SÊ LEHENGÊN KURDAYETİYÊ

 Latif EPÖZDEMİR

ROJNAMEYA KURDİSTAN : TİRÊJA ŞEVEQA KURDAN

KURDİSTAN: Lekolînvanên ku derheqe ve rojname da nîvîsandîne. Heryek jî van tarîxêk cuda dîde. Hînek jî van dîbejîn 1898, hînek dîbejîn 1902, hînek jî van jî dîbejîn 1908. lî pîranî lî ser sala 1919 dîsekînîn. Sedem ve yekê eme bêjîn ku 1920an da çap bûye û rojnameyeke navdar e. Ser borîya rojname jî, cîyê çapê û berpîrsîyar û nîvîskarên rojname jî gelek caran hatîne guhartîn. Rojname lî Mîsîrê 5 hejmar, Cenevre 13, lî londrayê 3 herjmar, Folkstonê 4 hejmar dîsa lî Cenevrê jîmarêyên 30 û 31 derketîne. Ev rojname 31 jîmar çap bûye.

Jî berşert û zîlufên Welat sera ewl hefteyê çarek, paşî panzdeh roj carek lî dawîye mehê carêk derketîye. Pevîste ku emê bejîn berpîrsîyarî û reveberîya vê rojname terefa malbata Bedîrxaneye hatîye kîrînî. Gava navê rojname tê gotîn Evdîrahman Bedîrxan, Sureya Bedîrxan û Mîthat Bedîrxan, pêş hemu kesî têne bîra mîrov.

Rojname bî Tîrkî û bî Kurdî çap buye. Pirsên, sîyasî civakî dînî û edebî di rojnamê de cîh girtine. Her carê di rojnamê de jibo fêr kirin û pêştabirina zimanê Kurdî beşek hatîye amade kirin. Helbest û cîrok û afirandinên edebî jî, bi başî di rojnamê de cîh girtine. Ew rojname wekî pirensîbek jîyanaxwe, jî her jîmara nu duhezar nusheşandîye Kurdîstanê û bê dirav li millet bela kirîye. Ev jî bo agahdarî û hişîyarîya mîllet karekî gelek baş hatîye hesibandin.

Di van rojan de Siltana malbata Bedîrxanîyan jî Welat ajotin nefî kirin. Paşî dest danîne malê milkê Bedîrxanîyan. Nehiştin ku ev wegerin Welat û bi azadî jîyana xwe bi borînin. Lewra ye ku di destpêka di sed sala bîstan de hetanî di dawî ev malbat ma welatên xeribîyê. Lê derdê Welat jî betal neman ji bo Welat xebi tîn.

Rojname sê devran derbas kirîye. Dewra yekan li Qahîrê ji alîyê Mîthad Bedîrxan dewra duduyan ji Cenevrê ji alîyê Ebdurahman Bedîrxan û ya sisîyan li Stenbolê Silêman Bedîrxan rojnamê domandîye. Dewra ewl rojnamê zêde çand û huner û edebîyatê sekinîye. Jibona ku jimara xwendin zanîn û nivîsandinê zêde bibe , rojnamê vezîfeyek giran danîye pêşîya xwe. Dîsa tê gotin ku Mîthat Bedîrxan mirovêk dîndar û mîllîyet perwer bu. Car caran rupelên rojnameyê de dî van babetan de nivîsar hatîne xuya kirin. Lê naveroka rojnamê li gor devra guhurî jî be zimanê wê her Tirkî û Kurdî buye.

Di destpêkê de her çikas naveroka rojnamê di motîvên dînî jî hatibe nekşandin lê rojname hedî hedî rupelên xwe ji nivîsarên zaryarî û ilmî re jî vekirîye. Heta em dikarên bêjin ku devrên paşînde sîyaset û îlm zêdetir di rojnamê cîh girtîye. Lewra Sultan Ebdilhemît li hemberên Kurdan sîyasetek duru ajotîye. Ermenîya bi Kurdan daye kuştin. Gelek caran Kurdan xapandîye. Alayên Hamîdî damezrandîye û dijê Kurdên azadîxwaz, hêzek xayîn û cahş çêkirîye. Jibona asîmîlasyona zarokên Kurdan bi navê “Mektebên eşîratîyê” dibi stanan damezrandîye. Kurdên rewşenbîr bune neçîran Siltan. Sedem vê yekê rexistinên Kurdî di organ û rojnameyên xwe de dijî vê sîyaseta qirêj û qiret derketine û rojnamê zêdetir bi ser rêya sîyasî ve kişandine. Rojname di çapxana “Necmî İstîkbal” de çap buye. Ewilîn ser nivîskarên rojnamê Muhammedşefîk Arwasîzade buye. Lê çawa ku me got rojnamê lî berşertên dijvar gelek zehmetî derketîye û nivîskarên xwe jî bi qederê karîna xwe parastîye. Dibe ku ev navên hanê navên misteer (xef) jî bin.

JÎN : ŞEWQA BÎREWERÎYÊ

KOVARA JÎN:

Kovara Jîn 1918an de lî Stenbolê organa “Komela pêşketîna Kurdîstanê” bune. 25 hejmar derketîye. Ev kovar kovarek 15 rojî buye. Sala 1919an de hatîye gîrtîn. Bî hejmara 23an de revebîrên kovarê bîryar dane ku kovar bîbe organek sîyasî. Ev kovar bî Tîrkî, Kurmancî û Soranî hatîye derxîstîn. Pîştî ku “Komela Kurd jîbo belavkîrîna Zanînê ê weşanan” hate damezrandîn. Dane xuya ku kovara Jîn jî ve bî destê vê komele dewamê reyaxwe bîke. Berpîrsîyarê kovarê Hemzeyê Muksî buye. Pîştî hejmara 25 an berpirsîyarî ketîye destê Memduh Selîm Beg. Nîvîskarên kovarê bi taybetî ev kes bûne: Selîm Babanzade, Letîf Kazîzade, Dawer Erdelanî, Pîremêrd, Mîstefaşevkî Kazîzade, Sîlêman Meşvî, Mîhemed Mîhrî, Evdîrehman Rehmî, Xelîl Xeyalî, Necdet Fîkrî, Hemzeyê Muksî, Zaxoyî, Sîlêmanî Botî, Sabît Kurdîzade, Evdîllah Cewdet, Ehmed Vehbî, Huznîyê Dersîmî, Tewfîq Hemdî, Mîrzayê Cîzîrî, Ezîz Yamlukî, Emîn Fevzî, Kemal Fevzî, İhsan Nurî, İbrahîm Heyderîzade, Suleyman Nazîf, Yusuf Zîya, Eyup Sabrî, Necat Tewfîq, Memduh Selîm Beg, Hîlmîyê Sîverekî, İsmaîl Vedat û Kamuran Alî Bedîrxan û gelek rewşenbîrên wekî van.

Xuyaye ku ev kovar gelek cîhê Kurdîstanê hatîye belavkîrîn. Gelek rewşenbîr û zanayên Kurd kovarê lî seran serê Welat bî çalakî belav kîrîne. Mîhemed Emîn Bozarslan vê kovarê paşî, herfên erebî wergerandîye herfên latînî û pêşkeşîme kîrîye. Jîn tesîrek mezîn danîye ser hemu xwendekarên vê demê. Kovar him xîzmetek sîyasî û cîvakî kîrîye û hîm jî dî varê zîman, çand û edebîyê de karên hêjar dî darxîstîye.

ROJNAMEYA JÎN:

Piştî kovara Jîn di sala 1919 de hate girtin û bi tarîxa Kurdistanê de veşirî, dîsa bi vî navî, vecarê rojnameyek hate çap kirin. Ev rojname bi şikil jî bi naverok jî ji kovara navê Jîn cuda buye. Hinek lêkolînvan qal dikin ku rojname rojane buye. Lê li ser berga pêşîn a vê rojnamê ku dijmara sî ûşeşan de baş xuya dike, rojname hefteîn buye. Lê dîsa jî dibe ku ev rojname di destpêkê de rojname rojana derketibu paşî wexta bi bî hefteîn

Seîd Ebdulkaqîr serokê Kurdistan Tealî Cemîyetî buye. Seîd Evdulqadîr teraftarê otonomî buye û rêza rêxistinê li ser xîmî danîye. Sedem vê yekê grubek rewşenbîrên Kurd; wekî Ebdullah Cewdet, Kemal Fevzî, Memduh Selîm Beg, Seîd Evdulkaqîr rêya xwe cuda kirine. Lewra evan Kurdistanek serbi xwe vaye. Dîsa tê gotin ku sedem vê yekê bi navê “Rêxistina Civakîya Kurd” rêxistinek sazkirine û Memduh Selîm Beg buye serokê vê rêxistinê. Dîvî wextî de rojnameya Jîn jî buye organê vê rêxistinê lewra xuya dike ku di demên paşîde berpirsîyarê vê rojname Memduh Selîm Begê Wanîye.

Gîrîngîya vê rojname ewe ku piştî wê li Kurdistana Bakur hetanî sala 1950 an rojnameyên eşkere yên bi Kurdî derneketine. Jî sala 1920 hetanî 1950 rejima Tirkan derhekê Kurdan gelek zalim buye. Lewra Kurd 1925 û 1935 du serhildanên mezin pêk anîne. Dî salên çîlan de jî tevgera Kurdan nesekinîye. Bes tevger serhildan û çekdarbune. Rojname û kovar nekarîne ku bi serbestî jîyana xwe bimeşînin. Ketlîam û mirovkujîyên gelek mezin di van tarîxan de di Kurdîstana Bakur pêk hatîne. Sî sal Kurd mane bê kovar û bê rojname.

HEWAR : GAZî U GİLÎYA SERDEM

Îsal 75 saliya çap kirina Kovara HEWARÊ ye. Ev Kovara bi nirx u rewşender, di 15 gulana 1932 ê li Sûrîyê , li bajarêşamê , dest bi weşanê kirîye. Derhêner u rêveberê vê kovarê jî, Mîrê Rewşenbîrîyê MİR CELADET e.

Gava ku îro mirov rûpelên hejmarên kovara Hawar ê veke û binêre, mirov dikare bi bîr û baweriyên xwe, yên netewî, her tîpek Hawarê bike şahid , nîşan û pê rexneya kovar û rojnameyên serdemi , di derheqê bîr u raya netewî de. .

Hawar rexneya pêşiyan bû lê nedihat zanîn ku wê bibe rexneya paşiyan jî.

Kovara Hawar berhemaşikestina serhildan, raperîn ûşoreşên Kurdan bû. Her weha ew, gazî u hewara hişyarbûna gelê Kurd bû.

Gelo çima Kovara Hawar ê, berhema şikestina şoreş û serhildanên Kurdan bû? Ango belgeya hilweşana xeyalên ayende u helwestên Kurdewarîyê bu. ?Lewra piranîya Kurda, wê demê wer dizanîya ku Împeretoriya Osmanî hilweşe yekser wê Kurd bi bin xwedî dewlet, lê mixabin bi hilweşandina Împeretoriya Osmanî re Kurdistan bû sê perçe , bi hevpeyman Saykispîko di sala 1916 ê de di navbera Înglîs û Firansa de. ( Hejmara kovara Hawar a 57, [Wêne: celadet. com]
Hawar heta jimara 23 ê bi du alfebeya derketîye. Ango bi Erebî û Latînî. Piştî jimara 24 a u hetanî dawîyê, kovar, tenê bi latînî jîyana xwe meşandîye. ( Ji 24 an heta jimara 57 an )
Mîr Celadet gelek girîngî daye Alfebeye Kurdî. Di jimara Hawar ê, a 27 an, de, weha hatîye nivsandin :
“Ev roja di jîyana Kurd a civakî û edebî de rojekeke tarîxîye. Di vê rojê de Kurd bûn xudîyê alfebeyek serbi xwe alfebeyek Kurdî û ji nîrê alfebeyên miletên di, miletên bi yanî xelas bûn. Ev alfebeya aleke ala bi hin di komelê de belavkirin û pêşdatir dişiklê kitêbê de serxwebûna heyîna me ya Kurd edebîye. Berê di ser keleha me ya edebî re alên bi yaniyan li badibûn. Di vê rojê de ew ala daxistin Çirandin û lişûna wan ala xwe ya milî daçikandana û ji hêsîriya wan bandêran filitîn, xwe dan ber sîha bandêra xwe û di vê qadê de bûn serbi xwe. Belê alfebeya ku ji sala hezar nehsid û nozdan ve ez lê dixebi tim min ew di wê rojê de di rûpelên Haware de belav kir. ”
Di yekîtiya zimên de gava here girina a pêşin, bê guman, jî yekîtiya herfan u elfabê ye. Di bin navê Armanc û awayên xebat û nivîsandina Hawarê de, di jimara pêşin de, bi ziman Kurdî û Erebî ev bend hatine destnîşan kirin : :
1-Belavkirina Elfabêya Kurdî di nav Kurdan de û hînkirina we. Sinfandina zimanê Kurdî û hin derxistin.
2-Sehitiya zarên Kurdî û berhevdanîna wan. Sehitiya sermirovatiya zimanê Kurdî di gel zimanên din yên Arî. Sehîtiya ser bingehên zimanê Kurdî, ser dîrok û awayê rabûn û pêşveketina wî.
3-Berhevkirina çîrok, çîrçîrok û her texlîd laje û stranênên Kurdî û birêve belavkirina wan.
4-Sinfandin û belavkirina dîwanên Kurî. Bi van re jînengariyênşahîr û mirovên bi jarte dê bên belav kirin.
5-Sehitiya ser reqis û qeydên strana Kurdî.
6-Sehitiya ser her texlîd rêzikên Kurdî û Kurdistanê û Piş û senhetên Kurdî.
7-Dîrok û Erdnîgarîya welatê Kurdistanê û ser dîrokan Eşîran berî, paşî û di wextaê Mîr-Şeref de.
Mamoste Elî Sîdo Goranî rewşanbîrekî Kurd ê Urdun e. Di jimara Hawarê a 9 an de , nîvîsarek, bi navê: Ez û Hawar nivisiye u gelek pesnê Hawarê daye. Her weha gelek bi başî, piştgiriya Alfebeya Latînî jî , kirîye:
Mamosta, “ wekî niha, berî derketina Hawar ê mamosteya min Pîrka min bû. Hingî min zimanê xwe bi herfên Erebî dinîvsandin. Lê sibetir herçî ku min berî rojekê nivîsandî bû, min nikarî bû ez bi xwînim û wek e xwe bi lêv bi kim. Ser vê yekê min dev ji herfên erebî berda û ji xwe re bi herfên Latînî alfebeyek çêkir .
Êdî bi alfebeya xwe her tiştê heye min dinîvisand û ras dixwand. Gava Hawar derket min alfebeya xwe û ya Hawarê danî ber hev û dît ku her du alfebe gelek nêzîkî hevin. Negereke ku ez bi bêjim, ev nêzîkiya ez gelekşa û kêfxweş kirim.
Par ez çû bûm Kurdistana jêrîn, li Bexdayê min Tewfîq Wehbî beg dît. Ew jî bi alfebeyekê mijûl dibû, lê berîya wê alfebeya Hawarê derket û me da pêy, li Silêmaniyê di çivata zanistîyê de, min çend xortên xwenda naskirin, bi tevayî digotin ku zimanê me, tenê bi herfên Latînî tête nivîsandin û ne bi hinên din. (Hawar jimara 9 ê Êlona 1932 yê)
Ev her sê lehengên Kurdayetîyê, hest u bawerîya Kurdewarîyê gelek xûrt kirine. Her sê Ji, desthûnerîyên Celadet Elî BEDİRXAN in. Dema qala rewşenbîrî u ziman, u bîrewerî u rewşenbîrîyê were kirin, lazime ku em wî mêrxasê Kurd, bînine bîra xwe.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Riha

Dîrok û Çanda Rihayê

Riha parêzgeh, bajarekî bakurê Kurdistanê (digel Tirkiye) ye. Riha yek ji bajarên herî qedîm û kevnare yên cîhanê ye. …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !