Bajarê Dîlokê

Çand û Dîroka Bajarê Dîlokê

Dîlok (wekî DilokDilukDuluk û Dûluk jî tê nivîsandin; bi tirkî Gaziantep) bajarekî li Bakurê Kurdistanê ye.

Li bakurê Qeleya Dîlokê girek heye. Taxa derûdora wî girî heta demeke nêzik bi navê Kurdepe, anko Girê Kurdan (Kürdtepe), dihat zanîn lê dewleta tirkan ew nav guhart û kir Türktepe.

Li Dîlokê hewşa heywanet a herî mezin a Tirkiyê heye û Parka Yeşilvadi heye. Parka Yeşilvadi parka tewr mezin a Tirkiyê ye.

Navê bajêr yê kevn Dolike (Doliçe). Piştre ji alî ereban ve navê Eyntab li bajêr hatiye danîn. Navê bajêr ji alî Tirkên ve jî sala 1928’an de wek Xazî Eyntab (Ghazi-Ayntab) / Gaziantap hatiye guhertin.

Kronolojî

Berî Îsa(zayîn)

  • 1200 -600 Dema Hîtîtiyan
  • 689 – 539 Dema Medîan
  • 539 – 331 Dema Persan
  • 331 – 323 Dema Mekodoniyan
  • 69 Hukumdariya Kommegene

Piştî Îsa (zayîn)

  • 72 – 395 Dema Romayiyan
  • 395 – 628 Dema Sasaniyan
  • 636 Dema Ereban
  • 998 Dema Merwaniyan
  • 1077 Dema Selçûkiyan
  • 1098 Dema Xaçliyan
  • 1186 Dema Eyubîan
  • 1517 Dema Osmaniyan
  • 1923 Dema Tirkiye

Civaka bajarê Dîlokê 55 % Tirk, 26 % Kurd û 18 % jî Ereb û 1% etnîkê dinin.

Îslam li herêmê xurt e. Henefî û Elewîtî zavên teşkîl dikin.

Li herêmê ciyên zewî û tirbeyan jî hene. Hinek ciyên zewîyên ev in: Şurahbil bin Hesen (Kilîs), Şêx Mansûr û Duluk Baba.

Herêm ji alî çanda xwarinê pir dewlemend e.

Şorba şêrîn: birinc bi avê tê kelandin û piştre bi dims (doşab) rê hinek din tê kelandin û tê serwîs kirin.

Şiveydiz: goşt bi nokan re di beroşê de tê kelandin. Pîvaz û sîrên hurkirî dikeve navê û heta nerm bibe tê kelandin. Piştre hêkek dikeve navê û hinek din jî tê kelandin. Rûnê sorkirî û nane bi ser tê reşandin û tê xwarin.

Kutilkên dagirtî beqlewe kebab babaqenûç. Babetên boregan û patatêsên dagirtî hinek ji xwarênên herêmê ne.

Jinên herêmê şalwarekî ku jê re dibêjin Çintiyan li xwe dikin. Bi ser şalwar de çakêtekî milfireh û yaxevekirî ku jê re dibêjin Fermane li xwe dikin. Entarî yên wan ji sê etegan pêk tê. Li pişta xwe kefiyeke sîm an jî qedîfe girêdidin. Keçên ciwan xavikên sipî, yên zewcandî jî tacek ku bi serde jî kefiyekê girêdidin, didin serê xwe. Jinên gundî çarşefek ku jê re dibêjin meshele didin serê xwe. Kesên çarşefa reş jî li xwe dikin hene.

Zilam şalwar li xwe dikin. Li ser şalwar jî Eba li xwe dikin. Bi ser ebayê de jî çakêtekî ku jê re dibêjin sako li xwe dikin. Li serê xwe jî kefiyên kesk dipêçin. Lapşîn û qondere pêlavên herêmê yên zilaman e.

Bajar ji alî şînahî û Daristanên ve belengaz e. Lê ji alî dîrok ve pir dewlemend e. Kela Entabê, kela Tilbişar û Revanda ji alî gel û gerokên ve tên ser lêdan. Li herêmê mizgeftên kevn jî pir in: Şirvanî, Teke û Tehtanî hinek ji wan in.

Li herêmê çiyayên bilind tunene. Çiyayê Sof yê herî bilind e (1.496 m) li herêmê. Çiyayê Duluk (1.250 m), Gureniz (1.069 m), Ganîbaba (1.100 m)

Çemê Reş ji Gola Reş dertê. Deşta Îslahiyê bi ava Çemê Reş tê avdan. Çemê Efrînê ji çiyayê sofê dertê. Bi Çemê Reş re dibe yek û xwe valadikin Gola Amikê. Çemê Merzîmên jî ji çiyayê Duluk û Sam dertê. Çavkaniya çemê Nîzîpê li çiyayê Sofê li gundê Dulukê ye. Çem şaxek çemê Firatê ye.

Hesin, krom, fosfat, Kalkar û dolomît madenên herî pir in ku li herêmê ji bin erdê dertên.

Herêm ji alî babetên teyrên kovî pir dewlemend e. Wekî din gur, hirç, xezal, berazên kovî, çeqel, kevroşk û bizinên ser çiyan jî li herêmê peyde dibin.

Bernamegeh /  bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Sofîtî

Di Îslamê De Sofîtî

Sofîtî an tesewwuf an ′′′sofîgerî′′′ rêbazek ji rêbazên Îslamî ye. Li goreyê sofîtiyê benî anko ebidê Xwedê dibê bi rêya îbadet anko …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !