Nûreddîn Zaza

Jiyana Nûreddîn Zaza

Nûredîn Zaza (z. 1919, Maden − m. 7’ê kewçêrê 1988, Swîsre) nivîskarê kurd bû.

Nûredîn kurê Yûsiv ji malbatek welatparêz û milletperwer bû. Di sala 1919an da li Madenê nêzîkî Diyarbakir hat ser rûyê dinê. Malbata wî tevlî şoreşa Şêx Seîd bûn, ji bo wê yekê bav û birayê wîDr.Nafiz hatin girtin. Piştî berdana wan bi birayê xwe re hate binxetê temenê wî nêzîkî heft sal bû. Li Qamişlo cih girtin.

Dr Nafiz bijîşk bu û Nûredîn dixwend ta ku diploma bekalorya yê sitand û çu Kurdistana Îraqê û li Bexdayê hate girtin. Piştî berdana wî berê xwe da Libnanê û xwendina xwe ya Zanîngehê xilas kir. Paşê çû Swîsre û xwendina bilind(dektora) di ilmê civakî de di sala 1956an da sitand. Dema ku xwendina xwe li wir dikir têkiliyên wî ji milet qut nebûn û komela xwendevanên kurd li Ewropa çêkir. Careke dîn vegeriya Sûrîya û piştgirîkir di damezrandina partiya dimoqratên kurd li Sûrya û ev partî ji aliyê Hemîd Derwêş, Hemze yê Niwêran û Osman Sebrî di 14.6.1957an da hat damezrandin. Piştî salekê ji damezrandinê, tevlê bû û ew bû serokê partiyê. Dema ku rewş li Sûriya nexweş bû di sala 1960an da hate girtin. Di gotina xwe da ku dabû Dadvanê ewlekariya dewletê gotibu (…divê ku hûn zanibin rastiya hebûna miletê kurd li ser qada xwe li bakurê komara Erebî ya yekbûyî, ji mêj ve ta niha bi biraderê xwe yê Ereb re ,ew miletekî xwedî ziman û folklor û kevnetorekî taybete…û girêdana wî bi van tişta nebû ye cihê jihevçûnê û nexweşiyê di nav bera kurd û Ereb de..). Di sala 1962an da wek nûnerê partî yê, bi xurtî tevlî Hilbijartina parlamentoyê bû. Lê, ji ber ku lîstik û planên hêzê dewletê ew serneket. Di sala 1963an da ew û Cegerxwîn hatin dûrxistin.

Nerînên Dr.Nûredîn yên pêşketî û zanistî, di wê demê de dûrbûnek di navbera wî û gelek hevalê wî yên xebatê de çêkir. Mamosta Hemîd li ser vê yekê dibêjê (komîta navîn biryarek hişk di derheqê Dr.Nûredîn de sitandin, dûrxistin ji partî û şerê wî dinav millet de kirin ,..bi wê yekê mirovkî welat perwer tune kirin, wê gelek xizmet ji partiya me û tevgera kurdî re kiriba. ew beryar bû sedema sereka ku Dr.Nûredîn ji Sûriya derket ..). Di sala 1967an da vegeriya Turkîyeyê û di sala 1970an da çu Swîsre yê û di 7.10.1988an da jîyana xwe li vir ji dest da.

Xebata wî ne tenê di warê siyasî de bû. Ew li Sûriyê xwe digihîne Celadet Bedir-Xan û di kovara Hawarê de dest bi nivîsandina kurteçîrokan dike. Memê Alan bi tîpên latînî çapkir, Şivanê Kurd ya Erebê Şemo wergerand û pirtûkek bi navê bangek ji bo miletê kurd di sala 1982an da derxist. Di gelek rojname û kovaran de nivîsand.

Wî bi navê

  • Şerê Azadî
  • Ma vie de kurde
  • Memê Alan
  • Keskesor (di nav weşanên Nûdemê de derket û weşanxanê ev nav li kitêba wî a kurteçîrokan kiriye)

Çar kitêb nivîsandine û hinek nivîsên wî ên ku nehatine weşandin jî hene.

Cegerxwin li ser Nûredîn dibêje (di çavê wî de , em tev de, yanî miletê kurd bi carekê paşdemayî ye û dixwest me tevan ji kêmasiyên civakî , rêzanî , danûstandinê di rojekê de biparêze, miletekî bajarî, weke Swîsre ji me ji kurd derxe ,digot : wilo nan bixwin , wilo rûnin , wilo av vexun , wilo rabin wilo rûnin , wilo razin , wilo wilo… .awira dektor Nuredin , ji berê de pêşketî bû …)

Bernamegeh /  bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Sofîtî

Di Îslamê De Sofîtî

Sofîtî an tesewwuf an ′′′sofîgerî′′′ rêbazek ji rêbazên Îslamî ye. Li goreyê sofîtiyê benî anko ebidê Xwedê dibê bi rêya îbadet anko …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !