Mezhebên Îslamê

Mezheb ango zav wûşeyeke erebiye tê wetayê “çûn, pêy çûn” e. Lê di lîteratûra olî de ew tê maneyê ew komeke gorî distûr û bawerên ji aliya hin kesan hatin diyar kirinî re tê gotin.

Di dîroka îslamê de mezheb ji bo ciyawaziyên siyasî fiqhî hatiye bikaranîn. Di îslamê de mezheb gorî îtîqadî (bawerî) û fiqhî tên polandin. Mezhebên îtîqadî mezhebên ji pê lihevnehatina Elî û Mûawiye dest bi der ketinê kirî re tê gotin. Di wê bûyerê de alîgirên Elî wek Şîa hatin navandin. Ew kesên bûyera kizîr re bervêdanî jî wek Xaricî hatin navandin. Îroj di Îslam de du mezhebên bingehî Şiîtî û Sunîtî hene. Ew mezheban jî bin xwe gorî bawerî û fiqhî (puşul) parva çend mezheban dibe.

Sunnî

Gorî sunniyan mezhebên bawerî sê ne:

  • Matûrîdî
  • Eşerî
  • Selefîtî

Mezhebên fikhî ango puşulî jî çar in:

  • Henîfî
  • Şafiî
  • Malikî
  • Henbelî

Henefî

Henefî di ola îslamê de yek ji mezhebên sûnî fiqihê ye.

Mezhebê henefiyan ê îtiqadê (bawerî) jî matûrîdiyê ye. Navê henefîtiyê ji navê sazûmankarê wê Ebû Henîfe (Numan bin Sabîd) (699-767) tê. Li welatên Tirkmenistan, Efxanistan, Tirkiye, Hindistan û Pakistanê berfireh e.

Di îslamê de ji çaran pirtir mezheb hene. Lê henefîtî û sê mezhebên din hem wekî her çar mezhebên herî mezin hatine pejirandin. Ji aliyê girseyê ve jî ji ber vî rengî her çar mezheb herî berfirehtir in. Her çar jî mezhebên sûnî ne. Di nav her çar mezhebên sunî de jî henefîtî ji aliyê girseyê ve herî mezin e. Girseya henefiyan di nav girseya giştî ya îslamê de 45% pêk tîne. Hersê mezhebên din şafiî, malikî û hembelî ne.

Şafiî

Şafiî, yek ji her çar mezhebên mezin ên îslamê ye. Ji aliyê Îmam Şafîî ve hatiye avakirin.

Îmam Şafiî

Îmam Şafiî ango Muhemmed ibn Îdrîs eş-Şafiî (Muhammad bin Idrîs ash-Shâfi’î) îmamê mezheba Şafiî ye. Îro jî bi hijmarek zêde kurd di mezhebê îmamê Şafiî de ye.

Navê Îmam Şafîî, Muhemmed bîn Îdrîs e. Di sala wefata Ebû Henîfe de M. 767 an de (H. 150) di bajarê Filistîn, Xezede tê dinê. Bavê Îmam Şafîî mensûbê qebîla Qureyş e. Ew digihîje kurên Mutalîbê birayê Haşîmê kalê Pêxemberê me. Diya Îmam Şafiî ji Yemenê ji Qebîleya Ezd e. Di kirin û gihîştina Îmam Şafîî de para wê gellek zahf e. Îmam Şafiî hêj di dergûşê de ye bavê xwe wenda dike, ji ber vê yekê bi xizanî mezin dibe. Malbata Îmam Şafîî di vê xizaniya xwe de, xwe davêjin Filistînê. Di têkoşîna jiyanê de leqê gellek zehmetiyan dibin. Diya Îmam Şafîî wî dibe Mekeyê.

Îmam Şafiî xwendina xwe ya yekemîn li Mekê bi cih anî. Piştê vê xwendinê, dest bi hînbûna wêjeya Erebî kir. Ji ber vê yekê, beşdarê qebîla Huzeyl bû. Qebîla Huzeyl jiyana xwe li çolê didomandin. Îmam Şafîî li vir zanîna xwe pêş ve dibirin û xwe hînê avêtina tîrê dikirin. Îmam Şafîî di çil û pênc saliya xwe de carek din vedigere Bexdayê.

Di 20’ê Çileya sala 820’an dawiya êvara meha Recebê de, di pêncî û çar saliya xwe de -hin dibên ji nexweşiyê, hin jî dibên ji ber van derban- wefat kiriye/şehîd ketiye. Qebra wî li Misirê binê singa çiyayê Muqettena dimîne. Sala 1211’de Siltanê Eyyûbiyan El-Melîk El-Kamîl li ser qebra Îmam Şafîî tirbek biqubbe çêdike. Ji alî Selehaddînê Eyyûbî el-Kurdî jî li cem veê turbê medreseyek mezin tê çêkirin.

Malikî

Malikî an jî mezheba Malikî yek ji mezhebên îslamê yên sunîtiyê ye ku damezrênerê wê ji Îmam Malîkî digire. Ev mezheb bi pirranî li Cezayir û Tunis û Fasê û li derdora wan deran heye.

Henbelî

Hebelî yek ji şaxên (mezhebên) ola îslamê ye û ji kesên vê mezhebê re jî henbelî tê gotin. Mezheba henbelî ji mezhebên din bêtir qîmetê dide neql û rivayetên olî. Lê bi van neqlan ewle nabe. Quran, jiyana sehabeyan, sunet rastiyên herî xurt in.
Li welatên ereban pirr belav nebûye. Ehmed bîn Henbel bingeha vê mezhebê avêtiye û bi xebatên Ebdulqadirê Geylanî pêşketiye.

Xaricî û Wehabî

Xaricî mezheba di dema bûyerê kizîr de der ketiye. Wehabî jî di sedsala 18’an li Erebistan derket.

Mezhebên din

Di dîroka Îslam de hin mezhebên dinên Xwedê şibandina hin heyîniyên din jî derketine.

  • Mutezile û Qaderiye du ji wan mezheban ne.

Şia

Şia ji pê lihevnehatina Elî û Mûawiye der ketî bûn. Şia jî di navbera xwe de wek Dozdehan, Îsmaîlî û Zeydî parve dibe.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Welatê Amerîkayê

Niştecihên Amerîkayê bi piranî Ewropî, Rojhelatên Dûr, Afrîkî û ji Rojhilata Navîn pêk tê. Ev komên etnîkî di 500 salên …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !