çayan okuduci

Çîçî û Polîtîka    

Çayan Okuduci 

Vaye me bi hêvî û tengasiyan xwe gîhiştand payîzê. Bayê payîzê hêdî hêdî li sing dixe, sar dike û me bervî rojên rengpayîzê ve dibe, bayê di nav kuçe û kolanan de bi hesret û keyfxweşiyên xwe yê nîvco derketiye gerê; carcarna rûyê xwe yê şêrîn û tûj nîşanê me dide. Birînên me yê ji do heta roja me qet kalik negirtiye bi bîr dixe, dide eşkere kirin û bivênevê xemê dipêçe. Çîçî tu jî baş zanî me havînek têr û tijî nedî, her kes ji german gazîna dikir, diqêriya, li ser sondan sond dixwarin. Li taxa me bayek sivik ji biharê mabû û gellek caran seriyan li me dixist, hembêz dikir dest û rûyê me, mala wê ava. Texrîbend sê hefte me havînek fetisok û bêhnçikîniyê hîs kir. Ew sê hefte wek Arafa Danteyê bû. Ne cehennem/dojeh ne jî bihûşt! Li ser xeberdana min û te heft meh derbas bûye. Me heft meh li pişt xwe hişt. Di vê heft mehî de gellek tişt û bûyer derketin meydanê. Gellek pirtûk ji weşenxaneyan derketin. Me gellek nivîsên xurt û çewt xwend, analîzên sosret li ser çand û hunerê me dî û em bi lez derbas bûn. Li dijî krîza aboriyê me liberxwe da, tiştê ku me kom kiribû roj bi roj di destê me de heliya, derî yeko yeko dihatin girtin, durum ne baş bû. Gellek havelên minê xwedî kargeh ji mekanên xwe rût û tazî derketin û çûn. Li ser pirsgêreka hebûnê zêdetir me serî êşand, êş ti car dev ji me berneda an me nexwest ji me dûr bikeve! Gellek kes bi şevbayê qoronayê çûn ser dilovaniya xwe; bêdeng çûn û dilên şikestî li pişt xwe hiştin. Gellek sewdasarên ku soz û peyam dabûn hev; dev ji hevûdin berdan, derî û pencere helohûro kirin. Gellek alozî, îhanet û êrîş bi destên birayên sexte hat darxistin. Li pişt al û netewperweriyê û Kurdistaniyê de rûreşiyên xwe veşartin, bi dijmînên bav û kalan re bûn şirîkên hev. Na, wek tu dibêjî nîne, belê min bi hêrs dest pê kir, meriv hin tiştan dibîne û analîza wan dike, meriv li ser bûyeran ser pişt dibe. Her tim ketine etra îktîdara xwe û zikê xwe, çend ciwanên dilsoz û xebetkar hêvî li me geş kirin û dikin, baweriya min bi qertên/kart/extiyarên rojhilata navin ne maye, ha te dî ku te firotin. Ji bo çend rojên xweş hemû rojên kurdan qurban dikin, wisa zikrêş û çevreş in. Ev pergela sîstemîk ji meydanê û ortê ranebe, halê me her wisa be. 

Te got Çareserî? Çareserî jî dîsa dê bi destê ciwanên dilsoz û welatperwer bê çareser kirin. Lê ciwanên me di bin bandorên nebaş de mezin dibin. Ev bandor ji malbatê destpê dike. Piştî malbatê ev bandor li dibistanan de dewam dike, wek zincîrên helqe hemû jiyanê dixe bin tesîra xwe û kor dike. Lê wek ciwanên ku Şengalê ji destên yobaz û tecawûzkarên oldar xelas kirin, hêvî ev e, ji xwe bawerbûn ev e, dilsozî ev e, xebetên ji menfeata rojanê dûr ev e. Na, ez polîtîkayê nakim Çîçî. Ji te re wisa tê!  

Nava min û evînê çawa ye? Yeka bejin dirêj hebû, digîhişt ser milê min. Por gijik, bêhn efsun, çav gazin bûn! Weka te ye Çîçî, te du cara wê dît. Cara yekem ji me re kenên xwe yê esmanî hişt û çû. Ji me re hişt çend helbestên şikestî û jihevketî. Hev dîtina me ya duyem de ne sînor ma ne jî li der dorê geremolek. Her tişt bi dil bû, kirasê bêhemdiyê me ji xwe re da dirûtin, ji peyvan orkestreyek bi me re hevaltiyê dikir. Şev her ku diçû mêvan li me zêde dibûn, ji her aliyê Kurdistanê bi her tiştên xwe hatin û bûn şahidê me. Di navbera sînorê Şîlî û Arjantînê de li ser çiyayê Ojos del salado de agirek me pêxist; bi risteyên Gabriela Mistral; 

Esman, dirêj dibe

Heyv dikeve deryayê

Lê ez, min te da ber dilê xwe

Ka hinekî bifikire Çîçî, tu di mala xwe dayî û dixwazî derbasî jûrek din bibî û di talûkê da yê, li der dora mala te dijmînên bav û kalan diçin û tên. Firseda îmhakirinê digerin, firseda ku te bi zindî dest bixin û li ser te îşkenceyên bêbav bicerîbînin. Kê derî vedike ji dijmin re û kî cihê te nîşan dide? Îro qoricî bûne welatperwer, bûne Kurdistanî! Lê em zanîn kes heft saliya xwe de çi be heştê saliya xwe de jî ew e. Ev nêrîn, nêrinek toptanî nîne! Pêşiyên me belasebep negotine; tercûbe kirine, dîtîne, seh kirine, li leqayên wan hatinê. Di rihê mirov de û kerektera wî de çi qewîmî be, her tim ew ê pêra be. Çiqas bipelçîqînê û veşerê ew ê rojek derkeve û vegere ser eslê xwe. Ezê weka nemir Qazî Mihamed bêjim; “Kurdek dikare di mala xwe de derbasî jûrek din bibe”. Na, ez polîtîkayê nakim, tu şaşî Çîçî! 

Dinya her ku diçe bervî nebaşiyê ve diçe. Kî zane piştî xerakirine çi ji binî ma be, ewê ji mayînan rabe ser lingan. Lê heta bi temamî neyê xwarin ev gerdûna sosret wê hey bidome û bidome. Avek zelal û hewayek pak xwestin êdî luks e! Ey hiş! Ey fikir! Ey raman! Ka te çawa me anî kir nava kilama Beytocan; “Texte çêkir ji hewayê/Şibak lêdin ji qeşayê/Horî bînin ji wê dinyayê/dîsa sebra min bê te nay/tasa spî ava zelal/te di go bixwo min di go helal/hawar delal hewar delal”. Ka li van rêza binêre Çîçî, çi qas surralîst in. “texte çêkir ji hewayê”, “şibak lêdin ji qeşayê”, “horî bînin ji wê dinyayê”. Beytocan, bi uslûba xwe yê herikbar û risteyên ku bi dengê wî belav dibin, di dilê me de bêşert û merc rûniştiye. Bi dilek hezkirî, xeydandî, bi şewat û hesret honand muzîka xwe. Bi rabûn û runiştina xwe bi hunera û dengê xwe yê zelal di dilê gelê xwe de cihekî fireh û taybet ava kir. Beytocan îro ekolek e. Gellek beste û stranan ji çand û welatiyên xwe re hişt. Erê Çîçî, kilama viya “lo dilo” panoramaya sed saliyê. Dibê; “Me xistin nav zindana/lo dilo/em ketin dest neyeran/lo dilo/em firotin neyeran/lo dilo”. Beytocan piştî derbaya 12 îlonê de 6.5/şeş sal û nîv di zindana Amedê de girtî ma. Dibe ku ev stran ji wan rojan mabe. 23 sal paşiyê hat welatê xwe û bi dilek şîkestî vegeriya dîsa gurbeta xwe. Îro tendûristiya hunermendê me ne baş e! îro bi hezkiriyên xwe liberxwe dide. Di dema Vîktoryayê de ş’irê Îngîlîstanê Wîllîam Ernest Henley(1849-1903) helbestek viya bi navê “zornebirî/Invictus/li bin ne ketî” heye. Ev helbest di qada helbesta cîhanê de her tim xwe bibîr dixe. Hevalê Nelson Mendela vê helbestê jê re dişîne, piştî xwendina helbestê di dil û hişê Mendela de îlhamek, ronahiyek ava dibe. Liberxwe dide, çiqas bikeve nav bêhntengiyê û acîsiyê ji helbestê risteyan dubare dike, rêyek din dide ber xwe, dilxweşiya xwe di risteyên helbestê de xurt dike: 

(…)

Di bin şertên nebaş de bim jî

Ne tirsiyam ne jî giriyam ji kesan re

Di derbeyên qedera bêtirsî da jî

Seriyê min bi xweynê şolî be jî, ne tewiya ti car 

(…)

Çiqas derî teng bin jî

Cezayên min çiqas giran be jî

Efendiyê qedera xwe ez im

Kaptanê rihê xwe ez im

Hin îmge henin bi çi rengî bin jî, tiştên wisa tinê berhev, meriv di cihê xwe de sar dibe an kelecaniyek di nav damarên meriv de bi lez û bez diçe û tê. Kêm zêde 151 sal berê helbestek hatiye nivîsandin û bi her xwendinê meriv hem sar dibe hem jî çiyayan hûr dike bi kelecaniya xwe. Dengê Beytocan jî ne 151 yek sal, heta ku kurd û axa kurda hebe ewê bijî. Wek ş’ir jî di risteyên xwe de diyar kiriye; “Efendiyê qedera xwe ez im/kaptanê rihê xwe ez im”. Beytocan kaptanê hunera rihê xwe ye, efendiyê terz û dengê xwe yê xweser e. Dilê te yê pak û zelal her tim wek kaniya navîn û kaniya mezin bêsekn ewê ji nîfşên nû re bibe kaniya hunerê. Ez çi binivîsim ewê têr neke, deng û şêwaza hunermendê me ji civata me bila qet kêm nebe! Mala te hezar carî ava be, tu her hebî Seyda Beytocan, şîfayê ji te re dixwazim. Bimîne di nav xêr û xweşiyê de!  

Çîçî malmîrato, keftaro hinek rabe ser xwe. Yan li ser milê min digerî yan jî li ser koltix û dîwanê serpişt xwe dirêj dikî. Tu zanî ku bêhereket bûn wek mirarên zindî ne. Rêçûn, meşandin hem bo bedenê hem jî bi hêla pîskolojiyê ve ji meriv re baş tê. Ernest Hemingway îhtirasa meşê di pirtûka xwe yê “kêf û şahiyê parîs”ê de li ser meşê ramanên xwe wisa tîne ser ziman; “Piştî karê xwe min diqedand yan jî li ser bûyerek bifikriyam, bervî kersaxê ve dimeşiyam. Li ser tiştekî mijûl bibûyam an merivên ku ji tiştekî fem dikirin û li ser mijûl bûna wan, min hin tiştan didît, hizirên bo min hêsan dibû”. Charles John Huffam Dickens seyahatên xwe bi meşan dikir û gellek jî jê hezdikir. Di pirtûka xwe yê “The Uncommercial Traveller” de; “Reçûnên min bi du şikîlînê: Yek jê dîrek/rastarast bi armancekek, bi gavên lez; yên din jî bêarmanc, beredayî û halek bi temamî ewareyî”, tîne ser zimên. Hizirmendê Danîmarkayî Soren Kierkegaard sala 1847an de ji birazyê xwe re, di nameyek xwe de, li ser rêçûnê şîretek wisa lê dike; “ Ji her tiştî muhîmtir xwesteka te yê rêçûnê, ti car hinda neke: … ramanên min ê herî xurt û geş, her tim bi meşan xwe dan xuya kirin û ez ti meriv nasnakim ku bi meşan ji ramanên xwe yê giran xelas nebiye”(Notos/86/rûpel:10). Dostoveyskî, demsal çi dibe bila bibe xwediyê meşên şevan bû, Generalê Payîzê rêhevalên meşên tenitiyê û ê payîzan bû. Evdalê Zeynikê jixwe qet neseknî, her tim di meşekî de bû, heta dawiya jiyana xwe jî dicihê xwe de ne rûnişt ne jî sekinî. Lê herî zêde xwediyê meşên serpêhatiyê ez dibêm Hejar Mukriyanî ye. Çaxê serpêhatiyên wî bo kurmancî hat wergerandin ewê ji me re bibe çavkaniyek. Meş bi aliyek xwe ve ma ne dîroke? Em dikarin mîsalên xwe bidin pişta hevûdin lê mijara me bêhereketbûna te bû, me ji edebiyatê mîsalan da. Konfora ku tu li pey diçî û teslîm bûy. Bo pêşeroja te astengiyên mezin wê derxe, dibe ku rûmeta xwe jî ji dest bixî. Piçek be jî wek pîsikek tev bide! Ez zanim tu vana qebûl nakî û ji binî red dikî. De bila ne weka te be ne jî weka min be, ewê wext bigîje Hawar’a me û te.

Derva sar û seqem bû, te digo qey taxa me û hemû bajar di nav donê da bû. Ji tirsa cemedê tu nikari bû serê xwe derxista derva, li ber agirê şomîneyê di nav xewnê şîregermî de fika fika te bû Çîçî. Heyva Çardeşevî bi tirêjên xwe yê gewrspî rê li pêş me vedikir, ji bilî dilê me pê va ti tiştek nedileqiya. Zeriya zîvê hêdî hêdî bi deng û rengê xwe her qûncikê bi dest xisti bû. Lê zenûn mabû li ber tirêjên zîvspî, weka li dijî R yê zenûnbûna min bû. Kirasê xwe yê gewrgirtî bi laşe xwe ve pêça bû, ev kiras destnîşaniya rihê wê dida dest. Melenkolî û dramatîk, gazinên sosyolojik û kesayetiyê ji dev nediket. Ji biranînên xwe dernediket, jiyanê, şevê, rojên xwe jixwe re asteng dikir, aramiyên xwe her tim di bin siya xemê da dihewand. Ezra Paund di Kantonên xwe yê 81an de wisa banga quretiyê dike;

Tenê hezkiriyê te dimîne bi te re

Ji bilî wî tineye qiymet

Tenê hezkiriyê te nikarin ji destê te bistînin

Tenê hezkiriyê te ji te re mîrase    

(…)

 Serûbin bike quretiya xwe

Çimkî mirov ava nake wêrekiyê,

Yan pergalê yan jî zerafete 

Ji te re dibêm serûbin bike quretiya xwe          

Pisîkên xelkê tu dibêy qey guhên wan dilibitin, ev hevoka “guhên wan dilibitin”, li kuçeyên Amedê weka qalibek tê bi kar anîn û wek ritûelek tê gotin. Kesek, ji karê kesekî din ne razî be bi vê qalibê rexneyê dike. Kin û kurtasî xwe acis nake, dirêj nake… Herê, ez ji çavbirçîtiya te û şeytaniyên te yê piçûk acis im, lê hevaltiya te min qebûl kiriye û meriv hevalê xwe di nava rê da nahêle. Her roj ji devê hezar kesan ev qalib dertê, qalibên ku di nav gel de dijîn êdî wateya xwe yê ewil jî bi aliyek va hinda dike, rastarast tê bi kar anîn û tê gotin. Ev hevoka qalib belkî bi deh sal zêdetir min bi kar naniyê, lê helbet qalibek di hişê me de cih girtibe, ewê rojek serê xwe dicihekî de derxe, wext û dem bi dilê wî ye, kîngê bixwaze. Na, em ji mijara xwe dûr nekevin, mijara me bêhereketbûna te û bêsportîfiya te ye.

Sportîf! Te dî, te me dîsa xist nav bîr û qederê. Peyva “sportîf”ê serdemek nişan dide, îmgeyek lixwe barkiriye, wateyek dibin xwe de dihewîne. Li Amedê, welatiyên ciwan ji salên nodî heta salên 2002yan şekalên spor û cilên spor lixwe dikirin. Bi şev û roj bieşortmanên –Adidas, Nike- xwe yê taxim digeriyan, terzek bû, kincên wan wek nasnameyek bû û bi wan re digeriya. Ciwanên ku biêşortmanan digeriyan ji wan re digotin “Xeyrî”. Ev Xeyriyên bajer bi şêr û qolpayan xwe, bi hereket û uslûbên xwe taybet bûn! Hê jî henin lê hejmara wan gellek kêm bûye, carcarna li Stenbolê ji wan yek duyan dibînim. Tu kes nikaribû bi ser wan bikeve, qure û jixwe bawerbûn. Ev Xeyrî paşiyê vegeriyan pantolonên qot û bol, li pêşiya pantolonan de du pîle hebû, hin pantolonan de hejmera pîleyan dibû sisê. Hin Xeyrî jî vegeriyan îspanyol paça. Vêga di nav bajerê Amedê de dîwarek dixwazin rakin û bajêr bikin du felk. Ciwanên bajêr jî bûn du felk, yên diziyê dikirin paşiyê bi rêya Xwedê de bi çem û çem çûn û ketin nav destê kontrayan, yên din jî liberxwe dan û bo gelên xwe yê bindest bedelek mezin dan. Te got; “Mijara me ne polîtîkaye”, herê tu xweş dikî Çîçî, bo te serdestî an bindestî ne muhîm e, temam tu jî li pey nanê xwe yê heyra, me tiştek ne got. Lê bo min meseleya bindestiyê ji nan û avê muhîmtir e. Mijara me mijara jiyanê ye. Û tê de polîtîka jî heye! Tu ji wek nivîskarên me yê por joleliyan xwe tev didî, hem rexneyan dikî hem jî ji rexneyên xwe bawer nakî. Ev mesele bila bimîne ji rojên xweş re, ka tu bisekne! Wê çaxê emê quşa hevûdin biqetînin Çîçî. Dixwazim tawanbariya/îthama te bi George Orwell re bibersivîn im. Rojnamegerê BBC ji Orwell dipirse; “tu niviskarekî polîtîk î?” Bersiva Orwell jî bi qasî pirsê polîtîke; “ev pirsa te bixwe polîtike”. Nivîskar û helbestkarên bindest, xwediyê zimanên bindestan nikare bêje “ez ne polîtîk im” redkirina wî/ê jî di esasê xwe de polîtîke, xwe eşkere nake û ev jî hemleyek polîtîk nîne? Tirsa ku dilê wan de dihewe bi hevokên erzanî û ji samîmiyetê dûr dixwazin xwe biveşêrin. Kî zane belkî dilê efendiyên xwe –sîstem- xweş dikin. Ez behsa partî û tevgeran nakim, ew karên xwe dikin, li ber gelê xwe çi ji destê wan bê, qadan fireh dikin, hinek bêhn li me dixwazin fireh bikin. Meseleyê nebe neke qûla mar. Şansek û luksek me yê wisa tineye ku em bêjin; “em ne polîtîk in”, Çîçî efendî!   

Bêşert û merc me da ber dilê xwe hezkiriyên ji me dûr ketine. Wek her kurdek me di nav mijaran de mijara vedikir û em qet nediçûn serî. Li der dora xwe em digeriyan, bo gerê me mijaran ji xwe re dikir rê, bi rastî jî hev dîtinên me ji demokrasiye dûr bû bi R re, bi rastî jî hin caran ji objektîfiyê me îstîfade dikir. Yek alî bûm, ew digo filan û bêvan, min digo seatxweş. Me dabû pişta hevûdin, ew ji mijaran bûyerên sosret derdixist dida pêşiya me. Tiştê ne tişt Çîçî, ti jî şahîdî. Nedihişt em çend peyv bi dilê xwe bêjin… R xan teslîmîyetê dixwast û daxwaz dikir.    

Sandalye kapıya çıkmamışsa 

Masa yoksa ortada

Şiracın mutluysa kapı önlerinde  

Sen yoksun, demek ki*

Helbestkarekî an hunermendekî fransî, almanî yan jî ereb, dibe ku pirsa rojnameger wisa bibersivanda; “na, ez ne polîtîk im”. Ger bi çar alî ve û di her qadê de welat hatibe dagirkirin, bo rizgarkirina ax, bo esmanên me yê reng gewr bikin heft reng, heta kanî û çemên welat bi azadî neherikin emê polîtîk bin, têkoşîn û têkoşêriyê jî heta ku ji dest tê me bê, emê tûj bikin. Te dî, dîsa em bêhemdê xwe ji rê derketin. Herikbariya hiş di metnek de bixwe diherike, bo vî jî nivîs azadiyê hêma dike, bixwe diçe! Meseleyên ku me li pişt xwe hişt û meleseyên ku me ji wan re derî vekir, ewê bi hemdê xwe were honandin. Ka em li ser vê mijarê çend risteyan bixweynin ji seydayê nemir Arjên Arî, ewê dibên em polîtîkayê di nav berhemên xwe de bi kar naynîn re bila mînakek kûr be:

qesab in!

dest bi qezetore, keftar!

segên har in segên har!

hey hawar,

miriyan jî dikujin di vî şerî de

Dîsa em vegerin ser Xeyriyên xwe, Xeriyên bajêr paydariyên wan bi îhaleyên(qehweyan) kevokan bûn. Yên din jî li derdora qehweyên şerê dîkan/kelşêran wextê xwe derbas dikirin. Kevokên herî baş û dîkên herî şerwan û serkefti di destê kî dabe ji forsa wî meriv nikaribû nêzikî wî bibûya. Yanî ji Xwedê re digotin “here wir de”. Qure bûn, wêrek bûn, melonkolîk û melodramatik bûn. Rojek ji rojan li ber destê şeveqê dengek wek borazanî/borîjenekî hey dikir qaraqar û qaraqar, kin û kurtasî xwe diqelaşt. Xwe li dîwaran dixist, ji xwe ve diçû, te digo qey ketiye cizbê, ulannnn û ulaniya wî bû. Şêniyên/rûniştvanên sikake jî wek têjikên hechecikan di balkonên xwe de, di pencereyan de serê xwe bixwarê ve kiribûn û bi çavên sermest li ciwanê Xeyrîkî dinêrtin. Meseleya ciwanê Xeyrî çi bû? Bo çi ewqas qaraqarê dikir? Paşiyê me fem kir ku mesele bo xwişka ciwanê Xeyrî derketiye. Ji bo xwastina xwişka Xeyrî hatine mêvandariyê! Bi vê mêvandariyê Xeyrî, wey hûn çawa xwişka min dixwazin! Kes nikare xwişka min bixwazê! Xwe perçe dikir, paşiyê xwişk bi evîndarê xwe re reviya! Xeyriyê me ma bi qaraqara xwe ve. Li taxa me her roj bûyerên ecêb û tewş diqewimiya û bi dengên Xeyriyan dihejiya.  

Hin Xeyrî jî hebûn mêraniyên xwe û wêrekbûna xwe bi cilêt avêtinê eşkere dikirin, kê pir cilêta bavêtana xwe ew li pêş bû, her cilêt jî wek meşên Dickensin bû, ya biberedayî jîlet dihat avêtin yan jî ji bo xelasbûnê. Bi çi awayî xelasbûn? Ev jîlet bi pîranî di qarakolan/asayîşê de dihat avêtin. Ciwanek biketa destê dagirkerên bêbavan bi çi şiklî bûna jî kutanê dixwar û dihat îşkence kirin. Li dijî îşkenceyên wehşî û sosret jîletên ku dibin zimanên xwe de diveşartin derdixistin û xwe ji wan bêbavan, dagirkeran bi xwejêkirinê ve xelas dikirin. Lê hêzên dagirkeran bi her awayî bi serdiketin. Îşkeceyê bi destê xwe nedikirin, didan pê kirinê. Em mazin bûn, wext derbas bû, dîsa rojek ji rojan belgeselek hat ket pêşiya min. Ev belgesel li ser qebîleyek Afrîkayî bû. Çanda wan, rabûn û rûniştina wan, têkîliyên navberan wan, îktîsad û aboriya qebîleyê; kin û kurtasî li ser jiyana wan belgeselek bû. 

Te got, ev çi bû? Ew helbest bû. Têkîliya min û R xan bi şert û mercan xwe tûj dikir, pirsên eletewş bersivên yek alî, bersivên jixwere. Roj, bi hemû dijwarbûn û serxweşbûna xwe derbas dibû, rêyên ne rê dihat avakirin û li ber me dirêj dibû. Di navbera min û R de şerêk “kê bêhtir baş e” û “kî bêhtir ji dil e” destpêkiribû. Jixwe têkîlî li ser meyla otorîteyê ve xwe dihonand, neqş dikir! Em ji kû ve hatibûn, pirsa herî muhîm bi min ev bû, di bin kîjan fikir û ramanan de me xwe heta dem a xwe gîhiştandi bû. Rih û hişê me bo şikestiyên kûr amade bûn, pirsên ku bi form û têkîliyê ava bibe an bê avakirin, naçe serî! Her tişt bi hemdê xwe xweş e Çîçî. Tu zorê bidî aşqê, sewdayê, hezkirinê ewê bi çilmisê, ji xwe bikeve… Şertê ku me di her peyamên xwe de eşkere dikir ji kîsê evînê diçû; bi rastî jî her şert bi rengê faşîzmê xwe dida xuyakirin, di navbera me de faşîzmek keseyatiyê jî destpêkiri bû. 

Tiştê balkêş ev bû; çaxê ciwanek ji qebîleyê dihat wexta zewacê bi du şiklî diçû ber deriye keçikê. Yek, ya ewê çêlekek bide pêşiya xwe here û qelenê keçekê bide malbate û mîzgîniyê bang bike. Yên din jî ger çêleka ciwan tine bûna -bi berdela çêlekê- dibe ku wêrekiya xwe îspat bikirina; hem ji keçekê re ev îspat muhîme hem jî ji bo malbata wê girîng bû. Destnîşana wêrekiyê jî li ser bedana xwe birînên/jêkirinên mezin bide nîşan dinê yan jî daxkirinên fireh li ser laş bihatina dîtin. Xwedî çêlekbûn, weka xwediyê febrîkeyek dihat hesibandin. Nîşana dewlemendbûnê, çêlek bû. Jixwe di qabîleyê de sê-çar kes xwediyê çêlekek bû. Yên din feqîr û belengaz bûn. De ka li qederê mêze bike Çîçî; ji feqîran re dîsa para xwejêkirinê mabû û di bedena gellek ciwanên qebîleyê de bîrinên/jêkirinên kûr û dirêj hebûn. Lê bi rastî jî qasî Xeyriyan kûr nîbû birînên wan. Malmîratê Xeyriyên bajêr li ser demara mirinê/şahdamarê jî xwe didan ber jêkerinê. Xwejêkirin li qabîleyek Afrîkayî de nîşana zewac û wêrekiyê bû û hêma dikir, li bajarê Amedê jî îsyankariyê, jixwenerazîbûn, beredayiyê, wêrekiyê hêma dikir. Encama ku destê me da maye “xwejêkirin”ê: Şert û mercên wan, armancên wan ji hevûdin cûda bin jî hin pratîkên wan hevpariyê li dar dixe, dişibe hevûdin. Çaxê em çandek, bûyerek, meseleyek, encamekî bidin ber çavan, divê ji berçevkan meriv xwe xelas bike û ti car nekeve mehkemekirinê, objektîfbûn ewê rastiyê destnîşan bike. Her tişt bi dem û dewrana xwe re divê were analîz kirin, bi çavê heronî û bi çanda xwe ve giredayî; ewê analîzên yek alî bide destê me. 

Helbest xwendin ne objektife, subjektîf e, lê nirxandin û analîza wê divê objektîf be.          Seyda Tîrêj bo helbestê dibê “deng”e. Bo seyda Cigerxwîn helbest dîdaktîzm û armanca hişyar kirina gel de xizmetkarek bû. Bo Rojen Barnas jî helbest meseleyên civakî û rexne bû. Bo Neruda jî lîrîzm û têkoşêrî bû. Bo seyda Berken Bereh jî helbest aşîtî, aramî û eşq bû. Em vana ji helbestên ş’iran de bi serkî dikarin derxin. Her yek xwedî ekolek e. Li gor hin kesan jî qehwe cûr bi cûr e Çîçî. Wek helbestê ye. Qehwe bi her çêkirina xwe–bi şikil û naveroka xwe- navek hatiye lê kirin, mîsal; rîstretto-espresso di pênç saniyê de bi ava germ ve tê xwarê, ji pênc saniyeyê bêhtir bi ava germ re şatek biherikînin ewê bibe espresso –dinevbera 20-23 saniyê de bi dawî dibe. Em hinek din bi pêşva biçin, ewê bibe lungo espresso –fincan heta dev tije bibe. Ger em piştî singîl espressoyê ava germ bi ser ve bikin, dê bibe emerîqano. Em şîrê germ bi ser espressoyê ve bikin, wê bibe latte, ger em şîrê xwe bikef bikin û berdin ser espressoyê, ewê bibe cappuccîno. Ger em kremeyan/şûrup/sos an têxin nav ewê bibe qehweyên kremayî. Em dikarin nimûneyên xwe zêde bikin. Ev qehweyên ku me misal dida, em bi van mînakan re vegerin ser helbesta kurmancî. Li jorê me ekol û tarzên helbestên seydayên xwe anî ser ziman. 

Her helbest xwînerên xwe digere yan jî xwîner helbesta xwe dibîne. Çandek bi xwîneran re ava dibe û wek mîrasek nifş bi nifş dewam dike. Her ku diçe tişt li ser zêde dibin. Baş an nebaş! Her serdem û dewr bi du alî ve dimeşe; di rê de –rê, rêyek dirêj e- barê kêrnehatî jî li ser milên xwe davêje û bi barê xwe yê kêrhatî bi nifşên nû re xwe didomîne. Di dawiyê de jî ji dîrokê re û ji mirovahiyê re dimîne ev helbestên ku hatiye ava kirin. Metnek, berhemek negîhije xwînerên xwe, piyek qot û çavek jî kor dimîne. Tiştê esas di vê de bêşik navaroka berhemê ye, bo xwînerên ayîk/şiyar esasbûn navaroka berhemê ye. Di kîjan weşenxaneyê de hat belav kirin, bi kîjan helbestkarê riste bilind û qedirbilind peznê wî/ê hatiye dayin nemuhîme. Bi çepikên geş û bilind û bi xweşkirinê li ser xwînerên ayîk tesîra wî/ê bêşik heye lê gellek kêm e, em dikarin bêjin wek agirê kayê ye.  

Têkîliya min û R her ku diçû wek strana your love is cancelled dibû. Ne nefesê me ji xwe re hişt ne jî baş î, piştî her hevok û peyvan me derî yeko yeko li ser hev digirt. Baxçeyê ku me ji stêrkên esmanan xemilandibû, wek Stêrka Meksîkayê (kulilk) belav dibû û bervî hîç bûnê ve werar dibû. Tiştê di navbera me de diqewimiya Çîçî, hêz jî dida me, şewq û motîvasyon li ser xwestek û hêviyan xwe dida qebûl kirin. Belkî berepaş e, belkî lidijîhev e. Tengasiya me tê da bûn, bingeha xwe de pêşarojê dihewand, weka di pirtûka Burhan Sonmez de(Stembol Stembol); “Me dîsa dest bi kenan kir. Meriv çaxê ya serxweş be yan jî bi kenê pêşaroj tê jibîr kirin, jiyan xemsar e.” Em gotina Qerejdaxiyan li ser meseleya hinek biguherînin û bêjin: Dil jî wek cî êdî teng e. (Cî ji dila teng e/Folklora Qerejdax/Mehmet Guzeler).    

Min dirêj nekir tu bêsebrî Çîçî, sebra te û uslûba xwarina te wek hev in. Herdû jî bizûzûka û bervî armanca tinekirinê ve her tim diçe, di hiş û dilê te de jî ji xwe re cî çêkiriye û xwe distrîne. Xwendin, nivîsandin û guhdar kirin karek ciddî û bi sebre diçe ser. Me seydayê xwe î nemir Xanî guhdar nekiriye, bang û hawara wî me li pişt guh hiştiye, qîrîna Hawar’a me nehatiye guhê me! Îro banga helbestkarê me yê modern Abdullah Pêşêw re –qehpe ne- me dîsa guh lê kerr kiriye. Te dî em bi wir û vir de çûn û hatin dîsa ketin tora polîtîkayê! Ka bisekine em meseleya qehwe û helbestê safî bikin. Çawa ku metodên çêkirina her qehwe bi şikil/forma xwe ji hev cuda be jî di esasê xwe de ji dendikê qehweyê tê ser masaya me. Helbest bi peyvan rabûye ser xwe û me pol bi pol kiriye û navan daye: helbestên mînîmal, risteyên robarî/dirêj, helbestên surralîst, helbestên lîrîk, helbestên romantik, helbestên reel û civakî, helbestên îronî û saf… Ji disîplînan û rêbazan/akım feyz vergirtiye an deriyan bo rêbaziyan re vekiriye. Wek dendikê qewheyê derî li ser deriya vekiriye, ti car dev ji ceribandinê bernedaye û di zimanên qedîm de extiyarek liserxweyê rih ciwanê beden li pey qalik avêtinê, guharandinê daxwaz dike, dixwaze kirasê xwe bi guherine. Di helbesta kurmancî de Cigerxwîn û Fêrikê Ûsiv kiras lê guhart û helbesta me bi rêya muzîkê be jî ket qada helbesta cihanê, ji helbesta klasik şewk hat girtin û li ser hat zêde kirin. Rojen Barnas, Arjen Arî û Berken Bereh benê ku destê seyda Cigerxwîn û Ûsiv de bû jê girtin û anîn roja me. Nifşên nû jî li ser dîwara helbestê hin tiştan lê dikin. Ev lêkirin gellek caran sist bûne bibîr dixe, xwarbûna wê li ber çav dikeve…             

Waye em dibînin ku sê-çar salê helbestên ku hatine weşandin; aloziyek bêmane, xav û tehl, ji helbestan helbest hatiye derxistin, bi rêzbûna risteyan leystin nay vê wateyê ku em helbest dinivîsin, an ew helbestê. Divê em behsa azadbûna helbestê nekin yan jî li ber helbestê sînoran xêz nekin. Li ber xweseriya helbestê bendên avê jî ranakin Çîçî. Ger cilek, kincek li ser kesek rûnenişti be, ewê jê bikeve û xwe tê de azad hîs neke. Xwedî berhem jî xwe azad hîs neke, xwîner çaxê destpêkirina berhemê bike û bixweyne ewê xwe azad hîs neke, bêşik di nav tengasiyê de ewê here û were. Ev bûyerên ku derketiye ortê, me bervî “ji mîrase xwarin”ê ve dibe. Mîrasek ji me re hatiye hiştin, wek şîre dayikên me helal û pak. Îro em dibînin ku formek heye lê formekek navaroka wî xav, nehatiye bêjingê, dem a xwe hil negirtiye. Çay dema xwe neşkêne ewê zik biêşinê. Wek qehweya bêtehm û lihevketî destnîşan bike. Hin helbestkar henin bi pirtûkên xwe yê ewil hêvî dane xwîneran pişt re pirtûkên ku nivîsandine û hatiye weşandin em dixweynin û dibînin ku hema risteyan dane berxwe û bazdane. Helbest bi bazdanê nagîhije serî. Di cihê ku helbest dixitime derî ji aloziyê re tê vekirin. Bêşik ev qurnaztiyek temen kin e, lê tesîra û bandora wî heta tu bêjî dirêj e. Bi navek din em bînin ser ziman: “roja xwe xelas dike” hay li paş û pêş tineye, divê em niyet bixweynin hinek jî qahîntiyê bikin, ne heqê me ye Çîçî? Hallah hallah… Em dikin nakin tu bi me qayîl nabî. 

Çîçî tu jî zanî ku uslûba wergêre û helbestê ji hevûdin cudaye, herê tu fem dikî lê nikarî li min vegerinî. Kesek hem wergerê bike hem jî helbest binivîse û xwîner çaxê li ser metnê bisekine û bixweyne, ewê ji hevûdin derxe kîjan wergere kîjan jî helbeste. Di herdû kar de jî, bivênevê uslûp cudabûna xwe dîyar dike, kes nikare jê xelas bibe. Çaxê em hin risteyan dixweynin -li ser herdû metnê jî- risteyên wan, dengê wan, rêzkirina hevokên wan dişibin hevûdin. Tehma xwendina ewil çaxê tê devê me weka hev e. Kevirên ku bi destê xwedî berhem hatiye raxistin û bervî wateyê ve diçe jî wek hev in. Vêga em bên ser qahîntiyê, helbest bi zimanek biyanî tê xwendin, risteyên biyanî bi veguhestinek kurmancî tê pêşberî me. Me li jor gotibû qurnaztiya temen kin, tiştê ku diqewime li ser helbestê, encamên wî piştî demek dirêj ewê were hîs kirin û ji viya xelas bûn jî ne hêsane, çîmkî tehlûkeya wî dibe ku bibe rastiyek, bibe qalibek û were qebûl kirin. Me helbestê ji ş’irên din hîn bûn, ji şi’rên din. Tiştê ku em vêga zanin û me qebûl kiriye belkî bi şiklek din bihata ber destê me, me yê dîsa wisa qebûl bikirina û jê re bigotana herê. Mînak tu avê, qehwe û sosan, şîr û darçîn têxî nav hev wî qehweyê ewê ti kes nikaribe vexwe û ewê ti kes nikaribe bêje: min bi dilek rihet vexwar. Edîtoriya helbestan ne hêsane ne jî bi çend xwendinê dawî dibe. Û edîtoriya helbestan, di helbest xwendinê de derbas dibe… Te dî em neketin polîtîkayê. Di dawiyê de tu pişt rast bûy! 

Di dawiyê de ne dil ma ne jî cî. Me her tiştî qurbana hestên xwe yê xav kir Çîçî. R xan bi lez û bez dixwest avahiyan bide ser hev. R xan xwe azad dihesiband -belkî jî azadbûn û nêrina viya li ser têkîliyan wisa bû- azadbûna ku dihat dieciband û parastin bo hin kesan dibû dojeh, dibû bêhntengî, dibû dilperitî. R, di rih û hişê xwe de “Bovarzîmê” dihewand, bawerî û rastiyê jê re dikir perde. Têgiya “Bovarzîmê” cara ewil feylesof Fransî Gaultier de loguionie nîqaş kiriye û Bovarzîmê wisa terîf kiriye; “Mirov, bi dîtinek cûda xwe dibîne, hem jî ev dîtin bi zorê ye dibe û hêmana hebûna wî jî ev e”. Ev têgih ji pirtûka Flaubertê tê. Yanî îhtîras, derew, hezkirin, li ser ketin û dibin da mayîn; hişek û dilek ji xwe nerazî, di dawiyê de jî bi ber kesatiyek riziyayî ve xwekuştin. Tiştê ku R jê serbilind bû yeko yeko ji destê xwe hinda kir, bi xiyalên wê re dijiya, cilek ji xwe re bi tiştê ku hinda kiribû dabû dirûtinê. Rih aloz bû, reng ewr bû, peyv sar bûn, keseyet riziya bû.       

Ger sandelyê derneketi be derva

Masa jî tine be li ortê

Şîraciyê te keyfxweş be li ber deriyan

Demek kî tu tineyî*  

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Sofîtî

Di Îslamê De Sofîtî

Sofîtî an tesewwuf an ′′′sofîgerî′′′ rêbazek ji rêbazên Îslamî ye. Li goreyê sofîtiyê benî anko ebidê Xwedê dibê bi rêya îbadet anko …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !