XWIŞKEBIRATIYA TEYR Û ROVÎ

XWIŞKEBIRATIYA TEYR Û ROVÎ

ZEYNELABIDÎN ZINAR

Carek ji caran, rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran. Lê ji xeynî mar û mişkên li qulên dîwaran.

Hebû tunebû, dibêjin di çax û zemanekî de teyrek û rovîyek hebûne.

Teyr û Rovî timî li pey hev digeriyan ku dek û dolab li hevûdu bikin. Lê herdu jî pir ji hev ditirsiyan û yek ji wan jî newêribû ku rasterast deng li yê din bikira.

Îcar Rovî di dilê xwe de got: Eger ne bi dostanî be, ez nikarin dek û xap li Teyrê bikin. Teyrê jî eynî tişt di dilê xwe de digot.

– I –

Rojek ji rojan, Teyr li ser firîneka zinarekî bilind bû û Rovî jî li mêrga li biniya wê, xwe li ser giyayê pîj kiribû. Rovî di binê çavan re li Teyrê dinihêrî, Teyrê jî eynî wisa Rovî ji çavên xwe dûr nedikir. Her yekê wan di dilê xwe de haziriya dekekê dikir û disêwirîn.

Di wê navê re demek bihurî, Rovî bangê Teyrê kir û got:

– Haaa xwişka Teyrê!

Teyrê bersiv da û got:

– Ha Rovî, tu çi dibêjî?

PIRS:Teyr li kurê ye û çi disêwire?

PIRS:Çima Rovî bangê teyrê kiriye?

Rovî got:

– Ma tu nayê ku ez û tu bibin xwişk û birayê Axretê?

Teyrê got:

– Rovî, ez jî li tiştekî wisa digerim ku bi peyayekî mîna te re bibim xwişka axretê!

Rovî got:

– Ê de nexwe were virê, da em bi hev re bipeyivin!

Teyrê xwe ji ser zinêr bera xwarê da, çû li nêzê Rovî danî. Herdu bi hev re peyivîn. Piştre penc û lepê xwe dan hevûdu û di nava xwe de sozê xwişkebiratiya axretê dan; peymana rastiyê kirin, ji hevûdu re sond xwarin ku wê bi rastî û paristî li hemberê hev bilipikin.

Piştre Teyr û Rovî rabûn û bi hevûdu re çûn gerrê.

 

Di wê navê re demeke kurt bihurî, Teyrê got Rovî:

– Bira, tu sibehê ezimdarê min î!

Rovî got:

– Wey ezimdartiya te li ser serê min û herdu çavên min.

Teyrê got Rovî:

– Nexwe va ye ez ê herim malê, da xwarin hazir bikim!

PIRS: Peyvika ezimdar tê çi wateyê?

Teyrê xatir ji Rovî xwest, fir dan xwe û çû…

Gava Teyrê giha mala xwe, dest bi haziriya xwarinê kir. Rabû nok kelandin û xistin kundirekî devteng û xwe bi xwe got: Gava Rovî serê xwe têxe kundir, wê serê wî tê de asê bibe û hew derdikeve. Îcar keysa min lê tê û ez êdî karibim her tiştî pê bikim.

Roja din sibehê gava Rovî çû mala xwişka xwe Teyrê, Teyr çû ew kundirê nok tê de anî û danî ber Rovî, got:

– Fermo em xwarina xwe bixwin!

Îcar gava Rovî ew kundirê devteng dît, pê deranî ku Teyr lê dek dike. Rovî carek-dido serê zimanê xwe xist qula devê kundirê nokat û keviyê dalast, xwe bi şûnde vekişand û got:

– Spas, Xwedê zêde bike, mala te ava be, min têr xwar!

Gava Teyrê dît ku Rovî bi şûnde vekişiya û serê xwe nexist qula kurdir, gotê:

– Wîîî, birayê min! Min ev xwarin tev ji bo te çêkiribû. Çima tu naxwî?

Teyrê kir û nekir, Rovî newiribû ku serê xwe têxe kundir û nokan bixwo. Lê belê Teyrê her cara ku nikulê xwe dixist qula kundir, devê xwe tije nok dikir û derdixist li ber çavên Rovî dadiqurtand.

PIRS:Gava Teyrê giha mala xwe, çi xwarin ji Rovî re çêkiriye?

PIRS:Gava Teyrê dît ku Rovî bi şûnde vekişiya, çi gotiye wî?

PIRS:Çima Teyrê nok li ber çavên Rovî dadiqurtand?

Piştî ku Teyrê ew nok tev xwarin, Rovî got Teyrê:

– Xwişka min, va ye ez ê herim malê. Lê sibehê tu jî ezimdarê min î.

Rovî rabû xatir ji Teyrê xwest û çû mala xwe, haziriya ziyafetê ji bo xwişka xwe Teyrê kir.

Roja din Teyrê çû mala destebirayê xwe Rovî.

Rovî çû peloreke ruhn ji arvanê genim çêkir. Piştre pelorê bir rijande ser ferşekî pahn û got Teyrê:

– Fermo, xwişkê were em bixwin.

PIRS:Çima Rovî pelor rijandiye ser ferşekî pahn?

Rovî zimanê xwe ji aliyekî ve li pelorê xist û bir di aliyê din re derxist. Teyrê jî çav dan Rovî û nikulê xwe hincirî li pelorê xist. Îcar gava nikulê wê li ferşê hişk ket, hiş ji serê wê çû, dilê wê xewirî, çavên wê tarî bûn û terayî erdê bû.

Rovî troş nekir ku xwe bavêje ser cendekê Teyrê û goştê wê bixwo. Lewra wî dîtibû ku Teyrê çewa rovî û kêvrûşk dixistin nava pencên xwe û ji erdê bilind dikirin. Rovî rabû qetik xist situyê Teyrê û ew bi erdê ve kişand.

Gava Rovî Teyrê bi erdê re kişand, Teyrê bi hişê xwe ve hat û veciniqî, ferqaz dan xwe û serê xwe ji qetik derxist. Piştre Teyrê got Rovî:

– Bextê mala te, ev bû?

Rovî got:

– Bila tiştekî xirab nê ber dilê te! Min tu bi erdê ve dikişand da ku xwîna te bilibite û tu werî ser hişê xwe!

Teyrê ew gotina Rovî bawer nekir jî, lê rabû hema xatir ji Rovî xwest û da rê çû mala xwe.

Ew kişandina bi erdê ve pir li zora Teyrê çûbû û wê ew yek ji bîr nedikir.

Rojekê Teyr xwe bi xwe fikirî û got: “Ya herî baş ev e ku ez xwe nêzê Rovî bikim û piştre bêjim wî, were ez ê te hînî firê bihm!”

Teyrê hema rabû çû ba Rovî. Gava Rovî dît ku va ye Teyrê dîsa hat ba wî, pir kêfa wî hat û xwe bi xwe got: “Nexwe tiştekî xirab di dilê wê de nemaye.”

Teyrê got Rovî:

– Ha bira!

Rovî gotê:

– Ha xwişka min, tu çi dibêji!

Teyrê got:

– Tu zanî ku îro ez ji  bo çi hatime?

PIRS:Teyrê gotiye Rovî: Bextê mala te, ev bû? Ev gotin tê çi wateyê?

PIRS: Çima Teyr xwe bi xwe gotiye: “Ya herî baş ev e ku ez xwe

nêzê Rovî bikim?

Rovî gotê:

– Na! Ez nizanim ku tu ji  bo çi hatiyî.

Teyrê got:

– Ez û tu, madem bûne xwişkebira, êdî em ji hevûdu nabin! Lê tiştek heye ku me ji hevûdu qetandiye.

Rovî bi balkêşî got:

– Çi ye ew tişt?

Teyrê got:

– Ez hem difirim û hem jî li erdê diçim. Lê tu tenê li erdê diçî. Îcar ez dixwazim ku tu jî xwe hînî firê bikî, da em li hewa jî bi hevûdu re bigerin. Ewçax ez û tu, em ê hem li erdê û hem jî li asîman karibin nêçîr bikin!

PIRS: Çi ji vê pêşniyara Teyrê ku gotiye Rovî:  Ez û tu, em ê hem li

        erdê û hem jî li asîman karibin nêçîr bikin! tê zanîn?

Rovî got Teyrê:

– Ji vê yekê çêtir, tiştek nîne? Li ser bextê min be, ev pêşniyara te pir qenc e! Heke ez jî mîna te karibim bifirim, ew çax kîjan devera ku em bivên, em ê bi hêsanî dikarin herin wirê. Çi nêçîra ku dilê me bibijê jî, bi hêsanî em  dikarin bigirin û bixwin!

Teyrê, bi wî awayî baweriya Rovî bi xwe anî. Îcar kêfa Teyrê pir hat û bawer kir ku êdî wê karibe dekek bîne serê Rovî.

Şevekê derengiya şevê bû, Teyr rabû firr dan xwe û çû li ber devê qula Rovî danî, bang kir û got:

– Bira, de were ez ê te hînî firrê bikim.

Kêfa Rovî pir hat û ji qulê derket çû ba xwişka xwe Teyrê. Herdu bi hev re ketin xeberdanê, heta ku berbanga sibehê jî nêz bû. Îcar  Teyrê  xwe jê re kumişand erdê, herdu baskên xwe ji hev fire kirin û xwe yektel kir. Rovî jî xwe çengê ser pişta wê kir û siwar bû. Teyrê fir dan xwe, bi hewa ket, bilind bû û hevraz çû.

Teyr firî û bilind bû, firî çû û bilind bû, bilind bû û hevraz hilkişiya û çû, piştre bangê Rovî kir, got:

– Ha birayê Rovî.

Rovî pir ji wê firandina Teyrê tirsiya û xwe hişk bi pişta wê vê girt da nekeve û bi dengekî melûl got:

– Fermo, xwişkê!

Teyrê got:

– Gelo, dinya ji te ve dixwuyê?

Rovî serê xwe berjêr kir û li dinyayê nihêrî, piştre got:

– Erê, lê hema gutla dinyayê ji min ve tê dîtin.

Teyrê dîsa ferqaz li ser ferqazê dan xwe û berjor firîya. Rovî jî hingê bi xwe derani ku ev car jê re ne xêr e û mesele ne ku hînkirina firrê ye, belkî dawiya jiyana wî be!

Qederekî din wisa bihuri, Teyrê dîsa  bangê Rovî kir û got:

– Ha birayê Rovî. Ma hêjî dinya ji te ve dixwuyê?

PIRS:Çewa Rovî zanibûye ku ev car jê re ne xêr e?

Rovî got Teyrê:

– Dinya ji min ve mîna gerra bênderekê dixwuyê!

Teyrê di dilê xwe de got: “Nexwe hêjî erd nizm e ku ez Rovî berdim!” Dîsan Teyr bilind firî, hevraz çû û perwazên xwe zêdetir hrin. Piştre dîsa bangê Rovî kir û got:

– Ha birayê Rovi! Ma hêjî tu gutla dinyayê dibînî?

Rovî serê xwe berjêr kir û got:

– Hiiim, ninaaa! Xwişka min, wele çavên min ji reş û tarî ketin. Ez tu tişt li jêrê nabinim! Ew dinyaya hewqas mezin û qirase, ji ber çavên min wenda bûye! Ma li vî asîmanê riqîrût, dê tu çewa min hoyê firê bikî?

PIRS:Gava Teyrê di dilê xwe de gotiye: “Nexwe hêjî erd nizm e

ku ez Rovî berdim!”, piştre dîsa çi kiriye?

Gava Rovî bi wê nûzenûzê bersiv da, Teyrê fêm kir ku rihê Rovî hatiye ketiye serê bêvila wî. Îcar Teyrê xwe berevajî kir, xwe serpişto qotlanî kir, xwe li hev bir û anî, geh  berwar çû, geh berjêr daket û Rovî ji ser pişta wê fiştiqî, serejêr hat xwarê.  Rovî berjêr hat û hat, heta nêzî erdê bû û xwe da ser lepan, qene li erdê bikeve jî tiştek pê nebe…

Li bindestê Rovi, gundek hebû. Dibêjin, melê wî gundî, Mele Badîn bû. Ew mêrê du jinan bûye. Herdu jin timî bi Melê re şer dikirin û nedihiştin ku ew rihet rakeve.

Tu nabêjî ew şev êvarê jî, herdu jinên Melê pê re şer kirine. Îcar piştre Melê ji tirsa wan newêre di malê de rakeve û rabûye çûye quleteynê, kurkê xwe avêtiye ser ferşê limêjê û li wirê raketiye, heta ku bûye berbang, piştre rabûye destmêj girtiye da here mizgeftê û banga sibê bide.

Gava Rovî ji jorê ve dihat û hinek nêzî erdê bû, çavên wî bi kurkê Melê ketin û xwe bi xwe got: Eger ez li ser kurkê Melê bikevin, kurk nerme û tiştek bi min nabe. Rovî xwe li hev sererast kir da bikeve ser kurkê Melê, çend qîr dan û xwe bi xwe got: “Ez li ka bikevim, li kadîn bikevim, li ser kurkê Mele Badîn bikevim…”

Gava Melê ew deng seh kir, hema desmêja xwe nîvco hişt, li kurkê xwe jî nebû xwedî hema rabû got çirp û reviya çû. Rovî jî hat, hat û çû li ser kurkê Melê ket erdê.

Bîstikek şûnde gava hişê Rovî hat serê wî, rabû ser lepan, kurkê Melê li xwe kir, berê xwe da çiyê û diçe.

PIRS:Çima Mele newêribûye ku li mala xwe rakeve?

PIRS:Gava Rovî nêzê erdê bûye, xwe bi xwe çi gotiye?

PIRS:Gava hişê Rovî hatiye serê wî, piştre rabûye çi kiriye?

II –

Rovîyê bi kurk li çiyayê bilind digeriya û kêfa wî li cî bû. Ew ha wisa diçû, di neqebekê de li gurekî rast hat. Îcar gava Gur wî kurkî li Rovî dît, di dilê xwe de got: “Ev kurkê hêja, ne babetê Rovî ye. Gerek e ez jê bistînim, yan bila kurkekî wisa ji min re jî peyda bke!”

Gur berê xwe da Rovi û got:

– Birakê Rovî, te vî kurkê delal çewa peyda kiriye?

Rovî gotê:

– Gurooo! Ma tu nizan ku ez kurkçi, bavê min kurkçî, bapîrê min kurkçî, em tev kurkçî ji mala kurkçiyan in?

Gur gote Rovî:

– Heyran, min wê yekê nizanibû. Nexwe, hêviyeka min ji te heye!

Rovî gote Gur:

– Ka hêviya xwe bêje.

Gur gotê:

– Eger tu karibî, kurkekî mîna yê xwe ji min re jî çêbike! Destmiza te çi be, ez dayox im!

Rovî got:

– Guro, çênabe ku ez destmiza xwe ji te bistînim! Lê divê ku tu dûvê heft beranan bînî, da ez ji te re kurkekî mîna yê xwe ji wan çêbikim!

Gur got:

– Mam Rovî, spas. Îcar eger tu bixwazî, bila ne dûvê heft beranan, ez dikarim duvê bîstûheft beran ji te re bînim!

Rovî di ber xwe de bişirî û got:

– Na, na! Ez dibêjim qey wê heft dûv têr bikin!

Gur rabû çû kete nava keriyekî û heft beran kuştin, dûvê wan jê kirin û tev anîn dane Rovî.

Gava Rovî hewqas dûv dîtin, kêfa wî pir hat. Piştre berê xwe da Gur û got:

– Hema tu here, çend roj şunde were, kurkê te jî hazir e!

Gur bi şûnde vegeriya û çû. Rovî jî, kete ser wan dûvan û xwar. Piştre Rovî rabû çû li çiyê geriya û hay ji kurkê Gur nema.

Gur li benda qewlê xwe û Rovî bû, roj dijimartin ha îro, ha sibe heta ku heft roj derbas bibin û here kurkê xwe ji ba Rovî bîne.

Roja qewlê wan hat, Gur rabû çû ku here ba Rovî. Lê Gur Rovî nedît û lê geriya, dîsa wî nedît. De îro, de sibe, Gur heftiyeke sax geriya, Rovî nedît. Pistre Gur gef li Rovî xwarin ku çi gava ew Rovî bibîne, wê lê bixe.

Gur êdî bi şev û roj li Rovî geriya, ha li wê neqebê, ha li vê newalê, ha li wî gelî, ha li vî xirxûlî, carekê Gur ji dûr ve dît ku wa ye Rovî li nava zinaran digere. Gur bi dengekî bilind bang kir û got:

– Ha Rovîyooo! Ma te kurkê min hêj temam nekiriye?

Rovî gote Gur:

– Kurkê te temam bûye, lê bestûk û berîkên wî mane! Divê ku tu dûvê beranekî din jî bînî, da ez wan jî temam bikim!

Gur xwe bi xwe got: “Rovî camêr e. Lê ez xirab di biwara wî de disêwirîm.”

Gur rabû çû kete nava keriyekî pez û beranekî qelew kuşt, dûvê wî jê kir û anî da Rovî.

Rovî gote Gur:

– De îcar here, heftiyek şunde were, kurkê te jî hazir e!

PIRS:Rovî di serê pêşî de dûvê çend beranan ji Gur xwestiye?

PIRS:Çima Gur xwe bi xwe gotiye:

“Rovî camêr e. Lê ez xirab di biwara wî de disêwirîm”?

PIRS:Rovî cara dawî çend roj qewlê temamkirina kurk daye Gur?

Gur rabû xatir ji Rovî xwest û vegeriya bi şûnde çû.

Piştî heftiyekê Gur hat, dîsa Rovî nedît. Gur li çiyê geriya, çiqas qul û bexş hebûn saxtî kirin, Rovî nedît. Du heftî derbas bûn, wî Rovî nedît. Pa êdî ji hêrsan xezeba dilê Gur rabû, diranên xwe qîç kirin û gef li Rovî xwarin.

Carek ji nedî ve Gur hema li ebrekê rastê Rovî hat û bi hêrs bangê wî kir, got:

– Roviyo! Ka ye kurkê min?

Rovî bala xwe dayê ku Gur pir hêrs bûye, hema hinek xweli xist nava lepên xwe û firikand, ber pê ve çû û got:

– Ha birakê Gur, tu çi dibêjî?

Gur got:

– Rovî ma tu hêj dipeyivî jî? Îro heta ku ez te nepelêxim, ez ji te nagerim!

Rovî bi ken got:

– Hema eger tu bixwazî, min bikuje jî! Pa ez jî nexwe vî dermanê hanê nadim te!

Gava Rovî behsa derman kir, ji Gur re bû derd û got:

– Rovî, ew çi derman e?

Rovî got:

– Dermanê dûrdîtinê ye. Dema ku bavê min, vî dermanî dixist çavên bavê te, eger pez çiqas ji bavê te dûr bûya jî, didît û dikaribû yeko yeko berx, mih, bizin û karikan ji hevûdu firq bikirina!

Gava Rovî behsa wî dermanî kir, pêre pêre kela dilê Gur fûriya, partavên wî sist bûn, hêrsa wî daket, bijangên wî tewiyan, diranên wî yên qîçkirî di binê lêvan de wendabûn û bi devliken gote Rovî:

– Mam Rovi! Hema tu ji min re sax bî, bes e! Eger kurkê min heta îro jî kuta nebûbe, ez dizanim ku wê sibê kuta bibe, pir ecele neke.

Rovî sûda wî dermanê dûrdîtinê bi firehî gote Gur. Piştre Gur jê pirsî, got:

– Gelo tu nikarî hema wirvarek ji wî dermanî têxî çavên min?

Rovî got:

– Çewa nikarim! Ma qey dostanîya me miriye!

Gur hema xwe avêt erdê û dirêj kir. Rovî jî herdu çavên wî ji wê xweliya ritmik tije kirin, piştre gotê:

– Divê tu demeke dirêj li ser pişta xwe bimînî û çavên xwe venekî.

Gur xwe li ser piştê dirêjkirî hişt, Rovî jî rabû. bi lez çû û xwe wenda kir.

Piştî ku Rovî çû xwe wenda kir, îcar êş û pêtî ketin herdu çavên Gur. Piştre Gur bi nahprûkan kete ser herdu çavên xwe. Ka bi çi kul û belayê çavên wî vebûn û li hawîdorê xwe nihêrî, Rovî nedît. îcar hê bêtir xezeba dilê Gur rabû û çû li Rovî geriya, lê wî nedît. Gur pirsa Rovî ji temamê rawil û tebayan jî kir, salixê Rovî hilneda.

Di wê navê re çend roj bihurin, rojekê Rovî çû xwe da ber zinarekî bilind û li hawîdor temaşe kir. Rovî ji dûr ve dît ku wa ye Gur li ber zinêr e û hawîdorê dinihêre. Îcar Rovî mefera xwe nedît ku xwe ji ber Gur wenda bike, hema xwe berî newaleke kûr da û çû kete nava guttla şivikan û şiv çinîn.

Gur rabû çû ba Rovî û got:

– Roviyê Dûvrêsi! Lê îcar tu yê bi kur ve herî!

Rovî got:

– Hema tu çewan dikî bike! Pa çewa ku bavê min, bavê te hînê çiv û fetlan dikir, ez jî te wisa hîn nakim!

Gur gotê:

– Bavê te, bi çi hawayî bavê min fêr dikir?

Rovî got:

– Pa lê, ez çima van şivikan diçinim!

Gur got:

– Rovî meriv nizane, îşê te jî kifş nabin!

Rovî got:

– Lê ji xwe tu nizanî! Ez ji van şivan selikên grover ên mîna denikê nan çêdikim! Rihmetiyê bavê min, bavê te yê rihmetî dixist navê û ew dibir serê girekî bilind, gêndirî xwarê dikir! Selik diçû, digiha nava keriyên pez. Piştre bavê te derdiket û ji xwe re beran û berx diniqandin! Bi wî awayî, ne şivanan ew didîtin û ne jî segan… Îcar eger tu min dikujî, fermo de bikuje. Lê ev xêrezer ji destên te diçe!

Gur got:

– Mam Rovî. Hema îro devê te li ya xirab digerre! Ev kuştin çi ye, ev lêxistin çi ye ku tu hema dibêjî? Ez û tu, em bira ne! De ka bi kerema xwe ji min re selikekê zû çêbike, hêj ku nebûye şev!

PIRS:Ev cara çendan e ku Rovî  wisa Gur dixapîne?

Rovî gote Gur:

– Gurooo, pir ecele meke! Her tişt bi tebat û semaxê digîjin dawiyê.

Rovî bala xwe dayê ku ew car jî deka wî serê xwe girt. Rovî hema di wê gavê de rabû selikeke girover ji Gur re çêkir. Herdu selikê birin û çûn serê girekî bilin. Gur kete selikê û Rovî jî devê wê bi şivterkan asê kir. Piştre Rovî pehînek li selikê xist û selik serberjêr gêndirr bû û çû heta ku giha jêrê, li navrastekê di nava keriyê pez de sekinî. Piştre Rovî bangê şivanan kir û got: “Şivaninooo! Gurê selikê hate we!”

Tu nabêjî  ew çend roj berê bûne ku Gur heşt beran ji wî kerî kuştine. Îcar gava  dengê Rovî çû şivanan ku behsa Gurê Selikê kir, dîtin ku rast e wa ye selikek hatiye û li nava pezê wan  sekiniye,  hema wan û segên xwe kiçîmê selikê kirin. Şivan bi darên xwe û seg jî bi dev û pencên xwe, Gur ji hev dirdirandin, heta ku jê tola heşt beranên xwe hilanîn û ew kirin piçik û parî.

Rovî bi dûvekî ziwa ji Gur xilas bû. Çîroka min jî li vir kuta bû.

Ha wisa çîroka min çû nava dar û deviyan. Rehma Xwedê li dê û bavên me hemiyan.

AGAHDARÎ: Ji devera ku Rovî şivik diçine û heta dawiyê, eynî dubaretiya çîroka bi navê GURÊSELIKÊ ye ku di 2005an de li Stockholmê di nava weşanên PENCÎNARde hatiye weşandin.

Lê Binêre

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan - Rûmet Med

Li Sovyetan 7 Fîlmên Li Ser Jiyana Kurdan – Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gel dijiyan û yekîtiyên xwe bi hevre ava …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !