mezopotamya

Dîroka Mezopotamyayê

Dîroka Mezopotamyayê yan jî Pêşdîroka Mezopotamyayê dîrokeke ji koçberbûyîna mirovî ya herî pêşîn a di Serdema Paleolîtîkê de heya serdema kevnare ya dereng e. Ev dîrok pêşî ji delîlên kolandinên arkeolojîk, piştî destpêkirina nivîsandinê di dawiya hezarsala 4an b.z. de jî ji çavkaniyên dîrokî hatine berhevkirin.

Mirovahî di serdemên Paleolîtîk û Neolîtîka destpêkî de tenê li beşên Mezopotamyaya Jorîn de cîwar bibûn. Li alûviyûma başûr jî di dema neolîtîka dereng de bi cih bûne. Mezopotamyayê, di Serdema Bronzê ya Destpêkî de ji bo gelek şaristaniyên mezin ên herî kevn cîwartî kiriye. Ji ber vê sedemê ye ku Mezopotamya wek dergûşa şaristaniyê tê binavkirin.

Navê Mezopotamyayê bi yewnanîya kevn tê wateya “erdê di navbera çeman de”. Bi qasî ku tê zanîn, ev nav cara yekemîn di sedsala 4an b.z. de ji bo destnîşankirina axa li rojhilatê Firatê ya li Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê ya îro) hatiye bikaranîn. Piştre navê Mezopotamyayê bi gelemperî ji bo hemî erdên di navbera çemên Firat û Dîcleyê de hatiye bikaranîn loma him Rojavayê Kurdistanê ya îro him jî Başûrê Kurdistanê, hemî axa Iraqê û Bakurê Kurdistanê hildide nava xwe. Çiyayên cîran ên li rojavayê Firatê û rojavayê Çiyayên Zagrosê di bin navê Mezopotamyaya berfirehtir de têne binavkirin.  Erdnîgariya Mezopotamyayê bi navên Mezopotamyaya Jorîn (an jî Mezopotamyaya Bakur) û Mezopotamya Jêrîn (an jî Mezopotamyaya Başûr) tê binavkirin.

Mezopotamyaya Jorîn ku bi navê Cizîrê jî tê naskirin, herêma di navbera Firat û Dîcleyê de ye. Mezopotamya Jêrîn jî li herêma ji Bexdayê heta Kendava Farsê ye. Di bikaranîna zanistî ya nûjen de, têgîna Mezopotamyayê gelek caran jî xwedî konnotasyoneke kronolojîk e.

Civak û jîngehên yekem

Yekem civakên gundan li Rojhilata Nêzîk a kevnar, di dema Neolîtîkê de, di dawiya serdema qeşayê ya paşîn û di destpêka Holosenê de xuya dibin. Veguheztinê di navbera civakên nêçîrvan û berhevkar ku bi nêçîriyê jiyana xwe dewam dikirin û civakên cotkar ku bi piranî bi hilberîna xwe, debara xwe peyda dikirin, ji çend qonaxan pêk tên:

Yekem jîngehên daîmî di serdema ku wekî Epîpaleolîtîka Dawîn tê zanîn, di dorasalên 15000 û 10000 b.z. hatine dîtin û di vê serdemê de pirraniya jîngeha tenê bi karên demsalî dimînin. Di Serdema Neolîtîka berî Cervaniyê ku li dor salên 10000 û 7000 b.z. de ye; destpêka çandinî, kedîkirina ajalan, berfirehbûna jîngehan û delîlên mîmariyên civakî di vî serdemê de dertên holê.

Gihanek a Neolîtîka Seramîk û gihanek a yekem ên Serdema Sifir an jî Kalkolîtîk ku di navbera hezar salên 7000 û 4500ên b.z. de ye, berfirehbûna jîngeha gund, xuyabûna pîşesaziya kelûmêl û pêşketina çandinî ya avdanê dertê holê. Ji ber ku cihên protohistorîk ên Mezopotamya Jêrîn di wê demê de di bin bandora hêlanên çeman de ye delîlên vî serdem bi taybetî li Bakur û li navîna Mezopotamyayê têne dîtin.

Damezrandina dewlet û bajaran

Serdema ku di nîvî duyem a hezarsala 5emîn berî zayînê û hezarsala çaran a berî zayînê werdigire, bi jiyana hevpar, bi derketina dewletên yekem û civakên bajarî yên yekem re jiyana hevpar, jiyana civakî û siyasî de guhertinek derketiye holê. Ev dem di heyama serdema Obeid a dawîn, (di salên 4400-3900 b.z.) û heyama serdema Uruk, (di salên 3900-3000 b.z.) de ye. Ev dema dirêj xwediyê kronolojiyek pir bi niqaş e û di van demên dawiyê de di bin navekî gerdûnî, bi navê “kalkolîtîka dereng” hatiye binavkirin. Serdema ku di navbera salên 4400 û 3100 b.z. de ye dabeşî pênc jêr-serdeman bûye.

Di nêzîkbûna dawiya ya kevnar a Rojhilata Nêzîk û Mezopotamya re peresanên girîng ên siyasî û civakî heyameke pir dirêj bi berxwe daye. Her ku diçe peresanên nû û formên entegrasyona civakî hiyerarşîk dibin. Di nav civakê de eşîr, qebîle, serok, dewlet dertên holê. Civakên Neolîtîka Dawîn ji aliyê civakî û siyasî ve hiyerarşîk dibin û piştre re jî dewletên yekem û bajarên yekem di nîveka duyemîn a hezarsala çaremîn berî zayînê dertên holê.

Ger em zêdetir bala xwe bidin nûbûnên ku di dema Obeid a paşîn de hatine destpêkirin wekî gava diyarker bibînin, nîvê duyemîn ê hezarsala çaremîn b.z. (Serdema Kalkolîtîka Dereng ya 4 û 5 de) ji bo bajar-dewletan guherîneke pîvane çêdibe û Başûrê Mezopotamyayê di vê heyamê de rola sereke dilîze. Delîlên berbiçav ên di derbarê derketina civakên tevlihev de dide zanîn ku bi qadekê 250 hektaran ku bi gelemperî wekî “bajarê yekem” û heta niha koma herî mezin a herêmê di dema Uruk a Nû de hatiye avakirin.

Hezarsala ku bi serdema dawiya Obeid re têkildar e, bi tewra nîvê duyemîn ê hezarsala 5an a berî zayînê vedigire. Kalkolîtîka Dereng û destpêka Serdema Uruk, nîvê pêşîn ê hezarsaliya 4emîn a berî zayînê (Kalkolîtîka Dereng 2 û 3) de; di tevlîhevkirina civakan, newekheviyên civakî û entegrasyona siyasî de, gihaneke diyarker e.

Geşedanên li Başûr baş nehatine femkirin lê lêkolînên arkeolojîk didin nîşan ku mezinbûnekî li deverên niştecîbûyî û bi taybetî derketina holê ya kombûnên mirovan ên girîng (Uruk, ku dê zêdetirî 70 hektar cih digire, mîna Eridu, Tell Dlehim û Tell el-Hayyad di navbera 40 û 50) hene. Mîmariya vê serdemê bi mîmariyên perestgehên Eridu re dimîne.

Cihê kevneşopî ya Bakurê Mezopotamyayê Tepe Gawra yê li nêzîkê Nînewayê ye û ji bo vî serdemê wekê delîl dihat dîtin. Abîdeyên ku asta wan ji XII heta VIII’ye, delîlên wan ji 3500ên b.z. heta 4500ên b.z. diçe. Piştî kolandinên nû perspektîfa li ser vê herêmê guherî. Berê ev der wekî cîhûwarê derûdora “şopînerê” Mezopotamya Jêrîn dihat hesibandin lê niha, ji bo derketina civakên tevlihev de wekê cihekî pêşeng tê dîtin. Ev bi taybetî bi çavdêriyê ku li çend deverên li Mezopotamya Jorîn hate kirin, derdikeve. Civak, bi mezinbûnek mezin re rû bi rû ne û jîngehên li vir mirov dikare wekî “yekem-bajar” bi nav bike; Bajarên Nagar (ji 55 heta 100 hektar, li nav sînorên Rojavayê Kurdistana îro ye), Tell al-Hawa, Hamoukar, Grai Reş û Nînewa ye. Di heman demê de bajar ji aliyê gelek deverên duyemîn ve hatine dorpêç kirin, ku şahidiya berfirehbûna girîng a jîngehê dikin.

Destpêkirina pergala nivîsandinê

Sumeriyan di dîroka mirovahiyê de yekem car pergala tîpên nivîsandinê afirandiye. Pergala nivîsê bi navê forma bizmarî yan jî nivîsa bizmarî hatiye binavkirin. Nivîs, di destpêkê de li Mezopotamyaya Jêrîn wekî pergaleke fîgurî xuya bûye. Di wî demê Sûmeriyan de rê qamîşan li ser pêlên axê fîgura xêz dikirin. Her fîgurek yan jî îşaretek tişta ku dihata xêzkirin li gorî şibandina wî, raman û peyamek dida nîşan.

Li Mezopotamyaya Jêrîn du gelên Sumerî ku zimanên ji hev cûda bi Sumerî û Ar-Semîtî diaxivîn (û paşê dinivîsandin) hebûn. Zimanê Sumerîyan xwedî rêzimana xwe ya cûda bû. Zimanê Ar-Semîtîk, ku paşê jê re Akadî an Babîlî-Asûrî tê gotin, ji şaxa Samiyan, ji malbata Afrasî ye.

Derbarê nivîsên herî kevn ên nivîskî yên Serdema Navîn (dora 2900 heta 2500 sal berî zayînê), bê guman ew bi taybetî bi zimanê Sumeriyan hatine nivîsandin. Li gorî daneyên heyî, di navbera kesên ku bi van zimanan diaxivin de dijminatiya nav-etnîkî tune ye.

Serdema Sumeriyan

Tê pêşdîtin ku Sumerî berî zayînê di salên 3500an de gihîştine Mezopotamyayê û li ser axa Mezopotamyayê bajar-dewletan damezrandin e. Bajar-dewletên wekî Ubaid û Uruk ji aliyê di nav bajar-dewletên Sumeriyan da ye.

Yekem delîlên dîrokî dide nîşan ku serdema bi navê “proto-xanedanî” bi pêşdîtina dora sala 2900ê b.z. û heta destpêka geşbûna bajarê Lagaşê, dora 2600 b.z., bi delîlê kêm hatiye delîlkirin. Serdema Sumeriyan a klasîk di sala 2400ên b.z. de bi dagirkirina Akadiyan a Mezopotamyayê bi dawî dibe. Bi serdema Gueto di salên 2200 û 2000ê b.z. de Sumerî hinek bihêz bû. Serweriya Sumeriyan heta sala 1730an b.z. ku Mezopotamya ji aliyê Amorîtan ve hate dagirkirin û di bin serweriya Babîlan de tov bûn, bi temamî bi dawî bû.

Zanistî û teknolojî

Bikaranîna metalan

Gelên Mezopotamyayê gelek teknolojiyên weke karê metal, çêkirina camê, tewna tekstîlê û sîstemên parastinê yên lehiyê bi pêş xistin e. Mezopatamiyan, di heman demê de di nav yekem gelên Serdema Tunc de bûn. Ji zarokatiya xwe de wan sifir, tûnc û zêr, û paşê jî hesin bikar anîne. Qesrên serdemên, bi sedan kîlo bi van metalên pir biha dihatin xemilandin. Sifir, tûnc û hesin; ji bo zirx û ji bo çekên cihêreng wekî şûr, xencer û rim hatine bikaranîn.

Matematîk

Pergala jimartinê bi taybetî di Serdema Babîliyan de li Mezopotamyê pêş ketiye. Gelê Mezopotamyê bi taybetî pergala jimartinê a 60î (li ser bingeha 60an) bikar anîne. Pergala heyî, bi dema 60 xulek, rojek 24 demjimêr û çembera 360-pileyî ji vir tê. Ji ber ku wan bi hejmarên pir mezin hesab dikir, wan tabloyek pirjimarbûnê ji 1ê heta 180.000, berhev kirin e.

Stêrnasî

Stêrnasên babîlî bi xwendina stêrk û ezman re pir eleqedar bûn û dikaribûn dema girtina rojê û rojavabûnê texmîn bikin. Di astronomiyê de, her tişt armancek dihat hesibandin û bi gelemperî bi ol û çarenûsê re têkildar bû. Li Mezopotamya kevnar, Girtina Rojê wekî nîşanek xirab dihat hesibandin. Lê tenê yên hatine dîtin girîng bûn. Ger girtinek li bajarê qraliyetê neyê dîtin, wê demê bandorek wî li ser padîşah an welatê wî çênedibû. Komikên koma ku îro jî têne bikar anîn, wek Leo, Toros, Scorpion, Gemini, Capricorn û Sagittarius, yekem car ji aliyê Stêrnasên Sumer û Babîliyan ve hatiye bikaranîn. Stêrk ji bo hesabkirina dem û diyarkirina serdema çandinî û berhevkirina berheman hatine bikar anîn. Stêrnasî li Mezopotamyayê derket holê lê piraniya ya ku îro jêre astrolojiyê tê gotin di dema hilweşîna şaristaniya Mezopotamyê de xuya bûye.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Erzirom

Çand û Dîroka Erziromê

Navê bajêr yê kevn wek Arze di çavkaniyên asûriyan de derbas dibe. Dema romayiyan de kela herêmê …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !