Silo Koro

Silo Koro, Seydayê hunermendan bû

Zinar Mistefa

Belê, ez mikur têm ku dereng ketiye. Gereke min ev nivîsa ha ser rehmetiyê “Silo Koro” ji mêj ve danîbane, nexasim ku em û Silo Koro gundiyên hev û dû bûn. Hê ji wilo kûrtir jî, di sihan de ji sed salên bistan, têklayiyeke dostanî di navbera bavê min “Mistefa Mehemed – Raşad Zaza” û bavê Silo Koro “Remwê Feqe” de hebû. Lewra jî, dema ku çend malên kurdan li gundê “Erûl” di sala 1962 an de, ji ber zext û zora Ereban neçar mabûn. Bavê min, Silo Koro û du malên din anîne nike me- li Xanaserê- bi cih kirin.

Silo Koro û zar zêçên xwe, 3 salan li cem me li hewşê man. Lê ji dîtin û naskirina pêşî ve, keyfa min ji sitranên wî re hat. Sitrana yekem ku min ji devê Silo Koro bihîstî, “Firmana Aleqemşê” bû.
Silo bi hêrs û dilekî şewtî digot:
Firmana Aleqemşê
Mêr û jin kirne hewşê
Hemû bi hev re kuştin
Heta yek ji wa ne hiştin
Qîrîna bûkê salê
Xûn herikî newalê
Wa wehşê kurê wehşa
Agir berdana laşa

Bêgoman ta demekê jî, min wate ya gotinên stirana Silo Koro fêhim ne dikir. Lê Silo, bi hostayiya xwe ya bêhempa di gotina stiranê de, û herwesa bi wî awazê herbî ku ji stiranê re danîbû, bi timamî ez xistibûm bin bandora stirana xwe de. Vêce, çi cara ku firsendekeke nû çêbûbane, min ji Silo Koro stirana Aleqmeşê dixwest. Paşê, piştî ku ez bîrewer û mezin bûm, Min jî pirs û lêkolînin xwe ser “Firmana Aleqemşê” çêkirin, û di sala 1993 an de, min çîrokeke kurt bi navê “Alqemşê” ser wê tawana hovane ku Tirkan di sala 1926 an de li gundê “Aleqemşê” dijê gundiyên kurd pêkanînbûn,nivîst.

Malbata Silo Koro û destpêkên wî:

Bavê Silo Koro (Remwê Feqe), serokê eşîra “Bêdaryan” bû. Cih û warê Remo “Hinêwî bû. weke ku “Xêredîn ê Silo koro” ji min re gotî; Bavê wî destpêkê Qur’an xwên bû. Lê hinermendê mezin “Bihemedê Yexmûr” ku dostê Remwê Feqe bû, û di mêhvandariya wî de bi heftiyan dima û stranên xwe digotin, hişt kû Silo Koro ji xwendina Qur’anê were ser gotina stiranê. Gava Remwê Feqe nasdike ku kurê wî stiranbêjekî jêhatiye, ew jê re dibêje: “Koro ji xwe re stiranan bibêje, ji xwe re stiranan bibêje, belkî tu karibî paşê xwe pê xwedîbikî?. Ez bawernakim ku di pey min re kes guh bide te!”

Şewata Qezercebê û Hinêwiyê û kuştina Remwê Feqe

Havîna 1941î bi kuştin û şewat û xirabûnê bi ser gundên navçeya Dêrika Hemko de hatibû. Behrek ji filhên Dêrikê, ku peyatî ji dagirkerên Ingilîz re dikirin (yên ku ji sînorê Eraqê ve derbasî Dêrikê bûbûn) dest danîbûn ser( depoya çekan – مخزن الاسلحة) û pê zirt li kurdan dikirin. Birînen kevin, nemaze firmana 1915 an ku Tirkên Osmanî anîbûn serê filehan ji nû ve hatibûn vejandin û rewş bi timamî ne xweş bûbû li bajarokê Dêrikê.
Ofîsere kurd yê birûmet “Hemîd axa” bi bêbextî ji aliyê fillehan ve hatibû kuştin, kû dagirkerên Firansawî û Inglîzan pişta wan digirtin û hevalbendiya wan dikirin. Kurdan vêce, hebûn û mana wan dagirkeran li ser axa welatê xwe qebûl ne dikirin û bêhtir serxwebûna Sûrî dixwestin. Dagirkerên Inglîz (bi hêrskirina heval-bendên xwe yê filleh) bi çavên Şer û dijminatiyê berê xwe dabûn kurdan. Qurban û rawesteka pêşî di êrîşên Inglîzan de ser gundên Kurdan bû “Qezberceb”. Di sisyê temmûzê de , sala 1941î , wan berê temetîk û topên xwe dabûn gund. Wê rojê, xelk bi gêrekirina bênderên xwe ve mijûl bûn. Bi teqîna fîşek û topan re, gundî ji tirsa bela-wela bûbûn. Hinek ji wan ber bi sînorê Tirkiyê ve revîbûn. Hin dîtir berê xwe dabûn wan gundên hawîr dor. Mirovekî Qezercebî ku hingê (12) salî bû, ji min re got: Bi reva xwe re, tu nemabû ku ez pêl roviyên du zilamên kuştî bikim. Ne bes wilo ji, Inglîzan gund şewitandin û xortekî bi navê “Bihemed” di mizgevtê de kuştibûn. Dibêjin ku ji derbên fîşekan, kezeba wî “Bihemedî” bi dîwarê mizgevetê ve mabû.

Hê sê roj ser şewata Qezercêbê re derbas ne bûbûn,serê sibihê zû di şeşe temmûzê de, û hê Remwê Feqe di xew de, topên Ingilîzan bi ser Hinêwiyê de hilewşabûn. Di wî Şerî de, Remwê Feqe û xortekî mitirb hatibûn kuştin.
Weke ku li Qezercebê kiribûn, Ingilîzan Hinêwî jî şewitandin. Mirovên “Remo”, termê birin li serê “Girê Reş” veşartin.
Xaçek li ser kêla “Remo” hatibû kolan, ango fillehan ew kuştiye.

Li gor gotinên Silo Koro, yekî filleh bi navê “Xemîs” ku di nav leşkerên Ingilîz de xizmet dikir, bavê wî kuştibû.
Paşê wî Xemîsî ji tirsa revîbû çûbû Eraqê.

Silo Koro bi xwe nizanîbû çawa ew û birayê xwe yê (7) salî “Elo” ji mirinê sax filitîbûn. Hema hema fîşek ji her alî li wan dibarîn. Elo destê Silo girtibû, û herdukan bazdidan.
Silo ji Elo re digot:” kuro Elo dev ji min biqere. Kuro tu xwe xilaske, tu xwe Xilaske!”

Lê Elo yê bi dil û ceger digote Silo:
“Koro, ku ez sax bimînim, ez dev ji te nagerim!”
Demeke zor zehmet di jîyana Silo Koro de destpêdike. Silwê bitir û delaliyê bavê xwe, perîşan û tangezar dikeve. Tiştekî wî korê hafiz namîne ji bilî deng û hinera wî pêve, ku jê re dibin kar û sineet. Weke ku Silo Koro digot: Di dawiya çilan de ji sedsalê bîstan, ew di nav civatê de weke “stiranbêj” hatibû naskirin.
Di sala 1948 an de, Silo koro dizewice piştî ku “Fatima Silê” ya torî direvîne. Ji Silo û Fatimê re, sê zarok çêdibin (Sicûra, Ekrem û Xêredîn).

Ji hingî û pê de, qonaxa herî giring di hinera Silo koro de destpê dike. Silo bi hemû hêz û hemeta xwe ve peyabûbû nav xelkê û stiranên xwe ji gundî û bajaryan re digotin. Ode li gundan dihatin dagertin gava xelkê gundekî ji gundan dibihîstin ku Silo wê rojê hatiye wir. Şevbêrka ku Silo koro tê de digot dom dikir heta seeteke dereng ji şevê. Li Dêrikê û Qamişlo, nav û dengê Silo koro belav bûbû, û civatê ew dixweste wan bajaran. Ji devê Silo koro, xelkê “şer û lawikên” herî heja bihîsitbûn. Herwsa, wî ji azadî û serxwebûna kurdan re helbest û stiranên xwe digotin. Silo koro bi stiranên xwe yên kilasîkî û folklorî gelek zengîn bû. Silo bi xwe digot: Tişta ku di enbara min de heyî ji “lawik û şeran” li cem kesekî nîne, û kesek di vî warî de nikarê xwe li ber min bigrê.

Ji “lawikên” Silo koro:
Lê Gewrê
Lê Gewrê
Ji kiçik û ji mezina
Kes nîne ku kulek di dil de nebê
Ezê kulê dilê xwe kime nav
dismaleke sor û zer de
Ezê wê dismalê kime sebeteke hesin de
Ezê wê sebetê berdime ava mezin de
Gewrê, wayê wayê
-Seyranê
Ez seyrana mala Mistê me
Ez baranek ji baranê hûrî tevlî bême
Ez kevokek ji va kevokê sorî li pencerê me
Ez ezîza li ber dilê ti me
Û ez şêrîna li ber dilê bavê me
Û mehbet û melhema dilê kurkê xelkê me
-Dêrsim
Lê lê Dêrsimê
Hinge dinga eskî sewdan
Kerê, kerbavê
Tu ne Tirkî, ne Ecemî
Çima tu bi zimanê xwey bajarî
bi min re xeber didê?
Yewel Dêrsim
Dêrsim Dêrsim
Ezê kalim, kalekî va sala
Hinga ez canbûm
Ez şahiya dilê xorta bûm
Lawo !
Ez digeram li serê cebel û zinara
Ez îro rûniştime li perê dîwanê
Kesek bi destê min nagirê nabêjê
Em herne malê
-Nayifa Hecî
Eman eman
Nayifa Hecî
Ez çûme civatê
Pişta mala, min kes ne dî
Ez qeherîm, Xûn li ser dilê min tewirî
-Delêl û delal
-Besna Xelîl
-Gula mîrî
-Xizala Teyfûr begê
-Heswê xulam
-lê canê
Ji “Şerên” ku Silo Koro digotin:
-Mîrzo û İzêr
-Mîr Mendelî
-Şerê Hemê Mûsê
-Şêxmûs axa (şer)
-Şerê Heswê Birahîm
-Şerê Îskanê Qêsim
-Şerê Ehmedê Îskan
-Şerê Silêmanê Mistê
-Şerê Emê Gozê û Bişarê çeto

Stirana netewî li cem Silo Koro :

Hê ji xortaniya xwe ve, Silo Koro aşiqê Kurdîtiyê bû. Heke wê çaxê (di salên sihan de), civata gundî ne hişiyar û paşmayî bû, û bi kar û barên eşîrê va girêdayî bû. Hebûn jî mirovên zane û welat-parêz ku dihatin Hinewiyê û ji gundiyan behsa şoreşên kurdî û dîroka kurdan dikirin.
Di henteşa bavê xwe de, Silo Koro di civata wan camêran de dirûnişt û guhdariya peyva wan dikir. Weke ku Silo digot: Wan behsa “Şêx se’îd” Efendî û şorşa wî dikirin. Herwesa wan digotin ku li Eraqê “Mela Mistefa” rabiwe doza mafên gelê kurd dike.

Ji boyî serkêş û serfirmandarê pêşmergên kurd “Mela Mistefa Barzanî” ku di 11yê eylûna sala 1961 î de, dest bi şoreşa kurdî li Kurdistana Eraqê kiribû, Silo Koro wesa digot:
Rabû rabû
Mela Mistefa rabû
Ew qayidê çêşê kurda bû
Û li heqê kurda gerabû

Bi derketina beyan-nema 11yê adarê sala 1970 yî de, û lqrarkirina otonomiyê ji kurdên Eraqê re, Silo Koro gotibû:
Hat 11 yê adarê
Xêr û bêra biharê
Biwe cejina kurdê şemalê

Ji boyî serxwebûn û xilasiya kurdistanê ji bin destên dagirkeran, Silo Koro xweşdikir û digot:
Menal Menal dilo Menal
Kengî wê herin ew “Şipqe û İqal”
Sed pîrozbin li te ew “Şap û Şal”

Çi kilasîk û çi netewî, Silo Koro Di pênciyan û şestan de ji sed salê bîstan xweştirîn stiran ji Cemaweran re gotibû. Wê demê, hemberî wî stiranbêj li Cizîra Sûrî ne bûn, weke Silo Koro digot:
Wî û hinermendê navdar ”Evdilewo” li Enteriyê dabûne ber hev. Paşiyê jî, Evdilewo mikur hatibû ku ew di gotina stiranê de nikare berberiyê bi Silo Koro re bike.
Lê mixabin, nav û dengên Silo Koro li derveyî kurdistana sûrî wilqasî belav ne bûbû. Di baweriya min de, Sedema wê ne deng danê, ne bûna çavên Silo bû, û di encamê de kêmherketa wî bû ku bûne asteng û zehmetî li ber gihiştin û tomarkirina dengê wî di Radyo wa Bexdayê de -beşê kurdi- ya ku stiranên kurdî diweşandin. Vê dawiyê piştî ku kasêt û masêt û teknolociya nû derket, dengê Silo gihabû gelek deveran lê îde ew ne dengê wî yê berê yê xort bû, ku weke zengilkî li ber guhê haziran diket.
Min gelek pirs ji Silo Koro dikirin û nexasim ew pirsên ser hinermendan. Li gor dîtina Silo Koro, hinermendên heri hêja di nav kurdan de ”Se’ îdê Hemo” (Se’ îdê axa) û ”Meyrem Xan” bûn.

Li ser hinermendên dema nûjen weke: ”Mihemed Şêxo, Şivan-perwer, Se’îd Gabarî” Silo Koro digot: “Welleh dengên wan xweşe, Welleh dengên wan xweşe!”
Min rojekê ji rojan ne bihîst ku Silo Koro bi awakî neyinî behsa hinermendekî ji hinermendan kiribe. Berûvajî, nêrîna di wî warî de her û her xweşik û rehet û rengekî erênî distand.
Eve Silo Koro ”bi kesati û hinera xwe” ku me niha ji hewe re behsê kir. Raste jiyana wî hemû û bi taybeti bercewendiya wî piştî wê bêtara mezin ku li Hinêwiyê hatibû sere malbata wî ne hesanî û rehet derbas bûbû, lê Silo bi semaxa xwe ya xurt xwe li ber wan tomet û zehmetiyan girtibû, û ji dil û can xwe dabû karê xwe yê hinerî, û bi dengê xwe yê gundiyî xweş (bêyî ku tu saz û mûzikê bi karbîne), wî renga renga stiranên kilasîk û netewî di civatan de gotibûn.

Belê, Silo Koro gelek got û gelek ji hinera kurdî re kir, lewra jî rûmeta wî di nav xelkê de gelek mezin bû.

Dimîne ku em bibêjin: Di sala 1998an de, di 77 saliyê xwe de, piştî (3-4) rojan ji nexweşiyeke qaşo ne giran, Silo Koro can dabû.
Wê navê vî hinermendê mezin her û her di bîra me de bimîne.

Firmana Aleqemşê
Helbest: Mela Nûredîn
Awaz û Sitran: Silo Koro

Hewara sed hewara
Ji derdê yê ewara
Em bê aqil û nezanîn
Nexweşin bê dermanin
Ma hûn hemî ne mêrin
Rabin ber xwe binhêrin
Xwe yê şûjin û kêra
Ew berî me gihane xêra
Ew bi xwe bîst û çarin
Riba me sed hezarin
Ew tirkê bêhvil qelûn
Qirik li me tev dicûn
Ji me kuştin ap û xal
Ji me xwarin zêr û mal
Rabin weke pilinga
Em hernê bi dest û linga
Ji vir heta Hezarom
Tev li hevdu bibin kom
Em herne nêrde gêtî
Weke agir û pêtî
Bi derb û Şûr û xencer
Hicûmatê bidin ser
Derbê li nav serî de
Bê ev heyfa Şêx Se’îd e
Bumba li muziya xin
Hinek li boriya xin
Kanî li şûnê derbin
Dijmin ji renga zerbin
Gelî xortê hinermend
Hûn bigrin rext û govend
Îro çaxê mecala
Rabin bighin hevala
Heta kengî ev dijmin
Wê me bikê bin dara
Tev de rabin wek mêra
Qîra bidin wek Şêra
Dest bavêjin reşaşa
Koma çêkin ji laşa
Qerpe qerpa qerpaça
Tica ji bîra me naçe
Hûn hemû tevde rabin
Bi qehir û wek bira bin
Li hamberî neyar bin
Ta em têk de ne bin laş
Xwe ji hevdu ne din paş
Hernê wek pêlewana
Rakin seyra zemana
Firmana Aleqemşê
Mêr û jin kirne hewşê
Hemû bi hevre kuştin
Heta yek ji wa ne hişten
Qîrîna bûkê salê
Xûn herikî nawalê
Ew zarokên bê guneh
Li wa Şikandin ser û guh
Wa wehşê kurê wehşa
Agir berdane laşa
Hicûmatê bidin ser
Wa ji aqara bikin der
Aleyên kesk û rengîn
Hûn bidin destê Xemgin
Gulê wê bidin tavê
Jê re lêxin silavê
Derdê Xemgîn dijwara
Derdê Şêrîn xedara
Em çi bikin çara neçara
Derman xûna neyara

* Ev gotar, sala 2009 an, di malperên (Semakurd û Yekîtîmîdiya de), hatibû weşandin.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Welatê Amerîkayê

Niştecihên Amerîkayê bi piranî Ewropî, Rojhelatên Dûr, Afrîkî û ji Rojhilata Navîn pêk tê. Ev komên etnîkî di 500 salên …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !