HOZAN BRADER

JIYANA HOZAN BRADER

Brader di sala 1958an de li gundê Mûsîka ku bi Mêrdînê ve girêdayîye, li malbatek xizan hatîye ser rûkê dinê. Bavê wî dengbêj bû. Evîna strana Kurdî ji civata babê xwe hildaye. Enstrumenta wî yekem tutûke kû dema zarok bû,bi pêlava xwe jî çerçîyekî ku li nava gundan digerîya kirîye.

Dema di çi sefê pêncan,birayê wî tembûrek jêre kirî û di nava 3 mehan de fêrî tembûrê bûye. Dema çûye bajarê Wanê kû dibistan dixwend, ji ber afirandina muzika Kurdi ketîye zindanê.Di zindanê de biryar daye kû xwe bêtir pêş bixwe û weke karekî daye ber xwe. Piştî zindan û sorgunan, di sala dawîn de xwendina xwe hêla ye û bi fermî ketîye nava xebata siyasî di nav refên KUK-PDK-T’de.

Piştî cunta 12 ilone heta sala 1986an welat neterikand. Lê havîna 86an êdî nema dikarî û berê xwe da Ewropayê. Bavê 6 zarok û 4 nebîya ye. Li welatê Holandayê jiyana wî berdewam e. Brader li gel karê muzikê, karê sinema û şîwekarî jî dike. Di gelek film û tiyatro de li gel Holandîyan kar kirîye. Bi sedan stran çêkirîye û Cd tomar kirîye û berdewam e.

Bi dehan tabloyên wî hene. Filmekî Kurdî bi navê ZAGROS kû tê da rola bav dilîze niha di vizyonê de ye.Berhemên wî yên dawî video-klîpa Pêk û Termên windayî, Cd’ya herî dawîn 2020an ya HERIM KU DA bi alîkarîya gruba Holandî The Ex derket. Pirtukek bi navê SIWARÊ EVÎNÊ belav kirîye.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Sofîtî

Di Îslamê De Sofîtî

Sofîtî an tesewwuf an ′′′sofîgerî′′′ rêbazek ji rêbazên Îslamî ye. Li goreyê sofîtiyê benî anko ebidê Xwedê dibê bi rêya îbadet anko …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !