Dîroka ala Kurdistanê

Dîroka ala Kurdistan, ala Rengîn

Qado Şêrîn

Al û ala di destpêkê de, di şer û cengan de wek nîşan û danasîna xelk û grûpan dihatin bikaranîn, di dû re li derveyî şer û cengan, di destpêka sedsala 17an de, bi derketina keştî û gemiyan re, di deryayan de hat bikaranîn daku, welatê xwediyê gemiyê bête nasîn. Belkû berî keştiyên Hollendiyên Pîrat, al li ser keştî û gemiyan nehatibûn danîn û hildan.

Al simbol û nîşana komek kes e, grûpek naskirî, êl, civak, Umetek, tîmek gogê, gund û bajar, milet û welatekî ye. Ala niştimanî nûnertiya welat hemûyî dike, ew a li ser dezgehên hikûmetan û hemwelatî di helkeftin û cejnên niştimanî de blind dikin. Ala neteweyî bi gelemperî bi reng û simbolên xwe bi wateyên taybet têne çêkirin, dibe ku ala niştimanî ji ya neteweyî cuda be. Al dikare piştî bûyerên mezin di dîroka welat û miletan de bê guhertin. Carinan al tê şewitandin yan binpêkirin, ew jî wek simbolîk tê fam kirin ku wê komê ew welat an pê li serwerî û comerdiya wî welatî kiriye. Ala niştimanî simbola serweriya niştimanî ye, belkû belge û nîşana serxwebûn û yekbûna xakê ye.

Cara yekemîn di sedsala 16an de, di şerê navbeyna Îspanyol û Holandiyan de, Holandiyan alek ji sê rengan pirteqalî, spî û şîn bikaranîn. Wê demê Holanda û gelê Holandî di bin nîrê Îspanyolan de bûn. Paşê di ala xwe de li ciyê pirteqalî rengê sor danîn. Di şoreşa Fransiz(1789) de, rengên Holendiyan wek simbol bikaranîn, lê berovaj kirin. Fransizan di tevgera xwe de nîşan dan û paşê jî, ji xwe re kirin ala neteweyî ya Fransê. 

Yekemîn al wek simbola niştimanî ala Hevgirtina Jack e, vedigere sala 1603an, dema ku şahê Skotlandayê Jamesê şeşemîn mîrasê şahinşahiya Engilandê û Îrlendayê kir yek, bi vî rengî taca England û Skotland û Irelandayê kir yek, lê dewlet wek xwe man. Di 12ê Avrêla 1606an de, bi biryarek şahinşahî alek nû ji bo nûnertiya vê hevgirtina şahinşahiyê bike hat çêkirin. Xaça sor li ser paşek spî, wekî Xaça Qedîs Gorc tê zanîn, û ala Skotlandê xaça spî li ser paşek şîn, ku bi navê Saltire an Xaça Qedîs Andrew tê zanîn, bi hev ve hatin girêdan, û ala Brîtanyaya Mezin û yekem Ala hevgirtinê hat danîn û nîşandan.

Piraniya welatên Ewropayê di pêvajoya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de ala neteweyî nas kirin û pejirandin. Gelek welatan alên niştimanî li ser bingeha alên şer ên kevnar çêkirin. Di dawiya sedsala 18an de, bi derketina hestên neteweperestiyê re, alên neteweyî di warên sivîl de jî destpêkirin. Mînakên pêşîn ên balkêş ala Dewletên Yekbûyî ye, ku yekem car di sala 1777an de wekî nîşanek deryayê hatibû pejirandin, lê piştî Şoreşa Amerîkî wekî sembolek gelemperî ya Dewletên Yekbûyî hat çesipandin. Tê gotin ku Firensiyan ala sêrengî ji Pîratên Holendî girtine, dema ku di deryayê de bihêz bûn, ala keştiyên wan sêreng bû, lê Firensiyan berovaj kirin û ji xwe re kirin al. Lê derketina alên neteweyî û niştimanî li Ewropayê di dawiya sedsala hîjdan û destpêka sedsala nozdeyan de bi derketina meylên neteweperestî re bû, ew bû sedema derketina alên niştimanî di çarçoveya sivîlane de.

Her gel, ji bo nûnertiya rûmet û nirxên xwe yên civakî, wek nîşana serweriya welatê xwe, sembola parastina azadî û serxwebûna xwe, xwediyê alek taybet e.

Alên ku eşîretekê, partiyekê, şîrketekê, gund, bajar, parêzgeh, yan tîmek fûtbolê nûner dike, ji ya neteweyekê bi hemû aliyên xwe ve nûner dike cuda ye.

Li Ewropa, her welat, bajar, gund, herêm, tîma werzişê, partî, fêrme, hwd. alek heye, gelek caran ew al wek Logo tê bikaranîn.

Kurd û al

Mîna hemû netew û gelên cîhanê, pêwist e yek al nûnertiya gelê kurd bike, û wek simbola niştimanî û nasname û yekbûn û yekrêziya gelê kurd û Kurdistanê bê pejirandin.

Cara yekem navê ala Kurd di efsaneya Kawayê Hesinkar de derbas dibe. Kawayê Hesinkar bi pêşmalka xwe ya di dema kar de li ber xwe dikir, wê wek alekê berjor û ber li ba dike dema Dehakê zalim dikuje û ber bi çiyê ve direve daku, mizgîniyê bigihîne xelkê.

Hatiye gotin, lê nikarim piştrast bikim ku piştî Dehak lawê Kawayê Hesinkar dikuje, Kawa jî ji bo ji bîr neke û tola kurê xwe hilîne, çermê kurê xwe bi rengên kesk û sor û zer boyax dike û bi dîwêr ve didaliqîne. Gotinek din, piştî ku Kawa Dehak dikuje, berdilka xwe ya bi her sê rengan xemilandî wek alê bilind dike, û mizgîniyê dide xelkên ji ber zulma Dehak reviyabûn ser çiyayan.

Di derbarê ala kurdan ya berê de Lokman Polat wisa nivîsandiye: “Wek tê zanîn Med bapîrên Kurdan in. Medan di dîrokê de împaratoriyek mezin damezirandine. Wekî her miletî ew jî di dema xwe de xwedanê ala xwe bûne. Ala wan sembola împaratoriya wan bûye. Ala Medan weha bû: Li alî jor şerîtek sor heye. di nav vê şerîta sor de tac heye. Tac zer e. Li navê şerîtek spî heye, di nav vê şerîta spî de wêneya şêr heye û li pey şêr jî tîrêjên rojê derketine, roj bi rengê zer e û şêr jî bi rengê gewher e, li alî jêr şerîtek kesk heye. Di nav vê şerîta kesk de ti wêneyek lê nîn e. Ala Medan ku di dema dîroka qedîm de bi kar anîne û ala Kurdan ku ya niha wek sembola netewî diparêzin ne wek hev bin jî, rengên wan wek hev in. Kesk û sor û zer di her du alayan de jî cih girtine. Alaya Kurdan ya niha de taç û şêr jê derketine. Di ala Medan de roj nîv roj e, di ala niha de roj bi temamî heye”.

Hin jî, Ala Rengîn bi rengên baweriyên Kurdan ve girêdidin, bi taybet bi rengên baweriyên ola Ezdayetî û Zerdeştiyê ve girêdidin. Lê pir vekirî û xwiyanî ye ku çavkaniya Ala Rengîn û ya Newrozê yek e, û 2600 sal berê, Împaratoriya Kurd ya bi navê Med jî ev al bikaraniye.

Ala Împaratoriya Med, li bajarê Persepolîs yê kevnar (bi kurdî “bajarê Farisan” li bakurê şaristaniya Mervdeştê ya li bakurê parêzgeha Faris), wek mozayîk 6×8 metreyan de fîgurekî wê yê nêzîkî ala kurdan ya îro heye. Cudahiya wê ji ya îro: li ser zemîna xeta ortê şêrek ku roj li ser pişta şêr heye û li ser zemîna jor ya sor jî tacek heye.

Dêmek yên ku ala Kurdistan a îro çêkirin, sûd ji ala Medan girtine, agahdar bûn bê ala Medan çilo û çawa bû. Her wiha haya wan ji alên netew û welatên cîhanê hebû, reng û form û mebest wek hev in, lê wate û simbol û reng cuda dibin.

Kilasîkên kurd qala alê kirine, qala alê di helbest û nivîsên xwe de kirine, dêmek têrm û têgeha alê ji berê ve li ba kurdan hebû. Al wek nîşan û derbirîna taybetiya wê danasînê hebû. Klasîkên Kurd, gelek helbestvan û nivîskarên kurdan gotina al bikaranîne. Çend mînak:

Zalimê kuştim şepalê,
Nazikê, qencê delalê,
Bûn hîcaba zilf û xalê,
adek û ala û tox.

Bejn û bala tox û ala
Min kirin vêkra mitala
Çîçeka terhînî wala
Dil ji min bir, dil ji min.
(Melayê Cizîrî, 1407-1481)

Lê me hêvî wasiq e ez feqîr
Jêrî alaya te bim roja esîr.
Ya Reb îmanê dixwazin em midam
Jêrî alaya Muhemmed wesselam.
(Ji Mewluda Melayê Batê, 1417-1491)

Îşaret wehy-û telwîh û îradet vîn û qudret şîn,
Ceman qels û betel merd û lîwa ala, alem nîşan.
(Ji Nûbara Ehmedê Xanî, 1651-1706)

 

Ala Neteweyî

Li gor belgeyên ji salên 1918-1920an gihane ber destê me, tê zanîn ku ala neteweya kurd, ala Kurdistan di wê demê de, ji aliyê rêxistinên Kurdan yên wê demê ve hatiye çêkirin û çesipandin. Di 30ê Berfanbara 1918an de li Stenbolê “Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê” hat damezrandin. Navê komeleyê tê wateya Komeleya Bilind a Kurdistanê. Di dûv re şaxên wê li parêzgehên rojhilat vebûn, ango herêmên Bakurê Kurdistanê, bi armanca avakirina dewletek kurdî ya serbixwe. Têkiliyên vê komeleyê bi rayedarên dewleta Îngilistanê re hebû, Ingilîz wek dagîker û koledar li herêmê bûn. Ataturk ji bo rewatiyê bistîne û şerê komeleyê bike, da zanîn ku armanc ew e ku bi alîkarî û di bin sîwana dewletên biyanî de, komele dixwaze dewleteke serbixwe ya kurdî ava bike. Bi heman awayî, li gor raportên aliyê leşkerî yên Emerîkî û Fransî yên wê serdemê, civaka ku armanca wê avakirina dewletek kurdî ya serbixwe bû, bi tevahî di bin sîwana Îngilîstanê de bû. Li gor heman agahiyan; bi saya vê piştgiriyê Îngilîz dixwaze li ser petrola Mûsilê serdestiyê ava bike.

Di sala 1921an de bi biryara Meclisa Mezin a Tirkiyeyê xebatên komeleyê hatin rawestandin.

Di wan du sê salên ku komeleya “KurdistanTealî Cemiyetî” çalak bû, kertek boyî danasîna komeleyê hatibû çêkirin,  li ser wê kerta nasnameya komeleyê “zemîna wê kesk û li ortê jî rojek” alek Kurdî çapkiribûn. Hatiye nivîsandin ku ev al ji aliyê “Katibê Umûmî yê komeleyê Zeynelabidîn hatibû çêkirin”.

Mehmûd Lewendî di lêkolînek xwe de ya di derbarê alê de nivîsandiye; “bi qasî ku ji belgeyên heyî tê fêmkirin di destpêka salên 1920’an de ji aliyê rêxistinên kurdan ên wê demê ve hatiye çêkirin û tesbîtkirin. Mesela, wê wextê “Kurdistan Tealî Cemiyetî” li ser kerta huwiyetê ya komeleyê (nasnameya komeleyê) “zemîna wê kesk û li ortê jî rojek” aleke kurdan çap kirine ku ev al jî “Katibê ómûmî yê komeleyê Zeynelabidîn çêkiriye”.

Di pirtûka “Doza Kurdistan”ê de, Zinar Silopî dibêje: “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî” Ala kurdî yê bi dirêjiyê û sê rengî, wek jorê de sor di navê de spî û tê de Roj û jêr da jî kesk, qebûl û belav kiribû.”.
Li gor Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paşa) ala Kurdî ya ku îro kurd bikartînin, ji alî “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî” hatiye çesipandin ku forma wê wiha ye; li jor rengê sor, di navî de sipî, li ser sipî roj û li binî rengê kesk wek ala neteweyî ya Kurdan çesipandine û ragihandine.
Di 1921an de Mistefa Paşa Yamûlkî li gel hin ji damezerên “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî”; Xelîl Ramî Bedirxan, Kemal Fewzî û Mewlanzade Rifat dixwazin biçin Kurdistana Başûr, lê Ingilîz nahêlin ew derbas bibin, tenê Mistefa Paşa Yamulkî ji ber ku ji Silêmaniyê ye, derbas bû. Mistefa Paşa diçe Silêmaniyê û di hukûmeta Kurdî ya ku di 10.10.1922an de di bin hukumdariya Şêx Mahmûdê Berzencî de tê avakirin, dibe wezîrê perwerdeyê. Her wê demê ji alî Şêx Mehmûd ve ala Kurdî hatibû qebûlkirin û pol jî çapkiribûn. 

Belge tune bê ka Şêx Mahmûdê Berzencî(Mehmûdê Hefîd Zade. 1878 -09 Cotmeh 1956) çi al bikaraniye, û ala bikaraniye çawa bû, lê ji ber ku Mistefa Paşa Yamûlkî yek ji damezerên komeleya “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî” bû ku şiklê ala Kurdî çesipandiye û di hukûmeta Şêx Mehmûd de bûye wezîr, û berpisiyarê rojnameya nîv fermî ya wê hukûmetê “Bangî Kurdistan”, ne dûr e ku ala Kurdî ya dewra Şêx Mehmûd jî bi pêşniyara wî hatibe qebûlkirin.

Ronakbîr û siyasetvanên Kurdan yên ku di salên 1900-1928an de li Kurdistanê û li Îstenbolê di nav komele û rêxistinên Kurdan de karkirine yan damezirandine, piraniya wan piştî salên 1925-1930î çûbûn li Sûriye bi cih bûn. Her wê wextê jî bi navê Xoybûnê rêxitinek avakirine. Ji weşan û pirtûkên ku wê demê li ser navê Xoybûnê derketine tê fêm kirin ku her ew ala ku di 1920an de hatibû pejirandin, ji alî Xoybûnê ve jî hat qebûl kirin.

Pêwist e û divê neyê ji bîr kirin ku, du komeleyên cuda hebûn, komeleya “Kurdistan Tealî Cemiyetî” û “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî”û her yekê ji wan alek ji ya din cuda pêşniyar û çêkiriye, li gor dîrok û belge dibêjin; ala ku îro em kurd bikartînin ew al e ya ku “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî” çêkiribû.

Di serhildana Agirî de, İhsan Nûrî Paşa her ev ala kurdan bi kar aniye. Di sala 1924an de, Îhsan Nûrî Paşa bi piştevaniya rêxistina Xoybûn a ku li Sûriyê hatibû damezirandin dest bi pilana serhildaneke nû kir. li çiyayê Agirî serhildana Xoybûnê da destpêkirin. ji Çiyayê Agirî ta bi Bedlîs, Wan û Gola Wanê çû û bi dest xist. Ji ber ku Ihsan Nûrî Paşa li ser daxwaz û pêşniyara Xoybûnê dest bi şoreşê kiribû, helbet wê ala Xoybûnê rake. Hêjayî gotinê ye ku Ihsan Nûrî Paşa di navbera salên 1929-1930an de Rojnameya Agirî derdixist.

Îhsan Nûrî Paşa (1893-1976) Lehengê serîhildana Agiriyê di bîranînên xwe de li ser ala Kurdistanê dinivisîne. Di 1926an de, Bro Heskî Têlî, ji êla Celaliyan, li çiyayê Agriyê serî hildide. Di sala 1927an de Îhsan Nûrî xwe digihîne Çiyayê Agirî, êdî rêberiya şoreşê dike. Ji alî rêxistina Xoybûnê ve wek serfermandarê leşkerî tê danîn. Di wê salê de ala sê rengîn ya serxwebûna Kurdistanê, ku di sala 1920 an de ya “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî” qebûl kiribû, rêxistina Xoybûnê ew ala şandin Agiriyê. Îhsan Nûrî Paşa wê alê cara pêşîn li Agiriyê bilind dike. Îhsan Nûrî Paşa dibêje:“Min posteke esker ji xortên nebezê Kurdan amade kir, ala Kurdistanê li serê çiyayê Agiriyê daçikand. Hêzên Romî ku li dora bajarê Bayezîdê bûn. Pasevanên qaremanên Agiriyê ji dûr ve ji bo alê hurra dikişandin û li çepikan dixistin. Wê çaxê li Agiriyê teşkîlateke eskerî, îdareyeke Kurdî hebû.”

Meseleya li ser berga pirtûka Sureyya Bedirxan ku, ew yek ji xebatkar û damezerên Xoybûnê bû, ala kurdan bi rengînî hatiye çapkirin û li binê alê jî bi îngilizî “Flag of Kurdistan” ango Ala Kurdistanê hatiye nivîsîn. (Sureyya Bedirxan, The Case of Kurdistan Against Turkey, By authority of Hoyboon, Philadelphila, 1928).

Nivîskar û lêkolîner Konê Reş, di derbarê çêkirin û pejirandina ala Kurdistanê de bi kurtî, xweşik û hindik û rindik nivîsandiye; “Di destpêka sala 1919an de, di civîneke (Komela Tealî Kurdistan) de li Stenbolê, bi serokatiya serokê wê yê duyemîn (Mîr Emîn Alî Bedirxan), (Serok Şêx Andulqadirê Nehrî bû) biryar hat standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û biyaniyan rizgar bikin û serxwebûna Kurdistanê diyar bikin. Ew Kurdistana azad û serbixwe Alek jêre divîbû, hingî di wê civînê de Emîn Alî Bedirxan ev rengên Ala Kurdistanê ku bijartibûn, ji hevalên xwe pêşkêş kir, hevalên wî jî bi yek dengî qebûl kirin.. (Eynê vê Ala niha). Da ku piştî qewirandina hêzên Tirk û biyanîyan, wê Alê di asmanê Kurdistanê de bilind bikin..

Cara pêşîn di serê adara 1921’an de bû, dema ku şehîdê leheng Elîşêr û Dr. Nûrî Dêrsimî ev Al li Emraniya Dêrsimê, li ser çiyayê Qoçgîrê bilindkirin. 

Cara duyem di sala 1927-1930an de, di damezirandina komeleya Xoybûnê li Libnanê, bajarê Bhemdûnê û li ser çiyayê Araratê ji rex ceneral Ihsan Nûrî Paşa û hevalên wî ve. 

Cara sêyem di roja 22 /12 /1946’an de, roja beyankirina komara Demokrat li Mehabadê, ev Al ji bi rengekî fermi ji rex Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî ve di navtara Çarçira de hatiye bilind kirin. Lê yekemîn car di roja 17/12/1946’an de li ser avaniya tûtinê li Mehabadê hatibû bilindkirin, ji ber wilo ev roj bûye roja (Ala Kurdistan).

cara çaran di roja 9/6/1999’an de, bi erêkirina serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistana başûr de, bi rengekî fermî hatiye bilin dkirin. 

Û her wiha di roja 11.11.1999’an de birayar hatiye standin, ku roja 17.12. ji her salê (Roja Ala Kurdistanê) be, ew roja ku yekemîn car li avaniya Tûtinê (Tibix û Tinbak) li Mehabad hat bilind kirin. 

Belê di roja 17.12.2010’an de, hikûmeta herêma Kurdistanê, bi rengekî fermî, keleha Hewlêrê bi Ala Kurdistanê xemilandiye û bi merasîmekî taybet,. Ji wê roja ve, Kurdistanî li her çar perçeyên Kurdistanê, Sovyêta berê û penaberiyê 17ê meha 12 bi aheng û bîranîn pêşwazî dikin û vê rojê bi navê Ala Kurdistanê nas dikin.

Di sala 1932’an de Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara xwe (Hawar), li Şamê diweşand, Mîr Celadet yek ji serokên komela Xoybûnê û şoreşa Araratê bû, wî di hejmara 5’an de helbestek bi navê (Ala Kurdan) weşandiye:

Alê Kurdan di nav rok

Çi bedew û bi heybet

Bi çar reng î, rengê te

Çi delal û çi xweşkok

Xêzek kesk û xêzek sor

Nav sipî û nîvek zer

Keskesore bi roje

Ev li jêr û ew li jor

Piştî helbesta xwe bi çend heyvan, gotarek bi navê (Welat, Welatînî û Al) di kovara xwe Hawar ê de, hejmara 9/1932 de, weşand û têde got: “Her milet xweyîyê alekêye, Al nişana milet û welête milet û welate, Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye.

Al namûs, rûmet, bextê miletane, Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedirbûna ala xwe, bê perwa xwe didin kuştin, Ala her miletî jêre behaye. Di cejn û şahînetan de qesir, xanî û koçeyan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, silavan lê dikin, wê maç dikin, datînin ser serê xwe.

Alên miletên bi serxwe, di ser kelat û bajarên wan re li pêl dibin, di rêvêeçûna leşkerî de divekin pêşiyê.

Lê alên miletên dîl, wek ya miletê me, ji her derê bi derkirî, Li hevtewandî, li ser dilê zarowên wan de hilandî ne.

Miletên dîl dixebitin, xwînên xwe dirjênin ko biyanîyan ji welatê xwe biqewirînin û alên xwe li ser kelat û bajarên xwe ji nû ve  daçikînin. Ala her miletî bi çend rengan û bi şiklekî dine. Ala Kurdan ji jor ber jêr ve, ser hev; sor, sip, û keske, di nava wê de roj diçirise. Divêt zarowên Kurdistanê bixebitin û rojekê barê vê rayê hilînin, ber bi ezmanê Kurdistanê ve bilind bikin, li wê bi birûskînin, welatê xwe ser avahiya xwe a pêşîn vegerînin û di bin tava wêre bi serxwe û bi kamiranî bijîn”.


Dema min wêneyê Konê Reş bi ala Xoybûnê re dît, bala min kişand, ji ber min wêneyê Sînem Xan Bedirxan li ber eynî alê dîtibû, rabû min ji rêzdar Konê Reş re nivîsand û pirsî; Gelo te ev wêneyê bi ala ku di kongireyê damezirandina Xoybûnê de hatibû pejirandin û hildan, li ku, li mala kê kişandiye? Maqûle li mala Sînem xan be? Lêkolînekê li ser alê amade dikim, min sûd ji gotarek te dîtiye. Dizanim ew al li ba Sînem xan e…..Û têm çavên te. Konê Reş wiha bersiv da: “Ev Al Rewşen xanim da min û ģot; Ev Ala a ku di kongreyê Xoybûnê de hatibû danîn.. Sala 1993an bû nivîskar Mehmûd Lewendì ji Swêd hat Qamişlo mala min. min ev Al şanî wî da .. wê hingê wî ev wêne ji min re kişand. Di sala 1999an de Sînem xan Celadet Bedirxan hat Qamişlo mala min. Wê hingê min ev Al dayê…û niha ev Al li mala wê li Hewlêr daliqandiye”.

Ala li cem Sînemxan Bedirxan, temenê wê zêdetir ji 100 salan e. Ew Al li yekem kombûna damezirandina rêxistina Xwoybûn,  di sala 1927an de wek Ala Kurdistanê biryar li ser hatibû standin.

Heman Al, li sala 1919 Komeleya Bilind a Kurdistanê li Stenbolê ji aliyê komek ji ronakbîr û sîyasetvanan hatibû çêkirin.

Sînemxan Celadet Bedirxan, mîratgira Bedirxaniyan ji k24 re axiviye, û wiha di malpera K24 de hatiye nivîsandin: “ Sînemxanê tekez dike ku Kamîran Bedirxan, mamê Sînemxanê û ji malbata Bedirxaniyan, ew Ala li sala 1919an weke ala Kurdistanê nîşanî wlatên Ewrupayê dabû. Ev ala rêxistina Xoybûn, ku weke emanet li cem Celadet Bedirxan mabû, piştî gelek salan, ji wê heyamê ta niha wek mîratek neteweyî li cem Sînemxanê maye û parastiye”.


Kovara Hawarê û Ala Kurdî, 1932.

Di Kovara Hawarê de li ser alê gelek nivîs û helbest hatine nivîsandin. Celadet Alî Bedirxan di gotareke xwe de wiha ala kurdan dide nasîn û dibêje: “Her milet xweyiyê aleqê ye. Al nîşana milet û welat e. Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye. Al namûs, rûmet û bextê miletan e. Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedrbûna ala xwe, beperwa xwe didin qûştin. Ala her miletî jê re beha ye. Di cejn û şahînetan de kesr, xanî û qûçayan pê dixemilînin, di ber wêre diborin, silavan lê diqin, di rêveçûna leşqerî de diveqin pêşiyê. Lê alên miletên dîl, weq ya miletê me, ji her der biderqirî, lihevtewandî li ser dilên zarowên wan de hilandî ne. Miletên dîl dixebitin xwîneên xwe dirijênin qo biyaniyan ji welatên xwe bikewirînin û alên xwe li ser qalat û bajarên xwe ji nû ve daçiqînin. Ala her miletî bi çend rengan û bi şiqleqî din e. Ala kurdan, ji jêr ber bi jor ve, ser hev, qesq, sipî û sor e, di nava wê de Çiyayê Agirî û Roj diçirise”.(Celadet Alî Bedirxan, Hawar, Hejmar 9 (30 îlonê 1932).

Ala kurdî di 1932an de li ser herdû bergên kovara Hawarê, hejmara 11an (10 çiriya paşîn a 1932an), bi rengîn hatiye çapkirin. Rengên alê ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk bû, û rojeke zêrîn bi 18 tîrejên xwe hebû.

Celadet Alî Bedirxan di gotarek xwe de wiha nivîsandiye: ” Ala Kurdan, ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise. (Welat, Welatînî û Al”, Hawar 9, 30 Îlon 1932). Ala Kurdî di 1932an de li ser herdû bergên Hawar, jimar 11, 10 Çiriya Paşîn 1932an, bi rengîn hatiye çapkirin. Rengên wê jî sor li jor, li navendê sipî û li binî jî kesk, di ortê de jî tavek 18 tîrêjî an jî stêrkek 18 niçikî heye.

Dîsa di Hawar jimar 5an, 20 Tîrmeh 1932, di rûpela 4an de Herekol Azîzan (Celadet Bedirxan) helbestek li ser ala Kurdî nivîsiye ku çend malik jê ev in:

Alê kurdan
Alê kurdan di nav roq.
Çi bedew û biheybet.
Bi çar reng î, rengên te,
Çi delal û çi xweşqoq.

Xêzeq qesq û xêzeq sor,
Nav sipî û nîveq zer.
Qesqesor e, bi roj e,
Ev li jêr û ew li jor.

Semyana qeç û lawan,
Rûmeta jin û mêran.
Neyarên te pir jî bin,
Tu dê bidî bera wan.

Qo çirisî roja te,
Dê belav bin mij û dû.
Rabe ser xwe ser bilind,
Nîzing bûya rûja te.
      Herekol Azîzan, kovara Hawar, J.5, 20 Tîrmeh 1932.


Di kovara Hawarê de Dr. Kamîran Bedirxan jî li ser alê helbestek nivîsiye û di malikên pêşîn ên helbestê de, ala Kurdan wiha dide nasîn:
Ala kurdan
Ronahiya dil û çav;
Diyariya dê û bav;
Pêsîra wê roj û tav,
Spehitiya ax û av

Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer.

Kehremanê ceng û şer;
Kiblegeha mê û ner;
Cayegahê can û ser
Afitaba dar û ber

Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer.

Rêviya xortan û mêr,
Mihreba mizgeft û dêr
Şahê evd û şahê şêr
B’reng û bihn e zîv û zêr.
    Dr. Kamûran Alî Bedirxan. Hawar, jimara 8an, 12 Îlon 1932an, R.7an

Celadet Bedirxan li ser mirina Şêx Evdirehmanê Garisî nivîsek nivîsiye û tê de wiha dibêje: “…Belê şêxê min, min ji te re kefenekî wisa hilbijart ku hê jî tu kelaş pê nehatiye pêçandin, min ji te re tirbeke wisa kola ku hîn tu mirî neketinê. Min kefenê te kir, Sor, spî û kesk û zer, ala te û min tu veşartî nav rûpelên Hawarê û li serê wê kêla te daçikand. Kefenê te kefenek welê ye, rûjkê bêt, ji te vebit li ser qelat û bajarên te re li pêl bibit. Tirba te tirbeke welê ye ku ne kêla wê bi birûskên ezmanî dişike, ne cax û dîwarên wî bi ba û bagerê hildiweşe, ne axa wê bi baran û lehiyê qul dibe û ji hev dikeve. Tirba te kitêbek e ku nifşên gelê me deste-desta bikin û her nifş ji nifşê din re heta paşiyê, hinda rûja qiyametê, ji hevdû re dê bispêrin. Ev tirba te a abadîn e. Min eva ha ji bona te bijart û koland…” (“Şêx Evdirrehmanê Garisî çû rehmetê”, Hawar, H: 11(10.11.1932), r. 2-3).

Nûreddîn Zaza wek çîroknivîsê kovara Hawarê, di çîrokek xwe de qala ala kurdî dike. Di Hawar, jimar 30, 1/7/1941, R.4-5 de bi navê Keskesor çîrokek nivîsîye. Di çîroka xwe de qala serdema Şêx Seîdê Pîran dike û qala dibistana xwe dike, paşê ku Kurd bi ser dikevin û ala Tirka ji dîregê dadixînin û ala Kurdan hildidin jor ew jî li gel bavê xwe li ber deriyê serayê ye û paşê çîrok wiha berdewam dike: “…Xelk li dora serayê kom dibûn. Em zaro jî çûn; ew tiştê rengîn di ser serê me re sekinî bû. Lê ew ne keskesora ezmên bû. Ez bêsebir bûm… li bavê xwe geriyam. Leşker rêz girtibûn, sitranek digotin, çavên wan ên tûj têrken bûn. Min ew li ser hespê dît, ez çûm cem; wî ez danîm ber xwe. Min jê pirsî:
-Bavo ev çi keskesor e li ser serayê?
-Ev ala me ye kurê min! Ev şan û şerefa milletê Kurd e!
-Berê yeke sor hebû, ew çi bû bavo?
-Ew ya neyaran bû. Neyar bi zor ketibûn welatê me. Em Kurd îro wan ji erdê xwe derdixînin û dibin xwediyê wî. Ha ji te re aleke piçûk! Wê deyne ser dilê xwe! Heji wê bike û ji bo serfirazîya wê bixebite.
Ez bi gotinên bavê xwe bûbûm sermest. Dilê min hildiavêt. Bavê min ez maç kirim û ez danîm erdê……”.
Pişt re li gor çîrokê, Kurd ji ber hin sebebên êlitî, ne amade bûn, , serkeftina wan gelekî dirêj nekir. Dijmin dîsa dikeve welatê wan, ala Kurdan ji dîregê datînin û çîrok weha berdewam dike:
“…Ala rengîn, şan û rûmeta me, çirandin avêtin ber lingên xwe, pêlê kirin û li şûna wê ya xwe, ya xwînxwaran danîn……..” (Hawar, Jimar 30, 1/7/1941, R.4-5.

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan jî, di jimara 8an de ji kovara Hawarê, yek ji hîm û damezerên komeleya Xoybûnê û berpirsyarekî serhildana Araratê bû, wî jî helbestek li ser Ala Kurdan belavkiriye:
Ronahîya dil û çav
Diyarîya dê û bav

Pêsîra wê roj û tav
Spehîtiya ax û av

Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer

Qehremanê Ceng û şer
Qublegehê mê û nêr

Cayegahê can û ser
Afîtaba dar û ber

Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer

Hêvîya xortan û mêr
Mihraba mizgeft û dêr

Şahê evd û şahê şêr
Bi reng û bihne zîv û zêr

Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer

 

Ala kurdî li Komara Mehabadê, 1946.

Zinar Silopî yekemcar di sala 1969an de, bi zimanê tirkî li Beyrûdê qala serdana xwe bo Mehabad û dîdara li gel Pêşewa Qazî Mihemed û karûbarê komarê dike. Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paşa) di derbarê ala Kurdî de ya ku komara Mehabadê hildabû weha dibêje: “Hikûmeta Komara Mehabadê Ala Kurdistanê ya ku di 1919an de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetiyê ve hatibû tesbîtkirin wek ala ji xwe re pejirand, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî umhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Komara Mehabadê qebûl kirin”.

Di jimara 9an a rojnameya Kurdistan a Komara Mehabadê de, axaftina keçeke Kurd “Îşret Azmî” heye, li ser ala kurdî hatiye xwendin û belavkirin. Ji bo danasîna ala kurdî “Îşret Azmî”  di çend rêzan de wiha daxêve û dibêje: “…Ey Ala Kurdistanê sê rengîn, ey nîşana bilindiya Kurdistanê!…Rengê te yê sor şahid e ku tu bi xwîna Kurdan hetiye hilgirtin, rengê te yê sipî nîşana dilpakiya Kurda ye, rengê te yê kesk jî delîla ciwaniya axa Kurdistanê ye”.

William Aegleton, yan jî William Lester Eagleton (17ê gelawêjê 1926- 27ê rêbendanê 2011). Karmend û dîplomatekî Karûbarê derve yê Emerîka bû ku li gelek dewletên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê balyoz bû, di navbera salên 1959 û 1961ê de wek konsulê Amerîkî li Îranê li Tebrîzê bû, û balyozê Emerîka li Iraq 1980-1984 û Sûriye 1985-1985 kar kiriye. Ew di heman demê de nivîskarê Komara Kurdî ya 1946 û “Kurdistana Iraqê” di Cîhana Îro de ye. Di derbarê Ala Kurdî ya Mehabadê de wiha nivîsîye: “Di Gulana 1944an de rêxistina Komele, bi alîkarî û hevkariya hevalbendên xwe yên li Iraqê, ala Kurdî ya neteweyî amade kirin. Ev al ku ji sê xetan pêkhatibû, her xeteke wê rengek bû. Li jorê sor, li navê sipî, li jêr jî rengê kesk cih digirt. Bi vî awayî bi vajî qulubandineke rengên ala Îranê, ala Kurdî hatibû çêkirin. Li ser alê roj ku sembola Kurda ye û li kêleka rojê du simbilên genim, li pişt wan jî çiyayek û pênûsek

hebû”

“…Serê sibeha meha Çileya Paşîn a 1946an bû. Tav diçirisî, rojeke xweş bû….Ji gundên dorê gundî û serok eşîr hemî hatibûn Mehabadê. Meydana Çarçirayê tijî bûbû. Papûra ku ji herdû seriyên bajêr digihîşt qada Çarçirayê bi alên Kurdî û bi flamayên sor û sipî û kesk hatibûn xemilandin…”.

Musa Anter di bîranînên xwe de qala rêxistineke îllegal ku di salên 1948an de li gel Yusif Azizoglu û çend Kurdên din danîne, dike. Di rêxistinê de sûndek jî dixwarin. Ji bo sûndê destê xwe datanîn ser Ala Kurdî û çekekê û sûnda xwe dixwarin. Musa Anter ji bo vê alê wiha dibêje: “Wezîfa çêkirina alê li ser min bû. Ez çûm Kapaliçarşiyê min her yek nîv mîtro, min çar reng qûmaş kirîn. Al îro jî tê zanîn. Sor, sipî û kesk, li navê jî rojek zer. Sembola reng û roja li ser alê jî weha ye; Sipî, aşîtî ye, sor, xwîn û şoreş e, kesk bereketa Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Roj jî sembola dînê netewî yê Kurdan Zerdûştî ye….”.

Fermîbûna ala Kurdistanê.

Ala neteweyî, ala rengîn cara pêşî ji hêla rêber û damezerên Tevgera Xoybûnê ve, wek me li jor diyar kiriye, ji bo nûnertiya kurdên li hemberî Imperatoriya Osmanî rabibûn û bi têkoşîna serxwebûnê rabibûn, hatiye pejirandin û danîn. Di dû re Ihsan Nûrî Paşa hildabû, taku di komara Mehabadê de, li meydana Çarçira hat rakirin. Lê ji bo ew al bibe fermî rêz lê bê girtin û li cîhanê bê nasîn û pejirandin, serok û hikûmet û Parlemanê Kurdistanê gavên pîroz avêtin.

Di roja 9/6/1999an de, bi erêkirina serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistana Başûr de, bi rengekî fermî biryar hat standin ku, ala Pêşewa Qazî Mihemed radestî nemir Mele Mistefayê Barzanî kiribû bibe ala fermî ya Kurdistanê. Di roja 11.11.1999an de birayar hat standin ku, roja 17.12. ji her salê bibe Roja Ala Kurdistanê “Ev roja ku Pêşewa Qazî Mihemed Ala Komara Mehabadê spartiye Barzaniyê nemir.

Ala Kurdistanê ya ku biryar pê hat standin û bû ala fermî ya Başûrê Kurdistanê wek herêmek federal û di destûra Iraqê û li ba UN hatiye pejirandin, şert û merc û pîvan jêre hene. Ji ber wê ala ku hatiye pejirandin wiha ye; ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê rûberan pêk tê. Dirêjî û firehiya her sê rûberan wek hev mezin in. Rûbera li jor bi rengê sor e, ya navîn spî ye û ya jêr jî kesk e. Firehiya alê 2/3 cara dirêjiya wê ye. Diametra cerga rojê bi tevî tîrêjên xwe re 1.0 e û bê tîrêjan 0.5 e. Hawirdorê cerga rojê, bi 21 tîrejên wekhev hatiye xemilandin. Dawiya tîrêjan tûj e û tîrêj ji herdû aliyên xwe ve bi xêzeke rast pêk tên. Bingehê tîrêjên rojê bê navber li ser zemîna cerga rojê digihin hevûdu. Roj bi awayekî endezyaran e cihê xwe di nîvê alayê de digire. Roj bi awayê stûnî, ku asoyî di nava tîrêja jorîn de derbas dibe, hatiye bicihkirin.

Reng û roj û tîrêjTaybetiya alê ya bingehîn nîşana roja zêrîn e. Nîşana rojê di dîroka kurdan de wateya xwe ya olî û çandî heye. Nîşana rojê bi 21tîrêjan, jiyana nû nîşan dide, hejmara 21 di olên kurdan de, wek di Yezdaniyê de, nîşana vejînê ye. Roj û agir simbola azadî û ronahiyê ne. Herwiha Newroz bi xwe re demsala biharê jî tîne. Rengê sor, xwîna Şehîd û pakrewanên Kurdistanê nîşan dide. Rengê kesk siruşt û xwezaya Kurdistanê nîşan dide. Rengê spî jî simbola aştî û aramiya gelê kurd e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tîşk an tîrêjên rojê guhert, ji 18 tîşkan xistin 21 tîşk ji bo wateya Newrozê û 21 adarê bide, û tevî ku berya vê alê hin nîşan û alên din ji hêla dewlet û Mîrekên kurdan ve hatibûn bikaranîn, çi yên kevn û dêrîn mîna: Mîtanî, Hûrî û Mîdiyan, û yên li çend sed salên borî mîna Şedadî, Dostikî, Soranî, Erdelanî, Badînî û Bederxaniyan.

 

Hin helbestên di derbarê ala Kurdistan, ala rengîn de.

Apo Osman Sebrî, sala 1936an: 

Min divê her tu bilind bî
Ala rengîn kesk û zer
Him xweşî him ceng û rûmet
Tên zanîn ji sor û gewr
Dûr nêzîk ezê te hildim
Tu yî xemla banê min
Ger bivê derman mirin bî
Bo te gorî canê min
Sê salan bi te kêfxweş bûm
Agrî, Zîlan, Tendûrek
Li pêş suhna te bûne ax
Leşkerên turk lek bi lek
Dêrsim û Sason û Pijder
Bo te xwînê dirêjin
Herçî xort in, herçî kurd in
Bo te layjan dibêjin
Leşker im bo te ala min
Min divê gurmîn û şer
Duwanzde mîlyon bûne pandî
Bo te kurdên pir huner

 

Seydayê Cegwerxwîn, sala 1941ê: 

Ala sê rengî tu

Bi nav û dengî tu

Nişan û cengî tu..

Îro, me tu kiriye himbêz

Rojek wê bê, te bikin rêz

Di eywana, li ser bana

Rojên şadî tu xemil û xêz

Kesik û sor û zerî

Ey xortên kurdan

Silavê lê bikin…

 

Seydayê Tahayê Mayî, sala 1943an:

Kesk û sora roj li nave

Sipiye befra li welat

Rojeka pir zîv belave

Wextekê zêrên helat..

Ala min her dem li jore

Şox dibin pê ser çiya

Em dixwazin bo te îro

Tu bijî bo vê nijad…

 

Seydayê Ehmed Namî, sala 1943an:

Pêşkevin em serfiraz in milletê Kurdî
Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî

Ala rengîn bo te deynim, ger ser bi derd im
Ger nekim vê tu bizane ku ez ne Kurd im

Kurdistan êdî menale lawê te hatin
Xwendevan xwînfiroşê axa welat in

Xwendewan û xwendegeh im bê al û leşker
Dê bijîn paşî bizanin rêçê bibin ser

Mal û dil û can bi carek bo te fîda kim
Xwîna xwey paqij dirêjim bindestî nakim

Bi saya serê lehengên berê û kar û xebata wan a pîroz ji bo kurd û Kurdistanê, al hat parastin taku bû fermî. Eger Mistefa Paşa Yamûlkî li gel hin ji damezerên “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî” y;n wek Xelîl Ramî Bedirxan, Kemal Fewzî û Mewlanzade Rifat, her wiha Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Alê danîbin û şêx Mehmûdê hefîd, Ihsan Nûrî Paşa, û eger pêşewa Qazî Mihemed ji bo wê hatibe bidarvekirin û Barzanîyê nemir ji bo wê sînorên bi xwîn derbas kiribin ta ku xwe gîhandiye Sovyêta berê, îro bi saya welatiyên dilsoz û birûmet ala me li ser xaka Kurdistana me bilind, bilind li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan gorbuhiştiyan dibin rastî û xewna me kurdan tê cî.

Dîroka ala Kurdistanê ji me re diyar dike ku, gelek kevn e, û di gelek qonaxan re derbas bûye. Piştî ku ala Kurdistanê fermî hat pejirandin ji aliyê herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ve, hat parastin. Berê ala Kurdistanê di şert mercên zor û gelek zehmet re derbas bûye, û ku di demên dijwar de û di şoreşên neteweyî de nehata danîn û hildan, belkû aniha ala rengîn bi şêwazek din ba. Dema ala Kurdistanê bi sirûda neteweyî “Ey Raqîp” re li komara Mehabadê hat rakirin û xwendin, bihêztir bû, ji xwe piştî ku Pêşewa Qazî Mihemed radestî nemir nemir Mele Mistefayê Barzanî kir, êdî zindî ma. Aniha di dilê her mirovê kurdê dilsoz de ye, û li ser refikê dilê me kurdan tê avdan daku, ta ebed zindî bimîne, û ji bo bibe ala dewleta Kurdistan a serbixwe, xwe ji bo wê gorî dikin, belê pê sûnda giran dixwin ku emê wê ta ragihandina serxwebûna Kurdistanê zindî biparêzin.

Dawî

Mîr Bedirxanê ku seranserî Kurdistanê di bin desthilatdariya wî de bû,  xwedî pere û tang û top bû, û ji bo bazirganiyê li ser Gola Wanê keştî û gemî çêkiribû, û têkiliya wî bi dewletên Europayê re hebû, û helbet haya wî ji helbestên kilasîkên kurd hebû, êdî ne maqûle bê al be, lê mixabin belge li ber destê me tune ku xwedî al û ala bû.

Dîrok winda nabe, tim zindî ye û nayê ji bîr kirin ku Bedirxaniyan hin al çêkirin û hin jî parastin. Zêdetir ji 100 salan e ji aliyê malbata Bedirxaniyan ve wek mîrata neteweyî hatiye parastin. Gelê Kurdistanê jî gelek qurbanî ji bo parastina ala xwe daye ku, li tevaya xaka Kurdistanê rastî êrîşên dijmin û dagîrkeran hatiye, lê gelê kurd di bin siya wê alê de bê jimar qurbanî daye daku, xwe û ala xwe ya rengîn biparêze.

Min ji bo nivîsandina vê gotar an jî lêkolînê de, gelek gotar û lêkolîn xwendin. Hinan bê jêder nivîsandine, û hinan jî bi belge bîr û boçûn û şiroveyên xwe bihêz kirine û nivîsandine, min jî baş sûd ji wan girt, na gelek sûd ji wan girt. Vêga, bi hêvî me ku gelê me sûdê jê bibîne û lêkolîna min bibe jêder û lêveger ji bo wan kesên ku dixwazin dîroka ala xwe bizanibin.

Têbînî: eger hat û malper, rojname û kovaran ev lêkolîn belavkirin, bila di bîr û bala wan de be ku, bi lêkolînê re gelek al û wêne hene, wek belge, gerek li cihên guncaw bên danîn û belavkirin, wek min çawa di malpera xwe ya taybet(qadoserin . com) de belav kirine, yana wê wate û gelek şirove û ronîkirin neyên famkirin û têdgihiştin. An jî dikarin PDF a lêkolînê belav bikin.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Welatê Amerîkayê

Niştecihên Amerîkayê bi piranî Ewropî, Rojhelatên Dûr, Afrîkî û ji Rojhilata Navîn pêk tê. Ev komên etnîkî di 500 salên …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !