MUQADES AGIRÎ

Têkoşîna man û nemanê: Penaberî

Muqades Agirî

Penaberî ango koçberî kes û komên ku ji şûnwarên xwe, bi daxwaza xwe an jî bêyî daxwaza xwe koçî cih û warên din dikin re tê gotin.

Çend sedemên koçberiyê ev in:

Sedemên xwezayî: Di encama zelzele, hişkayî, lehî, teqînên volkanan û h.w.d şênî, neçar dibin ku cih û warên xwe biterikînin. Ev cûreya koçberiyê bi gelemperî li ser heman axê pêk tê ango jê re koçberiya navxweyî tê gotin.

Sedemên civakî: Sedemên vê cûreya koçberiyê, perwerde, zêdebûna nifûsê, pirsgirêkên tenduristiyê ne. 

Sedemên aboriyê: Di vê cûreya koçberiyê de kesên ku dixwazin aboriya xwe baştir bikin ji bo derfetên kar diçin welatên din.

Sedemên siyasî: Ev beşa koçberiyê ya herî berfireh û zêde ye. Ev penaber ji ber sedemên siyasî an jî netewî neçar dimînin ku koç bikin. Koçber bi taybet ji ber şer û nîjadperestiyê direvin. 

Daxuyaniya Destûrdayîna Serxwebûnê ji Welat û Gelên di bin mêtingeriyê de, The Declaration on the  Granting of Independence to Colonial Countries and Peoples,1960. Wekî biryara 1514 ya Cıvata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî tê zanîn pêyva  nîjadperestiyê wiha pênase dike: 

Hemû cudahî, bêparhiştin, sînordarkirin, an jî jêçêtirgirtina ku xwe disipêre nîjad, reng, koka neteweyî an jî etnîk û armanca wê yan jî bandora wê, tinekirin û lawazkirina gelan û mafên mirovan e.

Peymanên Yekîtiya Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî yên ji bo hewldana mafên mirovan û tevgera wan li dijî koçberan nakokiyên mezin di nav xwe de dihewîne. Li aliyekî parazvaniya mafên mirovan dikin, li aliyek din jî, koçberan terka qedara wan û mirinê dikin.

Berjewendiyên kapîtalîst

Dewletên dagirker û kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe, qirkirinên komî pêk tînin. 

Bi peymanên bi nû ve çêkirina sînoran, firotina mayîn û çekan, li gorî berjewendiyên aborî, siyasî û bazirganiyê tevdigerin.

Ev polîtîkayên wan ên qirêj dibe sedema travmaya bi milyonan kesan. 

Bi hezaran penaberên ku ji ber zext û zorê terka malbatên xwe, malên xwe, axa xwe, bîranînên xwe dikin, an di bin deryayên bê serûber de dixeniqin an jî pişt wesayîtan de bê hewa difetisin. 

Niha bi hezaran Kurd ên penaber li ser sînorê Belarûs-Polonyayê di nav şert û mercên xirab de, di van hewayên sar de li derve têkoşîna man û nemanê didin.

Gelek ciwanên Kurd li wir, ji serma jiyana xwe ji dest dan. 

Dîsa di roja 24ê vê mehê de bûyereke gelekî bi êş qewimî. Dema ku belemeke koçberan li ser deryaya Manşê derbasî Brîtanyayê dibû niqumî bin avê. Di encama bûyerê de 27 koçberan jiyana xwe ji dest dan. 

Di nav van koçberan de bûkeke Kurd Baran Nurî jî hebû ku, hevjînê wê li Brîtanyayê li benda wê bû.   

Ew bi gelek xeyalên xwe yên bedew û bi gelek hêviyên xwe li ser çend sînorên welatên cûda bi zehmetiyên mezin derbas bûbû. 

Wekî her kesî daxwaza wê jî, jiyaneke xweş bû. Lê mixabin di hembêza deryaya sar de jiyana xwe ji dest da.

Ji vê bûyerê 2 kes rizgar bûn ku yek ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye. Navê wî Mihemed Îbrahîmzade ye û ew ciwanekî 21 salî ye.

Mihemed qala bûyerê dike û dibêje wan gelek hewldane ku ava nav belemê vala bikin. Piştre dibêje ku wan polîsên Fransayê geriyane û alîkarî xwestine û cihê xwe wan re şandine. Polîsên Fransayê jî ji wan re gotine ku, ew di nav ava Brîtanyayê de ne. Piştre polîsên Brîtanyayê geriyane û ji wan alîkarî xwestine. Wan jî gotine ji polîsên Fransayê alîkariyê bixwazin. 

Mihemed dibêje her du welat jî, ew terka mirinê kirine û wiha didomîne:

“Paşê em bi pêlên avê vegeriyan aliyê Fransayê, belem binav bû û em tev ketin avê. Wê demê me xwe li wê girt û hewl da ku nexeniqin, her yekî bi destê kesê li pişt xwe girt. Me hewd dida ku bijîn. Serê sibê bû, tev westiya bûn, dev ji canê xwe berdan, destê xwe ji belem û hev berdan. Min heta dawiyê bi belemê girt.”

Derûniya penaberan

Penaberên ku ji ber zext û êşkenceyan direvin, derûniya wan ji xwe xirabe ye.

Piştî rêwitiyeke metirsîdar dema ku digihîjin welatên biyanî îcar bi dehan pirsgirêkên derûnî yên cuda re rûberû dimînin.

Ji deya xwe, ji hezkiriyên xwe û ji axa xwe dûr bûn, tenêtî û tirseke bê dawî di bin derûniya wan de dihêle. 

Her wiha, travmayên çandî, civakî, avhewaya cuda, zimanê biyanî di heman demê de xwe diyar dikin. 

Ew ji nişkê ve di nav her cure biyanîbûnê de xwe dibînin. Rûyê jiyanê ya bê wate û bêtehm di rojên ewil ên penaberiyê de xwe nîşan dide.

Pirsgirêka Entegrebûnê

Penaberên ku diçin welatên biyanî ew welat bi taybet welatên Ewrûpayê ne, pirsgirêka entegrebûnê bi serê xwe pirsgirêkeke mezin e.

Di serî de pirsgirêkên wekî bê kar mayîn, tenêtî, xwe ya/yê wî welatî nedîtin dibe sedema kêmbûna enerjiya jiyanê.

Li aliyek din, ji çand û zimanê bav û kalan derbasbûna çand û zimanekî din ne hêsan e. Dem û salên dirêj hewce ne.

Trawmayeke din jî ew e ku, penaber ji aliyê hin welatan nayên xwestin. 

Di hin welatan de nêzîkatiya nîjadperestî re rûberû dimînin. Di vir de pirsgirêka bênasnametiyê dest pê dike.

Helwestên şaş ên niştecihê wî/wê welatî, dibe sedema xwe wekî dîtir bibînin.

Serpêhatiyên jinên penaber bi êş û keseran tije ne

Li gorî lêkolînan, herî zêde jinên penaber serî li klînîkên derûniyê dixin. 

Ji ber ku ew, di destpêka rêwitiya koçberiyê de bi zilm û tundiyên fizikî û cinsî  re rû bi rû dimînin. 

Her wiha piştî ew qas zehmetiyan îzolasyona ku xeribiyê dijîn dibe sedema depresyonan.

Mixabin ev rewş jî bandora xwe li ser malbatê çêdike û nakokiyên penaberiyê kûrtir dike. 


BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com                                                                                             

Lê Binêre

Welatê Amerîkayê

Niştecihên Amerîkayê bi piranî Ewropî, Rojhelatên Dûr, Afrîkî û ji Rojhilata Navîn pêk tê. Ev komên etnîkî di 500 salên …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !