Di Toreya Kurdî de SUNET, KIRÎV Û KIRÎVATÎ

Zeynelabidin Zinar

Di Ola Îslamê de çendî ku SUNET ji bo pir tiştan tê gotin, lê zêdetir, ji bo jêkirina çermikê serê cûcikê zarûkên kurînî tê gotin. Kesê ku ew çermik pê ve hebe, jê re BÊSINET/NESINETKIRÎ tê gotin. Kesê ku ew çermik jê hatibe jêkirin, jê re SINETKIRÎ tê gotin.
SUNET çi ye?
SUNET kengê derketiye holê?
SUNET ji aliyê kîjan civatê ve dest pê bûye?
Zelalî derheq van hersê xalan de, dikarim weha pêşkêşê xwendevanên hêja bikim:
DERKETINA SUNETÊ
SUNET kevneşopiyeke pir kevn a Kurdên Ezdayî ye.
Hêj fikra pêxembertiyê neketiye nava mirovan, birrek Kurd bawer kirine ku hêzeke nihênî heye ku xwezayê îdare dike û jê re gotine XORDA, ango yê ku rojê daye. Piştre jî jê re gotine XWEDA.
Kurdên Ezdayî dest bi sunetkirina zarûkên kurînî kirine û wek tore, sunet di nava civatên ji nijada Arî de belav bûye.
Diyar e ku Brahîm Pêxember pîrê ola Mûsa, Îsa û Mihemedî bûye.
Dema bapîrê me Brahîm Pêxember ji ber kurmamê xwe Nemrûdî reviyaye û çûye bajarê Mekeyê, li wirê kurê xwe Smayîl sunet kiriye. Piştre Sunet di nava Qureyşiyan de bûye wek tore û hatiye domandin.
Herweha Ishaq Pêxemberê kurê Brahîm Pêxember jî sunetê di nava Cihûyan de daye domandin.
SUNET DI ISLAMÊ DE:
Ji dema ku Ola Îslamê derketiye û heta niha, bisilman hemû dizanin ku SUNET, ji Pêxemberê me Mihemed (xxl) dest pê kiriye: Dema Mihemed ji diya xwe re çêbûye, çermikê serê cûcikê wî jêkirî bûye. Ji ber hindê Bisilman li şopa wî domandine û heta niha jî zarûkên xwe yên kurînî sunet dikin.
Di erebî de wateya peyva SUNETê mutabe´et e, ango kirina weke ya wî ye.
Wateyeke din a SUNETê jî, yanî bi kirina tiştî ku meriv xêr bi kirina wî qezenc dike ye.
Gelek zanayên Ola Îslamê gotine ku SUNET (jêkirina çermikê serê cûcikê zarûkan) deman (wacib) e.
Lê Imam Henefî gotiye ku sunet, kirineke mûekede ye. Yani xêra wê zêde ye.
Li hin welatên Efrîqayê, keçik jî têne sunetkirin.
Bisilmanê ku ne sunetkirî be jî, her bisilman e.
Yekî ne bisilman dema bixwaze bibe bisilman jî, ne merc e ku sunet bibe.
Pêxember gotiye: Dema yek bixwaze bibe bisilman, li sunetkirina wî nepirsin.
Hemû kesên ku li Cîhana Îslamî dijîn, dizanin ku SUNET çi ye.
KIRÎV Û KIRÎVATÎ:
KIRÎV ew kes e ku kurê meriv di pêşa wî de hatiye sunetkirin.
Kesê ku bibe kirîvê kurikekî, ew wî kurikî wek kurê xwe dihesibîne.
Kesên ku zarûkan sunet dikirin, ji wan re sunetcî dihate gotin.
Hetanî dawiya salên 1970yî jî, li Bakûrê Kurdistanê kesên ku zarûkan sunet dikirin, bi piranî Erebên Sêrtê bûn.
Di Toreya Kurdî de KIRÎVATÎ heskirineke pir zêde dixe navbera mirova. Kirîvatî wisa zêde heskirin çêdike ku ji şêrîntiya biratiyê zêdetir e. Hin Kurd bawer dikin ku mehra jin û mêrên kirîv, li hev çênabe.
Bi hêviya ku ciwanên me lêkolîn li ser vê babetê bikin û bi berfirehî binivîsin, bikin malê mîjû.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Welatê Amerîkayê

Niştecihên Amerîkayê bi piranî Ewropî, Rojhelatên Dûr, Afrîkî û ji Rojhilata Navîn pêk tê. Ev komên etnîkî di 500 salên …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !