LOKMAN POLAT

PIRTÛKA ”ÇÎROKÊN LI WÊ” Û BALKÊŞIYEK

Lokman Polat

 

”Çîroka Kekûpekû di nav gelê

Kurd de tim tê gotin. Çîrokbêj

û yên kalepîr ji zarokan re vê

çîrokê dibêjin..”

Nivîskar Ender Ozkahraman, Kurd e an nîne, ez nizanim. (Gorê ku di rojnama rojane Ozgur Gundem û rojnama hefteyî Ronahî de nivîs û karîkaturên wî hatin weşandin dibe ku Kurd be.) Lê mirovên di çîrokên wî de ne hemû jî Kurd in. Qada (cografya) bûyerên çîrokên wî Kurdistan e. Pirtûka wî ya Çîrokan a bi navê “Orasi Oykulerî – Çîrokên Liwê” pirtûkek li gor xwe xisûsîyetên wê hene. Di vê pirtûkê de çîrokên bi cixiz û bi wêne hene. Nivîskar karîkaturîst e jî. Di kovarên mîzahî Lîmon, Nankor, Delî, Leman û paşê jî Ozgur Gundemê de xebitîye, karîkatur çêkirîye.

Di vê pirtûka çîrokên bi cixiz de efsanên ku di jîyana mirov de cîh girtine, gelek çîrok û bûyerên wê, bi zimanekî şêrîn nivîsandîye, cixiz kirîye. Di pirtûkê de çîroka Kekûpekû, a Cembelî û Binevş, a Şahbaz ê, kuştina miletwekîlîyê DEP’ê Mehmed Sincar û gelek bûyerên din wek çîrok nivîsandîye û bi xêz kirîye.

Çîroka Kekûpekû di nav gelê Kurd de tim têt gotin. Çîrokbêj û yên kalepîr ji zarokan re vê çîrokê dibêjin. Ez jî wexta ku piçûk bûm Bapîra min vê çîrokê ji min re digot. Ev çîrok li ser çûkek (Çûçik) hatibû honandin. Ev çûk tim li ser daran datîne û dixwîne, dibêje Kekûpekû. Li gor çîrokê, ev çûk kîzek (keçik) bûwe. Rojek keçik û birayê xwe diçin çîya kenger (Di navça me de jê re Kereng dibêjin) dicivînin, paşê kengerê ku civandine hûnda dibe. Keçik dibêje qey birayê wî kengeran xwarîye. Keçik ji birayê xwe re dibêje te kengeran xwarîye, birayê wê sond dixwe dibêje na min nexwarîye. Keçik pê bawer nake, jê re dibêjê ka bîne ez zikê te biqelêşim û mêzebikim. Birayê wê dibêje biqelêşe mêze bike. Keçik zikê birayê xwe diqelêşê û li hûndirê zikê wî mêze dike. Keçik dinêre ku di zikê birayê wê de tiştek tune ye û birayê wê kengeran nexwarîye. Keçik pirr li ber xwe dikevê, ji qerban qehr dibe û paşê ji xwedê re dua dike ku wê bike çûçik. Xwedê dua wê qebûl dike û wê dike çûçik. Ew piştê ku dibe çûçik tim gazîyê birayê xwe dike dibêje Kekûpekû.  

Di pirtûkê de çîrokek xweş jî heye ku bûyera çîrokê di bajarê Urfa (Riha) yê de derbas dibe. Çîrok bi kurtî weha ye: 

Di Urfayê de havînekî germ e. Li ber derîyê qehwê çend mirov roniştîne. Yek jiwan dibêje:

—«Yaw, dibêjin di vê mixarê de cin hene. Gelo raste?»

  Ev pirs navê tevlîhev dike. Herkê tiştek dibêje.

—«Nizanim.»

—«Dibêjin raste.»

—«Kuro dîn nebin.»

—«Yaw, dibêjin heye.»

  Li ber derîyê qehwê mirovek bîyanî jî gohdarîya wan dike. Ew jî dibêje:

—«Li min biborînin, ev çi çîroka mixarê ye hûn qal(behs) dikin.»

—«Di kendalê vê çîyayî de mixarek heye. Di hundirê mixarê de cin tijî ne. Û binê mixarê jî nexwîya ye.»  

Yê bîyanî gelek meraq dike û bi wan mirovan re diçe ber  mixarê. Liwê ji wan re dibêje:

—«Ez dikarim biçim binê vê mixarê. Him jî di nava şevê de.»

—«Ger tu dikarî nûha here.»

—«Here ka em bibînin.»

  Yê bîyanî.

—«Ezê biçim di mixarê de qazûxek di erdê de bikutim û bêm. Paşê em hemû bi hevre biçin û binêrin.»  

Ev pêşniyara bîyanî hat qebûlkirin. Yê bîyanî qazûxek û fanosek girt û di nava şevê de çû hundirê mixarê. Yê bîyanî daket xwarê.

—«Wellah ji mêrikê xerîb re helal be.» gotin.

  Piştê nîv saetî ji xwarê, ji alîyê binê mixarê dengê kutana çakûçê hat. Mêrikê bîyanî bi çakûçê qazûxê di erdê de dikutan.

—«Tak tak tak – tuk tak.» deng dihat.

Paşê dengê taka tukê hat birîn. Û dengê qêrîn û zarînê hat. Mêrikê bîyanî hawar û qêrîn dikir û digot:

—«Ulan min berde. Min berde! Aaaay!.»

Û piştre hendî deng nehat. 

Hendî bûbû serê sibê. Yên ber derîyê mixarê ji hev re digotin.

—«Ulan çibû bi vê merivî.»

—«Em biçin xwarê û mêze bikin.»

Paşê, yên ber derîyê mixarê hemû bi hevre çûn hundirê mixarê, li alîyê binî mêze kirin. Di binê mixarê de mêrikê bîyanî dîtin. Çûn ber laşê wî û sedemê mirina wî fêm kirin. Wexta ku mêrik çûbûn xwarê mixarê, li mirêk fistanê dirêj (wek yên Arab a) hebû. Gava ku mêrik qazûxê di erdê de dikutê, bi goşa fistanê xwe ve li erdê kutaye. Wexta ku mêrik radibe ku bê jor, goşa fistanê wî ji bo ku bi qazûxê ve bi erdê kutayî bûye, gotîye qey yek wî kaş dike, wî bernade, nahêle ku mêrik biçe. Ji ber vê yekê mêrik tirsiya ye û ji tirsan miriye. 

Gelek nivîskar – yên Kurd û yên Tirk – hene ku, çîrokên ku di nav gelê Kurd de bi dev têt gotin dicivînin û dikin nivîskî, lê çi heyf e ku ew van çîrokan bi tirkî dinivîsînin û dikin malê çand û edebîyata tirkî. Lê çîrok di eslê xwe de çîrokên Kurdî ne. Nivîskar Bekîr YILDIZ jî weha kiribû. Çîrokên ku dîya wî jêre qal kiribû hemûya bi tirkî nivîsandibû û kiribû malê edebîyata tirkî. Berhemên edebî bi kîjan zimanî bêne nivîsîn dibine aîdê wî zimanî, ji wî zimanî re xizmet dikin, wî zimanî dewlemend dikin. Wek têt zanîn di hêla muzîkê de jî gelek kelam, stran yên Kurdî werdigerînin zimanê tirkî û dikin malê tirkan û pê muzîka tirkan dewlemend dikin.

Têbinî: Ev nivîs li rojavayê Kurdistanê di kovara “Şermola” hajmara 12 an de derketibû. Ew kovar matbu ye, li ser kaxiz tê çapkirin û li Rojavayê Kurdistanê tê belavkirin. Ji bo xwendevanên bakurê Kurdistanê me pêwîst dît em carek din di malpera Bernamegeh de biweşînin.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Sofîtî

Di Îslamê De Sofîtî

Sofîtî an tesewwuf an ′′′sofîgerî′′′ rêbazek ji rêbazên Îslamî ye. Li goreyê sofîtiyê benî anko ebidê Xwedê dibê bi rêya îbadet anko …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !