(EVDILEZÎZÊ SIMÊ)

JİYANA EVDILEZÎZÊ LEŞKER – (EVDILEZÎZÊ SIMÊ)

 Bahadîn Robar

Evdilezîzê leşker an jî bi navê xwe yê din Evdilezîzê Simê di sala 1929’an de li gundê Mezraya girêdayî Dêrika Hemko ku nêzîkî gundê Endîwerê ye û bi qasî 7-8 km’yan dûrî Cizîra Botanê ye ji dayîk bûye. Ew lawê Mihê û Xezalê ye û bi giştî 7 xwîşk û bira bûne (4 keç û 3 kur). Ji malbata wî re dibêjin; Mala Simê. Simê bapîr ango kalikê Evdilezîz e. Peyva “Leşker” jî ji hêla kurdên Bakûr ve, ji ber ku demek dirêj pêşmergetî kiriye jê re gotine “Evdilezîzê Leşker”.Ji ber ku navê bapîrê wî Smayîl e, Kurdên Rojava jî jê re gotine “Evdilezîzê Simê”. Her wiha navê bavê wî Mihê ye, lewre Kurdên Başûr jî jê re gotine “Evdilezîzê Mihê”.

Malbata wî li derdora salên 1800 -1820’î ji Başûr yanî ji derdora Zaxoyê hatine Botanê gundê Deştdalê yê girêdayî Cizîra Botan ku bi qasî 4 km’yan dikeve rojhilatê Cizîrê. Bapîrê Evdilzîzê Leşker, yanî Simê dema ji Zaxo tê Cizîrê bi eşîrên li herêmê ne peywendiyê datînin û bi taybetî bi eşîrên Batû û Kiçan re têkilî û dostaniyê datîne û li nêzîkî Cizîrê gundê Deştdalê ava dike û dibe xwedî erd û zevî. Ew bi qasî 80-100 salan li Deştdalê mane. Li ser êl û eşîra Evdilezîzê Leşker gelek gotin û niqaş hene. Lewre hinek dibêjin; ew ji gundê Berê Mirê yê herêma Gabar e, yanî çiyayî ye. Gelek kes û aliyan ew weke ji eşîrên Kiçan, Batûyan û Xêrikan dihesibandin.

Min jî ev angaşt hemû lêkolîn kirin. Di encamê de ez gihiştim vê encamê. Gotina Ebûbekir Yagarcik (Ebabekirê Cango 85) ku ew mamê min e li ser dîroka eşîr û gundên derdorê xwediyê gelek zanyariyan e, dibêje; Malbata Evdilezîzê Simê ji eşîra Kiçan e û ji bavikê Malbatî ye. Dema min ev rewş ji kurê Evdilezîzê Leşker (Hişyar Evdilezîz 53) pirsiyar kir û gotê; gelo rast e malbata te ji eşîra Kiçan e? Wî got; “Tişta ez dizanim berî kalikên min li Cizîrê niştecih bibin, jixwe li Başûr yanî li derdora Zaxo dijiyan. Dema ew hatine Bakûr ku wê demê dewleta Osmanî serwer bû, dibe ku kalikên min xwe li eşîra Kiçan girtibin û di hundirê 100 salan de xwe Kiçî (ji eşîra Kiçan) pênase kiribin. Lewre hezkirineke bavê min ji bo eşîra Kiçan hebû”.

Yanî bi kurtasî ew ne ji eşîrên Botanê ye, bes bi qasî 100 salan li derdora Cizîrê li gundê Deştdal mane û bi qasî 50 salan jî Mezra û Endîwera ku nêzî sînorên Cizîrê ye mane û bi Kiçan re bûne yek, jixwe gundê Baziftê ku niştecihên wê ji eşîra kiçan in, bi qasî 4-5 km’yan nêzî Endîwerê ye. Dibe ku bi awayê zewacê bûbin xizmên hev û bi vî awayî weke Kiçî hatibin hesibandin. Ew zêde ne girîng e.

Kurê Simê (Smayîl) Mihê ango bavê Evdilezîz ji ber hin nexweşiyên di nava gundê wan de rû dane di destpêka salên 1900’î de gundê xwe terk kirine û derbasî aliyê rojavayê Dîcleyê yanî Binxetê bûne. Cara yekem ew li gundê Mezrayê bicih bûne. Bi qasî 40 salan li gundê Mezrayê jiyane û Evdilezîz li wî gundî ji dayîk dibe. Piştre ji wir jî bar dikin û diçin gundê Endîwerê û salekê li wir dimînin. Piştî ji Endîwerê derdikevin mala xwe dibin gundê Kanîkerkê ya girêdayî Dêrika Hemko û bi qasî 4-5 salan li wir dimîne. 

Herî dawî di sala 1949’an de Evdilezîzê Leşker derbasî Başûr, bajarê Mûsil navçeya Zêmarê gundê Kelhê dibe û li wir niştecih dibe. Li wir dikanekê dadimezirîne û heta roja ku hatiye girtin weke dikandar kar kiriye. Di sala 1950’î de li gundê Kelha Mîra jineke Hesinî ya ji heman gundî ku navê wê Wetha Mihemed e re dizewice û bi giştî 11 zarokên wî ( 6 keç û 5 kur) çêdibin. Di sala 1961’ê de Evdilezîzê Leşker ji hêla rejima Iraqê ve tê girtin û du salan di zindana Mûsilê de dimîne. Dema ji zindanê derdikeve di heman salê de yanî di sala 1963’yan diçe beşdarî şerî dibe û dibe pêşmerge. Vê carê dîsa mala xwe bar dike û diçe gundekî din ê Mîra yanî gundê Welîd. Piştî 3-4 salan li gundê Welîd dimîne ku wê demê ew pêşmerge bû, hikûmeta Beasê mala wî dişewtine. Evdilezîzê Leşker careke din mala xwe bar dike û diçe herêma Sindiyan a bi ser Zaxoyê ve û li gundê Sinava bicih dibe. Piştre li gundê Newala Silêman û li gundê Dehlikê dimîne. Ew pêşmergetiyê dike û malbata wî jî li wan gundên li herêma çiyan dimîne.

Di sala 1975’an careke din şoreş têk diçe û Evdilezîzê Leşker malbata xwe yanî zarok û hevjîna xwe dibe Îranê, li bajarê Yesê bicih dike û dîsa vedigere çiyayan û pêşmergetiya xwe didomîne. Ew di heman demê de fermandarekî mezin yê pêşmergeyan e. Malbata wî 16 salan li Îranê li bajarê Yesê dimîne. 

Di sala 1991’ê careke din bi alîkariya hêzên Emerîkî û hevpeymaniya navdewletî Sedam Hûsên têk diçe û malbata Evdilezîzê Leşker ji nefiyê yanî ji Îranê vedigere Zaxo û li wir jiyana xwe didomîne. 

Evdilezîzê Leşker di temenê xwe yê biçûk de yanî 4-5 saliya xwe de stran stiraye. Li gorî ku wî ji kurê xwe Hişyarî re gotiye bavê wî Mihê û mamên wî her wiha birayê wî yê mezin jî dengbêjên navmalî bûn. Ji malbata xwe ya nêzîk re stran distiran. Cara yekem wî stran ji dengê bav, mam û birayê xwe guhdarî kiriye. Evdilezîz van stranên ku ji bav û mamên xwe hîn dibe, ji xwe re dem deman distire. Bavê wî lê tîne der ku ew ji dengbêjiyê hez dike û stranan distire. Dema koçk û dîwana zilaman rûdine û stranan distirin bavê wî gazî wî dike û dibêje; Evdilezîz were stranan bistire. Evdilezîz jî gelek biçûk e, lewre şerm dike li pêş çavên guhdaran ve stranan bistire, berê xwe dide dîwarî û pişta xwe dide guhdaran û bi vî awayî stranan distire. Dema bavê wî û guhdar wî wisa dibînin pir keyfa wan jê re tê û wî hembêz dikin.

Piştî wê rewşê Evdilezîz jî dikeve nava hewldana naskirin û guhdariya dengbêjan. Cara yekem ew gudariya dengbêjekî ku me nekarî navê hîn bibin yê her dem dihat cem bavê wî û dîwana stranan datanî guhdarî dike. Dengê Evdilezîz gelek xweş e û zelal e. Gewriya wî paqij herîkbar û nerm e. Stranan bi awayê ku heçko mirov rûn bihelîne wisa nerm û zîz distire. Wî gelek ji dengê Kewîs Axa, M.Arif Cizrawî û dengbêj Mela Xelîl ku ji eşîra Mîra bû hez dikir. Dema ew li herêma Zêmarê ye ji bo dengê xwe di şelîtan (band, plaq) de tomar bike diçe Bexdayê. Li wir M.Arif Cizrawî nas dike û pevre hevaltî û dostaniyê datînin. Li Bexdayê di pişka radyoya kurdî de 3 bandan ji dengê xwe çêdike. Her wekî din wî bi xwe jî 2 bandên din ku stranên cuda tê de stiraye tomar kiriye. Bi dehan stran stiraye. Strana “Le Mino” ji hêla gelek dengbêjan ve hatiye xwendin bes herkes bi şêwe û guhertoyên cuda dixwînin. Min jî ev stran ji dengê Evdilezîzê Leşker guhdarî kir û ji bo we li vir nivîsand. Kerem bikin.

LE MINO

Hay haaay hey haaaay aaay haay oooy 

 Ay lêlê hay lêlê hey lêlê ez evdalekî xwedê

Çendî nazik û nazdar im, ey lê li ser çil çar nazenîna

Ez ê nizanim naziya xwe li kê kim le mino oooy

Aay haay lê hey lêlê erê dayîk rebenê min ne dê ye

Ez ê li dê kim, min ne bab e ez ê li babê kim

Ez ê biçim serê hewalekî va yê bilind bisekinim

Ey lê herdu destê xwe bi raberî Xwedê kim le mino ooy

 

Çi bikim vî zalimî zalim bêbabî darikî li zendanê min ê

Zî hene dabû ey lê gustîlka min ê qîmetî tiliya min 

şikandin xizêmê zêrî ji bêvilê min firandin

Ez evdalekî xwedê nizanim piştî vî qasî qîtana

qere poşîkê çi lewnî çi terzî girê b’dim 

Ey le mino lo lo lolo ey de rabe xizêmşorê 

ey lê te ez helandim

Ayyy hêhêêê êêê ey lê dilê min evdalekî xwedê çendî

li ber hewl û welayê, ay lê îro serê sê şevan û sê rojan e

bejnika bilind dêmanî sorgulî çavê reş û belek

girtibû tayê le mino ooo

Em ê rabin beranekî bînin, bikin xêra şêx Evdilqadil

ax lê axa şêxê li Bexdayê le mino ooo

Ey lê belkî ji bejnika bilind, ji dêmanî sorgulî

ji çavê reş û belek rêke fereceka şefayê hey le mino ooo 

Hey de rabe te xizêmşorê heylê li mala minê

Ayyy heey heeey aylê li min pîrepehîzok e 

Li min evdalekî xwedê lezê lez daba ey lê min nekirî

Karûbarê hersê mihikê zivistanê le mino ooo

Hewalê jorî dixwaze ji mijê ji moranê

Deştika Bişêriyê ey lê dixwazî tavike reşî hûr baranê

Ey lê kurikî sê denga li keçikê dikir gazî 

Te malî li ne l’malo, ay lê heta war û warkozên me

li warê biharê te deng nekir, çi b’kim

ji îro pê de mehelê dev ji hev berdane

ay lê êl û erbanê mala babê min giran in danîne

ser war û warkozên zivistanê 

ey lê bila ji xêreka xwedê re w’ez evdalî xwedê

wartîkî vartîkî polê ey lê min ji ber hewtîna 

tajî û tolê Mihemed begê xwe bavêta hewuda kevir zemanê

hey lê mino ooo hey de rabe te xizêmşorê ey lê li mala min ê  

…….

Evdilezîzê Leşker ji bo dengbêjên Botanê weke dibistanekê bû. Herkesî dixwest bibe dengbêjek mîna Evdilezîzê Leşker. Dema min ji bo vê pirtûka di destê we de lêkolîn dikir û bi dengbêjan re hevpeyvîn dikir gelek dengbêjan gotin ku wan gelek ji dengê Evdilezîzê Leşker hez kirine û ew mane di bin bandora dengê wî de. Dengbêjên mîna Fadil Cizîrî, Cemalê Mihê û gelekên din li ser şopa Evdilezîzê Leşker dengbêjî kirin û alaya wî hildan jor heta roja ku wan jî da pey wî û ji vê cîhanê koç kirin û çûn ser dilovaniya Xwedê. 

Evdilezîzê Leşker di 15’ê miha tîrmeha sala 2003’yan de li Zaxoyê ji nav me bar kir û çû ser dilovaniya Xwedê.

 

Hin Stranên Evdilezîzê Leşker Distira

  1. Kelha Xursê
  2. Heyran Jaro
  3. Le Mino
  4. Hosta Henê
  5. Siwaro
  6. Sînem
  7. Êvar e
  8. Xezalê
  9. Evdal Begê
  10. Hesamê Axê

 

Çavkanî: 

  • Antolojiya Dengbêjên Botanê- Bahadîn Robar
  • Hişyar Evdilezîz, lawê Evdilezîzê Leşker
  • Ebubekîr Ya»arcik 85 salî, rûspiyeykî herêmê

Bernamegeh /  bernamegeh@gmail.com                                                                                                                                                                                                                          

Lê Binêre

Sofîtî

Di Îslamê De Sofîtî

Sofîtî an tesewwuf an ′′′sofîgerî′′′ rêbazek ji rêbazên Îslamî ye. Li goreyê sofîtiyê benî anko ebidê Xwedê dibê bi rêya îbadet anko …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !