Mîralay Sait Karabıyık

Jiyana Mîralay Seîdê Simbêlreş

Mîralay Seîdê Simbêlreş, bi tirkî Miralay Sait Karabıyık, şoreşger û serfermandarekî kurd bû.

Di sala 1863an de li Payîzavaya Wanê hatiye cîhanê. Ji eşîra ertoşî mamedpîran bû. Di dibistana eşîrî ya osmaniyan de dixwîne. Ew demekî li Şamê erka leşkerî de dixebite. Dema ku Şerê Cîhanî yê Yekem diqevime vedigere Wanê, fermandariya artêşa siwariyên ertoşî dike.

Li dijî rûsan şer dike û paye (rûtbe) wî dibe mîralay. Dikeve nav hewldana rêxistina kurdan, piştgirtina serhildanên kurd dike. Mîralay Seîd ji bo neteweya kurd dest bi xebatê dike.

Di sala 1922an de tevlî rêxistina Azadî dibe, di warê birêxistinê de ristek mezin dilîze. Lê mixabin hîn derfetên lêkolînên li ser vê rêxistinê nîne û hîn gelek tişt baş nayê zanîn.

Pişt re diçe Şamê û salên dirêj li vir xebata neteweyî dike. Vedigere Kurdistanê piştgirtına serhildana Şêx Seid dike, rêbertiya eşîra ertoşî dike, ji bo dozek e axê mêrekê dikuje deme ke kurt dikeve zindanê û azad dibe di sala 1940î de li Wanê jiyan xwe dide. Gora wî li gundê Zaxosk a Payîzavayê ye.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Riha

Dîrok û Çanda Rihayê

Riha parêzgeh, bajarekî bakurê Kurdistanê (digel Tirkiye) ye. Riha yek ji bajarên herî qedîm û kevnare yên cîhanê ye. …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !