qetlîama Robozkê

Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê

MIHEMED EVDILA

Sihûpênc mirovên kurd bi planeka sîstematîk ya dewletê di 28-ê meha dawiyê ya 2011-yê de li berpalên gundê Robozkê yê Qilavaya Şirnexê bi bombebarana firokeyên cengê yên tirkan bi awayekî hovana hatin kuştin.

Ji sihûpêncan, hejdeh jê temenê wan di bin hejdehê re bûn, yazdeh, dazdeh, sîzdeh çardeh salî bûn, hemî bira, pismam û lêzîmên hev bûn, wekî bira û biraziyên min bûn an jî ez bi xwe yêk ji wan bûm, bi kemîn û lêdaneka wehşî hatin kuştin, kuştina wan ji erdê û asîmanan bi organîze û bi plan bû.

Xwînxwaran planên paşeroja xwe li ser parçeparçekirina bedena van zarokan çêkirin. Hêvî û armancên xwe yên sala nû li ser rijandina xwîna van zarokan çêkirin. Gunehê wan zarokan çi bû. Ev dused sal bûn bav û bapîrên wan di heman riyê de dihatin û diçûn, riya ber deriyê mala wan bû.

Bêbextî û bextereşiyek çend mezin e dema ko bi hezarsalan e miletek li ser erdê xwe, li ser axa xwe digel lêzim û hozên xwe dayinûstandinê bike, lê hinek bihostek lehnetî dane navbera wan û wê bihosta lehnetî bikin sînor û bi kuştin û girtina mirovan wêderê û wî sînorî biparêzin.

Bêbextî ne tenê kuştin e, ya ji kuştinê jî hêj bêbexttir îftira û bêbextiyên piştî kuştinê ne. Bêbextî êdî bi got-gota kolanan li ser tenûran nayê kirin. Wekî wê teknolojiya esmanî ya ko di nîva şevê, di seqema zivistanê de bedena wan zarokan kir kerî-kerî wekî guhê wan, teknolojiyeka ewqes hov û bêexlaq ya ragihandina tirkan jî seferberî reşkirina heqîqeta hebûna wan zarokan bû. Medyaya tirkan wekî hercar ew zarok kirin ”terorîst”, ”sînorbir” û ”qaçaxçî”!

Careke dî aşkere bû ko di mijara heqîqeta zarokên kurdan de, şef û patronên medyaya tirkan ne wijdan heye û ne jî exlaq! Çavên wan du rojan ma li ber deriyê Genelkurmayê (serokerkaniya leşkerî) ka dê ew di heqê mijarê de çi bibêje, da ko ew jî li gorî wê xwe “eyar” bikin. Bêedaletî û bêexlaqiya dezgehên fermî û nefermî yên tirkan di heqê kurdan de dikin ne yêk û ne jî hezar in.

Bêedaletiyek ya herî mezin ya ko kurd her roj rûbirû dibin jî ev sînorên ko bi darê zorê ketine navbera wan de ne. Li ber derê mala xwe, li ser erd û zeviyên xwe bi danûstandina digel birayên xwe di çavên xwenenas û pêxasan de dibin ”qaçaxçî”!

Divê herkes baş bizane ko maf û hiqûqê kurdan yên digel bira û pismam û hoz û lêzimên wan ji mafên dewletî yên hemî dewletên zorkerên bi darê zorê ev sînor danîn li pêştir û pîroztir e. Çênabe gumrik û sînor di nava kesên mirov û lêzimên hev de bin bên danîn, ti bingeheke meşrû yê van sînor û gumrikan nîne.

Li gorî qenaeta min, aliyê siyasî û serxwebûna Kurdistanê li aliyekê, lê riyên wê yên hiqûqî hene ko kurd wekî dozeka heq û hiqûqê di her astê de hewl bidin ko van sînor û gumrikên nemeşrû yên di navbera xwe de bidin rakirin. Çênabe li grub û mirovên lêzimên hev miameleyek her wekî ko ew qet ne mirovên hev bin bêt kirin. Riyên vê yên hiqûqî dikarin di peymanên Yêkîtiya Neteweyan (UN) de jî bên dîtin.

Her divêt kurd wekî milet tenê ders û ibreteka mezin ya dîrokî ji kuştina sihûpênc mirov û zarokên bêguneh yên Robozkê û Bêcihê bigirin, bibînin ka dewleta tirk bi frokeyên xwe yên cengê û dezgehên xwe yên medyayê ve miameleyaka çawan digel wan dikin. Helbet em dê di encamên lêkolîna vê bûyerê de jî bibînin ka hikûmet û dewlet careke dî xeteke çawa datîne navbeyna xwe û kurdan de.

Nefel.

BERNAMEGEH

Lê Binêre

Evdalê Zeynikê

İKRAM OGUZ Şahê Dengbêjan… Siwarê Kuvî û Bavê Temo… Evdalê Zeynikê, di hinek kilam û …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !