Huriyan

Dîroka Huriyan

Hurîhurrî yan ḧûrî  yan jî xurî yek ji gelên Mezrabotana kevnar a bakur ango Kurdistanê bûn. Peytexta welatê Hûriyan bajarê Kerkûk bû.

Heta îro bi qasî ku hatiye tespîtkirin, 6.000 sal berî niha ango 4.000 sal berî zayînê cara pêşî Subaroyan li herêma Amedê jiyane û hikm kirine. Sumer û Akad ango gelên navbera herdû çeman û paşê jî grekiyan ji wê herêmê re bi zimanê xwe gotine Mezopotamya.

Piştre navê Subaro bûye Hurî. Ew jî tê wê wateyê ku Subaro û Hûrî heman gel in.

Dibe ku li gor eşîretan navê wan hatibe guhertin. Di wê demê de kîjan eşîr desthilatdariyê bigirta destê xwe, ew bi wî navî dihat nas kirin. Îro hemû dîroknasan dibêjin ku Subaro û Hurî heman gel in û zimanê wan hind û ewropî bûye.

Hûriyan li herêma jorê Dîclê hukim kirine. Demeke ji Zagrosan, heta Amed, Riha, Mêrdîn, Kerkûk, û beşek ji Sûriya îro û heta Deryaya Spî jî ketine bin destê huriyan. Li van herêman kevneşopên huriyan hin jî tê pêkanîn.

Di navbera salên 1800-1500’an berî zayînê de li herêmê dewleta herî mezin û bi nav û deng ew bûne.

Piştî 1500’î berî zayînê mirov êdî li herêmê ji xeynî huriyan, mîtaniyan jî dibîne. Subaro, Hurî û Mîtanî ji heman gelê bûne, û her yekê ji eşîrên cûda afirîne. Piştre, li herêmê Mîtaniyan desthilatdariyê werdigrin destê xwe. Mîtaniyan zêdetîr li herêmên Mêrdîn, Haran, Riha, Heleb, Antakyayê hikm kirine. Li Amedê bi tenê herêma rojavayê xistine bin kontrola xwe. Weha xuya ye ku herêmên bakur û rojhilata Amedê di destê mîtaniyan de maye.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Bedro 

Mehmet Dinç Wergera ji Tirkî: Mikaîlê Berbestê Sedan sal e  ev deşt, devera ku şervan  …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !