Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Konê Reş û Salihê Heydo Xelat kir

Di sala 2016ê de ango di pêncemîn Kongireya xwe de ku li Qamişloyê li dar ket, HRRKê biryar wergirt ku xelatekê bi navê (Xelata HRRKê ya Afirandinê) damezirîne, û her salekê vê xelatê pêşkêşî dahêner û afirênerekî kurd bike. Nirxê xelatê 1000 dolarê emerîkî ye, ev xelat serê çar salan bi sponserî û alîkariya welatparêz û karsazên kurd berdewam dike. Di sala 2018ê de xelata HRRKê ya afirandinê bi sponseriya Ekremê Gemo şêwekarê kurd Zuhêr Hesîb wergirt û di sala 2019ê de bi sponseriya Kamîranê Hewran Reşîd Sofî û Mihemed Elî Şakir xelat wergirt. Her wisa di sala 2020ê de bi sponseriya Enstîtûya Kurdî ya Brûkselê Deham Ebdulfetah û Merwan Berekat xelat wergirt.

Îsal jî di 2021ê de, çendîn ragihandina xelatê dereng ket jî lê dîsa Komîteya Kargêr a HRRKê piştî gengeşeyên berfireh û dûvdirêj du kedkarên çand û wêjeya kurdî, du xebatkarên qada afirandin û dahênana bê rawestan û bê westan ku temenên xwe ji boyî berfirehkirina asoyên Kurmanciyê û vedîtina kêlîkên wendayî yên dîrok û hiş û bîr û şopên talanbûyî yên hest û nestan terxan kirin..

Du şervanên ziman û dîrok, û du serkêşên gernameya hişmendiya Kurmanciya me ya birîndar, ku bi dehan sal in li koşeyên tarî, li gencîneyên veşartî digerin û hewl didin pêşkêşî me û nifşên nû bikin. Komîteya Kargêr bi navê hemû endamên HRRKê herdû xelatgirên (XELATA HRRKê YA AFIRANDINÊ) ya sala 2021ê; Konê Reş û Salihê Heydo ji dil û can pîroz dike, serkeftin û berdewamiya berhemdayîn û afirandinê ji wan re dixwaze.

Her wisa Komîteya Kargêr û hemû endamên HRRKê spasiyên xwe yên germ û dilsojane pêşkêşî sponserê xelata sala 2021ê karsazê kurd ê ku li Elmanyayê dijî birêz Ibrahîm Şakir dike, daxwaza serkeftin û jiyaneke xweş ji wî û malbata wî re dixwaze. Komîteya Kargêr Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK).

 

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Dîroka ardahanê

Dîroka Erdêxanê

Erdêxan yan jî Erdêhan, bajarekî bakurê Kurdistanê ye. Erdêxan di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de dimîne. Dîrok Dîroka …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !