Eşîra Celaliyan

Dîroka Eşîra Celaliyan

Berî her tiştî divê em bibêjin ku parastina eşîrtî û eltî tiştekî ne rast e. Divê em bizanibin ku Em Kurd in û ji bo Kurdîtî û yekîtîya xwe têbikoşin.

Celaliya ango celaliyan navê êleka mezin a kurdan e ku piranî yê wan lî rojhilatê dijîn. Li bara êla celaliyan da gelek gotin û gotar diyar in lê ew tiştêk ku bi yeqîn û rast diyar e ew e ku yek ji wan êlên Kurdistanê ye ku piraniyê wan li Rojhilatê dijîn.

Kurdnasekî rûsî binavê Avrîyanof lî bara celalîyan da bitaybetî celalî yê ermenîstanê da wiha dibêje ku celalîya 8 tîre û tayfe ne ku zarok kesekî bi navê celal bûne û eslê wan ermenî bûye ku paşê bûne kurd. Rast e ku ew dibêje celalîyan 8 tîre û tayfe ne lê ew navê 7 tayfa dibêje. 7 tayfên ku dibêje ew in: kûyanlî, soranlî,sakanî, hesen nanlî, keçelanlî, kapîdkanlî û cînîkanlî. Wê gotînê tu dîroknas qebûl nakîn û bi yeqînî wê red dikin ji ber ku celal navekî ermenî ye.

Bijîşk û Pêsko yê Almanyayî bi wê bawer e ku sedema ku wan re dibêjîn Celalî ezemet û mezîntahî û şerwanî ya Celalîya li hemberî sê împeratorî yên mezin e. Lêkolînerkî Brîtanî bi navê Mark Sîks ku demekî li Kurdistanê bû û lêkolînek ser êlên Kurda kiri bû wiha dibêje ku sermijara celalîyan ji sed hezarî pirtir e ku li Rojhilat, Bakûr û Ermenistanê dijîn ku piranî yê wan li rex Çiyayê Agirî (bi Celalî girêda), Elegez, Deşta, Rewan, zozanên Serhedê, Makû, Bazirgan, Bazîd, Agirî, Qers, û Wan… dijîn.

Ew tayfeyên Celalî ji wiha parve dike: xelikî, cindîyan, sloitîmîyan, qoruxçîyan, hesoxelefîyan, bûtîkan, meyaka, qutan, keskûyîyan, gelayan, elem hûlî, soran, comkan, elîyan, gilotûran, misirkan, Pîlekî, bilxîkî,malê emê. Keçelan, hesê soran, sakan, malê bozo, malê bado, malê hesenekê, mamlê resê celîl, malê elo bozxorê ,pîyala, qatîkan, qîmekan, mametîkan, gîsekan, kileşkan, qûrûyan, malê hozê semo, diloyan, malê yaqûb eladîn, malê xidir axa henderîyan, banûkan, şimkan, reş reşkan, qizbaxşolîyan, emoyîkan, çêx bizinîyan, qereçolîyan, zilfoyan.

Êla herî mezîn a parêzgeh a urmiyê êla celaliyan e û li îranê da yek ji wan 10 elê mezînê îranê e. Piranîya celalîya lî bakûrê parêzgeha urmîyê lî bajarên makûyê, qelenîyê (bi farsî çaldiran),şot û pûldeçtê dijên. Bi awayekî fermî parvekirina êla wiha ye: a herî pêşîyê êl e paşê tayfe, bav, obe û malbat e. Celalîyan ji yek man êlê mezin e ku ji 10 tayfe,59 bav û 247 obe pêk hatîye.

Li gor hinek kesên êlê damezerê wê êlê kesek bi navê Celal bû ye ku di serdema selteneta şahên sefewî da ji bo berewanîya sinorên rojhilata îranê li hemberî osmanîya li wir bi cih bû ne. û hin jî dibêjin ji bo wê wan re gotîne celalî ku li hemberî osmanîyan hertim şerên dijwar û dirêj û mêrani dikirin ji bo wê mezintahiya wan bi wan re digotin Celalî ango kesên ku xwedî ceal u ezemet în.

Wek her êlê seroktayî di êla celalî da digihîje serokê êlê piştî wê serokê tayfe û serobe serokatîyê dikin.

Kurdên celalî jî wek hemû kurdên kurdistanê gelekî zor û zulim dîti ne di serdema hikûmeta pehlewî da dema şahenşahî ya riza şah da kurdên celalî ku serî rakirî bûn û tevlî serhildana komara agrî bûn û şah ra ceng dikirin. piştî şikestîna şoreşe şahê ecem riza şah dest bi kurd kujî û koçber kirina celalîyan kir û nezî 5000 malbatên ku tevlî şoreşê bûn j tirsa ku disa şoreş bikin kir û heya xurasanê û qezwînê kirin.di wê navbera dur da gelk kurd û zarokên wan canê xwe dan. Di wê koçberîyê da tayfa otalîya ango otalî jî ber ku şah ra hevkarî kiri bûn koçber nebûn.

Piştî mirina Riza Şah û şoreşa iranê da piştî weguhistina hikumeta pehlewî bervî komara islamî derfetek çê bû ku kûrdên celalî bikaribin dîsa wegerîn lê mixabin ji ber dûr bûna rê û tine bêna îmakanta û dijwarî a rê ji 5000 malbatên koçber 500 kes karî bûn wegerîn. Ji wan kesên ku wegerîya bûn gava tu pirs dikî dibêjîn em nêzî 2 mehan em rê da dihatin digotin me ji ber germ bûna hewa yê me rojê çadir wedigirtin û dema roj diçû ava û hewa hênik dibû em disa rê diketin.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Riha

Dîrok û Çanda Rihayê

Riha parêzgeh, bajarekî bakurê Kurdistanê (digel Tirkiye) ye. Riha yek ji bajarên herî qedîm û kevnare yên cîhanê ye. …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !