Zagonên Hamurabî

Zagonên Hamûrabî an jî Destûrên Hamûrabî, ji zagonên ku Hamûrabî yên di dema wî de hatina nivîsandin re tê gotin. Wî, di dema xwe de bi wan zagonan desthilatdarîiya xwe ava kir. Ew zagonên wî, weke zagonên destûrî yên ku cara pêşî hatine nivîsandin têne binavkirin.

Lê em dizanin ku di dema Sumeriyan de Destûrên Lipît Îştar, Destûrên Eşnûna, Destûrên Urukagîna, Destûrên Ur-Nammû, hatine nivîsandin. Hê gelek destûrên din hatine nivîsandin. Di dema Mîtanî, Gûtî û Naîriyan, Lolo û Kardoxan de jî, bi heman awayê nivîsandin bûne.

Mînak, di dema Mediyan de Avesta ya Zerdeşt û hwd, hatine nivîsandin. Bi vê rengê, hemû nivîsandinên ku bûne yên ji bo gelan pîroz bûn. Wan nivîsandinan, dema xwe û serdema xwe kifş kirine. Zagonên Hamûrabî, ji 282 xalan pêk tên. Li ser tabletên ku bi kurdî ji wan re Kêvelbar tên gotin re hatine nivîsandin.

Kêvelbar ji axa kîlê hatine çêkirin. Ev ax jî, tenê li dora Cizîr, Nisêbîn û dora wan tê peydekirin. Li herêmên din ên Kurdistanê jî peyde dibe. Lê li van herêman ji wê axê, axa herî dewlemend û ya ji zixuran paqijkirî tê dîtin.

BERNAMEGEH

Lê Binêre

Dîroka ardahanê

Dîroka Erdêxanê

Erdêxan yan jî Erdêhan, bajarekî bakurê Kurdistanê ye. Erdêxan di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de dimîne. Dîrok Dîroka …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !