CÎGERXWÎN

CÎGERXWÎN Û DERÎKA ÇÎYAYÊ MAZÎ

Eyyup Guven

Cîgerxwîn, helbestvan,sîyasetmedar,û nivîskarekî pir mezin e.
Cigerxwîn lî erdnigara kurdîsta ê pir gerîyaye u her der binçava de derbaskiri ye. Dema li Kurdîstanê gerîya ye , Wê deme axatî û şêxtî pir bi deng bû û wek sazîyak fermî dihat qebûlkirin. Cîgerxwîn jî dî rewşek wenî de lî Kurdîstanê gerîyaye u tu deme de stêrka wan u Cîgerxwîn li hev nekîrîye. Ber vê yeke herdem hatîye celîkîrîn û her dem bi lenerînek dine hatiye naskirin.

Di sala 1922 de heya çûye ser dilovanîya xwe di warê edebî ,helbest û nivîskarîyê de pir berhem lî duxwe hîştîye. Lê belê di tu behremê hatiye çapkirin bi berfirehî bahsa jiyana seydayê cîgerxwîn li navça Dêrika Çîyayê Mazî nehatiye kirin.Mirov li helbestê wî an li çaranîyê Cîgerxwîn dineri tê faam kirin , Dêrika çîyayê mazî tesirek xurt li ser cîgerxwîn hiştîye. Lê belê wek me bahs kir di derkheqê vê tesîrê de lêkolîn ê ber fireh tuneye.Daxwazîyame eve kû xwendevana di derheqê jiyana cîgerxwîn, li navça Dêrika çîyayê mazi de agahdar bike. Di dîwan û pirtûkê bahsa jîyana seydayê cîgherxwîn dike salê 1922 u heya sala 1924 zêde ne eşkereye ku bela Cîgerxwîn di va salana de li Dêrika Çîyayê Mazi dîjîya ye.

Seydayê Cîgerxwîn,di sala 1903 de li navça kircewsê li gundê hesar xwedê daye, di şerê cîhanê şerê yekeminde di sala 1914 de deheri bin xetê derbasî Rojavayê Kurdîsytanê dibe. Li Amûdê jiyana xwe berdewan dike.
Di sala 1921 de vedigeri welêt derbasî alîyê Amedê dibe u li Amedê deheri cem seydayê Serî jêkirî di varê olî de perwerde dibe, di wê demê de dibihîze li Dêrika Çîyayê Mazî wek mel Hesenê Tawîkî ,wek seydayê mele Îskender Kazim heye. U di sala 1922 de tê Dêrika çîyayê mazî.Dema tê navçê li navçê Di warê olî de berpirsîyar Melle Elî ye. Lê belê di nav gelde u di warê perwerdehiya olî de seydayê melle Îskender Kazim e.Cîgerxwîn di wê demê de deheri cem seydayê melle Îskender u dest perwera olî dike. Melle Îskender di warê netewîde peşde çûye ber vê yekê cîgerxwîn, gava perwerdeya siyasi cara yekemin li Dêrika çîyayê mazî avîtîye.Dema seydayê cîgerxwîn li ewupa dîjî , kovara Roja Medîya (Medya Güneşi) bi seydare hevpeyvinek ê dike Seyda we demê vuha dibê je :” Ez bawer dikim min lî Dêrîk ê baxçe u rezê dahl û xabê nedîta dibû ez nebu ma helbestvan , min hestû u ramanê xwe ji jiiyana Dêrikê u lênerîna Dêrikê girt.” Di vê gotinêde mirov faam dike kû derikê pir tesîr li ser Cigerxwîn kirîye. Dema mirov li çarînû helbestê cîgerxwîn dinere tê xuyakirin kû , erdnigara Dêrikê pir dipesinine.

DÊRİK

Dêrik çi xweşe bi dar û ave,
Ev ava lî her dere bela ve.
Yek Xabe bele ,bihuştu mava.
Pir mişmiş û sêv û darû selwa.

Pir gûz û hejîr û xox û hinar,
Pir kanî û aş û avû cobar.
Yek dîheye jê dibên Kulêbê,
Gorîne ji wê re Xûrs û Şêbê
Pir ave kesar û pak û şêrîn,
Pir dar û ber û gûlanê rengîn
Bilbil digirî bi axû zare,
Daxwaz bixwekoma la heware.
Mizgîn dide ev heval û yare,
QEDRÎ koli Şamê xwende ware
Çepkan dîkutîn diben birawo,
Gorî te dibin xweh û bira.

Dema seydayê cigerxwîn li navçê dimîne li cem seydayê melle Îskender pir mele u şexsîyetê navdar perwerde dibe.Ev şexsîyetna Mele Mexmedê Heboşî, Mele Mexmedê melê Xemê, melê Bêzo,melle Evdirrehmanê Sorikî, Êlaso u Ziya . Di demê pêşîyê de ev melle u merivna di serhildana şêx Seid de alîkarîyê bi Şêx Seid dike.
Dem bi dem seydayê cîgerxwîn bi hevalêxwe re deheri ser gar û zinarê der dora navça Dêrik Heremek heye ji navê ew zinarna dibêje “Firîna Gawira” û lî hember zînara Pozê Mancêlê heye. Di navbera herdu zînara heremek heye jêre dibêje Gov, Di qirqirinq Ermenan de pir Ermen hatine kuştin.Rojekê Cigerxwîn u melle Evdirrahman ê Sorikî deheri wê heremê dema Seyda li wê heremê dînere, li ser zinara “Govê” rudine u linge xwe bi ser zinarê berdide u çarîne kê dibêhe je.

Heylo dilo heylo dilo,
Agir berda loda çilo,
xelk u alem tev bune meriv,
kurmanc tene mayen wilo.
Xir xir dike zir zir dike ,
Wek kere mala Şêxê silo,
Heft heft dike, heyşt heyşt dike
Wek kucikê mala Şêxê biro.

Cigerxwîn herdem bi hevalêxwe diçû hereme reza Xab u dahl e.Wê deme Cigerxwîn di piranî de çarîn dinivîsan û hevalêwî xitim dikir. Çarînek wi lis er Daxlû Xabê:
Min baxçak dit li xabê wek baxçê cinnetê,
Min avek jê vexwar,wek ava qudretê,
Lê zalim neyar dibe xwedîyê vê hikmetê,
De zu bike kurdo nemin edi ixanetê.

Dema welat parêzî hedî hedi di mejîye wî de dişitile , faam dike ku li navçê axatî di pêşîya her tiştî deye. Rojekê di nav sukê de dimeşi lê dineri ku neh deh meriv lî zilamekî belengaz dîxe ,Cigerxwîn dibin e u pir diêşe ser vê buyerê jî çarînek wî:
Dêrik bi rezi bi terezi,
Serê Dêrik ê bi axa u bi teresi.
Hêvî dikim ji xwedayê bej u av,
Ruhê va necisna bitsîne lez bi lezi.

Seydayê cîgerxwîn di vê demêde helbestê xwe bi tîpî samî (Erebî) dinivîsîne,Rojekê ji Dêrikê deheri qerejdaxê, mevanîya Çûço Axa,Çend roja li wê derê dimîne. rojekê ber êvarî du swarê hespa tê kon.Her du swarî yek Şewqî Beg e yek jî ,birayê wî Evdîla Beg e. ji Erxenî yê ne. Berî ku serhildana Şêx Seîd çê bive li nav kurdîstanê digere u ji mirove welatparêzalkarî dîxwaze. Ber vê sedemê hatine Çiyayê Reş. Wê şevê dibe mêvanê Çuço axa,li kon dimîne u Cîgerxwîn çend helbestê nivîsandî ye ji mêvana re dixwîne. Şev derbas dibe Dibe sibêh zû , Şewqî beg bi destê Cigerxwîn digre u deheri ji dervî kon , şewqî beg dest pê dike,dûr u dirêj qala xwe ,kurdan û xelasîyê azadîyê dike:
—Tu bi zimanê xwe zimanê kurdî nenivîsine, tu wate tune, Ez ji te dixwazim tu bi zimanê kurdî binivîsine.
Ez di sala 1924 de ser vê buyere şunde,bi saya Şewqî beg ê erxenî zêdetir hişyar bum. Cigerxwîn bî kurdî dest nivîsê dike.
Cîgerxwîn her ku deheri û ji hevalê derdora xwe nebaşîya axatîyê û têkilî ya axa û şêx û mella dike.

Zu dereng gotinê wî tê bihîstin û ji Mamostê wî ji bona Cigerxwin ji navçê here tê gotin. Melle Îskender deheri cigerxwîn dibîne cigerxwîn faam dike ku ewê wî wenda bikin , dibe sibêh zû , şagıirtê xwe li hucra tenişta mizgefta kanîka bi çuk dicivîne cem hev u jiwan re dipeyive:
—Ez dikim ji Dêrik ê herim, lê ez bê dil ji vêderê deherim.Dilêmin li Dêrik ê dimîn e u ezê herim tu cara ez Dêrikê ji bîr nakim. De bi xatirê we.

Melle Evdirrehmanê sorikî u Elasê hecî Etman, bi Cîgerxwîn re deheri ji devrî Dêrikê wi dişîne.
Dema ew deheri dervî Dêrik ê di 1940 de Alîyê husên,(Elîyê Sittîka) deheri rojava qamişlî, ewê ji qamişlî derbasî gunde taabeş bive.dema deheri Taabeş,gundî amedekartîya mêvana dike , dibêje ewê Cigerxwîn were. Ber wê yekê xalê Elî disekine ku gi weri bê Cîgerxwîn ewê an yekî dinê ye. Dibe şev temema mêvan û gûndîya lî oda mahzubanê wî runiştîiye demek nêzîk derbadibe dineri Cigerxwîn hat, u Cîgerxwîn li Dêrikê mamostê wî bu, Şev dibe nêvî ew li odê dimîne,ode ji mêvana û ji gundîya kes kesekî nabîne.demek derbas dibe Cîgerxwîn li çav Elî dikevi u bang dike. Dema bi Elî re dipeyive wî nas dike,û ji xwedîyê malêre dibêheje bila livînêmin u ê elî li cem hevbin. Wê şeve li cem hev heya dereng şar dimine u dipeyive. Ji Elî re dibêje:
—Dema ez ji navenda navçê derket şûnde ez çûm gündeki Dêrikê, li wêderê min dest melletîyê kir, di wê deme de ,şextî jî pirbû, li gund niv şêxek hebû, digot ez kuçikê mala şêxê cizirîme,ber wê yeke de em min her ew didit min devêxwe dikir gûha jêr digot , —Karê kuçika li mizgeftê tuneye.

Dema zikat dihat stendin, bela ku em her du jî di warê oli dixebitî çi zikat bihata bime her duya dihat parkirin ber vê yeke şêx jî mîn heznedîkîr, u axa ez ji gund derxistim.Paşî ez çûm alîyê Cizîre min dit şêxê wê demê di bin navê zikatêde fekîra diruçikîne ez li hember şêx sekinim wê gavê şêx fam kir kû ez diji wî dixebitim ez ji wêderê ji celi bum u ez hatim qamişli, li qamişlî hîn tu kesekî ez nas nedikirim min sergin berev dikir û ew sergin nadifirot u pê asukêxwe diqedand.Rojekê ez li nav erdeki bu. Min disa sergin berhev dikir, min lê nerî nezi deh zilama bera dû şêxê cizîrê daye u dimeşin, dema şex çav min ket ez nas kirim u sekini ji bo kû henekê xwe bi min bike dest peyvê kir:

—Eeee şexê min,seydayê min,tu çer dike?
—Ez çer dikim ez necisa berev dikim ezê bivim bifroşim u asukê xwe bikirim.
Wê gavê wek şex xiznakê bivîne u xwe avit holê bi dengekî aza bang kir:
—Ma ne gunehi tu dike gû bifiroşe u bi vî gu,heri nên bikire u bixwe?
Min faamkir kû şêx dixwaze min li hember hevalêxwe biçûk bike , wê demê çarînek ber devê min u min bi wê çarînê bersiva şêx da.
Şêxêmin seydayê min,
Bi şaşika sere te,bi îmana qelbê te,
Bi mirîd ê dora te
Ev gu çêtire ji wê zikata te.
Dema min wer got şûnde wek tu şivekê liser çavê şêx xe u got.
—Tu xirîya ye. lazime peyva bitere herame,
u ji wederê lez bi lez çû ez hatim xebitîm u nuha ez xebatê xwe berdewam dikim. De bivêje li Dêrikê çi heye?
Min bahsa leşkerê Receb beg kir dema serhildana şêx seid tek deheri şûnde li giştîya kurdîstanê çek tê berevkirin u li para Dêrik ê jî , serdarek dikev
navê wî Receb beg e, zilmû zora wê demê û binçavkirina mirovê welatparêz kû seydayê melle îskender, ket zîndanê derket şûnde mir.melleye bi cigerxwîn re duxend giş revîya , herkê çûye dereke, ilyasê hecî Osman , û hecî seydî u mecîto hatiye girtin u di dadgehê de dalıqandin a wan dixwaze. Wê gavê bê hemd Cigerxwîn çarînek ji nav lêvê wî derket:

Ava xabê hurm e hurme,
Reco hatiye gurme gurme,
Melle revîya çûn zozan a,
Seyda maye di zindan a..
Baxsa dahle xabê u reze Dêrike kir di çi warî deye min yek bi yek jê re got we gavê disa çarînek ji minre anî ziman:
Gula mêrdîn yek Dêrik e,
Baxû baçê weji cinnet e
Li vê dinîye ,u hebi li wê dinyê,
Tû Dêrikê nesîbê min ke..

Bû sibe ez rabûm serxwe me tev de taştê xwar min çû genim li kerêxwe kir, ez disa hatim cem seyda min xatir jê xwest wê gavê seyda peyva dawîyê ji min re kir:
—Bila Dêrikî,wek çavê xwe li dahle li xabê u li çanda xwe xwedî derkevi vê temîyamin ji bîr neke.
Di sala 1945 de disa ji Dêrikê îsmeilê simsar, deheri binya xetê u cigerxwîn dibine, Seydayê cîgerxwîn ji Îsmaîl re disa bahsa Dêrikê rezû dahl û erdnîgara Dêrikê dike.
Tiştê tê fam kirin, Dêrika Çîyayê Mazî di nav dilê seydayê nemir Cîgerxwin de,cihekî girîng digre.

BERNAMEGEH

Lê Binêre

Evdalê Zeynikê

İKRAM OGUZ Şahê Dengbêjan… Siwarê Kuvî û Bavê Temo… Evdalê Zeynikê, di hinek kilam û …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !