XWARINÊN DÎYARBEKÎRÊ

XWARINÊN AMEDÊ

Amed bajarê mezin ê bakurê Kurdistanê ye. Amed yek ji mezintirîn bajarên Tirkiyê ye û di nav kurdan de weke paytextê serbajarê rastî ya Kurdistanê tê binavkirin. Amed îro di qada neteweyî û navneteweyî de bi sûr û zebeşên xwe bi nav û deng e.

Gellek xwarinên herêmî hene ku pirr tên ecibandin.

Meftune: Goştê parçekirî di quşxane yan beroşê de tê sorkirin. Bacanreşk (balîcan), sîr û fringî (yan jî ava fringiyan) têkel dibe. Ava simaqê bi ser de dibe û tê kelandin.

Mehîr: mast (dew), hêk û xwê di beroşê de tê li hevxistin. Dan dikeve navê û tê kelandin. Li ser agirê heta bikele tê lihevxistin.

Kalek, qedayîf, peqlewe, kutilkên dagirtî, balîcanên dagirtî jî xwarinên herêmî ne ku herî pirtir tên xwarin.

Biraşka tîkegoştê:

Biraşka tîkegoştêtîkekebabkebaba tîkê biraşkeke pêjgeha kurd e. Kurd ji biraşkê re kebab jî dibêjin. Li parêzgeha Dîlokê ji vê kebabê re kebaba tîkê yan kebaba tîkegoştê dibêjin. Navê xwe ji tîkeyên goşt, goştê tîkekirî digire.

Biraşka şîşê: Biraşka şîşê, kebaba şîşê cure kebabek ji pêjgeha kurd û gelên cîran e. Li ser agirdankên (mantêz) nûjen ên lajwerdî tê pijandin. Goşt li ser şîşan tên pijandin, navê xwe ji wê digire.

Boranîk: Navê xwarineke kurdî ye. Di pêjgeha Îranê de jî navdar e. Farsî jê re dibêjin boranî. Herwiha derbasê pêjgeha balkanî û romiyan (tirk) jî bûye. Ji mast û cureyên kidakê (zebze), biharbêhn (biharat) û sîrê ye.

Boreg: Cureyek ji kilorê ye. Tirki tenê ji viya re Börek dibêjin. Bi şaşî û ji bandora tirkî hin caran bo tevahiya kiloran boreg dibêjin. Tirk jî ji vê re “kurd boregi – kilora kurd” dibêjin

Bêran: Navê xwarineke bigoşt ji pêjgeha kurd e. Li herêma Amed, Botan, Tolhildanê pirr tê xwarin. Di wêjeya devkî ya kurdî de wiha derbas dibe: “Ji gerdenê berdan, ji Mareşê merdan derdikeve”.

Bûmbar: Navê xwarineke bigoşt, ji koma xwarinên quşxaneyê ye. Di pêjgeha asûrî de herwiha cihê bûmbarê heye, tê gotin ku ev xwarin ji gelê cîran asûrî-suryaniyan derbasê kurdan bûye.

Cîgerkebaba Amedê: Navê cîgerkebabeke kurdî ye. Di pêjgeha kurdî de gelek cîgerkebab hene. Ji cîgerê re herwiha kezeb jî tê gotin. Li parêzeghên Riha û Dîlokê vê biraşkê di taştêyê de dixwin. Li herêmên din jî ev kebab tê pijandin lê li Amedê deng daye, wekî xwarineke Amedê tê zanîn.

Elînazîk: Xwarinek ji pêjgeha kurd, suryanî, romî (tirk) û ereb e. Bi taybetî li parêzgehên Dîlok, Riha, Mersîn, Edene û Amedê navdar e. Navê xwarinê yê rastîn “ala nazîk” bûye, di çerxa demê de wiha hatiye guhertin. Ji bacanreşka pijandî, mast, goştê golik an berxê (herwiha goştê kişandî) û biharbêhnê (biharat) tê amadekirin.

Gebola kundirê mîranî û savarê: Xwarineke ji kundirê ye. Gebolek (gevol, çavzerk) ji pêjgeha kurd e.

Girara bi xêlî: Navê cure girareke (pîlaw) parêzgeha Amedê ye. Li herêmên din jî tê zanîn û xwarin, lê bi vî navî li Amedê navdar bûye.

Hebenîska Amedê: Bi danê spî û goştê pîlê yê bihestî (yê mihê) didin ser. Hebenîsk xwarineke kurdistanî ye, li tevahiya herêman kêm-zêde terîfeya wê yek e. Li vir terîfeya ya herêma Amedê tê dayîn.

Hêyavka bamyeyê: Hêyavka bamyeyê yek ji xwarinên bamyeyê ye. Hêyavk ji xwarinên quşxaneyê yên zebzeyan re tê gotin. Di hin devokan de bo hêyavkê tirşik jî dibêjin lê tirşik bi xwe jî hêyavkek e, bi taybetî li Botan, Amed û Xerzanê tê xwarin. Navê bamyeyê bi latînî: Hibiscus esculentus e.

Hêyavka goşt û kixseyê: Navê xwarineke kurdî ye. Dibêjin di rojên pîroz de, oldaran bi sîtilan vê xwarinê dikelandine, dibirine dêran. Di pêjgeha kurd, ermenî û suryanîyan de tê kelandin. Heger kixse nebin, pîvazên hûrik jî tên bikaranîn, lê heger kixse be çêjdar dibe. Ev xwarin li Amedê, Îdir, Dîlok û gelek parêzgehan bi navê hêyavka (yaxniya) kixseyê ya bi sîrê jî tê binavkirin. Sîra kutayî jî dikeve xwarinê.

Kartol û mast: Kartol û mast an patata bi mast navê xwarineke bigoşt a Dîlokê ye. Li Amedê jî demekê navdar bûye. Ji ber ku Amedê gelek caran para xwe ji şer û serhildanan girtiye, aboriya wê xirab bûye, gelek xwarinên Amedê jî li cihên din deng vedane. Ev ji bo Dîlok û herêmên din jî wiha ye. Cemşîd Bender ev xwarin bi navê “petata bi mast” li ser navê Dîlokê tomarkiriye.

Keledoşiya masiyê: Keledoşiya masiyê, hilmijîna masiyê hilm-gulmê de pijandina goştê masiyan e. Navê komekê xwarinan e ku bi rêbaza keledoşiyê tên çêkirin. Li Kurdistanê ji deqsor, palamûd, masîmûsa, kîlkeyê tê amadekirin.

Kutilka bacanreşkê: Kutilka bacanreşkê jî wekî cureyên din ên kutilkê (dolmeh), di pêjgeha kurd de cihekê girîng digire. Bi taybetî li parêzgehên Amed, Mêrdîn û Rihayê pirr bitehm tê çêkirin. Li ser daxwazê dikare cureyên biharbêhnê (biharat) jî lê bê zêdekirin.

Lebzîne: Lebzîne, lêvzîne, lewzîne navê vexwarineke, şîranîyeke kurdî ye. Ji gûza hindê (nargîl) û gulavê (ava gulê) tê çêkirin. Li başûrê Kurdistanê, parêzgehên Amed, Dîlok, Wan, Mahabadê pirr tê vexwarin.

Du cureyên wê yên sereke hene:

  • Gûza hindê pirr lê doşaviya gulavê kêm
  • Doşaviya gulavê pirr lê gûza hindê kêm

Zarok heger gûza hindê pirr be, jê re dibêjin xwarin, heger gulav pirr be jî dibêjin vexwarin.

Loqmeya bexdenûsê:  Li herêma Amedê deng vedaye lê li rojhilatê Kurdistanê bêhtir tê xwarin.

Lêvenî: Navê şorbeyeke kurdî ye ku ji hebên biçûk ên kufteyan (kutilkan) tê çêkirin. Navê xwe ji hebên kufteyan ên wekî leblebiyan tên ser lêva mirov digire.

Nêrgîzyanî:  Navê seleteyeke pêjgeha kurd e. Ji parêzgeha Amedê belav bûye, wekî seleteyeke Amedê tê zanîn.

Nûriye: Şêraniyek ji herêma Amedê ye. Di pêjgeha ereb de herwiha cih digire. Înstîtuta patentê ya romiyan (tirk) ev şîranî jî wekî tevahiya xwarin-vexwarinên Kurdistan û Anatoliyayê bi navê “xwarinên tirkî” patent kiriye, girtiye bin parastina zagonî. Ango heger yek bo mînak, bi vê navê dikanekê li ser xwarinên kurdî vebike, dikarin dozê lê vebikin. Navê wê bi romî (tirkî) kirine “sütlü nuriye türk tatlisi”. Xwarin-vexwarin nabin mal û milkê neteweyan lê Tirkiye tevahiya xwarekê kurdî kiriye milkê dewletê. Nûriye bêjeyeke erebî ye, di wateya “roniya îlahî” de ye.

Pirtik (şîranî): Navê çend xwarinan e di pêjgeha kurd de. Kilora wê jî heye. Wekî şîranî li Amedê tê xwarin. Dîsa li Botan û herêma tolhildanê jî ji hin şîraniyan re pirtik dibêjin. Herçendî hinekê cuda bin, jî têkela wan nêzîkê hevûdu ne.

Ponponkiya parxanê ya Amedê: Ponponkiya parxanê ya Amedê, kutilka parsûyê ya Amedê navê xwarineke quşxaneyê ya bigoşt e. Di pêjgeha kurd de xwarinên ji ponponîkirina, tijekirina goştê bi hestî hene. Bi bandora romî (tirkî) kurdên bakurê Kurdistanê ji kutilkan re dibêjin dolmeh jî. Di bikaranîna kutilk, kufteyan de tevlîhevî jî ji vir derdikevin. Ji ber ku li ser xwarinên kurdî xebateke zanistî nehatiye kirin û zimanzanên kurd têgînîn pêjgeha kurd standard nekirine, carnan şaşîtî dibin.

Pîlakiya Amedê: Pîlakiya Amedê cureyeke pîlakiyê ye. Di pêjgeha kurd de gelek xwarinên ji lowiyê tên çêkirin hene. Amadekirina wê ne dijwar e. Pîlakî ne xwarineke standard e. Li herêmên Kurdistanê gelek cureyên wê tên çêkirin.

Qedayîfa rêsî: Cureyeke qedayîfê ye, li Amed, Xerzan û Botanê tê çêkirin. Hewceyê gotinê ye mirov bêje, qedayîf di pêjgeha ereb û pêjgeha asûrî de herwiha cih digire.

Qereş: Qereş şîraniyek ji pêjgeha kurd e. Heger ji qeresîyê hatibe çêkirin navê wê dibe qeres, heger ji mewij an qeysiyê be jî qereş. Li ser navê vê şîranîyê lêkonîkekê nîne lê îhtîmal e ku berê tenê ji qeresê dihatibûye çêkirin. Li herêma Amedê bêhtir tê zanîn.

Xaşîla çortanêhelîse/lepeya çortanê: Gorî Cemşîd Bender pelûla çortanê xwarineke herêma Amedê ye lê li gelek deveran tê xwarin. Pelûl di wateya lepeya bi dimsê (mot) hatiye çêkirin e. Cemşîd Bender çima ev xwarin wekî pelûl binavkiriye ne diyar e. Lewra dims nakeve viya. Dibe ku demekê dims kî dihatibûye tevlîkirin.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Riha

Dîrok û Çanda Rihayê

Riha parêzgeh, bajarekî bakurê Kurdistanê (digel Tirkiye) ye. Riha yek ji bajarên herî qedîm û kevnare yên cîhanê ye. …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !