Osman Sebrî - (Jiyan, Tekoşîn û Berhem)

Osman Sebrî – (Jiyan, Tekoşîn û Berhem)

Dilawerê Zengî

Destpêk:
Di dawiya babilîska nozdehan û destpêka babilîska bîstan de, destpêka dîroka hişyarbûn û bizava rizgarîxwaza neteweyî ya gelê Kurd e
Bi belavbûna rojnama (Kurdistan 1898)an û çapemeniya Kurdî re, roj bi roj hizrê ramyarî û civakî li nik rewşenbîrên Kurdan berdigirt, û rojnameya Kurdistan li hemberî zordariya fermandarên Osmaniyan şerê azadî û serxwebûnê domand. Ramana neteweyî roj bi roj di nav kurdan de, li ser destên nivîskar û helbestvanên Kurd yên mîna Hacî Qadirê Koyî xurtir û geştir dibû.

Di dawiya şoreşa 1908an de, bi hatina (Ciwanturk) re, qûnaxeke nû dest pê kir. Rewşenbîrên Kurdan roleke pir mezin di vê partiyê de lîstin. Lê her ko çû (Ciwanturk) li dijî ramanên neteweyî yên kurd derketin. Siyasetmedarên Kurdan jî pişta xwe danê û dest bi avakirina çend komeleyên civakî û siyasî kirin. Ji wan: [Cemîyeta Azm-î Kavî ya Kurdistanê, Cemîyeta Hêvî ya xwendekarên kurd, Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê û ..wd.], û ramana neteweyî bi riya perwerdeyî, rêxistinên civakî, xebata weşan û çapemeniyê belav dibe. Wek weşandina [Kurdistan-1908-1909, rojnameya Teavûn û Teraqî ya Kurd, Rojî Kurd-1913,Yekbûn 1913, Jîn-1918, wd.]. Ev qûnax bi destpêka xebata neteweyî ya kurd tê zanîn.
Gava Şerê Cîhanê yê Yekemîn, sala 1914-an, dest pê kir û dewleta Osmanî li kêleka Almanyayê kete cengê, dîsan Kurdan bizav kirin ku sûdeyê ji Rûsyayê bigrin û şoreşekê li dijî Osmaniyan pêk bînin, lê mixabin hewildanên kurdan ber ne girtin. Imperatoriya Osmanî parvebû, ji ber ko para mezin ji erdê Kurdistanê di bin destê Osmaniyan de bû, Kurdistan jî pêre hate parvekirin. Di 16/5/1916an û di riya van her sî dewletên mezin Rûsiya, Birîtanya û Ferensayê re û bi navînkirina -peymana reş -Saykis –Bîko-, Bakurî kurdistanê giha Turkiya, başûrî Kurdistanê giha Îraqa nuh, Rojavayê kurdistanê giha Sûriya û ji xwe Rojhilat tev di bin destê Îranê de ma.

Piştî rûxandina dewleta Osmanî, kurdan derfet û nîreke nuh di derbirîn û çareser kirina pirsa xwe de dîtin. Nemaze di danezana rêbaza Wilson ya çarde xal de; ji bo mafên miletan bi azadî û serxwebûnê bê çespandin. Pê re jî berê Kurdan dîsan berve riyên xebata ramyarî û dîplomatîk çû. Serkêşê evê xebata dîplomatîk Şerîf Paşa bû, ewî doznameya kurdî pêşkêşî kongira Firasayê kir. Lê mexabin biryarên Sêvirê, li kongira Lozanê 23.07.1923-an bin pê kirin, û hevkaran soz û peymanên xwe bi Kurd û Kurdistanê re xwarin.

Ji hêlekê din ve hewldan, şoreş û raperînên kurdan rojekê ji rojan bê deng neman, ji raperîna şêx Ubeydullahê Nehrî 1880î, raperîna Dersimê 1905-an, Şêx Evdilselam Barzanî, hewildanên Kamil Bedirxan û yên Şêx Tahayê Sidîqê Şemdînanî, hewldanên Seyîd Evdilqadirê Nehrî, Şêx Mehmûdê Berzencî 1919-an, serhildana Qoçgirî û Dersimê (1920-1926) her rêz û qor li pê hev berdewam bûn.
Piştî têkçûna peymana Sêferê û îmzekirina Peymana Lozanê, di 29ê Cotmeha 1923-an de, Komara Tirkiyê tê çespandin. Hebûna kurdan tê tune kirin. Li ser vê yekê, hinek serbaz, axa, beg, şêx û rewşenbîrên kurd li Erziromê di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî de, bi navê (Komîteya Îstîqlala Kurdîstanê) yan jî tevgera (Azadî) rêxistineke siyasî dadimezi-rînin. Ev rêxistin bingeha pêxistina agirê şoreşa Şêx Seîdê Pîran1925-an bû.

Jiyan, tekoşîn û xebata Osman Sebrî:

Di roja 05/01/1905-an de, Osman Sebrî li bakurî kurdistanê, gundê Narincê, qeza Kextê ji wîlayeta Semsûr (Adiyeman) hatiye dinê. Bavê wî, serekeşîrê Mirdêsiyan e. Navê bavê wî Sebrî ye. Navê diya wî Emîne ye. Di bîranînên xwe de Osman Sebrî li ser hoza xwe weha gotiye:
(Eşîra me Mirdês perçeyek ji emareta-mîrnişîna- Mirdês e ku sernîveka wê bajarê Egilê bûye. Piştî qelsî û ji hevdeketina emaretê mîrekan her yekî aliyekî emaretê bi navê eşîrê xistiye bin destê xwe. Ji kalê min Mihemed ku tevî eşîra xwe (Mirdêsê Gawestî) hatiye erdê ku îro bi Mirdêsan hatiye nasîn, heya digehê min, em neh bav di wî erdî de rûniştine).

Osman Sebrî di deh saliya xwe de bavê xwe winda dike. Piştî ku bavê wî diçe ser dilovaniya Xwedê, diya wî Emîne, bi apê wî re, ango Şikrî axayê Mirdêsiyan re hevjîn dike. vêca li şûna bavê wî Apê wî yê mezin (Şikrî) bi kar û barên hoza Mirdêsan ve rabû û bi dilovaniyeke mezin jî (Osman Sebrî) li ser rêzan û rêdanên hozanî xwedî kir .
Osman Sebrî li ser xwendina xwe ya destpêkê weha diyar dike:
(Dawî sala 1917-an mamostayek ji me re hat û wê salê min şehadeta îbtîdaî istend. Sala din apê min ez şandim Kextê dibistana Rişdiyê. Di nava sê salan de min şehadeta xwe li wir jî sitand).

Apê Osman di dermafê rewşa rêzana eşîrtî û zû jinanînê de gotiye:
Sala 1920-an de min şehadeta xwe ji Rişdiyê bir û vegerrîm çûm mal da ku hînî rê û rêzanên eşîrê bibim. Sala 1922-an payîzê ez hevde salî bûm ku ji min re jin anîn. Piştî salekê ji min re lawek bû (kurrê min Welato).
Apê osman ji rêzana êlî û eşîrtiyê kiz û jê teng dibe ûştê vê yekê jî diyar dike: (Sebebê vê guherrîna han bi navê (Ismaîl efendî) mamostayek bû. Vî camêrê han çavên min li ser kirêtiya rêzana Derebegîtiyê vekir).
Demekê kurt Osman Sebrî li kêleka Apê xwe Şikrî axa bi karûbarên hoza Mirdêsan ve rabû , ta şoreşa Şêx Seîdê Pîran destpêkir , di wê hingê de wan jî xwest di hawara şoreşê de herin û soz û peymanên xwe bi Şêx Seîd re bibin serî , lê sed heyf û mixabin şoreş zû beravêtî bû , Şêx Seîd û 48 hevalên wî di havîna 1925-an de li Amedê hatin bi darvekirin.
Piştî têkçûna şoreşa Şêx Se”îdê kal di sala 1925-an de, dewleta Turk dest bi siyaseta helandina bi darê zorê kir-ya ko bi siyaseta tirkkirinê (tetrîk) têt nas kirin. Dasa şer, hişk û ter da ber hev. Bi destekî hesinî dest bi kuştin û wêrankirina gelek gund û bajaran kirin. Çek ji destê hoz û eşîrên kurdan wergirtin. Berê agirê setemkariyê giha hemû warên jiyanê (aborî, civakî, siyasî û rewşenbîrî).

Bi sedhezaran kurd dûrî welêt xistin. Kurdistan kirin dojeh. Gelek ji wan siyasetmedar û welatparêzên kurd penaberî Sûriyê, Îraqê, Îran û Ewropayê bûn. Lê digel van karan tevan jî dewleta tirkan nikarîbû viyan û hêviyên kurdan ji dest û hizrê wan yê neteweyî bibire û rehên agirên serhildan û berxwedanên wan vemrîne. Ew agirê ko li Çiyayên Cabikcûr, Farqîn, Sason û Agiriyê vêxistî mabû di şerê xwe de berdewam bû.
Di roja 24/06/1926-an de Tirkan her du Apên wî (Şikrî û Nûrî) li Amedê bi darvekirin. Osman Sebriyê ciwan jî wê demê tê girtin û hetanî sala 1928’an li Denîzleyê di zindanê de dimîne. Piştî ji zindanê derdikeve, vedigere Meletyê û karê xwe yê welatparêziyê û dijberiya rejîmê didomîne. Li ser vê yekê carekî din bi tevî 26 serokeşîr û axayên Kurdan ve tên girtin û çendekî li zîndana Meletyê dimîne. Piştî heft mehan ew û axayên din tên berdan; lê hukumet dîsa li pey wî ye. Carekî din biryara girtina wî hat, bi gotina Cegerxwîn: ”biryara îdama wî derdikeve”. Lê Osman Sebrî xwe nade dest. Vêca ji neçarî di roja 24/12/1929-an de , ji Kurdistana bakur– Serxetê – daket û berê xwe da kurdistana rojava–Binxetê -; xwe li hoza Berazan girt li bajarê Kobanê serokê vê hozê Mistefa û Bozan Şahîn Beg bûn yên ku endamên komela (Xoybûn)ê bûn. Osman Sebrî xwediyê wê baweriyê bû ku êdî veger ji vê riya dûr û dirêj nema, lewra dibêje:

(Mirovekî ku pêleke dirêj ji jîna malbata wî di şerrê sitemkar û zorbazên Tirk de borî be, ne dûre ku ew jî hemî jîna xwe di wê riya bi rûmet de biborîne. Herçî ez, rika kolîdarên Tirk ên zorbaz û hezkirina welat û gel digel hev min di rêya têkoşînê de dehf didin. Ji lewre eger ez di kir, raman û xebata xwe de qelsiyê rave bikim ji bextereşiya min e).
Li Binxetê, li ser destê Mîr Celadet Bedir-Xan Osman Sebrî dibe endamek ji endamên komela (Xoybûn)ê, ew komela ku di sala 1927 an de ji rex welatparêzên Kurdan ve li beyrûdê hatibû damezirandin. Di vî warî de Osman Sebrî gotiye: (Piştî hatina Sûriyê bi sê çar heftiyan Celadet Bedirxan hatibû Kaniya Ereban (Kobanê), piştî em rûbarî hev bûn li ser destê wî ez bûm endamê partiya Xoybûnê … ).
Li ser daxwaz û biryara Xoybûnê Osman Sebrî derbasî serxetê dibe; ji bo gihandina nameya Seyid Riza li herêma Dersimê û belavkirina belavokan. Lê mexabin ev karê wî neçû serî û paşve vedigere.
Piştî ku derbasî Sûriyê dibe, hikûmeta Kemalî ji hikûmeta Fransî ya ku di Sûriyê de karbidest bû doza xwestina wî kirin; lê Fransiyan ne dixwstin ku Osman Sebrî bispêrin Tirkan ji ber hin berjewendiyên xwe, vêca ew ji Kobanê surgûnî bajarê (Reqa)yê kirin; da ku ji sînor dûr be.

Di sala 1930-î de , endamên komela Xoybûnê biryara alîkariya şoreşa Agirî wergirtin û kar û barê xwe kirin ku ji sînorê binxetê derbasî serxetê bibin. Xoybûn şeva 3ê ser 4ê tebaxê sala 1930-î roja êrîşkirina ji başûr- binxet ber bi bakur-serxet ve biryar stendin. Serkirdayetiya Xoybûnê enya şer ji Cerabulsê ko li ser ava Feratê dikeve, ta Endîwarê li ser ava mezin Dicle; li ser şeş deveran ji rojava ta rojhelat bi ser endamên Xoybûnê de leva kirin. Devera Kobanê: Bozan Şahîn beg û birayê wî Mistefa beg serokên hoza berazan, û Osman Sebrî berê wan li Urfayê û Mereşê bû û yê Osman Sebrî ber bi hoza merdîsan here. Lê, mexabin dema xwestin ji başûr êrîşî dewleta tirkan bikin, gelek ji wan axa û begên ko soz dabûn, sozê xwe xwarin û pê ranebûn. Tenê Osman Sebrî û çend peyayên Berazan sînor derbas kirin, şer kirin û hindek ji belavokan belav kirin, lê mexabin ji neçarî bi şûn de vegeriyan.
Piştî vê rewşa dijwar cih li wî teng dibin û berî dide kurdistana başûr. Li wir tekoşerê mezin rehmetî Şêx (Evdilrehmanê Garisî) nas dike. Osman Sebrî bixwe wisa gotiye: (Di sala 1930-î de, li Barzan min û rehmetî Şêx (Evdilrehmanê Garisî) hev nas kiribû û serekî dirêj bi rehmetî re bibûm heval…).
Osman Sebrî ji vegera xwe ya ji Iraqê, 1930-1931-an ew li Mûsilê ji rex hikûmeta Ingilîzî ve tê girtin û bi rewşeke perîşan xwe ji nav lepên wan Ingilîzan reha dike[1], diçe Uman û Felestînê, dîsa vedigere berî dide bajarê Şamê û xwe li welatparêz û ronakbîrên penaber digre.

Civata pêşî ya wan penaberan li mala welatparêzê Kurd Elî Zilfo axa- li taxa Kurdan- li bajarê Şamê bi serokatiya Mîr Celadet A.Bedirxan tê girêdan. Di wê civîna pêşîn de Mîr Celadet A. Bedirxan ev gotina xwe ya dîrokî pêşkêşî wan kir û got: ”Gelî Kurdan..! Gelî rewşenbîr û welatparêzên delal…Şoreş û raperînên me bi çekan serneketin û ne jî gihan armancên xwe…Niha ji me tê xwestin ko em bi pênûsê, bi zanîn û rewşenbîriyê, gelê xwe hişyar bikin, û pê şerê dijminê gelê xwe bikin. Em, dîrok, tore, folklor û rewşenbîriya xwe nasbikin û xwe bi cîhanê bidin naskirin… Bila zanîn çekê me be..”.
Bi van gotinên pir bi akam û hêja Mîr Celadet Alî Bedirxan ronaka xebatê li pêş wan vêxist û berê xebatê da pênûs û zanînê.
Şoreşger û welatparêzên mîna Celadet, Kamiran, Osman sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Qedrî can,…û hwd. Riya xebata wêjeyî û rewşenbîriya kurdî qelaştin. Bi hest û ramaneke kurdistanî bingehê kultûr û çandeya kurdên binxetê danîn. Ew hest û xebata wan ronakbîran, sînorê çêkirî di nav perçên kurdistanê de derbas kirin û têkilî û danûstendinên xwe bi perçeyên dî re ava kirin.

Kovara “Hawar”-ê, di 15-5-1932-an de der xistin, û pê re jî wêjeya kurdî, li binxetê, derbasî qunaxa wêjeya nivîskî û nûbûyî kirin nemaze jî piştî çapkirin û weşandina alfabeya latînî.
Bi piştgiriya Celadet Bedirxan apê Osman ji eniya şer û cengan cihê xwe di eniya rewşenbîriyê de, di rêz û benda pêşî de, bi pênûseke bejinbilind û hêja cihê xwe digre. Ne tenê wek nivîskar, helbestvan û wergêr belê wek hîmdar û rêveberê kovarê jî.
Lê apê Osman tim û tim çavê wî li rewşa ramyarî, şoreşgerî û xebata çekdarîyê digeriya. Ji ber liv û karê wî yê ramyarî gelek caran dihat giriftar kirin, lê ko dihate berdan dîsa vedigeriya kar û xebata xwe. Tucar çavê wî ji zindan û girtîgehan ne dişkest.
Di sala 1935-an de du caran li Libnanê tê girtin û ji wir hikûmeta Fransî wî surgûnî Afrîqayê (Girava Medexeşqer)ê kirin, lê ma ta bi sala 1936-an. Ji ber hin sedemên navxweyî di sala 1938-an de xwe dûrî komela Xoybûnê kir, çavên xwe li hin saziyên din ji kar û xebatê re digerîne. Her roj û her demên wî di bin girtin û di dijwariyê de derbas dibe. Gelek caran, heta bi gotina Osman Sebrî bi xwe, di jiyana xwe de (18) caran tê girtin û zîndanîkirin. Ne tenê li Tirkiyê û Sûriyê, li Libnan û Iraqê, ango li Mûsil û Bexdayê de jî di zîndanê de dimîne û (12) salan ji temenê xwe di girtîgehan de dibûrî ne. Lê ev zilm û zor, wî ji riya xebatê venagerîne. Wekî ku Cegerxwîn dibêje: (Ew – O.Sebrî- gelperestekî xurt e û bi dostê xwe re dost, dijminê xwe re jî dijmin e). Wî û çend kesên din komelek bi navê (Yekîtiya Xortan) li bajarê Şamê damezirandin û vê dawiyê xwe tevlî (Nadî Selah Eldîn ya rewşenberî) dikin, navê nadiya xwe guhertin kirin (Nadî Kurdistan) , kar û xebata van Nadiyan hînkirina xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî û geşkirina hestê neteweyî bû.

Piştî ko Sûriyê ji bin destê sîdariya Ferensa rizgar bû, alîkarî û piştgiriya Kurdan ji xwe re jibîr kirin. Hemû civat û libatên Kurdan hatin qedexe kirin.
Di sala 1949-an de heyamê desthilata Husnî Ze’îm Osman Sebrî hat girtin û pê re hat surgûn kirin û ew avêtin bajarê (Tudmir)ê, di wê demê de conta leşkerî li desthilata Hisnî Zeîm rabû û desthilat hate guhertin, bi wê guherînê re Osman Sebrî ji surgûniyê reha bû .Vegeriya Şamê û mala xwe barkir nav Kurdên Cizîrê, li dora du salan li bajrarê Dirbêsiyê dibe mamûr di mîra de. Bi biryara wezîrê hundir ew ji kar dûr dixin.
Di sala 1951-ê de li parêzgeha Helebê (Komela rewşenbîrî) hate damezrandin. Endamên wê komelê: Reşîd Hemo, Şewket Henan, Mihemed ‘Elî Xoce û Qadir Ibrahîm bûn. Armancên wê belavkirina rewşenbîrî û hestê neteweyî bû. Lê mexabin di wê salê de tev hatin girtin û komele têkçû.
Di sala 1953-an de Edîb Şîşeklî, Sûriya xist bin rejîmek leşkerî û bû serekomarê welêt. Bi hatina leşkeran zoreke mezin ket ser welat û gelê Sûriyê. Pir dirêj nekir bi destê hin efseran hate rûxandin û gelê Sûriyê ji zulm û zora wî hat reha kirin.

Di sala 1953-an de ‘Civata Yekîtiya xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê’ hate damezirandin. Damezirênerên civatê:
Mihemedê Mele Ehmed, Samî mele Ehmedê Namî, Evdilezîzê Elî Evdê, Derwêşê mele Silêman bûn.
Hêjayî gotinê ye ko evê Civatê û yên din tevan piştî damezirandina Partî (1957)-an xwe helkirin.
Di sala 1955-an de li bajarê Şamê li mala nivîskar Osman Sebrî komela (vejîna çanda Kurdî) (Encûmen) hate damezirandin. Endamên wê: Osman Sebrî, Hemîd Derwêş, Mecîd Hac Derwêş, Mihemed Salih hac Derwêş, Xidir Ferhan ‘Îsa û ‘Adil ji çiyayê Kurmênc û Se’ed (Se’do) Îbo bûn. Mexabin evê Komelê salekê dirêj nekir.
Di sala 1956-an de li bajarê Helebê Komela (Zanistî û alîkariya Kurd) hate damezirandin. Damezirênerên komela Zanistî û alîkariya Kurd:
Dr.Nûrî Dêrsimî, Rewşen Bedirxan, Hesen Hişyar, Osman Efendî û Heyder Mihemed Kinco bûn.
Di sala 1956-an de Apo Osman û Dr. Cemal Nebez bi hev re li ser peydakirina alfabeyeke latînî tekûz xebitîn û bingehê rêzana avakirina korî zanyarî kurd danîn. Lê mexabin bi çûna mamosta Cemal Nebez dervayî welêt re ew piroje li şûn ma.

Di sala 1957-an de li bajarê Şamê komela xwendekarên kurd li zangoya Şamê hate damezirandin. Endamên vê komelê ji kurdên Sûriyê û Iraqê bûn. Diyar e tu lebata wan nebû zû dengê wan vemirî.
Di sala 1957-an de Partiya Azadî li bajarê Qamişlo hate avakirin.
Damezirênerên partiyê: Seydayê Cegerxwîn, Mihemedê Fexrî, Mela Şêx Mûsê Şêxî û Mela Şêx Mûsê Qerqatî bûn.
Ji hêlek din ve, piştî şoreşa Yûlyo 1952-an li Misrê û hatina serok Cemal Ebdilnasir û şoreşa 1958-an li Îraqê dengê dozdarên neteweya Erebên neteweperest û nijadperest li herêmê pir bilind bû. Ji encama vî bayê neteweperest û gurbûna nijdperestiya Ereban, kurdan dest bi tekoşîna neteweyî kirin û ji bo pêkanîna mafê xwe yê dadimend kar kirin. Hestê neteweyî di nav kurdên binxetê de xurtir û geştir dibû nemaze piştî vegera nemir Barzanî ji Sofyêtê sala 1958-an û pêxistina agirê şoreşa 1961-ê li başûrî kurdistanê.

Di 14-6-sala 1957-an de partî hat damezrandin. Di destpêkê de navê Partî: ”Partiya Demokrat a Kurdistanê bû û yekemîn armanca wê ya giring rizgarkirin û yekkirina Kurdistanê bû.
Li vê dawiyê navê Partî guhertin;(Partî Demokrat ya Kurd li Sûriyê) û ji armanca rizgarkirin û yekkirina Kurdistanê hatin xwar. Bi ava kirina partiyê re qûnaxeke nû di civaka kurdên binxetê de dest pê kir. Her welatparêzekî kurd, xwe li dora partiyê di dîtin. Endamên komîta navendî ya partiyê ev bûn: Osman Sebrî, Şêx Mihemed Îsa, Hemîd Hec Derwêş, Hemzê Niwêran, Reşîd Hemo, Mihemed Elî Xoce, Xelîl Mihemed, Şewket Henan,..h,d.
Rewşa Sûriyê ji sala 1954- 1958-an de berî yekîtiya di navbera her du hikûmetên Sûriyê û Misrê de çêbibe, gelê Sûriyê di bin siya hikûmeteke welatî û perlemanî de, jiyaneke xweş di warê siyasî, civakî û wekhevî de domand. Lê dîsa jî gelê kurd ji hemî mafên xwe bê par bû.

Piştî yekîtiya herdû hikûmetan berî her tiştî, demokrasiya heyî û hukmê Perlemanê bi rejîmek diktator hat guhertin, û biryar bi helandina partiyan hat dan. Lê partiya Demoqrat ya Kurd û partiya qomonîst ya Sûrî ew biryara nehêlana partiyan red kirin û xebata xwe ya nependî berdewam kirin. Roj bi roj rewşa gelên Sûriyê ber bi nebaşiyê ve diçû. Di bin darê zor û setemkariyê de gelek welatparêz û xebatkar di bin îşkencan de hatin êşandin û kuştin.
Osman Sebrî ji wan girtinan bêpar nema, di roja 12.8.1960î de tevî Dr. Nûredîn Zaza û (31)[2] hevalên xwe tên girtin. Ji zindana Helebê berê wan dan Mezzê li Şamê man ta roja 20.2.1962an. Di vê girtinê de, pir nakokî di nav girtiyan de derketin holê. Hêjaye ko bi kurtî li ser vê girtinê baxivim:

Dadgeha parastina dewletê ya bilind a leşkerî bi serokatiya serbaz Derwîş Elzûnî û herdû endamên dadgehê serbaz Ednan Raxib û Ebdurehman Xefîr hat li dar xistin. Nûnerê cihgiriya giştî Yasîn Eragîlî bû. Li gorî nerîna dadgehê Osman Sebrî, Dr.Nûredîn Zaza, Reşîd Hemo û hevalên xwe.- Girtî tev -31- kes bûn-. gunehbarin bi gunehê ko ev girtî: (dixwazin perçakî ji erdê Sûriyê qut bikin û bi ser dewleteke biyanî ve ber din). Ji hêlekê din ve di dadgehê de li ser rêzan û biryarên partî hate rawestandin, gunehbariya herî giran ji pirsên dadgehê yên li ser rêzan û biryarên partî: (Ev partî dozdarê avakirina dewleteke kurdî ye) û ji armanca wê: (Rizgarkirin û yekkirina kurdistanê ye). Mexabin ji girtiyan gelek kes rêzan û biryarên partî neparastin û xwedî lê derneketin. Lê, Osman Sebrî li ber dadmendê dadgehê mîna lehengan rêzan û biryarên partî tev parastin û wekî parêzerekî serbilind bê şîvîşk û bivac qirrên û gelş di dadgehê de kir û ji armanc û biryarên partî û ji hebûna kurd û kurdistanê nehat xwar. Digel ko ew bixwe ne bi wergirtin û hildana wan biryarên Partî re bû. Digot: (Dema rêzan û biryarên partî hatin danîn ez ne bi van dîtin û biryaran re bûm. sîmbol û biryarên me hilgirtine ji gewdê me bi gelekî mezintirin, em nikarin dibin de rabin. Lê hevalan weha xwest. Li ber dadgehê heyfe li gotinên xwe xwedî derneketin. Digel ko ne baweriyên min bûn, lê, dîsa min ew parastin). Bi gotina hemû hevalên wî, apê Osman bi tena xwe di dadgehê de li rêzan û biryarên partî xwedî der ket û nemaze xwedî li her sê herêmên kurdî (Cizîr, Kobanê û Efrîn)ê wek perçên kurdistanê parastin. Ji hêla têkiliyên partî bi dervî welêt re dadmendê dadgehê jê pirsî:

– Hûn şaxekin ji partiya demoqrat bi serokatiya Barzanî ya li Îraqê?!.
-Na, em partiyek serbixwe ne.
-Tu wan çawa dibînî?.
– Xwedê hêz û xweşiyê bide wan.
Ji ber vê mêraniyê O.Sebrî du salan tê girtin û ji hevalên xwe tevan pirtir tê zindankirin.
Di destpêka meha sibatê sala 1962-an partî; (Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê) konfiransa xwe ya pêşîn li bajarê Şamê girêda. Osman Sebrî li vî konfiransî beşdar nabe; ji ber ko girtiyê zindanê bû.
Di destpêka sala 1963-an de konfiransa diwemîn li bajarê Qamişlo bê beşdariya apê Osman tê girêdan, ji ber ko apo ji ber hukûmetê xwe dabû alî çûbû Libnanê. Di vî konfiransî de wek endamê komîta navendî tê hilbijartin.
Di sala 1964-an de konfiransa siwemîn li gundê (Cim’ayê) bê beşdariya Osman Sebrî tê girêdan. Ji ber ko careke din ew û hinek hevalên xwe û kurê xwe Hoşeng li Helebê hatin girtin di 23-5-1964-an û di zindanê de mane ta bi dawiya sala 1965an.

Di 5-8-1965-an de partî konfiransê xwe li gundê (Cim’ayê) bi beşdariya endamên herêman, endamên şaxan û nûnerên komikan girêdide. Ûştê girêdana vî konfiransî ev bû; çareser kirina nakokî û aloziyên di nav partiyê de. Lê mexabin ev konfirans bo bingeha perçebûna partî û maka avakirina partiyeke nuh. Bi navê partiya çep ya kurdî hat naskirin. Careke din ji ber girtin û zindanê Apê Osman beşdarî vê civatê nabe, lê ew hemû biryar û pêşinyarên konfiransê erê dike.
Di sala 1966-an de li Qamişlo- gundê Hilêliyê bi serokatiya Apo Osman partiya çep kongirê xwe yê yekemîn girêda. Piştî kar û barê kongir bi dawî hat, Apê Osman berî dide bajarê Şamê, li devê rê û berî bighê bajarê Helebê tê gitin.
Di sala 1968-an de partiya çep konfiransê xwe yê diwemîn li bajarê Amûdê bi serokatiya Apê Osman girêdide. Lê mexabin di hundirê konfirans de pir nakokî di navbera Apê Osman û hin endamên rêvebir de diyar dibin. Piştî demekê pir kin-destpêka sala 1969-an e- Apê Osman li mala xwe rûdinê û nema tu karê partîtiyê dike.
Di sala 1969an de dadgeha dewletê biryar bi du salan Osman Sebrî bê zindan kirin da. lê wî xwe nespart destê wan û di 4/6/1969-an de berî da serxetê. Piştî du-sê mehan vedigere. Li vegerê tê girtin, di zindana (Qel’e) de li Şamê dimîne ta sala 1973-an.
Her ku di çû nakokî di navbera herdû partiyan (çep û rast) de germtir dibû. Heta nemir Barzanî bixwe, nikarî bû ew birîn derman bikra, û ji kongirê (Nawberdan) ji dêvla yekirina herdu partiyan, yeke sisiyan sala 1970-yî, di bin navê “Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê – Elpartî” de hate damezirandin[3].

Bêdiro, Osman Sebrî bi derd û kovan, xweşî û nexweşî, paşketin û pêşveçûna gelê xwe re dijiya. Radestî li ber narvînê nekirye, û xwe dîlê hêvî û lavlavan nedîtiye. Lewra digot:“ jîn berxwedan e”. Ango ûştê azadî û xoybûnê zor e. Zor nebe setem naçe. Bi lavlavan merov naghê armanca xwe. Belê, bi baweriya tekoşîn şana hebûnê ye bawermend bû, ji neçarî pişta xwe da xebata ramyarî û bi dilekî kuldar û xemgîn, di hêvî û gumana ko rojekê ji rojan wê roja azadî û serxwebûna kurdistanê hilê. Lê sed heyf û mexabin tim û tim ji kurdên xiniz, guhbel, nandoz, ezezîperest û nokeran piştkul bû. Di vî warî de digot: (diyar e, em bixwe kurd nikarin kurdistanê çêkin, di demekê de, wê hinek kurdistanê ji me re ava kin. Lê tirsa min ew e ko ew kurdistan bi destê kurdan xera bibe).
Di sala 1971-ê de hukûmeta Sûriyê nasnameyê jê dikşîne û her jiyana xwe tev di bin çavdêriya dewletê de derbas kir. Ji vê qûnaxê û pêde mala apê Osman li bajarê Şamê-taxa kurdan dibe mîna dibistana perwerde kirina kurdayetî û fêr kirina zimanê kurdî. Gelek xortên kurdan ji vê dibistanê hînî kurdayetî û rastnivîsandin û rastxwendina zimanê kurdî bûn. Ji hêlek din ve, bandora wî di warê rewşa civakî de li kurdên taxê baş diyar bû. Gelek aloziyên civatî çareser dikir û bi saya serê wî kurdên Şamê navên kurdî li zarokên xwe dikirin. Ew cihê bawerî û rêzgirtinê bû. Deriyê mala wî ji her kesî re vekirî bû.

Bi şanazî dibêjim: Ez yek ji wan xortên ko li ber destê wî hînî nivîsandina serbest û serwextî gelek tiştan bûm.
Di roja 11-10-1993an li bajarê Şamê-taxa kurdan koça dawî kir û li Cizîrê- Berkevirê hate veşartin. Hezar mihder li giyanê wî û hemû welatparêzan bibare û cihê wan buhişt be.
Hêjayî gotinê ye, di 09.01.1998-an de, sêmînerek ji aliyê hin wêjevan, rojnamevan, rewşenbîr û nivîskarên Kurd ve, li mala nemir Osman Sebrî, li bajarê Şamê pêk hat, daku bûyera buhartina 93-ê salan di ser roja bûyînê re, ya Osman Sebrî careke din were pîrozkirin, û avakirina şêwazekî rûmetiyê ji bo kesayetiya Osman Sebrî bête gotûbêjkirin. Pêşniyaza damezrandina xelatekê bi navê (xelata Osman Sebrî) yê nemir hat kirin. Ev pêşniyaz ji hemû beşdaran û rêvebirên şevînê hate pejirandin. Ev xelat dê her sê salan carekê ji bo kesekî ne Kurd were pêşkêşkirin, yê ko xizmet û xebatên hêja û giring ji bo gelê Kurd, di warê ziman, wêje, dîrok, huner, şaristanî, polîtîk yan mirovatiyê de kirine.
Xelata me perçeyek zêr e, wêneya nemir Osman Sebrî û sîmbolek (Xelata Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan) li ser e.
-Di 21.07.2000-î xelata xwe ya pêşî li bajarê Enqera me pêşkêşî Civatnasê navdar Dr. Ismaîl Beşikçî kir.
-Di sala 2004-an xelata diwemîn me pêşkêşî dosta kurdan Danyal Mitran li Parîsê kir.
-Di sala 2009-an xelata siyemîn me pêşkêşî dostê kurdan Dr.Munzir Elfedil li Siwêdê kir.
Osman Sebrî wek nivîskar, helbestvan û wergêr:

Bêgoman, rêjîmên şovenîst û dagîrkerên zordar digel talankirina dewlemendiya ser xak û bin xakiya welatê me, bi setemkariyeke mezin êrîşî ser ziman, tore, û folklora Kurdî dikin. Êrîşî ser dîroka şaristaniya hebûna wî dikin. Lê, herwekî xuya ye, ev armanc û mebesta wan heta niha neçûye serî û di dilê wan de bûye xem û kulek mezin. Ji bo em ji bin destên van rêjîmên şovenîst û setemkar derkevin, bi sedan serhildan, raperîn, şoreş û berxwedanên bi rûmet me dane; bê hejmar law û keçên xwe di vê riyê de gorî kirine. Ev şer, di warê parastina ziman, tore, û pêmayên Kurdî de jî, bi dijwarî dom dike, û roj bi roj, gûrtir û xurtir dibe. Ronakbîr, zimanzan, nivîskar, helbestvan û hozanên Kurd yên bi rûmet di nava vî şerê ha de, cihekî taybet digrin. Xebat û têkoşînek giranbiha didin. Pêwîst e, ku em vê xebat û tekoşîna hêja û giranbiha kêm nebînin û di vî beşê şerê tevgêra rizgarîxwaziya gelê kurd de, wan tenê nehêlin û ne zindîkuj û mirîperest bin.

Di nav Kurdên kurdistana rojava de, û bi taybetî piştî qûnaxa xebata malbata Bedirxaniyan, rûpeleke nuh di dîroka toreya Kurdî de dest pê bûye. Ew dîrok, bi çapkirin û weşana herdû kovaran; Hawar 1932-1943 û Ronahî 1942-1945-an, dest pê bûye. Ev qûnax, qûnaxeke zêrîn û pir dewlemend e. li ser destê Celadet Bedirxan û Dr.Kamîran Bedirxan û bi saya serê wan, gelek rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên mîna Osman Sebrî, Qedrî Can, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, E.Namî, Hesen Hişyar û…h.w.d, di wêjeya kurdî de hatin diyar kirin, û wêjeyeke nuhkirî, nuhbûyî û nûjen bixwe re vejandin.
Wêje mîna hemû heyîn û hebûnên mirovatiyê ye. Teqez afrandina mirov e. Azîn û rêzaniya xwe ji kûrahiya jiyanê werdigre. Hunerên wêjeyê haydarin bi can û bi rewan in. Li tevna sawêr, hest, sewdan û ramanên mirov ve divarqilin û lê dihingivin. Çi karê wêjeyê bi nivîsîna gotinê dest pê dibe û xêzik û rêzikan jiber dike. Karê wêjeyê ev e hunermandan hînî afrandinê bike; bê çawa ji karê xwe hunereke bêhempa û ferzende bihûne…wêje razek ji razên qeşengî û sipehîbûna hunermendê xwedî berhem e.
Dîroka wêjeyê bi dîroka zanîn û têgihiştina mirov ve girêdayî ye. Pêşketina miltan bi pêşveçûna wêjeyê girêdayî ye. Bêdiro, wêje çekek ji bo guhertina civakan, çêkirina mirovan û rewşa civatê ye.
Bêguman Osman sebrî xwediyê van baweriya ne, ji dibistana wêjeya jîwerî ye. Hemû berhemên wî helbest, çîrok û gotar vê gotina me bi cih dikin, naveroka hemû nivîsandinên wî li ser tekoşîn û gelparêziya kurdî ye, û di cîhana wêjeya jîwerî de digerin.

Berî her tiştî pir ji zimanê xwe-zimanê kurdî- hezdikir. Xwediyî şêweyekî serbixwe bû. Mamosteyekî rewanbêj û hoste bû. Bi wî zimanî derd û kulên xwe hest û ahînên xwe diyar dikir. Bi ziman û toreya kurdî serbilind bû. Ji qelsbûn û çilmisandina zimanê kurdî pir ditirsiya. Gelekî bala xwe dida rastnivîsandina zimanê kurdî, ew diparast û wek kelepora bav û kalan, di raman û kesîtî û derûna kurdî de pêşve dibir. Bi Celadet Bedirxan re di danîna Elfebeya kurdî -Latînî de beşdar bû, ya ko di hemû berhemên xwe de bi kar anîbû. Lê di danîna elfabeya kurdî-Latînî de xwedî pêşinyar û nerîn bû. Li gorî nerîna wî elfebeya Celadet pênc tîp jê kêm in. ango tîpa (‘p,’ç,’t,’k,’r) dengvedanê de hene, lê çima di elfebeyê de nîne!. lewra ewî elfebeya Tekûz weşand. Lê tevaya berhemên xwe li ser rêzana elfebeya mîr Celadet weşandiye.
Osman sebrî xwe pasevanê zimanê kurdî dibîne û tiliyên xwe li ser hin birîn û aloziyên nivîskaran datîne. Ji ber vê berpirsiyariya dîrokî dîtina xwe li ser wan kesên ko xwe di ser zimanê kurdî re dibînin û bi qurnazî zimanê biyanî diparêzin û bi zimanê kurdî naxwînin û naxwazin bixwînin. Di ser re jî, tew xwe wek xebatkar û zanayê doza kurdî dibînin. Lê ew qet ji wan bawer nake. Gotiye:

(Ziman zimanê me gişika ne?! Ne yê yekî an yê didiwane, gava ku em ji bo zimanê xwe bi xebitin em qenciyê bi xwe dikin. Lê heyfa yê ku heya niha bi ziman mijûl dibin gelekî kêm in). (Em miletekî bê ziman in. Anha pir xortên me hene xwendane,bi erebî jî xweş dizanin, dibêjin:( Em dê ji miletê xwe re xizmetê bikin..). Lê mixabin hînî zimanê xwe nabin, û ezê dê çawa ji wan bawer bikim…?!!).
Li vir diyar dibe ko Osman sebrî xwediyê wê nerîna ko dibêje: ziman ûştê nasnameya her wêjeyekê ye. Ango ziman nasnameya miletan e. bingehê vê nerînê ev e: berî her tiştî kurd bin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî biramin, bi kurdî binvisînin, bi kurdî bijîn û bi kurdî bimrin.
Osman Sebrî bi herdû awayên helbestê (serbest û kevneşop) nivîsandiye. Nivîsên wî yên helbestî, wek di (Bahoz) de, hezkirina welêt û rizgariya kurdistanê nîşan didin. Di derya helbesta nuhbûn û nûjeniyê de melevanî kirye. Mîna: Wefda kurdî, Bang, Ho xort, Jan û Bersiva Hoşeng…hwd. Ji hêlekê din ve pir dilê wî bi helbesta kevneşop ve girêdayî ye, helbestên xwe bi kêş û bare dihûne û bi kok û rehên wê yên resen ve girêdide û ji êmîş û kaniyên welatê xwe vedixwe. Bi taybetî ji derya melayê Cizîrî –mîrê helbesta kurdî- û Ehmedê Xanî- bavê ramana neteweya kurdî- vexwariye. Gelo çewa û kengî apo Osman dest bi helbestê kirye. De em bi hev re guhdarî li gotina wî bikin: (Piştî hinekî mezin bûm mêldariya şîîrê li nik min çar bû, û min gelek şîîr ji ber kirin. Lê mixabin ku ji dîwana Melayê Cizîrî û Mem û Zîna Ehmedê Xanî pêva şîîrên kurdî li nik me tunebûn, ji ber vê yekê min şîîrên tirkî yên siyasî dixwendin. Bi şopa ku wan şîîr û çîrokan di canê min da hiştibûn bi hêsanî berê min ketibû rê ya têkoşîn û gelparêziyê. Bi vê baweriyê tevî ku ne şair bûm, min berî da nivîsandina şîîrê).

Osman Sebrî, li ser helbestvaniya xwe weha dibêje: “Qet tu caran nedifikirîm ku helbestên xwe berhev bikim û bikime dîwan. Ji ber ku berî her tiştî ez xwe helbestvan nabînim. Lê tiştên ez dinivîsim dema ku ji aliyê mirovên welatparêz û şoreşger ve tên xwendin, kêfa min tê û ez dilxweş dibim. Ji bo vê sedemê jî dem û dem ez helbestan dinivîsînim. Heger helbest û çîrok ji bo hişyarbûna gel bên nivîsîn, dê ciyê xwe di tevgera rizgarîxwaz a demokratîk de bigirin, û dê rola xwe ya pêşketî bilîzin. Min jî hewl da ku ev rol bête lîstin hemî berhemên xwe nivîsîne.”
Gelek helbestên Osman Sebrî, bi terzekî marş, xweşxan û bi awayê şoreşgerî hatine nivîsîn û ji alî gelek hunermendan ve jî hatine gotin. Mîna: Ala rengîn, Marşa felatê û Marşa xortan….hwd.
Ji hêlekê din ve ewî zarok û mendalên kurdan jibîr nekirye û ji bo wan çend helbestên bedew afirandiye. Mîna: Siyamend, Lewend û Tavîn..
O.Sebrî rexnê li pirnivîsandina helbestan linik nivîskarên zimanî kurdî digre; Bê çawa piraniya nivîskarên kurd dest bi nivîsandina helbestê kirine, û dûrî nivîsandina kurdî ya serbest mane. Digot: (Gelek ji xortên me çavê xwe berdane nivîsandina helbestan,ev ne tiştekî hêjaye, divê nivîsên rastesere –pexşan- bêne nivîsandin. Belê helbest tiştekî ji edebê ye, lê ne tevaya edebê ye. Di vê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe binivîsîne, lê nizanim hemû ji min re helbestan çêdikin…).

Osman Sebrî, ji bilî helbest û çîrokan gotarên siyasî jî nivîsandine. Gotarên wî di kovara Hawarê de rêzên (Derdê me) çareserkirina pisgirêkên civaka kurdî diyar dikin. Lê gotarên wî yê herî bilind wek gotarên li ser nêçîrê, çiyayên Sasûnê, Agirî, Mirdêsan, rola jinan û sincî, hwd… bi awayekî dewlemend û pir bi nirx hatine nivîsandin. Osman sebrî di bin bandora wêjeya jîwerî de maye û li ser wê şopê berhemên xwe şopandiye, ewî gotiye: (Şîîr û çîrok heke bi awayê rênasî bên nivîsîn dikarin rûmeta têkoşîn û gelparêziyê di peyayên xurt û hêja da vejînim).
(Tomas Biwa gotibû: ko Osman Sebrî bi ristik û çîrokên zaravayên kurmancî yek ji pêştirîn û zanatirîn nivîskara ye).
Çîrokên wî yên kurt wek di (Çar Leheng) de, qehremaniya kurdan û berxwedana wan li kurdistanê ji bo azadiyê didin xuyakirin. Helbest û çîrokên wî li ser dehbeyan hemû serpêhatî û huner in, yên ku di nav cemawerê kurd de ji nifşekî derbasî nifşekî din bûn. Mîna: Dîk û rovî, Gurê pîr, Roviyê jîr, Tevdîra mişkan, Roviyê ker,Quling û Serê şêr…
Osman Sebrî xwe nivîskarê çîroka kurt ne ya dirêj dibîne û bandûra nivîsandina çîrokê kengî û çewa lê diyar kirye, ewî bixwe gotiye: (Di biçûkaniya xwe de min ji çîrokan hez dikir. Çîrokbêjek li kû bûya min dişande pê tanî, an diçûm nik wî ji bo guhdariya çîrokên wî bikim, nemaze çîrokên lehengan ên efsaneyî. Herçî çîroka kurt hinekî bi min re derdikeve, lê a dirêj ez ne peyayê wê me. Rojekê ji rojan nehatiye bîra min ku bikaribim bi kirek holê hêja rabim.).
Wêjenasê Kurd Prof. Qenatê Kurdo, di kitêba xwe ya Tarîxa Edebiyata Kurdî de Osman Sebrî, weha dide naskirin: “Li paş Cegerxwîn şêrê serê çiyayê Kurda yê duwemîn Osman Sebrî ye. Di rewşenbîrkirin û şerê xwenaskirina Kurdan de gelek roj û salên giran li pêşiya wî mêrî bûne. Lê ew îş û karê xwe de ji riya xwe venegeriyaye, xebitiye, şer kiriye, bo xatirê serxwebûn û azadiya neteweyê Kurd.”

Osman Sebrî giringî û pêwîstiya karê wergerandinê mîna Celadet Bedirxan, Qedrîcan, Kamîran Bedirxan û Nûredîn Zaza haydar dibe û bi wergerandina her karekî re armancek temîz û bilind dibîne. Armanca wî ya sereke; sûdê ji çanda miletên dî bê dîtin, zimanê miletê Kurd pê zengîn û dewlemend bibe. Ez bawerim bê çiqas ew bi zimanê kurdî zîrek û têgihiştî bû, wehareng e di zimanê erebî de jî xurt bû. Lê qet carekê jî bi zimanê erebî nenivîsî ye.
Ewî çend berhemên hêja ji zimanê erebî wergerandiye zimanê kurdî û di kovara (Hawar û Ronahî)yê de belav kirye, mîna:- Tarîxa Kurd û Kurdistan, -Dîroka jîna Napilyon,-Ezdî û Ola û Dîroka Jîna Selah Eldîn…
Berhemên Apo Osman Sebrî yên çapbûyî ev in:
-Elfebeya Kurdî: di sala 1954an de.
-Bahoz: di sala 1956 an de.
-Derdên me: di sala 1956 an de.
-Elfebeya Tekûz: di sala 1982an de.
-Çar leheng: di sala 1984 an de .
-Di sala 1981-ê de li almaniya komek helbestên wî ji rex buhiştî Hemereş Reşo ve hatiye çap kirin û belav kirin.
-Di sala 1998-an de li Istenbolê komek ji helbestên wî ji alî A.Balî ve hatiye çapkirin û belav kirin.
-Şerê Sasonê di sala 2005-an de ji alî min ve hatiye komkirin, çapkirin û belavkirin.
-Bîranînên Osman Sebrî ji alî min ve bi herdû zimanan –kurdî/2005 û erebî/2001- hatiye komkirin, çapkirin û belavkirin.

-Romana Dê, ya M.Xorkî. ji zimanê erebî wergerandiye zimanê kurdî. Lê mexabin bi dawî naniye. Destnivîsa wê linik min heye.
Serencam:
Bêgûman, heyvanê mêranî û zanebûnê bi hev re di mirovekî de li hev nagerin û ne tên meyandin. Rêzgirtin û mezinahiya nemir Osman Sebrî ji ber van herdû xalan tê; ne tenê navekî di meydana têkoşîn, xebat û şer û cengan de geş û navdar e. Belê mirovekî zana, rewşenbîr û nivîskarekî gewre ye. Ango ne mirovekî normal e.
Navê wî bi qûnaxeke pir giring ji dîroka gelê me ve hatiye girêdan.

Ji dema raperîn û serhildanan ta bi dema rûxandin û şikestinan dirêj dike. Di dema ko li seranserî Kurdistanê ‘ewrên reş û tarî, kuştin, talankirin û herifandina hêviyên Kurdan bû. Ew qet cangiran û bêhêvî nebû di hilgirtina ramana şoreşgerî û baweriya bi çek û bi tekoşînê bawer bû. Çewa xebatkarekî bi çelengî, mêranî, lehengî û serbilindiyê ve hatiye nasîn. Wehareng e di meydana rewşenbîrî, ziman û dîrokê de jî bejin bilind bû. Dema hilgirtina çek pêre nebû heval, û gelek hevalên wî xinizî û radestî kirin û pişta xwe dane xebatê, ewî dest avête pênûsê û mîna çekekî li hemberî dijminê gelê xwe bikar anî. Bi çekê zanînê bandûreke mezin li civaka gelê xwe kir û bi roleke sereke di hişyariya hestê neteweyî linik Kurdan rabû. Bi Ramaneke azad û baweriyeke xurt tirseke mezin di dilê dijminê gelê xwe de çand. Ji ber vê rastiya xwe linik mirovên pergîr û kêsbaz bi mirovekî tundar dihat naskirin.
Di her qûnaxekî de lehengek, an zanayeke gewre ji nava miletekî der tê. Apê Osmên leheng û zanayê dema xwe bû. Di meydana rewşenbîriyê de ronakbîr û torevanê gelê xwe bû. Di xebatê de mirovekî rastgo û xwediyê peyva xwe bû. Tekoşerekî sondxwarî bû. Qet radestî û serşûrî di ferhenga jiyana wî de nebû. Di jiyana xwe de, hertişt gorî û qurbanî kurdayetiyê dikir. Zanyariya xebata wî di van çend gotinan de tê ravekirin; (Herçî bi zorê hat standin, bi zorê tê vegerandin). Jiyaneke serbilind, û mirineke bi rûmet dixwest. Wî digot: (Serê ko bête danîn, tucar nayê hildan), (Bi qelsî kes nebûye xwedî rûmet û şan). Di vê meydanê de ew xebatkarê yekaneyê bê hempa bû. Wî digot: (Xebatkarê rast, divê ji sê tiştan ne tirse: ji birçîbûnê, ji zindanê, û ji mirinê).
Qamişlo-9-5-2012

Çavkanî û jêder:
–Bîranînên Osman Sebrî– bi zimanê Erebî-komkirin û wergerandina: Dilawerê Zengî û Horamê Yezdî, pêşgotina: M.Dawidê Zeynê-2001.Libnan. çapxana Emîral.
–Bîranînên Osman Sebrî. Komkirin û amadekirina Dilawerê Zengî, Beyrût-2005. Bi zimanê Kurdî,çapxaneya Emîral.
–Ji Toreya Dozê, danhev û amadekirina Dilawerê Zengî û Ehmed Şehab. Elmanya-2011. Bi zimanê Erebî ye. Çapek taybet.
–Bînahî, Dilawerê Zengî. Beyrût-2011. Bi zimanê kurdî ye. Çapxaneya Emîral.
-Dîtin û hevrû yên min î taybet bi nemir Osman Sebrî re. Naskirina min pê re ji (1983-1993) dirêj kirye.
–Dîwana Osman Sebrî. Berhevkar: A.Balî. Stenbol-2004.Weşanxana: Pêrî.
–Kovara Hêvî, hejmara 7-an, sala-1990 / Parîs.
[1] -Dema Ingilîzan xwestin Osman Sebrî radestî turkan bikin, vêca ew ji Mûsilê ber bi Şingalê ve birin. Di wê çûnê de, du rêvingên êzîdî pê re li otobosê siwarin. Danûstendin di nav wan û Apo de çêdibe. Rewş û sedemên giriftariya O.Sebrî baş nas dikin. Herdû rêvingên êzîdî hawara xwe digihînin xunkarê çiyayê Şingalê (Hemê Şero û lawê wî Xwedêda) û serpêhatiya girtina Apo ji wan re diyar dikin. Xwedêda lez bi lez xwe digihîne ingilîzan û ji wan dixwaze ko Apê Osman radestî turkan nekin û wî berdin. Di nav bera dibe û nabe de.. Xwedêda dibêje: Eger hûn O.Sebrî berdidin berdin hûn bernadin wê xwîn li çiyayê Şingalê biherike. Bi saya van lehengên çiyayê Şingalê, O.Sebrî ji dest Ingilîzan reha dibe.

[2] – Di roja şemiyê 5-12-1960-î de li bajarê Şamê -dadgeha parastina dewletê ya bilind a leşkerî hat girêdan. Dadgehê li hemberî van girtiyan da’wa vekir: 1-Elreqîb Muhemed Elî Heso ji Qamişlo, 2-Nûredîn Zaza Sebrî ji Dîmeşqê- Ezbekiyê, 3-Reşîd Hemo ji Efrînê, 4-Ebdilmecîd Çaçan ji Qamişlî-Tirbesipî, 5-Osman Sebrî ji Dîmeşiq- Şêx Mihyedîn, 6-Ehmed Henan ji Efrînê,7-Seyid Muhemed Reslan ji Efrînê, 8-Kemal Cemîl ji Efrînê, 9-Umer Mustefa ji Kobanê,10-Hesen Ebdo Osman ji Efrînê,11-Muhemed Ehmed Elehmed ji Qamişlo, 12-Mehmûd Şewket ji Efrînê, 13-Xelîl Umer –leşker e- ji Efrînê, 14-Şewket Husên, 15-Muhemed Elî Ehmed ji Helebê,16-Mustefa Ibrahîm Mustefa ji Kobanê, 17- Umer Ebid Kurdî ji Helebê,18- Hesen Xelîl Yûsif ji Helebê, 19-Nihai Ce’fer ji Efrînê, 20-Muhemed Xelîl Yûsif ji Qamişlo, 21-Mustefa Hesen ji Efrînê, 22-Muhemed Elî Şêx Osman ji Efrînê, 23-Mehmûd Salih Baqî ji Kobanê, 24-Ehmed mele Ibrahîm ji Kobanê, 25- Ebdulqadir Kurdî ji Dêrikê, 26-Muhemed Samî (….) ji Qamişlo, 27-Ken’an Egîd ji Dêrikê, 28-Newaf Nayif Mustefa ji Qamişlo,29-Ebdullah Salih ji Eyndîwar, 30-Umer Mustefa Ferzat ji Dêrikê,31-Sadiq Muhemed Mîrza ji Qamişlo.

– cihgirê giştî yê dadgehê di biryara gunehbarkirinê de- doseya wan heft rûpel in- ji her Sêsde girtiyên pêşî re zindankirina timî –muebed- xwest, û ji hejde -18- girtiyên mayîn re di navbera pênc -5-sala ta bi bîst -20- salan zindankirin xwest.

– li ser vê mijarê ji bo agahiyên pirtir li vê pertûkê vegere: -Ji Toreya Dozê, danhev û amadekirina Dilawerê Zengî û Ehmed Şehab. Beyrût-2011. Bi zimanê Erebî ye. Çapxaneya Emîral.

[3] -Di sala 1972-an de konfiransê xwe yê yekemîn girêdan.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Welatê Amerîkayê

Niştecihên Amerîkayê bi piranî Ewropî, Rojhelatên Dûr, Afrîkî û ji Rojhilata Navîn pêk tê. Ev komên etnîkî di 500 salên …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !