Kurtedîroka Sînemaya Kurdî

Kurtedîroka Sînemaya Kurdî / Biradostê Mîtanî

Sînemaya Kurdî jî weke beşek ji çanda kurdî ya ku kesayeta kurdî ava dike ketîye bin feraşên stemkarîya dagirkeran de, ji ber ku wan dagirkeran netweya kurdî serkut dikir. Wilo jî çanda kurdî bi giştî û sînemaya wê bi taybetî di bin wê stemkarîyê re derbas bû û çêkirina filman qedexe bû. Lewre gelek xebatkarên wê di zehmetî û astengîyan re derbas dibûn, diketin zindanan, amûrên wan dihatin şikandin û piştî ku wan bi zehmetî û derfetên teng û aborîya lawaz film çêdikirin, qedexe dibûn ku werin pêşandan û gelek caran ji mehrîcanan jî dûr dixistin.

Çawa gelê kurd li ber xwe daye û bi vîna xwe ya xurt xwe gihandîye vê qonaxa şaristanîyê, di heman demê de jî sînemaya kurdî li ber xwe daye. Çiqas kêmayî di pêşeketina wê de hebe jî dema ku em wê bidin ber a welatên rizgar bûyî, lê dêsa jî ew xwedî hebûneke balkêş e, ta radeyekê gavên pîroz avêtine. Dema em wê bişopînin em ê van qonaxên wê yên giring bibînin:

Heger ji alîyê demê ve em Sînemaya  Kurdî bidine ber a cîhanî û em bibêjin dereng hatîye, lê dema ku ew lê peyda bûye demeke dûr e û nenêzîk e, ji ber ew  berîya sed salekê ye. Ev dem ji gelekî weke gelê Kurd bindest re, pir binirx e.

Cara yekem û bi şêweyê fermî li ser destên derhênerê Ermenî (Jêderine dibêjin ku ew kurd e) Hamo Nezarîyan bû, dema bi kamereya xwe re li nav gundên kurdan ên li Ermenistanê yên herêma çîyayê ALEGEZÊ (ARAKSÊ) digerîya û filmê bi navê Zerê di sala 1926z de çêkir, li ser evîna keçeke êzdî ya navê wê ZERÊ bû, dema wê û xortê bi navê Seydo ji hev hez dikrin, lê mêrikê zemîndar û têr Teymûr dibû asteng di navbera wan de û dixwest ZERÊ ji xw re bibe.

Weke em dizanin ku li Ermenistanê çanda kurdî di qonaxine balkêş û pêşketî re derbas bûye, lewra sala 1930z derhêner Amîl Lodwing ev filmên kurdî hilberandin: Selahedîn, Mem û Zîn, Xanê dimdim û Sîyabendê Silêvî.

Em dikarin bibêjin Sînemaya Kurdî mîna raperînekê pêk hat di salên şêstî de, ji çerxa bîstan, çimkî wê gavên serkeftî avêtin. Derhêner Kamîran Hisnî 1956 z  filmê Seîd Efendî çêkir. Raperîna Sînemaya Kurdî bêhtir disala 1957z dedeng veda, piştre li ser destên derhêner, nivîskar, sînarist û şanogerê nemir Yilmaz Guney, li Bakurê Kurdistanê yê ku bihtir ji (110) filman hilberandin. Ji wan: Rê, Kerî û Omîd. Li Tirkîyê û Cîhanê (17) xelat standin, ji wan xelatan Çiqlê Zêrîn li mehrecana KAN li Parîsê 1982z. Wî gelek filmên xwe di zindanê de çêdikirin û rê dikirin ji hevrêyên xwe re yên  ji derveyî zindanê û wan pêk tanîn. Ji ber ku ew ji kesên gewre ye di cîhanê de, lewma dema çû ser dilovanîya Xweda, cendekê wî li goristana Şarilpas (Gewreyan) li Parîsê hat veşartin. Şanogerê navdar ê li Tirkîyê Cinêd Erken dibêje: Carekê xelata yekemîn a şanogerîyê li ser asta Tirkîyê bû para Yilmaz Guney, lê rêjîmê nedayê. Da min, lê ji ber ku min ew xelat layîqî dostê xwe yê ku me pevre jîyan kirî ango Yilmaz Guney dît, min ew xelat negirt.

Ya balkêş em dibînin ku çanda kurdî bi giştî û Sînemaya Kurdî bi taybetî li derveyî Kurdistanê bêhtir pêş ketîye, ji ber pir astengî jê re hebûn û cara ku di hundirê Kurdistanê de be jî, bo mînak Filmên nemir Yilmaz Guney ew ne bi zimanê kurdî bûn. Lewma li derve bûn, nexasim li Yekîtîya Sovyêt a ku di sala 1975z de sê belgefilmên kurdî hatin berhemdayîn: Em Miletî  ne, Em Kurd in û Kurdên Ermensitanê.

Sînemaya Kurdî bi gavan ber bi avakirina xwe ve diçû. Derhêner Memdûh Yon zîp romana nivîskar Yeşar Kemal a bi navê Efsaneya Çîyayê Agirî  kire filmek. Piştî wê bi salekê Derhêner Bêlkî Olcak filmê Rojek Dê werê, derhênand. Di sala 1982z derhêner Êrol Kiral filmê Demsalek li Colemêrgê çêkir kir.

Li Serê Kanîyê, li Rojava  sala 1985z hewildanek çêbû ku cara yekem bû filmekî kurdî  ronî dît  li ser destên D. Kerîm Daxistanî û komek ji dostên wî mîna Mano Xelîl û Ekrem Heydo. Di wan derfetên zehmet û xebata nepenî de û bi dizî. Lê piştî  film xilas jî bû sîxurê Rêjîmê pê hesîn û dane pey xebatkarên film bi lêpirsîn û zextan, ku di encama stemkarî û pêstûrîya zêde de wan filmê xwe şewitand.

Li Rojhilatê Kurdistanê Sînemaya Kurdî qonaxeke serkeftî tomar kir, bi taybetî li ser destên Derhêner Behmen Qubadî ji salên  1990z  û pê de, wî hejmerek ji filman derhênandîye, ji wan  filmê Gulbajî. Hejmara filmên ku wî derhênandin giha (21) filman. Em dikarin bibêjin ku filmê herî navdar ji wan;filmê Kosî jî Dikarin Bifrin.

Li Başûrê Kurdistanê rewşa azadîyê bi raperînê re hate guhartin û ber bi başîyê ve çû, lewre Sînemaya Kurdî jî gavin avêtin. Derhêner Huner Selîm 1992z filmê Azadî bo Kurdistanê derhênand û filmê Kîlomêtre Zîro jî.

Sala 1992z Hunermend Nîzamedîn Ariç ê ji Bakurê Kurdistanê ye,  filmê Kilamek ji bo Beko çêkir.

Derhêner Xelîl Dax filmê Bêrîtan derhênand. Ew  şervana azadîyê, ya ku ji bo nekeve destên dagirkeran de xwe ji çîyê de avêt û gihaşte asta pakrewanîyê.

Sînemaya Kurdî bi wê derfeta xwe ya zehmet û kêm jî di naveroka xwe de pisporî û cureyî bi kar tanî. Lewre di gelek mehrîcanên herêmî û navdewletî de jî beşdar bûye û xelat jî bi dest xistine. Filmê bi navê Seîd Efendî yê derhêner Kamîran Hisnî yê sala 1956 z di mehrîcanê Laybizgê de di sala 1992z de beşdar bû.

Li Qahîrayê paytexta Misrê mehrîcana filmên kurdî hate lidarxistin û tê de jî gelek filmên kurdî hatin nemayeşekirin.

Derhêner Ciwan Bamirnî piştî sala 1994z de filmên Girdê Pîroz (Girê Pîroz) û filmê bi navê  We ji Bîr Nekim  û  filmine din derhênandin.

Derhêner Enwer Sindî filmê Berbanga Zû çêkir û pê xelat standin. Derhêner Birahîm Selam Filmê Rêwîtîya Bêdengê hilberandin.

1997z filmê Rêwîtîya berbiroj ê Derhêner Yeşim Usawgilo. Filmê Bijî Buk û Rizgarîya Kurdistanê yê Derhêner Huner Selîm. Filmê Badê Li Ser Me Bigrî yê Derhêner Kazim Oz hatin çêkirin û sala 2000z Filmê Textê Reş yê Derhênera Kurd a ji Rojhilat Semîra Mexalbav hate çêkirin.

Sala 2002z Mehrîcana Filmên Kurdî li Berlînê  paytexta Elmanîyayê li dar dikeve. Tê de gelek filmên kurdî mîna Qestel ê derhêner Mihemed Ektaş û Polend Kuçuk hatin pêşandan.

Derhêner Hanan Îpekçî sala 2002z li ser qedexekirina zimanê kurdî li Tirkîyê filmê bi navê Hejar – Mêrê Mezin, Evîna Piçûk derhênand. Filmê Qevdek Gîya yê Derhêner Roland Soso Rêtşer, filmê Awaza Dayîka Niştiman ê Behmen Qubadî wê demê bûn  ji berhemên Sînemaya Kurdî.

Piştî salên 2003z li Başûrê Kirdistanê Sînemaya Kurdî  di qonaxeke berhemdar re derbas bû. Gelek film çêbûn, ji wan filman; filmê Jîyan ê derhêner Cano Rojbeyanî, filmê Tonêl ê derhêner Mihdî Omîd, filmê Entêna yê derhêner Ednan Osman, filmê Dîwar ê derhêner Tehsîn Fayiq, filmê Tirawma yê derhênera jin Ciwana Sêîd, filmê Rihan ê derhêner Tenya Kerîm û filmê Kargeha Revandinê yê derhêner Rêvîn Seîd. Hêjayî gotinê ye ku em bibêjin  derhênerê kurd ê misrî yê navdar Ehmed Bedirxan behsa çêkirina wî ji filmekî re li ser jîyana Seydayê Berzanî dikir, bi lehengîya Ûmer Şerîf, lê me ta niha  tiştek li ser weşandina wî nebihîstîye.

Li Londonê paytxta Birîtanîyayê mehrîcana Sînemaya Kurdî 2007z li dar ket. Bihtirî ji (100) filmên Kurdî lê hatin nemayeşekirin, ji wan Erdê Zivistanê yê Derhêner Hîşam Zeman, filmê Kursî yê Derhêner Keya Ezîz, filmê Derbasbûna Tozê yê derhêner şewket Emîn Kurkî û filmê Miletê Tawis ê derhêner Binefiza Bêrîvan.

Di mehrîcana Xelîc a sîyem de 2010z filmê kurdî yê bi navê Derbeya Yekem ê derhêner Şewket Emîn Kurkî xelata yekemîn bi dest xist.

Bi derbasbûna demê re û hebûna heyberan û hinek ji azadîyê û bi pêşketina zanista sînemayî bi kurdan re, sînemaya wan jî pêş ket û filmên wan pir bûn. Derhêner Selîm Ûmer Xelîfê filmên: Zagros, Erdê Mêrxasan, Mêsîyê  Bexdadê 2012z û hineke din ên  kurt lê çêkirin û derhêner Ekrem Heydo 2011z filmê Helebçe derhênand û derhêner Gerzan Qadir filmê Bêkes derhênand.

Gelek filmên Kurdî di wê qonaxê de çêbûn, ji wan ên derhêner Çayan Dêmerêl û yên Weysî Atlî (Jîyana Nû. Lê Rêjîma Tirk nehişt were pêşandan, ji ber ku ew li ser sê jinên YPJ ne yên ku li Kobanê berxwedan dikirin dijî Daişê) û yên derhêner Kazim Oz mîna filmê Bîr û Kongreya Niştimanî.

Li Rojavayê Kurdistanê; Desteya Çandê Komîna Filman saz kirîye. bi xebateke balkêş radibe, hejmarek ji filman çêkirîye,bo mînak filmê Ji bo Azdîyê û filmê Darên Bitenê.

Li herêmên Rêvebirîya Xweser, li gundên Senceqa Sadûn derhêner Şêro Hindî digerîya û film ji zarokan re nemayeşe dikirin, ne yên Kurdî bûn. Lê belê ew derhênerekî Kurd e û wî filmên kurdî yên mîna Çîrokên Bajarên Wêrankirî û yê Sûr çêkirin

Sala 2012z Li Dihokê, Li Başûrê Kurdistanê Mehrîcana Filmên Kurdî hate lidarxistin. Bi dehan filmên kurdî lê hatin pêşandan. Derhêner Şewket Emîn Kurkî filmê Bîranînê Neqişandî Li Ser kevir derhênand.

2013z Mehrîcana Filmên Kurdî li dewleta SIWÊDÊ bi (13) filman li dar ket.

2014z di Mehrîcana Ebû Zebî de filmê kurdî yê bi navê Bîranînên Neqişandî li Ser Kevir ê Derhêner Şewket Emîn Kurkî xelata yekemîn stand.

2016z derhêner Xemgîn Salih filmê Yê Nizane Baqê Nîska ye çêkir. Di wê salê de li Qamişlo Hefteya Sînemaya Kurdî hate lidarxistin ji (50) filmên kurdî û erebî. Ji wan ên derhênerên mîna: Huner Selîm, Mihemed Evdilezîz û Behmen Qubadî bûn.

Filmê bi navê  (A157) yê keçikên Êzdî di destên Daişê  de, yê  derhênerê kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Behroz Nûranî di Mehrîcana Fecir de li Îranê xelata yekemîn stand.

Li Hewlêrê 2017z Mehrîcana Kurdistanê ya Filmên Kurdî hate lidarxistin (46) film tê de beşdar bûn.

Li Enqerê 2017z mehrîcaneke navdewletî ya filman li dar ket, nêzîkî (20) filmên kurt û dirêj ên kurdî tê de beşdar bûn, yek ji wan  filman; filmê bi navê Reûf ê derhêner Soner Caner û derhêner Bariş Yilmaz bûn, yê li ser stemkarî û qirkirina  Rêjîma tirk ji kurdan re.

Çêkirina Sînemaya Kurdî bi derbasbûna demê re berdewam e. Derhêner Teymûr Evdik li sala 2018z filmê Li Paş Mala me derhênand.

Ji Rojhilatê Kurdistanê, derhêner Saman Hisênpor ê ji bajarê Seqizê, di Mehrîcana Şeşem a Film û Muzîkê de li Îtalyayê xelata baştirîn film, li ser filmê xwe yê bi navê Himbêza Dawîyê  bi dest xist.

2019z Mehrîcana Yekem a Filmên Kurdî li Parîsê (FFKP) çêbû (19) filmên kurdî hatin pêşkêşkirin.

Filmê herî vê dawîyê yê ku li ser jîyana berxwedana gelê kurd bû ê hate weşandin, filmê derhênera Fransizî  Karolîna Forst ê bi navê  Xwîşkên Çek bû.

Li Stembolê Sazîya Mezopotamîya ya Sînemayê, ji 6 ta 10-3-2020z Mehrîcana Yekem a Filmên Kurdî li dar xist. (30) filmên ku derhênerên wan kurd tê de beşdar bûn, ji wan: Hisên Tabak, Hisên Hesen (Ev derhêner bi filmê Reşeba beşdar bû).

Derhêner Ganî Rizgar û derhêner Hakan Gurtep filmê bi navê Çavên Min Ehmed, ev filim li ser jîyana hunermendê nemir Ehmed Kaya çêkirin, lê piştî wan xilas kirin û karê weşandina wî kirin, lê malbata wî bi mehaneya ku destûr ji wan nehatîye xwestin û agahîyên wan tenê ji Google in  û ne rast in, li dadgehê gilih kirin û nemayeşeya film rawestandin.

 Di dawî de, Xwînerên xoşewîst: Kurdên me gotine: Giya di bin keviran de namîne, lewma çiqas stemkarîya Rêjîmên dagirker li ser gelê kurd hebe jî, ew nikarin  bigihêjin armancên xwe yên tunekirina çand û neteweya kurd, ji ber ku ew war e, lê ne ew Bihar e, ew di kiryarên xwe yên dijî gelê kurd bi taybetî  hunera kurdî de bi ser nakevin. Ji ber ku bi sedan filmên kurdî êdî ronîyê dibînin û tevlî mehrîcanan dibin. Ew jî bi saya jîrekîtîya xwezayî ya gelê  kurd e û  xebatkarên dilsoz ên di beşa Sînemaya Kurdî de dixebitin.

Hêjano: Filmên kurdî ji yên me nivîsandî pir bêhtir in û beşdarîya wan di mehrîcanan de jî bêhtir e, lewma dema me hinek ji bîr kiribin, em lêborînê ji wan dixwazin, ji ber keda wan hertim dimîne pîroz. Mebesta me ji vê mijarê em hinekî şopa sînemaya xwe ya kurdî bigirin û nas bikin, li gor dem û salan bi rêbazî  û bi mînakan, ji bo em rewşa wê hinekî nas bikin.

ÇAVKANÎ:

Rûpela fêsbûkê ya KOMÎNA FILM A ROJAVA

Malpera Sînema Kurdî.

Malpera Bas Filim.

Rûpela fêsbûkê ya Ronahî tv.

Rûpela fêsbûkê ya Rûdaw tv

Rûpela fêsbûkê ya K24tv.

Mlpera El-Mihwer El-Mûtemedin.

Malpera E-Alalem.

Malpera El-Beyan- gotareke nivîskar Hewas Mihemed.

Malpera El-Eyîn a nûçeyan- gotara Seîd Ebû Miela.

Pirtûka Elsînema Elkurdiya ya Ibrahîm Hac Ebdê.

Malpera Durer Eliraq.

Pirtûka Medxel îla elsînema elkurdiya ya nivîskar û rexneger Burhan Elşawî.

shermola.net.

Lê Binêre

Bedro 

Mehmet Dinç Wergera ji Tirkî: Mikaîlê Berbestê Sedan sal e  ev deşt, devera ku şervan  …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !