DÎSA ROJEKÊ

CIWAN SERHEDYAN

Dîsa di rojeke ku min dixwest dev ji nivîsê berdim da min ev riste nivîsandin.  Ez dihizirim ku; dibe ku di demên cûda da gelek nivîskar wiha hizirîbin û hîs kiribin. Nivîs teqîna keserên nava dilê kesan ne, nivîskar çiqas bi aheng biteqe nivîs hewqas bi bandor û bi ekil  dibe.  Nivîskar ne tenê êş û keserên nava dilê xwe, her wiha çiqas birînên takekesî û civakî hebin nivîskar dibîne û pê diqîre ew qêrînî bi pênûsê ra dibe aheng. Êş heman êşe, qêrîn heman qêrîne lê her kes nikare wê bi aheng biqêre.

Mînak ; weka dengbêjan ku hêrs, tirs, êş, keder û hewd, her tiştên ku êşê didine hişê meriv bi ahenga dengên xwe yên zîz diqêrin û mûyên bedenê mirovan bi wan qêrîniya  dibine şûjin. Vê carê min xwest li ser nivîsê binivîsim, nemaze li ser Kurdî nivîsînê.

 Mijara nivîsê dibe barekî giran li ser bîra nivîskar, wî/ê dike rewşeke ji sekerratê hinekî berjortir. Wisa bi êş û jana hişê xwe bê qidûm û difetise hîs dike, yekane tişta ku nivîskar kêfxweş dike jî dema ku dinivîse ye. Pişt ra dîsa

Carna nivîs dibe barekî giran ku meriv nikare destê xwe bilivîne û pênûsê bimeşîne. Car heye giraniya wî barê dike ku hişê meriv ber bi xwesteka mirinê here. Elbet mirin ne çare ye ji ber ku xwestina nivîsînê xwestekeke jiyanê ye.  Qudûm dişikê, hêvî dişikê! Lê mijar û agirê  xwesteka nivîsînê ne dişkê ne jî aş dibe. Teqez her tiştek çi erênî çi neyînî xwedî sedem e. Weka ku tê zanîn kurdî nivîsîn ji gelek zimanan dijwartir û barê wê girantir e. Gave ku mirov kurdî dinivîse: de ka em dev ji zext û zordariyên dewletên dagirker berdin, li hêla giraniya barê nivîsê yê di nava civakê binihêrin.

Yek dibêje “ma tu kurdî dinivîsînî?”

Yekî/a din dibêje. ” Ez kurdî fehm dikim nizanim bixwînim”

Yeka din dibêje: “ez xwendinê nizanim lê gava tu dixwînî ez jê fehm dikim, ku Tirkî bûya wê gelekî bihata xwendin.”

Yekî din dibêje ;çima tu Tirkî nanivîsî ji bo ku em jî fehm bikin?

Yek dibêje; “tu van helbestên xwe wergerînî Tirkî, dê ji destên hevdu birevînin. Lê mixabin em nizanin kurdî bixwînin”.

Yek jî dibêje “ku ne kurdî bûya minê pirtûka te bistanda û bixwenda. Ê de qisûrê nenihêre em nizanin kurdî bixwînin.

Ê de hûn jî qisûrê nenihêrin, ger ku hûn bi rastî jî kurd bin nexwe wek xwe tevbigerin, bi zimanê xwe çanda xwe û hwd ew tiştên ku we dikin kurd li gor wan tevbigerin ku yek jê jî xwendina bi zimanê xwe ye!

Ez niha van mînakan datînim vir lê hûn jî zanin ku hîn gelek hene bi dehan bîstan xilas nabin.

Êdî meriv ji ruhê xwe aciz dibe û dixwaze biqêre. Haahhoo, pirs û pirsgirêkên civakê dawî lê nayên. Ne wê nirx û girîngiyê didine zimanê kurdî, ne qenciyeke wan lê dibe ne jî axaftina wan e li ser xilas dibe. Weka ku carna mirov nexweş dikeve, tax, cîran û hemû nas dibine bijîşk. Yanjî gava ku tu xaniyekî çê dikî piçûk û mezin hemû dibine endezyar. Hema bêje ev jî tiştekî wisa ye. Lê xwezî bi xwandana. xwezî ne bi  nexwendin û rexneyan, bi xwedî derketin  li rex nivîs û nivîskarên xwe bisekiniyana…

Nivîs û nivîskarî çi ye?

Gava ku nivîskar vê nivîsê bixwînin ; weka ku niha dengê wan tê guhê min ku dibêje ” ev mînak kêmin hîn gelek tiştên din hene”

Li gor hin kesên ku hinekî dixwînin; divê nivîs xwe bide xwendin…

Raste! Lê ku nivîs neyê dîtin, xwendin, belav kirin û pêşniyarkirin dê xwendevan çawa zanibin ku hêjayî xwendinê ye yan na?

 Her ziman li gor xwe xwedî xwendevane.   Çima Kurdî jî ne xwedî xwendevan be? Gava çav nebar bin, hemû barên giran li hevdu dikin. Weka ku xwendevan dibên “nivîskarên me kêm in, yan jî nivîs ne hêjayî xwendinê ne.  ”  Ku em navê nivîskarên Kurd li vir binivîsin dê rûpel têrê nekin!  Nivîsa ku te nexwendiye tê ji ku zanibî ku başe yan ne başe? Kula nivîskar ne firotina pirtûka ne, ger ku wisa bûya dê bi zimanekî din binivîsyana!   Kirin raste gotin badilhewa.   Gavê em rabin dev ji gotinê berdin û dest bi kirinê bikin.

Lê Binêre

Evdalê Zeynikê

İKRAM OGUZ Şahê Dengbêjan… Siwarê Kuvî û Bavê Temo… Evdalê Zeynikê, di hinek kilam û …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !