QUMARCÎ

QÛMARCÎ

ÇETÎN LODÎ

Gundekî zilamek dewlemend û xwedî maşîne  Her roj sibeha sefera ku ji wan gundan rêwî didan hev dibirin  Bajêr û danê êvarê gundî suwar dikirin tanîn mal 

Wext sal êdî hînê leyîstokên çayxane tevan bibû.  Çayxane a ku li xeracê valahiya nava rojan de Hêdî hêdî li ser çayê dûre li ser biskivît û gufreta  Hata çerez derenceyek mezin gaha li ser nanê nîvro  Û têr nebû êdî li ser pera leyîstin.  

Êdî wuha çêbibû êdî sefera rêwî tanî li ser wê  Hata ku vegarandinê kumarbazek jîr jê derketibû  Êdî ew navdar dibû li wan guhdan û bajêr  Li ser diket.  

Xwewa xwe de jî dileyîst ka wî kevirî bavêjê  An te hîle kir.

Bi qur, an tu vira dikî erê erê oxlim dora te ye Êdî hevjina wî şiyar dikir û digot çi bu dîsa tu  Xwewnê de jî tu dileyzî.  

Ji bo xwedê bes e wehew te xwe bir helakê  Tê me jî xwe re bivî hîn maye ka te dîtiye kes Li ser kumarê ketiye karê şeytane.  

Ji bu xwedê dev ji van fehla xwe ber de  Meyzê te dev ji mêjê jî berdaye.  

Ji xwe ez ji bavê te re nabêjim.  

Pê bihese ku te dev ji mêjê jî berdaye ji xwe  Ji xwe mêj riknê ola me ye . 

Ew hevsarê ku me pê girê bidin.  

Deqene rêya şaş de neçin.  

Zilamê wê got : de rakeve min sil neke . Pîştî wê rojê şunde çiqas diçû pere winda dikir  Piştî piştî meha û salan êdî maşîna xwe li ser da. 

Deyîndar bu ket mitala edî genim datanî û hiltanî  Wext hat sê terektor genim difirot.  

Îcar yêk dida bi dizî dileyîst digot.  

Sê terektor min firot lê perê didu wan da min ê din jî gotiye  Ezê paşê bidim te ji maliyê xwe re. 

Piştî sala din sê dibirin heqê yêkî tanî digot ê paşê bide  Sala din her sê birin perê yêkî jî ne anî gotiye  Ezê paşê didim revî ew pere jî çû sê çar şêvan ne dihat  Gund.  

Pirêka wî kurê xwe ê nexirî dişand ba elewciya  Nav axaftina de bavê wî gotibû dikana filankese  Ka bavê min.  

Dayîka min gotiye ka perên me  

Çima hûn perê me nadin  

Bavê min ji şerma we nayê malê  

em tev birçîne . 

Hûn li ser perê me digevizin  

Yê dikandar got : xwarzê çiqas bavê te genim aniye  Min perê wî çik xistiye destê wî  

Û ez mirovekî hacî me ji guneha jî pir ditirsim  

Ew çiqas pera distîne an diçe li ba mehtap sînemasî  An jî diçe li ba gûk taxsi yê 

Li wan qehwê du qet meyze bike ewê perde kirî  Xwiya nakin ji der ve 

Lawik berê xwe da li wan qewha yêk bi yêk geriya  Dît ku we çar li ser masayekî ne  

Şewqa xwe ters fitilsndiye û çcigara wî li ber lêhva wî de  Daheliya ye  

Qurtek ça vedixwe hilmekî li cigara quna wê a sor  Li ber de jî kerem bikin havalno vexwin 

Lê wek zivistê ye ku sobê pê nakeve dûman girtibê  Wê havînê  

A ku xwedê daye min ne daye we oxlim 

Hadê kevirê xwe bavê jê rûto 

Yê keleka wî bişkokê kurtekê xwe hata navikê  Vekiriyê  

Ji pirça sing û rûyê wî dojek û lehêfek ji bê qûsûr derdiket  Dema cara dayika min û cirana me dirê dema xalê resûl  Derbas dibû kenek sivik digotin  

Ji xwe ev malnemîratê he zivistana serma lê naçê  Havînê jî wek zozana ye  

Lê bavê min û gundiya nav hev de paş navêk lê kiribûn  Pirço  

Lê hinek ji qeydê derbas dibûn digotin hirço 

Ew ket li ber çavên wî 

Navê wî miho bu dema bavê wî digot : zû bike  Xwedê nehîştî miho yê genî  

Lê yê din Zilamekî qeşenk bû 

Xalê xalê miho jêre digot : artîst  

Çend masa li wê derê tijê bun 

Dengek çayxanecî hat û got xwarzê li ser wî masa yî  Rabe temenê te nagre  

Bavê wî li nişka ve pişt xwe meyze kir  

Matmayî ma  

Çakêtê xwe li xwe kir  

Û got em herin law . 

Qet ne axivîn  

Li ser wê şer ê maçina suwar bun hatin a li gun peya bun Li man bende ku seata wan tişê bive û rêwî  

Wext dihat lê her gav destên xwe çavên xwe ve diferikand  Li ber de digot : we du deqîqe şunde ez tem diçim avreşkê 

Li pişt wê de re rondik çavên wî dibariya ku destekî  

Çavên xwe yê din cigara xwe dikiişan dengê miewin rabu Sûwar bibin em diçin rêwî no 

Xwe da hev çû avreşkê dest rûyê xwe şûşt 

Hat ew û lawê xwe suwar bun  

Pir kesan keysa xwe lê nanîn ku bibêjin te çi ji xwe kir  

Çi j zarokên xwe kir 

Tenê xêrhatin lê dan 

Dû re şûfer meyzand req  

Şûfer fedî kir got : xalo tu we re bajo  

Min bêriya ajotina te kiriye  

Wek berê hêjî ez xwe miewin tu şûfêrê min buyî  

Ji bo mural  

Yêkî kal got : ma şûfer li ser şûferê wî re hene  

Tu kerem bike tu bajo sabrî  

Yên ku li wê maşînê suwar tevan lê nerî tewan rêwî yên wî yên berê ji wan  Gunda bun  

Law got : tu bajo ji bo min  

Destê xwe serê lawê xwe de bir û çû li ser dîreksiyon  

Gûhê mêftê girt û bada  

Xwe gihandin li ber malê êdî xwe piçekî ji bîr kir û beriya çend salan  Dihat bira wî û şa dibû  

Ew û lawikê xwe piya bun  

Ji wan rêwiyan re got rêya we vekirî be 

Hehşa ku deriyê wê dep re ketin li ber derî  

Meyzand ku we hevjina wî rûken sekiniye  

Bi dil germî xêr hatin dayê wek diştek nebûyî  

Destê xwe serê lawê xwe de jî anî 

Şiv amade kiribû  

Keçika wî a piçûk hat xwe avêt sûtûyê bavê xwe  

Zarokên wî tev bi rêzê destên wî maçî kirin 

Bav sêrê ewil şerma û dûre wî destê wan rûyê wan maçî dikir  Li ber sûkrada xwe didewisand lê ber de jî digiriya  Hevjîn got na lo tu taca serê min û zarokê min î 

Xwur xwura çavên wî hêdî nesekinî  

Hevjina wî got : tu ba li ser me de nehatiye ku tu baranê tînî Beşişî pêre keniya  

Sabrî got : êdî nayê û nayê  

Piştî salekî êdî neçû bajêr jî sabrî li gund kar û barê wî baş rê de Diçû û êdî xwe tekûz kiribu  

Lê disa ew xwer ket laşê wî  

Hêcata xwahî a bajêr bêrî kirin piyên xwe digand cihê ku dûman  Lê zêde kirî 

Li sêrê heftiyekî deh rojan an şîn yan şahî bi hêceta  Qelun pê dixist wextê nîvcu mayî deyindar diket ji berê zêdetirîn  Deqenê tiyên wê bê nehesin  

Çarna wek berê dişand lawê xwe ê nexirî  

Çarna maşînê çarna pere tîne bun piya dişand li pey bavê wî Li nava qesela de derbas dibû diçû  

Pir caran kuçika bera wî didan pîlavekî qetî yayî  

Pey diket ku here bavê xwe bîne 

Dema xwe digahan bavê xwe dihat malê  

Lê dayika wî tu caran dilê xwe jê negirt  

Wek wê roja ku lê buyî mêvan  

Baş tê digihîşt ew nave malxwe wê paşnava wê ye Zarokên xwe tembîh kiribûn  

Ew bavê we keleha hewe ye wî her tim biparêzin  

Lê weke rojan  

Dîsa xwe nedihat mal disa karê xwe ê bi êş ajot  

Êdî çend pel erd li ser masê dani bun 

Axaftin geriyan hatin li ber gûhê birayên sabrî sekinîn

Birayên wî li hev civiyan  

Çûn birayê xwe anîn deynê tev jê bihîst in 

Man bira ya şertek danîn li ber  

Deynê te em şeş bira nav xwe de emê bidin  

Lê me ji te re karek dîtî ye  

Tu wê herî li ser wî karî  

Tu yê sond û peyman deynî êdî tu tuyî leyîstikan neleyzî  Li ber zarokên wî hevjina wî qur, an anîn destê xwe lêxist  Hema sabrî got : vê carê min ji van deyna xilas bikin  Ez hêdî jiyana xwe û dêw bavê xwe naleyîzîm şaşîtî jî Bira lê qeneh bun, çûn deynê wî dan û li ser neman  Gotin we me ji te re jî karekî dîtiye tu baş jê fam dikî  Sabrî got : çî ye kekê a rastî çi be jî  

Ji xwe êzê bikim  

Wan jî got şûfêretiya wan gundên alê mêrdînê bikî  Tu yê rojê tu sê caran bikî û tê du heftiya rojekî werî mal  Tu yê yazîxanê wirê razê yî timam  

Sabrî got : li ser her du çavên min  

Li hev kirin  

Du tira rojê ket re û çû li ser oxira xwe  

Li piştî şeş meha û salekî  

A didu wan pîrekê wî gundî li ser yazîxanê girtin û rev reva xwedê  Xwe ji destê pîrekê gundiyan xilas kir 

Hat malê êdî neçû li ser maşînê û got : nayê kişandin  Birayê sabrî ê mezin çû xeracê çima sabrî ji ba we derket  Xwediyê xeta gund û simsar û gotin başe ku ew nekuştin  

Li ser yazîxanê de girtin pîrekê gund teva li ba muxtar giliyê  Wî kiribûn  

Rev reva xwedê wî xwe xilas kir  

Birayê basrî got : erê ema çima wusa lê kirin 

Simsar got : pêşî destik taqimê ukey kirî anîbu yazîxanê  Şêv ew û şûfer tev hîn kirin  

Dû re gundî ew jî hîn kirin li ser tişta qumarê  Koro ew Feqeyekî jî hîn kiribû  

Edî jinê tevan pê hesiya û ji her re gotin  

Divê ev şûfer li ser vê xetê nemîni hatin deqene tev lêxin  Lê wî wek tajiyekî xwe ji nava xilas kir agir da maşînê hat  Wî ev gundê li ser vê xetê tev hînê xwumarê kiribûn Birayê basrî cigare nêkêş çû dikanê pakêt û kubrîtek kirî Got : çi bikim ji te sabrî  

Tu êş  

Ez gêj. 

Xalê sabrî  

Vêga bilêda wî a hecê birîne.

BERNAMEGEH

Lê Binêre

Erzirom

Çand û Dîroka Erziromê

Navê bajêr yê kevn wek Arze di çavkaniyên asûriyan de derbas dibe. Dema romayiyan de kela herêmê …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !