Kurdên Gurcistanê

Kurdên Gurcistanê yek ji komên diyaspora kurdan a kurdên nefî ye. Ev di serê sedsala 20an de ji bakûrê Kurdistanê hatine nefîkirin.

Di 20emîn sedsalê de pirraniya wan ji ber sedemên olî (cûdakirina olî) ji Emperatoriya Osmanî koçî Emperatoriya Rûsî û xwe li erdên gurcî bi cih kirin. Îro kurdên Gurcistanê bi giranî li dora Tbilîsî (paytexta Gurcistanê) û Rustavi dijîn. Rewşa wan li gorî rewşa kurdên Tirkiye û yên Farisê baştir e, ji ber ku ew rastî cûdabûna civakî, olî, aborî an jî siyasî nayin. Lewra ew xwediyê dibistan, pirtûkên perwerdehiyê û çapemeniya serbixwe ne jî. Ji ber perwerdehiya zikmakî alfabetîzm pir zû pêşket û analfabetîzm di destpêka 1900’an de ji holê rabû. Di destpêka sedsala 20’mîn de paşnavên rûsî li hemû gelên federasyona sovyet hatibûn dayîn. Hin malbatên kurd ji ber vê yekê paşnavên xwe yên berê dixwezin û tenê di vê mijarê de rastî tengasiyan dibin.

Li gorî îstatîstîkên rêxistina UNHCR sedî 80 (80%) yên wan kurdên êzîdî ne. Nêrîna xwe ya siyasî pir nadin xuyakirin, lê di sala 1999’an de bi meşeke mezin bala çapemeniya gurcî kişandin ser rewşa gelê xwe.

Kurdên Gurcistanê di salên 1920’î de alfabeya latînî bikaranîbû bin jî, îro bi gelemperî alfabeya kîrîlî bikartînin.

Cara ewil kurd di sedsala 12’mîn de di dema desthilatdariya key George III de xwe li Gurcistanê bi cih dikin. Di sedsala 16’mîn de jî cara ewil behsa êl û eşîrên kurd tê kirin û ew xwe bi giranî li bajarê Mtskheta bi cih dikin. Di sedsala 18’mîn de rêberên kurd tên Tbîlîsî û ji bo hereketa serxwebûna kurd a li Emperatoriya Osmanî piştgiriya qiralê Erekle II dixwazin, yê ku di wê demê de qiraletiya Kakheti rêvedibir.

Bi peymana ‘Turkmenchay’ê ya ku di nava Rûsya û Îran de di sala 1828’an de hatibû dayîn, îmkana kurdan ji bo xebitandina li Gurcistanê çêbû.Lê pirraniya kurdên Gurcistanê di sala 1918’an de ji ber zordestiya siyasî û olî (bi giranî ji Wan û Qersê) koçî Gurcistanê dikin. Herwiha, kurdên Gurcistanê di sala 1944’an de bûn goriya qirkirinên Stalin jî.

Jimara kurdên Gurcistanê di nava 1979 û 1989’an de bi sedî 30 (30%) meztir bû, lê bi serxwebûna komara Gurcistanê jimara wan daket.

Eqrebatiya gelê gurcî û kurd

Encamên lêkolînên zanyar David Comas û hevalên wî diyar dikin ku, di nava gelên gurcu û kurd çiqas cûdatiyên dîrokî û zimannasî hebin jî, jenetika her du gelan pir dişibe hev. Li gorî vê yekê, mtDNA yên her du gelan dikevin nava jenên Ewrasyaya rojava.

BERNAMEGEH

Lê Binêre

Dîroka ardahanê

Dîroka Erdêxanê

Erdêxan yan jî Erdêhan, bajarekî bakurê Kurdistanê ye. Erdêxan di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de dimîne. Dîrok Dîroka …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !