Girava Axtamarê

Dêra Girava Axtamarê

Axtamar yek ji giravên herî mezin ên li Gola Wanê ye. Girav ji sala 908an heya 1021an wek palatîneke, kesrayên, ermenî yên Vaspurakanê ji xanedanê Artsrûnîyan dihat bikaranîn. Herwiha, katolîkosê Dvînê jî, ji salên 920/931an heta 950/992an li wir dima,, herwiha katolîkosên ermenî ji sala 1116an heta 1895an Axtamarê wek navend bikaranîbûn. Axtamar bi xwe ji boy demeke dirêj navenda çandî ya ermeniyên Anatoliyayê bû.

Li vê giravê dêreke Ermeniyan a dîrokî heye. 45 km li başûrê rojavayê bajarê Wanê dikeve. Cihekê tûrîstîk e. Seferên keştiyan bo tûrîstan hene. Meriv bi ferîbotê digihêje giravê û girav yek ji cihên tûrîstîk ên Wanê binavûdeng e.

Navê wê yî berê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qedexekirin û navê Akdamar pêvekirine. Tê gotin ku navê keca kesrayeke ermenî lê hatiye kirin.

Efsaneya Li Ser Giravê

Bi navê Tamara keçikeka ciwan a panêrê (dêrnêr) yan keşeyê dêrê hebûye. Xortekê dilê xwe dikeve vê keçikê lê bavê wê dilsar e. Bi êvaran dizîka avjeniyê dike û tê dîtina hezkiriya xwe. Tamara li perekê giravê bi çirayê li hêviya wî dima. Bavê wê bi vê yekê dihese û dafikek datîne. Di şeveke bahozî de xort tê dîtina Tamarayê û xwe li benda agirê çirayê datîne. Lê nizane ka çira di destê bavê Tamarayê de ye û li dora giravê digere. Her gava çira cihê xwe diguhere, xort jî berê xwe diguherîne. Ev yeka han heya ciwan dixeniqe didome. Gotina ciwan a dawî “Axxx Tamara!” bûye. Li ser wê Tamara jehrê vedixwe û dimire. Bavê gelek poşman dibe lê êdî dereng e. Navê giravê her û her Axtamara dimîne.

Herwekî “axtamar” peyveke Kurdî ye jî. Axtamar tê wateya cihê ku axa wê tamarî ye. Bingeha navê Axtamara ne lê bermayiyên giravê girîng e. Mixabin dewleta Tirk xwedî li Axtamarayê dernakeve. Ji aliyê leşkeran ve bi sedan fîşek li dêra dîrokî hatiye weşandin, ji ber ku dêr a Ermeniyan e. Dîsa komeke kes li giravê dijîn ku tê payîn ew ziyanê didin bermahiyan.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Welatê Amerîkayê

Niştecihên Amerîkayê bi piranî Ewropî, Rojhelatên Dûr, Afrîkî û ji Rojhilata Navîn pêk tê. Ev komên etnîkî di 500 salên …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !