AHMEDÊ MÎRAZÎ

Eskerê Boyik

Îro min nemeke wa, ji hevalê xwe, rewşenbîrekî kurdî Sovêta berê yê xweyî emek Prîskê Mihoyî stend: „Îsal 115-salîya Ahmedê Mirazî temam dibe. Roja bûyîna wî ne eyane. Li ser vê yekê min du gotin li ser textê xwe nivîsî û xebera apê Hecî derheqa Mîrazîda da. Eger bal te tiştek hebe, hîvî dikim binvîse. Heyfa wî camêrî, eger em bîr neynin, lê kê wê bîr bîne…

Bi silava, birayê te Prîsk“.

Ahmedê Şewêş Mîrazî (Mîrazov) sala 1899 li gundê Tûtekê, navça Dîadînê, herema Bazîdê, Bakûrê Kurdistanê hatîyê diniyayê. Tûtek gundê kurda bû. Kurden musulman û êzdî tev bi biratî dijîtin. Nivîskar, bîranînêd xwe da wa dinivîse: „ Ji berê da şêxa, mela, hakima em ji hev qetandibûn, ayîna dîn da em başqe kiribûn, ser wê yekê jî firqî û cudatiya me tenê di ayîna dînda hebû. Lê ew jî çaxê eyda me, cînar temam eyda me digeriyan. Wextê dibû eyda Remezanê, dîsa em tevhev li eyada wan digeriyan û eydê hev bimbarek dikirin, usa jî şîn û şaya da em tevbûn, xulese, forma me yek bû, zaravê me yek bû, edetê me yek bû, dixwezim bêjim, ku ayîna dîn nîbûya, em tiştekî mayîn ji hev nedihatin kivşê, çimkî em kurap û kurêd bavê hev bûn“. (1) Di mala Şewêş da bûyareke sade diqewime û ew bûyar qedera jîyana Ahmed, lawê malêyî biçûk carekêva diguher e. Rojekê Şewaş nemekê diştîne. Xêncî melayê gund, kesê ku bikaribe nemê bixûne gund da nîbû, mela jî ji cîyada çûbû. Bav tê ser wê fikrê ku bê xwendin-nivîsar êdî nabe û lawê xweyî mezin dişêwire:

-Têmûr lawo, lê heta kengê em wa nexwendî, nezan, wa di tarîyê da bimînin? Çi meriivê nexwendî çi mirîşka kor, herdu jî yek in. Were em Ahmed bidine ber xwendinê. Neferê malê ji hev dişêwirin û biriyarê didin Ahmed bişîne bal melayê gund, xwendinê. Birîyareke wa, li wê demê, di nav êzdîyan da, bi rastî jî gaveke pêşketinê ye bi culet bû. Çawa eyane oldarên êzdîyan xwendin-nivîsar li êzdiyan heram kiribûn, xwendin-nivîsar gune dihate dîtin, ew jî xwendin li cem melayê musulman, eva êdî tiştê nebûnê bû. Lê rastiya jîyanê û dostanî, cinartiya gundiya ye bêqelp Şewêş berbi wê fikrê dibe. Ne Şewaş, ne jî gundiyê dorê wî tu xirabiyê, qezîyayê u gune di wê xwestina xwe da nabînin. Fikira mela ra jî tiştekî bo ola wî gune derbaz nabe û bi hizkirin fêrkirina zaroka êzdî hildide…

Wusa ne, eger nepak û nemam, bi xwestinê xwe ye şexsî ye neqenc, ji bo berjewendiyên xwe, desthilatdariya xwe bêtifaqiyê û neyartiyê nekin li nav gelê Kurd, ji vî gelî tifaqtir, heyftir, merîfettir, xîrettir, zanetir gel tune… Lê dagerkiran, detshilatdaran, oldarên qelp, seva vî gelî li nav lepên xwe da xweyîkin, bi qelpî û zanebûn cudatyê dîn, bawariyê, eşîrtiyê, qebîltiyê kirine çekên birakujiyê û Kurdistanê da tim şer û pevçûnên navxweyî gurr kirine, antêxê neyartiya nava gelda nehîştine vêse.

Ahmed du sala bal mela Kakaşêx dixûne, fêrî xwendin-nivîsandinê dibe, efrandinên helbestvanên rojhilatêye mezin ra dibe nas. Kêfa der û cînaran, heta ya Axê gund jî xwendina lawikê zên ra tê, qîmet didinê. Mela şagirtê xweyî aqilî-zîrek hiz dike û temiyê dide Şewêşê bavê wî, ku Ahmed bide dibistana Dîadînê. Çawa ji bîranînên nivîskar tê texmînkirin dema xwendina Dîadînê zanebûnên wî ne ku tenê di werê xwendinê da pêş dikevin, lê digihîje xwehisîn û xwenaskirina netewiyê. Vira ew pê dihise ku Serhed warê dengbêj, helbestvan û zanên wek Ehmedê Xanî, Evdalê Zeynikê, Mele Mehmûd Bazîdî û gelekên din bûye.

Efrandinên wan mezinên gelê xwe ra dibe nas, cî û warê wan digere, guh dide derheqa wan da bîranînên zarbêjan, dibe bengî û dengbêjê sitiranên bilbilê weletê Serhedê: Evdalê Zeynikê. Dest bi herba cihanê ye ewlin dibe. Pêla herba malwêran digihîje welatê wî jî. Xwendina wî nîvcî dimîne. Bengîyê xwendin û zanebûnê bere xwe dide welatê Rûs navça Ermenistanê, berpala çiyayê Elegezê, herema êzdiyan, bi wî meremî ku li wur dibistana gundê Qundesazê ye Rûsî da xwendina xwe berdewan bike. Wê demê, ew der dikete nav hudûdê dewleta Rûs, û sala 1900 î deshilatdarên rûs bi xwestina serokê Êzdiyan yê wê heremê-Ûsiv Begê Hesen axa, li sê gundên kurden êzdî da (Zorê li navça Surmelyê, Sarîblax li navça Qersê û Qundesazê li navça Elegezê) dibistan vekiribû. Lê bextê wî ra, li wur jî êdî dibistan nedixebitî. Diçe bajarê Tilbîsê. Wî bajarîda jî tu mecalê xwendinê dêst wî nakevin. Mecbûr du-sê sala xebatên cûrbiçûr dike û vedigere…Êdî gundê xweyî edîlî, gundê berêî şên navîne : „Em çûne nêzîkî gund û hîvîyê bûn ku kêf, eşq û şayî wê bêne pêşîya me. Lê wî teherî nehatin.

Li der û dorêd gund pez, berx diçêrîyan, lê dengê bilûrêd şivan, stiranêd berxvan, kake-kakêd pala û rêwîya nedihat.. Kanê, niha gerek zarra binatara mala da bilîstana ku em bidîtana, bireviyana bihatana pêşîya me. Ew jî tune. Berê wekî kulfet li nava gund dihatin-diçûn, ringe-ringa lingêd wan bû, te digot qey sîyar in derbaz dibin, lê niha? Nerm û posîde dihatin diçûn û nerm bi hevra xeberdidan. Berê te li nav gund dinihêrî, mina kulîlkêd baharê kincê kulfet sor û zer dikir. Lê niha? Niha geleka bi kincê reş bûn, usa jî serê wan bi şerêd reş girêdayî bûn. Meriv digot roj a wan jî tev wan heznî ye…“

Ew navçe jî bûbû cîyê cerdê û qaçaxan, talên, şer û dewan. Dîsa cudatî, neheqî, birakujî, şer û dew. Dîsa dijîtî û neyartiya bawariyê. Kurdên heremêye êzdî mecbûr tevî ermeniya dibin û direvin berbi Ermenistana îroyîn. Ahmedê Mîrazî jî bo ji leşkerên Tirkan hêsîrên êzdiyan biparêzin tevî şervanê Cangîr axa** dibe dijî wan şer dikin. Wê şerkariyê da ew wek zilamekî xwendî, zane, têgihîştî û dengbêj tê dîtin û li nav civakê da tê hizkirin.

Dibe şedê bûyarên tiragîk e giran.

Dema qeydê sovêtê komarên Pişkavkazê da tê demezirandin, agirê şer û dewên navxweyî vêdisin, destê lêşkerê dewleta tirk nikare bigihîje wan, Mîrazî diçe bajarê Tilbîsê. Wê demê Tilbîs tije mihacirên kurden êzdî bûbû: zarokên sêwî, malbet, evdên ji kokkujî û zulma Roma reş, xelayî û nexweşîyên salên 1918-1920 an bi teherekî xilazbûyî hilşîyabûne kolanên wî bajarî. Ew civaka nexwendiye, nezan ku ji gundê xwe derneketibûn, ji jîyana gundîtiyê bi carekêva ketibûne nava jîyana bajêr, karên herî reş dikirin, halê aborî xirab da dijîtin, hewcê alîkarya evdên têgihîştî û zane bûn. Ahmedê Mîrazî wek rewşenbîrekî gelê xweyî xemxur, dikeve nav wan û xebata civakî û kûltûrîye pîroz dike. Kilûba bajêr, ya ser navê Lûkaşîn û dibistana seva zarokên êzdiyan ku bi însîatîva Lazo (Hakob Xazaryan) hatibû vekirin seva kurdên bajêr dibin navendên kûltûr-civakî. Mîrazî jî tevî Gûsêynov Îrzad, Lazo, Emînê Evdal , Kamil Bedirxan, Esoyê Cango, Hovhanês Sîsyan û yêd din li nav wê civakê da xebatê dike. Komên kilam-reqasê, tîatroyê, dengbêjîyê didin demezirandin, kûrsên hildana nexwendîtiyê vedikin, diçine mala, civakê ra lêksîya dixûnin. Ehmed ji bo komê tîatroyê şanoya dinivîse, wanda dilîze, komên kilam-reqasê da pêşda tê, helbesta dinivîse, kilamê nû çê dike.

Bere-bere xebata wî berfire dibe. Gurcistanê da wek rewşenbîrekî kurd tê naskirin. Gelek cara tê bijartin wek dêpûtatê (nûnerê) şeredariya bajarê Tilbîsê. Wî dişînine wan nehîyên komara Gurcistanê, kîderê gundên kurdan lê hebûn. Pirtûka wî ya bîranînanda perçen pirr hewaskar wê derheqê da hene.

Dema dijwerîyên rêjîma dîktatorya Stalîn ew jî tê zêrandin.

Sala 1937 a Mîrazî dişînine bajarê Moskivayê xwendine. Ji pey xwendinê ra vedigere nav (xizmê) merivê xwe, Ermenistanê. Nehîya Hoktêmbêryanê da gelek xebatên cûrbicûr dike. Sala 1961 ê li gundê wê nehîyê Yêxêgnûtê (Qamûşlûyê) 62 salyê da diçe ber diovanîya Xwedê.

***

Di salên bîstî (sedsala borî) dest bi kare Ahmedê Mîrazî efrandariye dibe. Ew ji nivîskar û rewşenbîrên kurd û ermenî, (yê di nav kûltûra kurdên sovêtê da dixebitîn) yên dema xwe, cuda dibû:

-Ahmedê Mîrazî nava eşîreke kurdaye qedîm da mezin bûbû, hucrê da li ber destê mela xwendibû, edebîyeta rojhilatê ra bûbû nas, haj edebîyeta kurdaye kilasîk hebû, erf-edet, eyd-erefat, rabûn-rûniştandina kurdên êzdî jî, musulman jî rind zanibû.

-zimanê wî paqij û zengîn bû.

-odên kurmanciyê, li nav çîrokbêj û dengbêja da mezin bûbû, zargotina miletiyê rind zanibû, ji çevkanîyê da kilamên Evdalê Zeynikê distira.

-şer-dew, komkujiyên wan sala, reva ji welêt, xelayî û nexweşiyên salên 1918-1920 a gişk bi çavê xwe dîtibû. Dîtibû çawa cînar, dost û kirîv, ku wek bira, kurê bavê hev, serê xwe li ber hevda didan, eyd-erefat, şîn û şayê hev bûn, rakiribûn dijî hev…Ewî ne ku tenê ew malwêranî bi çavê xwe dîtibû, bûbû şedê wan bûyaran tiragîk, lê mecbûr tevî wan bûbû.

-şûret û hewasa wîye efrandariyê zêdebû.

-nivîskar, rewşenbîr û pêşewitiyê gelê xwe bû.

Lê mixabin, wê demê efrandinên here kêm hatine weşendin û gihîştine destê me yê Ahmedê Mîraz îne… Efrandarekî weke wî ra, di nav 40 salên edrandariya aktîv da, weşandina şanok û pirtûkeke bîranînaye biçûk (ew jî ji pey mirinê ra) û di rojnema “RÎYA TEZE” da çend helbest, gelo tiştekî nabêje… Ew ji wî çaxî, îlahî salên 1930-1936 a, ku salê bi orte 25 nav pirtûk dihatin weşendin., Dema bi çavê niha wan weşena jî tê nêhêrandîn, payê wanî pirê xêncî rola wane dîrokî (çawa kitêb bi kurdî hatine weşendin) tu qîmetê wan di warê edebî, zaniyarî, zimên da tune. Antologiyayên niîskarên kurmanca da navê wî nayê xanê… Wî çaxî, ku hê sala 1936 a kurdzanê eyan O. Vîlçyêvskî derheqa Ahmedî Mîrazî da dinivîse: „ Dema Ahmedê Mîrazî sitiranên xwe dihûne, hemû cûre û hunurên zargotina gelêrî bi kar tîne, ji pêra jî heta dewîyê ji xizna folklora kurdîra amin dimîne.“ (2)

Prof. Hecyê Cindî jî we dinivîse: „ A. Şewêş esil dengbêj bû, dengekî xweş lê, gula dewata û şaya bû. Ewî ne ku tenê kilamêd gotî hildida û digot, lê belê usa jî ji ber xwe derdixist wekî din, herge em bêjin ew dengbêj-efrandar bû û çawa zargotina cimetê usa jî ewî gelek û gelek beyt-serhatî, metelok û qise zanî bû. Bi vî teherî kaneke zargotina cimetê bû, bi roja, heftya dikarî bû pey hevdu bigota, bistira, lê ne westandina wî hebû, ne jî xilasbûna kilamêd wî. Bi saya xweşgotina xwe, herçê guhdarvanêd wî ji wî, ji dîndarê, gilî gotina, zarê şirîn têr nedibûn“. (3) Ji salên bîstî helbest û kilamên wî li nav kurdên Gurcistan û Ermenistanê da bela dibin û ji aliyê gel da têne hizkirin. Hinek ji wan rojnema “RIYA TEZE” û kitêbên dersan da têne weşendin.(4 )

Sala 1935 şanoya wî: „ Zemanê çûyî“ tê weşandin. Naverok û bûyarên şanoyê nivîskar ji jîyana kurdan êzdî yên herema Bazîdê, welatê xweyî undakirî hildabû. Şanoyê da halê evdên kurde rêncber, xebatçî, zordarî û neheqiya axa, beg û desthiatdaran li ser wan tê nîşandan. Bûyarên salên 1918-1920 halê wê civakê dijwertir dikin, xelk milk û malê xwe jî dihêlin êzdî direvine Ermenistanê, musulman jî aliyê Wanê… Dema vê şanoyê ra meriv dibe nas, şureta wî ya nivîskariyê, şanogeryê derdikeve li ber çeva. Hecîyê Cindî pêşxebera berevoka wî „Bîranînên min“ da derheqa vê şanoyê da wa dinivîse: „ Eva pîyêsa bi serecem bedewsinetî, îdêya xwe va hê-hê nava edebyeta me da cîkî meşûr digre“.(5 )

Bawarkî 30 salî ji pey weşena wê şanoyê ra sala 1966 (5 sala ji pey wefatbûna nivîskar) pirtûka wî ya „Bîranînêd min“ bi rêdaktorya Prof. Hecîyê Cindî û Emerîkê Serdar tê weşendin. Pirtûkê carekê va guhdariya xwendevana kişande ser xwe, ji aliyê xwendevana va hate hizkirin û qîmetkirin.

Min, çend cara, bi hewaseke mezin, pirtûka „ Bîranînêd min“ xwendiye.û jê têr nebûme. Eva ji wan pirtûkên pirrqîmet û girannirxe, ku di nav nivîsarên kurdên Sovêtê yên vekirîye wê demê û yê paşê da jî degme rastî xwendevana tên. Niha jî nivîsarên usaye serketî kêmin.

Pirtûk sala 1997 a, li nav weşenê DENG da li Îstanbolê jî hate weşandin.

Di nav vê pirtûka biçûk da nivîskar bi hostatî karibye halê gelê kurd yê wê deverê, bûyarên salên 1900-1925 usa zêndî, zelal û hewaskar, bi reng-rewş raxe li ber çavê xwendevana. Dîrok û cîhilbûna Êzdiyên Ermenistanê, şerê birakujiyê, zulma Roma reş, rev-bez û halê civakêyî malwêran, ji aliyê tu nivîskarî û zanîyarî va usa tam, rêalîstî, rast nehatiye şirokirin çawa vê pirtûka biçûk da.

Kê dixweze rastîya bûyarên salên 1918-1920, koçberiyaa êzdyên Ermenistanê û sebebên navbera kurdan da şerên birakujiyêyî bêfikir bihese, bira vê pirtka biçûk bixûne. Raste bi sebebên sîyasiya Welatê Sovêtê nivîskar derheqa gelek bûyara da sergirtî dinivîse, lê di nav wê nivîsara kurt jî keser û nerazîbûna wî tê xanê.

Pirtûkê da perçek heye, ku bîra min naçe. Kurd dijî kurda şer dikin û pîrekeke kurdên musurman çêleka xwe va dikeve destê kurdên êzdî. Nivîskar jî ji alîyê êzdiyan di nav wî şêrîda bûye. Êzdî bi gotina wî dixwezin pîrekê û çêleka wê bişînine gunde wê bal kurdên musulmam.

Ji bo nav û bêqezîyabûna jinikê nemeke wa alîyê din ra dişînin:

„Gelî pismama! Rast e em îro li hev bûne neyar, hev dikujin, bûne birakuj. Paşî dijminatiyê dostî jî heye. Emê wextekî ji kirina xwe poşman bin, yêd pey mera rabin wê bi me bikenin û bêjin: Bira jî birê bikuje? Ew êdî şuxulê paşê ye. Niha raste em neyarin, lê namûs başqeye, çimkî namûs avîtine ber kûçikê, kûçika jî pêl lê nekirine. Lawkê me îro çûbûne dewriyê, ev kulfeta bi çêlekeke sor va di zanga Qerehesarê da dîtibûn û anîbûn. Niha jî em ser weda verrê dikin, ez bi wî xudayîkim, ku em û hûn tev dihebînin, ev kulfeta han bê şik û bê şobhe qebûlkin. Me teva jî usa li wê nihêriye, çawa li xûşka xwe ye helal nihêriye, Bi xatirê we. Ahmedê Şewêş“.

Neme xweş hatîye nivîsar. Naveroka wê rastîke bi êş û birîn e, pirsgirêka gelê Kurd ya bi dewranaye. Îro jî, ji bo tifaq û rastya kurdewarîyê hewceye evdên Kurd dor naveroka vê nema kurt e çend xetê bifikirin. Ev pirtûk usa jî cevkanîke giranbiha ye derheqa Evdalê Zeynikê, erf-edetê kurdayê wê demê, dîroka civaka kurdên Gurcistanê û gelek pirsên din da. Prof. Hecyê Cindî pêşxebera vê pirtûkê da derheqa efrandinên Ahmedê Mîrazî da hinek fikirên wa nivîsîye: (6)

„ Van salêd paşin A.Şewêş berevoka şiêrêd xwe hazir kir, pêra jî eva kitêba bi sernivîsara „ Bîranînêd min“.

„ Mîrazî, van salêd paşin da hê gelekî bi nivîsarê mijûl dibû: nivîsîn, kire berevokekê, wekî bide neşirê, pê ra jî çawa me got, eva kitêba hazirkir“.

Pirs pêjda tê lê kune ew „ gelek efrandinên wî“, „ berevoka helbesta“?

Min ji devê geleka bihîstîye derheqa romaneke wî da…

Kune? Arşîva wî kuye?

Derheqa vê pirsê da niviskarên me timê li nav xweda diaxivîn lê ne tişt hatîye nivîsar û ne jî tişt hatîye kirin. Ez mecbûrim ji bo lêkolînvanê paşwextîyê vê pirsgirêkê hevkî ronîkim

***

Ahmedê Mîrazî û gelek nivîskarên kurdê Ermenistanê, di zêndîtya xwe da karibûn ancax pirtûkek –dudê biçûk biweşînin. Ew jî bi zemetî, teherekî pirr dijwer, carna bi şerr-dew û rezîltî…

Çi bû sebeb? Gelo wan jîyana xwe ya efrandariyê da tek ewqas tişt efrandin? Lê nivîsarên wane din çawa bûn?

Li wur pirtûkek weşendin ji bo nivîskarekî kurdî bê „ kursî, nas-dost û pişt“ bi piraktîkî tiştekî nebûnê bû. Her kesî nikaribû wek niha, pirtûka xwe biweşanda ( bi mecalên xwe jî). Welatê Sovêtê da pirtûk gotî bi sîyasîya deshilatdariyê bûya, bi destûra dewletê û bi dewletî bihata weşandin. Cûrekî din tunebû.

Weşenxane jî yê dewletê bûn. Pêra jî pirtûk gerekê li ber destê mirovên weşenê va mijûl dibûn derbasbûya: ermenî, kurd. Ya dijwer ewên dewiyê bûn. Gerekê nav wanda nas-dost hebûne… Bi kurtî dest kê da bû wan berê ewlin pirtûkên xwe, mirovên xwe diweşendin. Pêra jî çapeke weşena salê ya pirr biçûk deshiletdarîya ermenîya didane nivîskarên Kurd. Wek pirtûkeke 200-250 perrî. Nivîskarê me jî zef bûbûn. Salbisal jî bi nijarperestî ew çapa biçûk jî kêm dikirin. (Çavê derya xwelî serya).

Xêncî çar-pêncan, yê dinê ra nivîsara xwe derxistin, weşandin pirr dijwer bû.

Wî welatî da, ji pey weşena pirtûkê ra, perekî rind didane nivîskar. Ji bo wê jî di nav civaka me da çavê nivîskar û ne nivîskara teva ser wî „pereyî“ bû. Kê „zor“ bû, wî jî xwera direvand…

Weşendinê da baş-nebaş tunebû. Kesî dengê heqyê nedibihîst. Pirtûkên baş bi salan newaşandî, bal nivîskar yan weşanxanê da diman. Carna destnivîsar wunda dibûn û ne jî dhatin dîtin, ne jî weşandin…Çiqas efrandinê hêja wunda bûn, çiqas bûn xurê „gura“. Neheqî û nemerdiyên ecêb di wî warî da hebûn…

Carna, hew dinhêrîn, ji hesabê nivîskara yekî xweyê kursîyê bilind ji xwera “pirtûkeke“ mezin weşend, yan jî pirtûkeke zargotinêye weşendî bi navekî din, carke din hate weşendin. Dibe li bal xwendevana pirs pêjda bê, gelo ew berhemên neweşandî yên nivîskaran ji pey wefata wan ra çawa dibûn? Arşîvên wan nivîskaran hatine xweyîkirin? Kune? Hene? Tunene?

Malwêranîk di vê pirsê da heta niha jî heye.

Ez wê bawaryê dame xêncî arşîvê çend nivîskar û zanîyarê kurd yê din dijwer hatibe xweyîkirin. Gelo dem nehatîye, ku Kurd jî ji xwera sazîkê demezirînin û ji pey wefeta zanîyar, nivîskar, hunermendên xwe ra, xweyî mîrata wan derên. Gelo kune arşîvên Wazîrê Nadirî, Ahmedê Mîrazî, Erebê Şemo, Emînê Evdal, Şikoyê Hesen, Qaçaxê Mirad , Ûsivê Beko, Mîkayêlê Reşîd, Şemsî, Sihîdê Îbo, Nado Maxmûdov, Xalit Çetoyêv, Ahmedê Gogê, Elyê Evdilrehman, Rizalyê Reşît, Çerkezê Reş, Simoyê Şemo, Mîroyê Esed, Semend Syabendov…

Eger niha jî xweyî û xwestin hebe, karin di wî warî da gelek pirs bên safîkirin, gelel tişt ji undabûnê bên xilaskirin…

Her nivîskarekî me xweyê kitêbxana mezin bû.

Em, kurd jî gerekê wek gelê din xweyî hebûna xwe derên.

Nivîsarnasî

1.A. Mîrazî, “Bîranînêd min”, rû. 13-15; weşena DENG, 1997.

2.H. Cindî, “ Oçêrk ji edebiyeta kurdên ermenistana sovêtê” , bi zimanê ermenî, rû 39; Yêrêvan-1970.

3.“Bîranînêd min”, pêşgotina H.Cindî;

4.H. Cindî, “ Oçêrk ji edebiyeta kurdên ermenistana sovêtê” , bi zimanê ermenî, rû 38; Yêrêvan-1970.

5.Bîranînêd min”, pêşgotina H.Cindî;

6.Bîranînêd min”, pêşgotina H.Cindî;

*) Ji pirtûka Eskerê Boyîk “Canda Kurdên Sovêtê” DENG-2012

**) Qehremanekî Kurdên êzdî yên êla zuqurîy, ku salên 1914-1918 a êla zuqurîya ji qeza Wanê revande Ermenistanê.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Welatê Amerîkayê

Niştecihên Amerîkayê bi piranî Ewropî, Rojhelatên Dûr, Afrîkî û ji Rojhilata Navîn pêk tê. Ev komên etnîkî di 500 salên …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !