Subehî dê mirim

Kurteçîrok: Xwan Xusîh Miyas   /   Wergêr: Hesenê Silêvaneyî

Ez nizanim kîjan gavê ji îro min tê anî der ezê li roja pêniç şembî, her çend e yên dî hêj li roja çarşembê ne. Gelek çaran eve digel min çêbûye û min bi xem ve newergirtî ye, cunkî hindek heftî hene mirovî divêt zû verevin, lew rojekê jê dibirt. Arîşeya min bi temamî li roja şembiyê dest pêkir, ez û hevjîna xwe hîb bûn biçin sînemayê û ji derve şîva xwe bixwin, hindek caran em hevalekê û hevjîna wî jî vedixwînin da pêkve bin. Lew min bo xanima xwe pêşiniyar kir telefona xêzana Cutîrîsî bike da vê êvariyê digel me derkevin, ewê gote min hêşta em yên li roja eyniyê. Min çi negot, lê ezmendehuş mam.

Ez li mal kar dikim, ez birucirmirim û peywendiyên min bi cîhana ji der ve sinordar in û paşî min bawerî bi hestên xwe nînin. Ji ber wê çendê berî jina min qesta karê xwe bike (ew seroka pişka diravên biyanî ye li banqekê) ez derketim ji bo kirîna rojnamê û piştrast bû em li
roja şembiyê ne.
– Li rojnamê binêre
Min wesa gotiyê û rojname deyna ser mêza metbexê, wê hêj têşita xwe dixwar.
– Li çi binêrim?
– Ka em li kîjan rojê ne.
– Eynî 15 Oktober.

Min xwe nêzîk kir û ji pişt milê wêra berê xwe da dîroka li serê perî nivîsî, min dît ew ya raste. Lê demê ew derketî, careka dî min berê xwe da rojnamê û min dît em yên li roja şembiyê 16 Oktoberê. Min zanî ewê rojnama eynyê xwandbû, lê min ya şembiyê xwandî ye, anku û ji ber egerekê nahête şirovekirin, ez rojekê ji berî mirovên dîtir dijiyam. Ez bi hindek karan rabûm da ji wê çendê piştrast bim, encam wesa derket, ku ji dil, ezê rojekê ji berî yên xelkê dijîm. Wê şevê, li ser şîvê, min ev çende ji hevjîna xwe ra vegêra:
– Erê tu dizanî ez rojekê berî xelkê dî, dijîm?

Barikirî bi pirsiyarekê berê xwe da min, bi dirêjî min jêre şirovekir, piştî ez ji axiftina xwe xilas bûm, ewê xwe bi kenî kuşt, min wesa zanî ew ê axiftina min bi henek wergirt. Min dirêj nekir, çunkî min bi xwe jî dît babet nahête bawerikirin, ku ez bi xwe ji hestên xwe biguman ketim.

Li rojên di dûv ra, ez li ser babetî rawestam û vekolîn kirin, ez gehiştim wê çendê ku eve rastiyeka mukime. Çunkî min dengûbas dizanîn berî xelk bizanin bi rojekê, her çende eve wek xesletekê diyar dikir, lê tirs jî bo min peydakir. Min di rojnama sêşembê, sêşemba min, nûçeya mirina dayika xwe dît, ewa bo xelkê dî, hêşta saxe. Her wesa min nûçeya agirberbînekê û erdhejekê hêşta neqewmîn, dîtin, û min serdana kurê xwe li xestê kir, piştî tûşî rûdaneka tirumbîlê bûyî, hêşta neqewmî. Her wesa min nûçeyên xweş jî dîtin, lê min nikarî pê keyifxweş bim di wextê wêda digel yên dî. û husa demê keça me ya nujdarî dixwand, û hatî ye damezirandin li xesteyeka mezin, diviya bergiriyê li heza peywendîkirinê bi malê hemiyê ve bikim, ji bo belavkirina mizgîniyê.

Min dest bi vexwarina meyê kir. Rojekê demê ez bi tenê di mey vexwarinekê ve bûm, ü min vedixwar, xanimeka neşûkirî bi rex min ve rûnişt. Em ketin danüstandinê, piştî bêhnekê, min danpêdan bi arîşa xwe, bo wê kir. Ewê gote min, tiştekê wesa digel wê jî rûdide, ew bi du rojan, ne bi rojekê li pêşiya xelkê ye. Evro roja çarşembê bû, bo min, ü roja sêşembê bû, bo xelkên dîtir, ü roja pênc şembê bû, bo wê.
– Pa vêca ev dîdara me, evro rûdide an sibehî?
– Evro ji bo te, ü duhî ji bo min.
– Pa madem tu li subehî yê, ka bo min bêje dê ci qewme!
– Evro em dê biçin nav nivîna-ewê got–Ez li vêrê, li nêzîkî meyxanê akincî me, lê demê tu dest bi cilik êxistinê dikê, dê dilê te rawesite, ez
dê te rakim û di esansêrê da hêlim, sihariya roja dî, mirî, dê te bînin, ya rast jî, ewan tu dîtî. U polîs hatin û ji me hemûyan pirsîn, ka em te nas dikin, me bê agehî ya xwe ji te diyarkir.
– Bi xwe radestkirin û baweriya jivexwarinê peydabûy min got:
– Pa pîtivî nake em biçin mala we.
Ewê got:
– Da biçin-nê demê çûnê ye.
Em ji meyxanê derketin, çûn epartmana wê ya nêzîkî meyxanê.
Demê min dest bi cilik êxistinê kirî, ez bi janek dijwar li milê xwe hesiyam, piştî hîngê gehişt sîngê min, demê xanim bi rewşa min haydar bûy, qabûtê min, kire ber min, û ez kirime di esansêrê de û li wêderê hêlam, û berî ez bimirim bi kêlîkekê, min hesta xwe ya siruştî bi
demî vegerand, her çende ez yê li roja çarşembê mirîm, lê hêşta ezê li roja sêşembê dijîm. Min qesta mal kir, min xwe di jora xwe ve asê kir, û min dest bi nivêsîna vî deqî kir, û ez kesê li ser ewa rûday gunehbarnakim.)

Xwan Xusih Miyas:

Romannivîs û çîroknivêsekê navdar ê Espanî ye, jidayikbûna wî sala 1946an e. Ew yeke ji navdartirîn çîroknivîsên Espanî ye, ji nîva dûyê ji sed saliya bûrî û destpêka vî çerxî. Gelek xelatên girîng wergirtine, wek xelatê Nadal li 1990 , li ser romana-Tinêtî wesa bû-u xelatê Bilanîta li 2007 , ku navdartirîn xelatê wêjeyî yê Espanî ye, li ser romana–Cîhan. xelatê Mariya Dî Kafiya li 1998.)
*Berhemên wî bo pirtirî 15 zimanan hatine wergêran.

Ji berhemên wî:
*Eqil berzebûne 1974 * Wesa dihêt ber çavên wê * Du jin li biraxê * Sawîlke û mirî * Bîjî û xwe vedizî * Tinêtî husa bû * Cîhan * Xuliyo û lora *
Jêder: Saqî al yumna –Lingê min yê rastê–Ji wergêrana: Ehmed Ebidulletîf, weşanxana weraqun-Îraq, Besira, 2014.

BERNAMEGEH

Lê Binêre

Evdalê Zeynikê

İKRAM OGUZ Şahê Dengbêjan… Siwarê Kuvî û Bavê Temo… Evdalê Zeynikê, di hinek kilam û …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !