wexta ku em dibêjin hespên mîtolojik berê ewil Pegasos tê bîra meriv. Her çiqasî ji xwîna Medûsa çêbûye jî mena navê wî bi zimanê Yûnanîya kevn  “Pege” bi kurdî “Jêderka avê”  ye. Alaqa(pêwendî)  wî bi avê ve heye;  wekî Bozê Rewan an jî Rexşa Belek  dibe ku ew jî li behrê derketibe. Hozanê mezin Hesîodos jidayîkbûna Pegasos pirtûka xwe “Teogania” de  wiha nivîsîye.

Bi munasebeta Phorkys û Keto Graîa hatin dinê,

Sthenno, Euryale û Medûsa ya  bêbext…

Wexta ku Perseus serê wê jêkir

Ji xwîna wê Chrysaor û Pegasos  çê bûn.

Yek jêderka okyanûsê,

yek jî destê xwe de şûrê zêrin girtibû

Lema ev nav li wan bibûn.

Pegasos terikand, xaka dayîka garên,

Ber bi abadînan firîya çû.

Qesra Zeûs de rûdinê niha

û jê re brûskan dikişîne.[25]

 

Pegasos kurê Poseîdon( Xwedayê  behran) û Medûsa ( dişibe mihîna)  ye.  Pegasos  ereba xwedanên xwadana Zeûs dikişîne.  Li ser çiyayê Helîkon  cihê ku Pegasos simê xwe lêxistîye avek derketîye,  navê vê çavkaniyê Hippokrene ye. Mena wê “kaniya hespan” e. Poseîdon Xwedanê okyanûsê ye û avê dinimîne. Bozê Rewan û Rexşa Belek jî bi av re tekildar in. A rast  efsane û destanên Kurdî  berê mîtolojiya Yunanan hebûye. Bextê wan hebûye ku efsane û mitosên wan bi destê Hesiodos û Homeros hatine nivîsîn, lê yên me bi domana demê re gelekî reseniya xwe ya qedîm dûrketine û gelek form li  ola  Misilmaniyê wergirtine.

Hespê  Hz. ‘Elî   Duldul jî hespekî bi nav û deng e û bûye mijara gelek menqîbe û çîrokan. Kurd Hz Elî pir hezdihin û çîrok li ser wî û Duldulê afirandine. Xebata C. Celîl û O. Celîl ya bi navê Zargotina Kurda de bi navê “Elî Şerê Xwedê” çirokek heye. Derheqê Duldul de çirokbêj dibêje, “Elî ku dundulê sîyar dibû, wexta zengû davîtê nişkeva difiriya, çevê we ki derê didît wê derê jî datanî. Hêrsa Elî rabû, Elî zangû avêta Dundulê, ji derê mala wî Dundûl firî, ez bêjim serê Masîsê( li Ermanîstanê çiyayek) dibînî wêderê danî, yan serê Elegezê yan Stenbolê kê derê çavê we , dûrbîna didît wê  derê jî datanî.” Çirokeke kurdî de jî  pesnê Duldul tê dayîn û tê gotin ku Duldul wexta ku dibeze 70 arşin(47 Metre) dirêj dibe û difire.

Hz. Mihemmed   ev hespê efsanewî wekî xelat daye Hz. Elî. Wî re “Şahê Siwarê Duldulê” hatiye gotin. Hespê kûrê Hz Elî, Huseyn jî hespekî navdar e;  Zûl Cenah. Wexta ku Hz Huseyn li Kufeyê hate kuştin, hespê wî xwe xwîna siwarê xwe de  velezand(vegevizand) û çû gihîşte nava konan. Yên li wir timtêla hespê, pê hesiyan ku Hz Huseyn hatiye kuştin.[26]

Hespê bê siwar vedigere  xebera reş e û ev motîf gelek stran û çîrokan de û çend filmande jî hatiye bikaranîn. Kurdên ku li ser sînoran dijîn kaçaxçitiyê debara mala xwe dikin. Li vî karî de navgîn ango barkêş hesp e. Lê Sinor bixeter e, carnan hesp bê siwar vedigerin û xebera şînê digihînin mala wî. Di destana Memê Alan de jî piştî mirina Memî, Bozê Rewan radestî pismamê Hesen, Qeretacdîn û Çeko,  Mîr Şem dikin û berê wî didin bajarê Mixrîbê.

 

Cil û şûrê Memî şidan dibûn li terkiyane

Mîr Şem berê xwe da Bajarê Mixrîbiyane

Riya şeş mehan birî bi panzdeh rojane

Gava nêzîkî bajêr bû, heywan dihirîyane

Mihela Emer Begî bi der ketin, gotin “Qey teye Memê Alane.”

Dema hat, nihêrîn ko hesp Bozê Rewan e, lê sîwar ne Memê Alan e

………………………………

Hema ko xelkê bihîst, cilê Memî bi der xistin, dane ser pişta Bozê Rewane

Bû qîre qîra girî û şîna wan e

………………………………

Qîz û bûkan guliyên xwe birîn avêtine ser cilê Memê Alane.[27]

 

Me jorê  destnîşan kiribû, hespê bê siwarê xwe vegere nîşana dîlgirtîbûnê,  mirinê an jî nîşana  li ber sekaretê ye. Cil û bergên siwarê hespê, lê dikin û şîna xwe digerînin.

İskenderê Mezin,  xwedî Bûkefalosê bû. Li ser hespê xwe gelek welat û parzemîn dagirkirin. Tê gotin ku, wexta ku İskender 12 salî bû bavê wî qralê Makedonî Fîlîpê Dûyem, ji bazirganan hesp kirîbûn. Li nav wan hespan de, hespekî mezin û kaw lê piçekî hov nahêle kes nêzî bibe. İskender ji bavê xwe destûrê dixwaze dest bide hespê. Gotîye ez ê hespê bînim rê û lê siwar bibim, bavê wî bawer nekiriye Lê belê  nexwastiye şeka İskender jî bişikêne. Lema destûr dayê. İskender gotina xwe kirîye û hesp anîye rayê  û lê siwar bûye. Li ser vê yekê Fîlip kurê xwe dihese merekî çawaye lema jê re gotiye, “kurê min here ji xwe re warekî din  bibîne ev der ji bo te hindik e.” bextê Îskender giredaya hespê wî bûye û vê rojê hetanî mirina Bûkefalos ji hev veneqetiyane.

Îskender  B.Z sala 344an de rastî Bûkafelosê tê û hîjdeh salan hespê wî jê re hevaltiya şer dike û B.Z sala 326an de li bakura  Hîndîstanê  piştî şerê  Hydaspes dimire. Îskender bajarekî li wir ava dike û navê hespê xwe lê dike ; Bûkafelya.   İro ev der li nav tixûbên Pakîstanê de ye.    

Hespekî  din yê biqasî siwarê xwe nav û deng e,  hespê Koroxlî;  Qirat e. A rast  Koroxlî Tirk tê  pêjirandin û meseleyên ji bo wî tên gotin ji her çiqasî  Anatolyayê diqewimin jî xelkên cînar jî lê xwedî derdikevin û zargotina wan de jî em rastî wî tên. Di  berhevoka  H.Cindî û E. Evdal  Folklora Kurmanca de derheqa Koroxlî û Qirat de sê  çîrok hene. Du heb  li ser hespê wî ne. Yekî de axayê wî , yê din de jî padşê Romê  dixwaze Qirêt ji dêst bigirin. Qirat hespekî pir hêja û bilez bûye. Ji xwe wexta ku hespê wî Koroxlî zevt dikin, ew  ber xwe dikeve û dibê “bê Qirat ez nikarin rojekî toyşbidim.”

Çiroka Qirat jî dişibe ya Rustem û Rexş,  Mem û Bozê Rewan, Îskender û Bûkefalos e. her du çirokan de jî wexta ku Qirat bindestê neyaran de ye, mecelê nade kes nêzî wî bibe. Koroxlî dikeve dilqê dewrêşa û xwe digihîne hespê xwe lê rizgar dike, navê xwe jî erdê radike. Pesnê hespê xwe dide;  hespê min hêja yê 80 qîz î, 80 ga yî, 80 hespî û 80 gamêşî ye.        

Encam

Hesp jiyana xelkê Kurd de cihekî taybet dagirtiye. Şeran de, şahiyan de, rojên fireh û rojên teng de bûye hevalê siwarê xwe. Di dewrên berê de gelekî kêrî mirovan hatine. Lema bûne babetên gelek efsane û destan û çîrokan. Di zargotina Kurdî de destana herî navdar, Memê Alan de pir baş hatiye bikar anîn. Dîsa Destana Rustem da jî heman erk heye. Lehengên mezin li ser pişta wan şeran de serketine,  evîndarên hiş ji serî çûyî li ser wan gihîştine dildarên xwe . Qîmeta wan gelek bilind bûye. Li malê dinê nehatiye guhartin.

Xelkê Kurd  dewrên qedîm vê de hesp bikaraniye, hesp jê re carna bûye heval, carna bûye bira, carna  jî bûye rêberek. Ji ber  hêz û leza  wî/wê  candarekî  derasayi hatiye pejirandin. An ji ezmanan daketiya, yan jî ji nav avê derketiye. Heywanekî dilpak,  biesil, zana û xwedî ferasetekî kûr û dûr  e. Hebûna wan  dewlemendî hatiye hesibandin. Carînan  bûye bext û miraz; carînan jî bûye xebera şînê. Her tim li bal siwarên xwe maye û heya mirina xwe jî neyarî jê re nekiriye. Xelkê Kurd jî qîmeteke  bilind daye wan û zargotina xwe de cihekî taybet ji bo wan re amade kiriye; destanên xwe yên navdar de, çirokên balkêş te, metelokan de… Têgotin helbestvanê mezin Feqiyê Teyran jî  bi navê “Qewla Hespê Reş” helbesteke dirêj nivisiye lê mixabîn heta roja îro jî  dest neketiye.

 Çavkanî

  1. Celilê Celîl-Ordîxanê Celîl,  Zargotina Kurda I – Neşîrxana Naûka, Moskva 1978
  2. Celilê Celîl-Ordîxanê Celîl,  Zargotina Kurda II – Neşîrxana Naûka, Moskva 1978
  3. Celilê Celîl-Ordîxanê Celîl, l Mesele û Metelokên Gelê Kurd, Enstituya Kurdzaniyê-Wien,2005
  4. Heciyê Cindî-Emîne Evdal   Folklora Kurmanca- Avesta , Stenbol 2008
  5. Roger Lescot,  Memê Alan,  Avesta , Stenbol 1997
  • Mustafa Gazî,Ahmed Bengin, Baweriyên Batil ên Kurdan -Enstîtuya Kelepora Kurdî,Silêmanî
  • Eugen Prym und Albert Socin- Rostem
  • Mella Mahmûdê Beyazidî, Kürtlerin Örf ve Adetleri ––Pêrî, Stenbol 1998
  • Şerefxan ,Şerefname, Hasat  Yayınları, Stenbol 1990
  • Firdewsî, Şehname1.2, MEB Yayınları 1994
  • Norma Lorre Goodrich, Sam,Zal ve Oğlu Rustem ,  Pêrî,Stenbol,  1999
  • Mem, Rastiyên Destana Memê Alan- – Enstituya Kurdî ya Stenbolê-2006
  • Bazîl Nîkîtîn , Kürtler,  Deng, Stenbol 1994
  • F. Millingen, Kürtler Arasında Doğal Yaşam- Doz, Stenbol 1998
  • Cemşit Bender, Kürt Tarihî ve Uygarlığı –– Kaynak Yayınları, Stenbol  1995
  • Zivistan 2006-Çend Gotin Li Ser Destana Memê Alan –Yaşar Eroğlu
  • Alfred Weber, Felsefe Tarîhî , Sosyal Yayınları,Stenbol 1993
  • Azra Erhat, Mitolojî Sözlüğü , Remzi Kitapevi Stenbol 1998
  • Joseph Campbell, Batı Mitolojisi, İmge, Enqere  2003
  • Selahaddin Mihotulî, Arya Uygarlıklarından Kürtlere , Koral, Stenbol 1992
  • Christine Allıson, Yezidi Sözlü Kültürü, Avesta, Stenbol 2007
  • Mircae Eliade, Kutsal ve Dindışı,  Gece, Stenbol 1991
  • Cigerwîn, Folklora Kurdî , Roja Nû. Stockholm,1998
  • Dr. Nimet Yıldırım Fars Mitolojisi , Kabalci, Stenbol 2008
  • Perwîz Cîhanî, Bilîcan, Nefel, 2002
[1] Celîl, Celîlê; Celîl, Ordîxanê (1978),   Zargotina Kurda I, Moskva, Çapxana Naûka,   r.26  ( pêgirtin, В.Н и к и т и н. Курды, М., 1964, с. 7.)

[2]  Bazîl Nîkîtîn (1994),  Kürtler,  Weşanxana Deng,  r.95

[3]  Mela Mehmûdî Beyazidî, (1999),   Kürtlerin Örf ve Adetleri, Weşanxana Perî,  r.35

[4] Lescot , Roger (1997)   Memê Alan , Weşanxana Avesta,   r. 25,26

[5] Bender, Cemşit ( 1995 ) Kürt Tarihi ve Uygarlığı, Weşanxana Kaynak,  r. 220

[6] Cindî, Hecîyê; Evdal, Emînê (2008) Folklora Kurmanca, Weşanxana Avesta,  r.347 (  Di berhevokê de navê hespê Mem  Bor e. Wateya Bor  hesp e.)

[7] Lescot , Roger (1997)   Memê Alan , Weşanxana Avesta,  r. 48

[8] Mihotulî,  Selahattîn (1992 ) Arya Uygarlıklarından Kürtlere , Weşanxana Koral,  r.215

[9] Elîade, Mircae ( 1991) Kutsal ve Dindışı, Weşanxana Gece,   r.29

[10] Weber, Alfred(1993)  Felsefe Tarihî, Weşanên  Sosyal ,   r.18

[11]  Socîn &Prym ,  Rostem. Berhema neçapbûyî.

[12] Goodrich, Norma  Lorre(1999)  Sam,Zal ve Oğlu Rustem, Weşanxana Pêrî,  r.6,10

* Ji ber ku  laşê Rustem pir mezin bû,  Rûdabe nedikarî biwelide. Lema bi rênîşandana teyrê Sîmurg zikê wê diqelişînin û Rustem bi şeweyekî nû tê dinê. Vî şêweyê re Sezeryan tê gotin. Sezar jî  bi vî şêweyî hatiye dinê. Sezaryan li wir maye. Lê belê  bingeha wê  şêweyê Medyayê tê.

[13]  Polat, Edîp(2004) Ristemê Zal, Weşanxana Evrensel,  r. 8

[14] Celîl, Celîlê; Celîl, Ordîxanê (1978),   Zargotina Kurda II, Çapxana Naûka,  Moskva ,  r. 103

[15] Ev merivê kal Hz. Xizir( Xoce Xizir) bixwe ye û navê Memî jî wî lêkiribû. Sêvek dabû bavê Memî û apanê wî.  Rê nîşanî Memî kiribû.

[16] Mirov û hesp du keriyên sêvekî ne. Her du jî yek in. lema jiyana wan bê hev du nabore. Cêwî ne.

[17] Şerefnameyê de tê gotin ku jinên Kurd hespan siwar nabin. Mir Şemseddîn jinekî Tirkmen re dizewice. Rojekê jina wî ya Tirkmen li hespê sîwar dibe û di nava Bedlîsê de digere. Mîr Şemseddîn bi van gotinan jina xwe hişyar dike; “Em ji milletê Kurd in, di nava Tirkmenan de edetekî normal e ku jin li hespê siwar bibin lê li cem me eyb e.”  li vê meselê em têdigihêjin ku  Zilfînaz gelo çima cilên mêra xwe kiriye.

[18] Celîl, Celîlê; Celîl, Ordîxanê (1978),   Zargotina Kurda II, Moskva, Çapxana Naûka,  r.305-312

[19] Cindî, Hecîyê; Evdal, Emînê (2008) Folklora Kurmanca, Weşanxana Avesta,  r. 59

[20] Cindî, Hecîyê; Evdal, Emînê (2008) Folklora Kurmanca, Weşanxana Avesta,  r. 110.  Gelek varyantên çirokê hene. Hinekan de navê xwedî Bilîcan-Bêcanê Hesê Dûdê, hinekan de jî, Hesê Sadiqê Gesî ye. Dibe kû çîrokbêj şaşîtî kiribe, an jî  çiroka Dewrêşê Evdî  de jî Hefirê Gesî  heye, dê  tevlihev kiribe.

[21] Celîl, Celîlê; Celîl, Ordîxanê (1978),   Zargotina Kurda I, Moskva, Çapxana Naûka r.289

[22] Gazî, Mustafa ; Bengin,  Ahmed.  Baweriyên Batil ên Kurdan -Enstîtuya Kelepora Kurdî, Silêmanî , r.9

[23] B.n.b.  r.78

* Elk-Pîrhevok ; Aferînereke nepenî ye. Bela serê  mihîna dibe û wan dibezîne. Bi tewrê jineke reş de ye û porê wî dirêj û gijik e. Her du memikên xwe yên dirêj  li ser piyên xwe re davêje. Yê nêr re jî “Kawûs” tê gotin.

[24]  Celîl, Celîlê; Celîl, Ordîxanê(2005) Mesele û Metelokên Gelê Kurd., Enstîtuya Kurdzaniyê, Wîen.

[25] Erhat,  Azra.  Mitolojî Sözlüğü,(1998)  Weşanxana Remzî,

[26] Yıldırım,  Prof. Dr. Nimet (2008)Fars Mitolojisi, Weşanxana Kabalci, Stenbol     r.262, 745

[27] Lescot, Roger (1997). Memê Alan Weşanên Avesta .  r. 165

 

Ji bo şandina gotaran: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !