Ava jîyanê

NESRÎN ROJKAN
Devê xwe vekiribû û qurt, qurt, qurt avê vedixwar.

Destên biçûk ên gulmistî li ber serê wî yê gilower, di profila wî de, bedenek biçûk û rût rûniştibû di valahiya zikê dayika xwe de û avê vedixwar.

Dîmenek bê hempa bû.

Canek nû ku hê derneketibû ser rûyê dinyayê, ji bo jîyana xwe têdikoşiya.

Mizgîniya min li te! got hemşîrê.

Li ekrana computera xwe nêrî û dom kir.

-Zaroka te lawik e û vayê avê vedixwe!

Xemek tarî li ser rûyê dayikê dagirt, çavên xwe dane hev û rondik jê palîyan.

Wek dayîkên din dilşad nebûbû.

-Xwezî keç bûya!

Rojên berê ketine bîrê û lêvên wê û lerz ketin lêvên wê.

Di rojek germ de derketibûne rê. Dayikek, babek û du zarokên piçûk. Kurik hê du salî bû, keçik tenê  çar. Herdû jî zerik bûn. Porên wan wek rojê diçeyîsîn. Herdu jî wek, serokên persîyan bûn. Di rê de westîya bûn, keçik ber dilê babê xwe bû, kurik ser koşa diya xwe. Dayik hema ew hûş dikirin, lê dizaniya ku tîn bûne, bê xew mane herdu zarok jî. Xwezî bêtir avê bi xwe re anîbûna. Çend şûşe anîbûn lê hingî germ bû, zû qediya bû. Şûşeyek nîvtêjî mabû destê kurik de û çavên keçikê mabû lê û pingeping dikir û avê dixwest.

-Huşşşşş! Dengê xwe neke, ger mamo ji me aciz be, dê me babêje avê de, huşşşşşş…

Bi rê ketibûn. Riyek dûr û dirêj bi pêl bû û ketibûne  rêyek ku dawiya wê  nediyar bû.

Hindik ma, hindik ma canên min. Em bîst  pêlan bihejmêrin êdî em azad in! Ev gavên dawî ne êdî. Dê keça min mezin bibe bixwîne, kincên rind li xwe bike, bibe mamosteya herî bedew.

Kurê min dê mezin be bibe xortek çeleng, em dê gogê jê re bikirin ê ew jî bibe futbolvan.

-Huşşşş! Canên min, kezebên min, huşş bin. Dengê xwe dernexin hindik ma!

Deng nekin, bila ev mamo ji me nexeyîde. Deng nekin, emê niha peya bin, ezê ava sêvan bidim we.

Gelek çûbûn. Ji ser sînûran, li ser têlên strî, ji xendekan, ji nav çeman, deştan, çiyayan borî bûn heta dawî da ketibûne kolanên bajarên nenas. Şevan li derve raza bûn, rojan li kar çarenûsa xwe geriya bûn. Pirs be pirs xwe gihandibûn çeteyên perexwuran.

Kelecanek ketibû dilê malbatê, vayê êdî çend gavên dawî mabû, êdî jîyanên bi şer,  bi tirs, bi birçîbûn,  bi perîşanî, bi parsekî, bi koçberî borî bûn, wê jîyaneke aram û azad pêşiya wan be. Pişta xwe dabûne nexweşiyan, beriya xwe dabûne xweşyan. Bila êdî ji wan re jî xweş bûya jîyan.

– Huşşş lawê min, huşşş.

Navê lawik Azad bû, navê keçikê Evîn.

Xwediyê keştiyê mirovek xwînsar bû. Li çavên rêwiyan ne dinêrî. Awirên wî tûj û dengê wî hişk û sar bû. Yan hema fermanan dida, yan jî dengên bi kerb dikir. Çawa ku ên ku pê re derketibûne rê ne mirov bin, ne can bin. Tenê pere bin.

Pêlên avê bilindtir û bêtir bûbûn. Zarok mest û gêj bûbûn di nav pêlên har da. Nava rêwiyan li hev diket. Hevrêyek nekarî bi xwe, serê xwe dirêjî avê kir û bi dengek bilind vereşiya.

Xwediyê keştiyê aciz bû. Bi zimanek biyanî bi kerbekerb gotinan kir û pitepit kir û rabû ser xwe. Bi hemû hêza xwe ve xwe livand, heta ku keştîya piçûk serûbin bû.

Hemû rêwî binav bûn. Êlegên li ser rêwiyan êlegên beredayîbûn, hinek hema kunûkun bûn   û diriyan, û avê kêşiyane xwe.

Serê rêwiyan car derdiketin ser rûyê avê, car winda dibûn.

Hinek hema êdî binav bûn û êdî qet xûya nekirin. Hinekên din perpitîn perpitîn heya xwe

filitandin, hinekan avjênî kirin û hevalên xwe bi xwe re kêşiyan heya hatine ber qeraxa deryayê.
Dema dayik û babik rabûne ser piyan, dîtin ku êdî zaroyên wan ne li ber singên wan bûn.

Herdû zarok wek zarokên din ji dê û babên xwe dûr ketibûn jî.

Delalîkên ber dilê wan êdî ji bo qurtek av nedigirîn, lê di nav avê de fetisî bûn.

Destê dayik û babê wan vala mabû. Û dest vala, lê bi çavên tijî herdu zarokan û  gelek kesên din ve ji av derxistin, binax kirin û berê xwe dane jiyanek nû heya xwe gihandine welatekî din. Piştî çend salan kurikek wan çêbû bû û niha jî keçikek dixwest. Dema bihîst ku ev zarok jî kur e, bêtir ji Evîna xwe dûrket. Dixwest jana dilê xwe bi du zarokên nû aş bike, lê birîna dilê wê kûr bû.

Niha jî jiyanek nû di nav wê de bê hay ji hemû êşan hişyar dibû. Pingeping pê ketibû.

Hemşîre ew himbêz kir û gotê.

-Divê tu herî ba pisporekî ji xwe re dermanek bigirî, derdê te giran e, tu nikarî bi sere xwe bikşînî.

Dayikê.

-Dermanê min, divê ez biçim ber gora berxikên xwe. Ew hê jî li wir tenê mane, kaxizê min tunene ku biçime cem wan.
Bernamegeh /  bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Sofîtî

Di Îslamê De Sofîtî

Sofîtî an tesewwuf an ′′′sofîgerî′′′ rêbazek ji rêbazên Îslamî ye. Li goreyê sofîtiyê benî anko ebidê Xwedê dibê bi rêya îbadet anko …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !