Bajarê Makûyê

Çand û Dîroka Bajarê Makûyê

Makû an jî Mako bi kurdî weke Mewkê bilêv dikin, bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye û dikevê bakûrê rojavayê Îranê. Her wisa bajarê navendî ya şaristana Makû (navçe) ye. Nêzîkî sînorê bakurê Kurdistanê. Piraniya gelê Makûyê kurd in, lê li herêmê azerî jî dijîn. Hin kes li ser vê bawerê ne ku navê Makûyê ji peyvên Mad Kûh (çiyayê mad, med) tê. Mad yan Med bav û kalên kurdan in. Kurdên Makûyê gelekî welatperwer in, ziman û çanda xwe ya kurdî baş parastine. Dewleta Îranê ji bo ku pêşveçûnên kurdan ra astengan çêbike, serdestiya navçeyê daye destên azeriyan. Azeriyan gelek nemirovahî dijî kurdan kirine û dikin lê kurdan tu caran serê xwe berjêr nekirine.

Zimanên devera Makoyê kurdî û azerî ne. Di nivîsên li ser înternetê yan li her derê ku bibe, azerî hewl didin Makûyê wekî bajarekî azerî bidin nasandin lê ev yek nikare rastiyê biguhure. Divê bê gotin, ermenî jî li vî bajarî pirr bûn, lê azeriyan di dema qirrkirinê de, ew gişt qirr kirin.

Makû bajare ki kurd e li berêva (ji qedim) lê hin diroknas dibêjin berî folkana agrî de kurdan li wir dijiyan u û kurda folkana agrî ditî ye u hin ji dibêjin berîya(pêş) êrîşl moxola li maku yê kurda dijîya. bajarokeka şewtî nêzîkî bajarê makuyê yê ku navê we dambad e .ev bajaroka nêzîkî çîyayê agrî yan heman glîdaxeku niha hinek berete û asarên wê mane. hin dibêjin ew bajara kurda bûye ku piştî folkana glîdaxê şewitîye.kurde maku ye piranî wan ji eşîra celalî ne.

Di serhildana komara agirî ya ku kurdên makûyê jê re dibêjin şerl gilîdaxê da û serhildana Celaliyan da ku bi mêrxasî şer ser danîn û piştî şikestina şoreşa wan bi rêberiyê Biro yê Hesikê û ferzede yê Celalî rêjîma şahê Êranê dest bi komkujî a kurda kir u dest bi koçber kirina wan kir û berbi Xorasan û Qezvinê ve koçber kirin lê belê dîsa Makû (Mewk)piraniya wê kurd in tê gotin ku gelê Makûyê pranî koçber bûne û li gundan dijîn lê vê gavê kurdan ji koçberî dest vekişadine û li Makû û gundên wê da dijîn kurdê Makûyê piranî Celalî ne û tê da Mîlanî jî hene.

Dema hikûmeta şah Îsmailê sefewi de pîştî koçber kirina kurdan berbi Xorasanê wî li şûna kûrdan Azerî anîn Mewkê. yek ji wan tayfê ku hatine Mewkê tayfê beyat bûn ku hê ji neviyên wan li Makûyê dijîn û paşê berê berê (hindik nindik) Azerî hatin Mewkê.

Li tevahî bajara Makûyê de kurd dijîn lê bi piranîya kurdên makûyê li naçeya borelanê ne û her wiha di bajêr de jî piranî li taxên jorîn a makûyê wek navçeya sayta B, Fermandarî û taxên qere korpîyê de dijîn her wiha li kişmîştep û li baxçacûxê jî hejmarek zêde li kurdan hene lê piranîya kurdên makuyê li gundan dijîn ji ber ku koçer in.

Li mewkê bi dehan kel hebûn lê mixabin ku ew kela na hatine xerab kirin ji ber ku dixwestin wê bajarê azerî bîkin lê disa li ber wana kera mistefa lê gundê kosê da ye. Mistefa mirek ji wan mirê mezin ê mewkê bu ku bi salan mewk bin destê wî da bû. Kela qeye ku yek jiwan kelê dirokî ê mewkê e ku li bin ciyayê mewkê da ye û diroka wê kelê dighêje serdema şah ismail û ew kel bi destê şah ismail hat xerab kirin li gorî zaninan ew kel ji dest kurda da bû û hezên şah nikarî bûn tê kewîn hindir bi virani (derewanî) mirê kurd re di bêjin em go tubêj bikin û mir dixapîne u demaku mir deri vedike wana erişi ser kurda dikin û kelê ji xrab dikin û pişti wê şah kurda re neyartî yê dike û dest bi kuştina kurda dike.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Riha

Dîrok û Çanda Rihayê

Riha parêzgeh, bajarekî bakurê Kurdistanê (digel Tirkiye) ye. Riha yek ji bajarên herî qedîm û kevnare yên cîhanê ye. …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !