Elemût

Keleya Elemûtê

Elemût an keleya Elemûtê kelayeke li ser girekî çiyayên Elburz, başûra Deryaya Mazenderan li Îranê ye. Nêzî bajarê Gazor Xan, li parêzgeha Qazwênê, derûdor 100 km dûrî Tehrana îroyîn e. Lê belê, îroj bi tenê xopanên keleyê dimînin. Ew kele di sala 840î de li 2.100 m bilindahiyê hatibûye çêkirin û ji bo vê yekê dagirkirina wê gelek dijwar bû.

Di sala 1090î de kele ji aliyê terîqeta şiî ya îsmaîlî ya heşhaşiyan ve hat dagirkirin û ji bo demeke dirêj bû baregeh û zanîngeha wan. Kele ji aliyê van serdaran ve hat kargerkirin:

Hesenê Sebah (1097–1124)
Keye Buzurg Ûmîd Rûdbarî (1124–1138)
Mihemed ibn Buzurg Umîd (1138–1162)
Hesen ibn Mihemed (1162–1166)
Nûredîn Mihemed (1166–1210)
Celaledîn Hesen (1210–1221)
Elaedîn Mihemed (1221–1255)
Ruknedîn ibn Mihemed (1255–1256)

Hûlagû Xan di 15’ê berfanbera 1256an de li keleya Elemûtê bi leşkerê xwe yê mongolan şer kir û şikest û cardin gelek berhemên zanistî û quranên destnivîsar ên heşhaşiyan şewitandin.

Bernamegeh /  bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Welatê Amerîkayê

Niştecihên Amerîkayê bi piranî Ewropî, Rojhelatên Dûr, Afrîkî û ji Rojhilata Navîn pêk tê. Ev komên etnîkî di 500 salên …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !